01 juni 2010

Erdogan li hember Îsraîl bêperwa dipeyive

Piştî êrîşa artêşa Îsraîl ya ser keştiyên ku alîkarî dibirin Xezayê û kuştina gelek kesî(hejmara kuştiyan di nabêna 9-19 kesan da dihere û tê.Tê gotin kuştî hemû ji Tirkiyê ne û di nava wan da bi kêmanî 3 kurd jî hene)j ido da ye li Tirkiyê qiyamet rabûbe.
Hekûmet û milet bi hev ra rabûne pêdarê û li her dera Tirkiyê dewleta îsraîl protesto dikin.
Serokwezîr Erdogan, îro di civîna partiya xwe da li ser êrîşê, axaftineke pir sert kir, gotinên pir giran ji Îsraîlê ra got.
Wek min do jî nivîsî, bêguman Îsraîl, bi vê êrîşê gelkî neheq e û loma jî dibê were şermezarkirin.
Lê Tirkiye di karên wiha da, di qîjewîj û derxistina qerepereyên mezi da gelkî jîr û jêhatî ye, di şerê li hmber kurdan da êdî luht bûne.
Loma jî heger Tirkiye bixwaze dikane Îsraîl gelkî biêşîne.
Ji ber ku him weke dewlet xurt in û him jî profesyonelê organîzekirina karê wiha ne.
Tirkiye naşibe dewletên ereb, di rojên pêş da ewê serê Îsraîl gelkî biêşîne û bi dîtina min bira biêşîne jî.
Hevkariya Îsraîl û Tirkiyê ya di warê leşkerî, dîplomatîk û siyasî da gelek zirar daye miletê kurd, têkiliya wan çuqasî xera bibe ji bo me hewqasî baş e.
Dema têkiliya Tirkiyê bi îsraîl ra xera bibe, ku piştî vê bûyerê ewê baş xera bibe û zû bi zû jî nayê qeysa berê, ewê bi Emerîkayê ra jî pir hindik xera bibe.
Çimkî Tirkiyeyê bixwaze Emerîka piştgiriya wan bike û Îsraîlê jî bi tundî rexne bike û bi îhtîmaleke mezin jî Emerîkayê dîsa neke.
Ji xwe hger ne piştgiriya Emerîkayê bûya Îsraîlê nikanîbû heta nuha ev çavsorî li filîstîniyan û ereban bikira.
Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne
Di teşbîhê da xetra nabe, kurd dibêjin, ku carê nigê meriv di ”guyê ereban” geriya hew pak dibe, lê bi dîtina min ”yê” tirkan ji yê ereban jî xerabtir e, yanî meriv zû bi zû ji bela wan xelas nabe.
Îspata vê yekê jî têkoşîn û liberxwedana kurdan ya 150 salî ye…
Ez werim ser axaftina Erdogan ya îro. Erdogan, wek merivekî pir adil, pir dilbirahm û xêrxwaz peyivîye.
Tu dibêjî qey ev Erdogan, ji bo kuştina çend keç û xortên kurd her roj biryara bomberankirina çiya û gundên kurdan nade.
Erdogan, êrîşa Îsralîl wiha mehkûm kirye:
”Ez bi xemgînî dibêjim, tiştê do qewimî ji alî medeniyata însaniyetê ya miştereke ve lekeyeke reş e. Qetilkirina însanên bêguneh, li hember kesên sivîl muamelya terorîstan kirin ji alî însaniyetê sûcekî mezin e, bêperwatiyeke bêşerefî ye.
Em dizanin ku şer jî aştî jî huqûqeke wê ye. Di şer da meriv êrîşî zarokan nake, di şer da meriv êrîşî jinan, kalû pîran make, di şer da meriv êrîşî sivîlan, şexsiyetên dînî nake, di şer da meriv êrîşê nabe ser kesê ala sipî hildaye.
Zorba, heydût, korsan jî rîayetî hin qaîdeyên exlaqî dikin. Kesên ku tu hesasiyetê nas nekin ji bo wan bikaranîna van sifetan jî îltîfateke.
Tirkiye ne dewleteke nuh û bêkok e. Ne dewleta qebîleyekê ye. Dibê tu kes sebir û tehamula Tirkiyê neceribîne. Dostiya Tirkiyê çiqasî mihîm be, dijminatiya wê jî hewqasî bi şîdet e. Wendakirina dostiya Tirkiyê bi serê xwe bedelekî giran e.
Dibê Îsraîl, Tirkiyê neşibîne dewletên din, nekeve xetayekî wisa, bedelê wê ewê gelkî giran be.”
Wek tê dîtin Erdogan, gotinên pir giran ji Îsraîl ra dibêje, bi zimanekî tehdîtwar, zimanê qebedayiyan dipeyive, dibêje ”wendakirina dostiya Tirkiyê bi serê xwe bedelekî giran e.”
Heger van ne gotinên vala û blof be, maneya xwe ew e ku Tirkiye û Îsraîl ewê gelkî serê hev biêşînin.
Li alî din Erdogan dibêje, ”di şer da be jî meriv êrîşî zarokan nake, di şer da be jî meriv êrîşî jinan, kal û pîran make û êrîşî sivîlan nake.”
Heger meriv nizanîbûya ew serokwezîrê Tirkiyê ye, merivê ji van gotinên wî bawer bikira, lê em dizanin ku xwediyê van gotinan bixwe eynî sûcî dike û dide kirin.
Xwezî bi rastî jî Erdogan li gor gotinên xwe hereket bikira.
Gotineke tirkan heye, dibêjin, ”nuha yê ji dînê min ra xeberan dide qenekê misilman bûya…”
Yaho ne di şer da, li kuçe û kolanên Tirkiyê û Kurdistanê pûlisên we her roj milên zarokên kurd dişkînin, çavên jin, kal û pîran dedixînin, piştê l iwan dikin nêk, kesên sivîl lînc dikin.
Ma tu bi van nizanî?
Ma qey zulma li kurdan diben e zulm e?
Ma zindanên we ne tije zarok in, çima hûn yê xwe nabînin.
Heger bi rastî dibê meriv êrîşê nebe ser zarokam, wê demê nehêle milên zarokên kurd werin şikandin.
Dema te ev yek li welatê xwe jî kir, wê demê meriv dikane ji te ra bibêje “her bijî !”, bi rastî jî tu li dijî zulm ê yî....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE