02 juni 2010

Serokê herêma Kurdistanê dibê teseliya tirkan bixîne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser vexwendina Tirkiyê piştî 6 salan vê êvarê gihîşt Anqereyê.
Li gor çapemeniya tirk dinivîse, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hevdîtina xwe ya pêşî sibe ewê bi wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ra dest pêk bîne.
Piştî hevdîtinê, Barzanî û Davutoglu bi hev ra ewê civînekê çapemeniyê lidarxin û bersîvên rojnamevanan bidin.
Barzanî, dûra jî ewê bi serokwezîr Erdogan û serokkomar Abdullah Gul ra jî cihê cihê hevdîtinan pêk bîne û pişt ra jî derbasî Stenbolê be.
Ziyareta Barzanî ya li Tirkiyê ewê 5 rojan bajo û texmîn ew e ku roja duşemiyê jî ewê ji Stenbolê biçe Fransayê.
Di derbarê rojeva van civînan da ne Tirkiyê û ne jî berdevkên hukûmeta herêma Kurdistanê heta nuha tu daxuyanî nedane.
Mesûd Barzanî, ev cara pêşîye ku weke serokê herêma Kurdistanê serdana Turkiye dike.
Hukûmrta AKP-ê, di vexwendina Mesûd Barzanî da li gor serokên kurdan yên din, heta nuha dudilî dikir û nedixwest Barzanî bi şiklekî resmî dawetî Tirkiyê bike.
Lê dawiya dawî ya mecbûr man ya jî îro wiha tê hesabê wan, axirê sebeb çi dibe bira bibe dawet kirin û netîce Mesûd Barzanî îro li Anqereyê ye.
Helbet vexwendin bi serê xwe jî serkeftineke kurda ye, ji ber ku hîn heta do jî vê hukûmetê tinazê xwe bi Mesûd Barzanî û serokên kurdan yên din dikirin, digotin “em bi serokeşîr û serokên qebîleyan ra rûnin.”
Lê îro serokê herêma Kurdistanê Barzanî, herçiqas bi xalîçeya sor û ji bal serokkomar Gul ve nehatibe pêşwazîkirin jî, dîsa jî meriv dikane vê ziyaretê weke serkeftineke kurdan qebûl bike.
Ji ber ku yên şêla xwe guhertine û gav paşda avêtine ne kurd in, tirk in û dewleta tirk e.
Lê bêguman ev gav ne bes e, dibê Tirkiye serokê Kurdistanê, wek serokkomarê her dewletê qebûl û pêşwazî bike.
Ev aliyekî meselê ye, lê aliyê din yê meselê jî helbet naveroka hevdîtinan û tiştên ku Tirkiye ewê ji Barzanî bixwaze gelkî girîngtir e.
Tirkiyê heta nuha tim ji Barzanî xwestiye ku ew, PKK-ê çi bi zor û çi jî bi rehetî ji Kurdistanê derxin û dema dernekevin jî dibê li dijî wê şer bikin.
Bêyî vê, di şiklê avabûna hukûmeta nuh û tifaqên di nabêna hêzan da jî Tirkiye hin tiştan ji kurdan dixwaze, di mesela Kerkûkê û tirkmenan da jî daxwazên Tirkiyê hene.
Lê ji hemûyan girîngtir, şêla kurdên başûr ya li hember PKK-ê ye, tirk dixwazin kurdên başûr li hember PKK-ê zorê bikar bînin û di serî da Mesûd Barzanî û hemû kurd jî dibêjin na.
Mesûd Barzanî heta nuha çend caran gotiye ku ”şerê birakujiyê şaşiyeke pir mezin bû û ewê rê nede ku şerekî wiha careke din dubare bibe.”
Di mesela şerê PKK-ê û Tirkiyê da jî şêla Mesûd Barzanî pir baş e, tim gotiye, ev mesele bi şer çareser nabe, dibê Tirkiye vê gelşê bi diyalogê û riyeke aştiyane çareser bike.
Û herî dawî jî do di axaftina xwe ya di kongreya YNK-ê da ev dîtina xwe careke din dubare kir û bi vê yekê jî riv dikane bibêje ku memesajek da Tirkiyê.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di axaftina xwe da wiha gotiye:
“Ez careke din daxwaza lêborînê ji qurbaniyên şerê xwekujiyê dikim.”
“Em tu carî ji berpirsyariyê nereviyane. Lê belê şerê xwekujî bûyerek bû, qewimî û divê em rê nedin careke din ev yek dubare bibe û bi tu awayî nabe careke din xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijandin.”
Ev şêleke netewî ye û ji bo dewleta tirk jî mesajeke girîng e.
Lê helbet berpirsiyarên Tirkiyê li gel vê jî ewê di daxwaza xwe da israr bikin û bixwazin ku hukûmeta herêma Kurdistanê li hember PKK-ê, heger çekan bikar neyne jî lê dibê bi kêmasî hin gavan bavêje, cî li wan teng bike, nehêlin serbest bigerin, astengiyan derxin û hin tiştên wisa.
Tirkiye, ewê van daxwazan bike, ev vekirîye.
Ya girîng û nuh, ne daxwazên Tirkiyê, şêl û bersîva serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û kurda ye.
Heger serokê herêma Kurdistanê, tiştên di kongreya YNK-ê da gotiye li Anqerê jî ji tirkan ra bibêje, ku dibê bibêje, tahlûke tuneye, mesele qediyaye, Tirkiye bi van têkiliyan nikane tu zirarê bide kurdan.
Mesûd Barzanî û kurdên başûr dibê hêviya tirkan ji şarê birakujiyê, şerê xwekujiyê qut bikin.
Ya herî rast ev e û xelasiya kurdan jî di vê xetê da ye…
Heger em kurd xwe bi xwe bi hev nekevin, dijmin bi hêza xwe tenê nikane zora me bibe…
Roja ku tirkan ev hêviya xwe ya ji şerê kurdan yê xwe bi xwe qut kirin li Tirkiyê çareseriya mesela kurd jî hêsantir dibe.

1 kommentar:

  1. Hi, i think that i saw you visited my web site so i came to “return the favor”.
    I'm attempting to find things to improve my site!I suppose its ok to use a few of your ideas!!

    My page :: natural cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE