03 juni 2010

Hustuxwarkirin ne tu rê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Anqerê berê bi wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ra û dûra jî bi serokwezîr Erdogan ra hat ba hev.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî civîna bi Davutoglu ra, wî û Davutoglu bi hev ra civîneke çapemeniyê pêk anîn.
Davutoglu, di axaftina xwe da weke her tim dîsa qala xerabî û zirara ”terorê” kir û got, ew ji hevdîtinê gelkî memnûn e û li dijî PKK-ê wî ”ji birayên xwe yên kurd alîkariyeke temam xwestiye.”
Serokê herêma Kurdistanê Barzaanî, bersîveke vekirî neda vê daxwaza Davutoglu, got, ew ne alîgirî xwînrijandinê ne, kuştina xortekî feydeyê ne dide kurdan û ne jî tirkan . "Ji bo ku êş kêm bibin çi ji destê me bê emê bikin."
Davutoglu got, di pêvajoya avadankirina Iraq û Rojhilata Navîn da ew dixwazin bi gelên Îraqê ra pêşerojeke hevbeş ava bikin û di vê avedankirinê da ew "Herêma Kurdistanê" gelekî girîng dibînin.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi giştî di civînê da tiştekî xerab negot, lê westiyayî û bêmad xuya dikir û di bersîvên xwe da jî tiştê meriv jê dipa negot, performanseke pir baş û li gor dilê kurdên bakur nîşan neda.
Min bi xwe gotinên hîn vekirîtir û hîn dobretir jê dipa û bi dîtina min tirk jî li hêviya vê bûn, wan jî wisa bawer dikir ku Mesûd Barzanî ewê hin tiştên ne li gor dilê wan bibêje, lê wisa nekir.
Kurdên Kurdistana bakur, di nava kadir û serokên kurdên başûr da herî zêde ji Mesûd Barzanî hez dikin.
Û bi vê hezkirinê ra helbet hêviyên pir mezin jî jê dikin.
Di civînên pişt perdê da kurdan û tirkan çi hev ra gotine bê guman ez nizanim, lê dil dixwest ku serokê herêma Kurdistana federe Mesûd Barzanî, hinekî din zelaltir û bipeyiviya.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, ji bo ku ew têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê ra xurttir bikin wan ev serdan pêk aniye. Û dûra jî axaftina xwe wiha domand:
”Berjewendiyên me yên hevbeş hene. Gelek kar hene ku em bi hev ra bikin. Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê pireke girîng e û her wiha Tirkiye jî ji bo Herêma Kurdistanê pireke girîng ya berbi cîhanê ve ye.”
Barzanî, li ser pirseke di derbarê Kerkûkê da jî got:
Em ji bo Kerkûkê tiştekî pir cuda naxwazin, em dixwazin ku Makezagona Iraqê bi cih bê. Em dixwazin maddeya 140-î bê bicîhanîn. Di makezagonê de statûya Kerkûkê diyar e.”
Tiştê herî balkêş ew bû ku di civîna çapemeniyê ya bi Davutoglu ra ne ala Îraqê û ne jî ya Kurdistanê hebû. Vê yekê bala rojnamevanên kurd û ereb kişand û ev yek ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pirsîn.
Barzanî di bersîva xwe da got, vê yekê qet bala wî nekişandiye û heger nehata pirsîn jî wî yê ev yek ferq nekira.
Li gel vê bersîva serokê herêma Kurdistanê Barzanî, Davutoglu jî îdîa kir ku xwedêgiravî tu maneyeke vê yekê ya taybetî tuneye û dibê meriv maneyeke cuda jê dernexe. Heger were xwestin ew dikanin ala Îraqê(ne ya Kurdistanê)tavilê bidarde bikin.
Lê helbet ev bersîva Davutoglu ne rast e û ne samîmî ye.
Bi îhtîmaleke mezin kurdan xwestine li gel ala Îraqê, ala Kurdistanê jî were bidardekirin, lê tirkan ev yek qebûl nekiriye, xwestine ala Îraqê û ala Tirkiyê tenê hebin û kurdan jî ala Îraqê tenê qebûl nekikrine…
Bi dîtina min, ji bal kurdan ve qebûlkirina vê daxwaza tirkan tawîzeke pir mezin e û dibê serokê herêma Kurdistanê bi tu hawî ev şertê Tirkiyê qebûl nekira.
Ew bi zor nehatiye Tirikiyê, hukûmeta AKP-ê ew dawet kiriye û loma jî dibê hemû şert mueyîdeyên dîplomatîk û siyasî bicî bianiyana.
Kesên bi me ra rûnişt, dibê nav, meqam, navê welatê meriv û ala meriv jî qebûl bikin, dema qebûl nekin, bira rûnin.
Ma kesî zor daye wan?
Dibê kurdan ev yek bi tu hawî qebûl nekira.
Madem ku wan ala Kurdistanê qebûl nedikir, wê demê divê kurdan jî bigota, bira civîn bê al be, yanî ala Tirkiyê jî tunebe.
Heger tirkan ev jî qebûl nekirana, wê demê jî dibê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî civîna çapemeniyê çênekira.
Ez bi xwe vê tawîza ku kurdan da Tirkiyê, ne rast û pir giran dibînim û loma jî ev şêla kurdan dibê were rexnekirin.
Esas Tirkiye statuya Mesûd Barzanî jî qebûl nake, heger qebûl bikira Mesûd Barzanî ewê ne ji alî Davutoglu, ji alî Abullah Gul ve bihata vexwendin, Gul ewê biçaûya pêrgiya wî, civîna çapemeniyê ewê ne bi Davutoglu ra, bi Gul ra bihata çêkirin.
Yanî ev bûer jî hemû nîşan didin ku dewleta tirk û hukûmata AKP-ê Mesûd Barxzanî weke serokê Kurdistanê qebûl nakin.
Loma jî tirk bi tawîzên wiha nayên rê û baştir nabin.
Û ya din, ev şêla wan jî nîşan dide ku Tirkiyeyê li hember kurdan hîn dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernedaye, gotinên dilxweşkir û "biratiyê" hemû derew in.
Heger bi rastî bi çavê "dost, bira" li me dinêrên, dibê navê welatê me rast bibêjin, bibêjin Kurdistan, dibê ala Kurdistanê qebûl bikin.
Kesên nav û sembolên me yên netewî qebûl nekin, ne dost in, nêta wan ne paqije û dibê em viya jî ji wan ra eşkere bibêjin.
Û ji bo kurdan jî hustuxwarkirinên wiha êdî şerm e.
Sibe ewê tiştekî din bixwzazin.
Min bi xwe qet bawer nedikir ku Mesûd Barzanî ewê tawîzeke wiha bide tirkan û dûra jî bibêje ”min nuh ferq kir...”
Heger te û heyeta te bi rastî jî ev lîstika tirkan ferq nekiribe ev yek kêmasiyeke we ya pir mezin e, skandaleke dîplomatîk û siyasî ye.

1 kommentar:

  1. I think this is one of the most vital info for me.
    And i'm glad reading your article. But should remark on few general things, The website style is ideal, the articles is really excellent : D. Good job, cheers

    Feel free to visit my web site ... cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE