12 juni 2010

De nuha bi xatirê we

Belê belê, nîhayet em hatin gihîştin şeva dawî, bixêr sibe saet di 12. 20-an da balafira me ji Stockholmê bi hewa dikeve û me dibe Stenbolê û ji wir jî emê bifirin Diyarbekira xopan…
Jiyan wiha ye, hertişt destpêkek û dawiyek wê heye.
Sîh(30)sal berê, dema ez hatim Swêd, ji min ra bigotana tu yê piştî 30 salî vegerî ezê şeple bibûma, lê wa ye 30 qediya.
Axir tiştê bi jimar, sal bin jî rojek tê diqede.
Serhat û Rojen piştî 2 heftan ewê vegirin, lê ez û xanim, emê 5 heftan bimînin, emê di 19-ê temûzê da vegerin.
Roja ez hatim Swêd min qet texmîn nedikir ku ezê 30 salî, tam nîvê jiyana xwe li vir derbas bikim.
Lê ez çi bikim, qederê, tesadufan wiha xwest û wiha bû.
Nuha jî rêwîtiyeke din, macarayeke din dest pê dike…
Ev rêwîtî ewê çawa derbas bibe, ezê çi bibînim û bibim şahidê çi û ewê çi tesîrê li min bike ez nizanim.
Gelo dema ez herim Wêranşarê û li bajêr bigerim kesê min nas bike ya na?
Gelo çend dost, nas û hevalên min hîn li Wêranşarê mane?
Gelo ew dost û hevalên mane ewê pêşwaziyeke çawa li min bikin?
Gelo ezê bajarê xwe nas bikim, riya mala me derxim ya na?
Welhasil gelek pirs di serê min da li bin guhên hev dikevin…
Ez kompîtorê bi xwe ra nabim û ji welêt tiştekî nanivîsim. Tiştê min dît û jiyam, ezê têkim ser hev, di tûrikê xwe da kom bikim, dema ez vegeriyam ezê di quncikê xwe da hûrik hûrik qal bikim.
Li gel ku tu gelş û astengeke huqûqî nemaye, lê dîsa jî ez hinekî bi heyecan im, hestên kêfê û rêwîtiyeke ne diyar tevlihev in.
Dibêjin serdana cara pêşî wiha ye, weke şeva gerdekê ye, meriv pir heyecan e.
Lê sibe dema ez gîhîştim Diyarbekrê ev heyacan jî ewê derbas be.
De heta 20-ê temûzê bi xatirê we…

11 juni 2010

Heyecana rêwîtiyê ne bes bû VM-ê jî xwe da ser

Weleh dawiya dawî waye ew roj bi lez û bez tê, here were rojeke maye, min bawil danî, hinek tifatrên xwe kirê û sibe jî devê wê digrim….
Ev heyecan ne bes bû îşev jî şahiya VM-ê dest dest pê kir.
Ez nuha li maça Uruguray û Fransayê temaşe dikim û nêta min qet tuneye ku ji ber telewizyonê rabim.
Fersendên wiha her roj çênabin, VM ji çar salan carê ye loma jî dibê ez îşev bi kêfa dilê xwe li vê maçê temaşe bikim.
Jixwe heyecanê girtiye min, bedena minn weke hêlkanê hêl dibe, hiş û aqilê min ne li serê min e, bedena min li vir hişê min bi rê da ye.
Loma maç tunebûya jî minê nikanîbûya tu nivîs mivîs binivîsanda. Lê axir VM jî bû baheneyeke baş û mazereta min xurttir kir.
Meraq nekin, bêyî xatirxwstinê ez terka we nakim, bi xêr sibe bi şev ezê xatirekî dirêêêj ji we bixwazim.
De ez zêde dirêj nekim, hefteyima dawî waye dest pê kir, dibê ez rabim herim ber telewizyonê û li maçê temaşe bikim.
De nuha bi xatirê we….

09 juni 2010

Xwedê kir ku dijminên kurdan hinekî kêmaqil in...

Di dengdana Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî da li hember Îranê biryara ambargoyeke berfirehtir û girantir hate girtin.
Ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê, 12 endaman ji ”cezakirineke berfirehtir” ra gotin erê, Tirkiye û Brezîlya li hember biryarê derketin û rayên red dan, Lubann jî bêteref ma.
Wek tê zanîn berî nuha bi çendakî di nabêna Îran, Tirkiyê û Brezîlyayê da peymana guherandina(takasa) ûranyûmê hate îmzekirin û ev yek jî ne bi dilê Ermerîkayê bû.
Piştre Rûsya, Fransa û Çîn jî li dij derketin, lê Tirkiyê guh neda protestoyên van dewletan û bi navê nabêncîtî û ”aştîxwaziyê” ev peyman bi Îranê ra îmze kir.
Vê yekê jî Tirkiye hinekî din jî ji Emerîkayê dûr xist û nabêna wan xera kir.
Tirkiyê, di mesela Saddam û Îraqê da jî eynî siyaset meşandibû, li hember Emerîka û hin biryarên Konseya Ewlekariyê derketibû û piştgirî dabû Saddam.
Emerîka, Neteweyên Yekbûyî li Saddam hatibûn xezebê, dixwstin wî bixînin, Tirkiyê şûrê Saddam dikşand, dixwest wî xelas bike.
Di mesala Îranê da Tirkiye îro jî eynî siyasetê dimeşîne.
Ji ber mesela kurd, Tirkiye ketiye gerînekekê, loma jî çi dike ji xwe ra xerab dike.
Tirk dixwazin her kes bi şavên wan li kurdan binêrin, lê ev jî her tim wisa nabe, carnan menfeeta dewletan di neyartiya kurdan da tuneye, bîleks di alîkariyê da menfeeta wamn heye.
Lê Tirkiye viya qebûl nake…
Dewleta tirk siyaseta xwe li gor kurdan tanzîm dike. Li gor vê siyasetê, kî li dijî kurdan be û piştgiriyê nede wan, di vê meselê da doza çareseriyê li Tirkiyê neke, Tirkiye wê dewletê dost dibîne û pê ra siyaseteke nerm û dostane dimeşîne, lê dewleta ku siyaseteke eksê vê bimeşîne(weke nuha Emerîka dike) Tirkiye pê ra dijminatiyê dike.
Tiştê herî maqûl, herî ji Tirkiyê ra bixêr, dibê Tirkiye bi xwe, bi rehetî mafê kurdan yê netewî qebûl bike.
Dema neke mecbûr e siyaseteke îrrasyonel bimeşîne, mecbûr e bi Emerîka, Xerbê, Îsraîl ra were hember hev û bi Îran û Sûriyê ra bi bibe dost mitefiq.
Bêyî çareseriyê û dayina mafê kurdan, ew çi bikin li zirara wan û li kara miletê kurd e.
Ya dibê riya aqil hilbijêrin ûma fê kurdan bidin, ya jî dibê şer bidomînin û bibin mitefîkê rejîma Îslamî ya Îranê û xwe ji dinyayê îzole bikin.
Îro ne li menfeeta Emerîkayê ye ku dijminatiya kurdan bike, lê Tirkiye viya ji Emerîkayê dixwaze.
Emerîka dixwaze rejîma Îranê ya despot û zalim hilweşîne, lê Tikriye viya naxwaze, ditirse ku kurd li wir jî bibin xwedî desthilat û bigihîjin azadiya xwe.
Hukûmeta AKP-ê ji alîkî da alîkariya filîstîniyan dike, li dijî terora dewleta Îsraîl û kuştina zarokan derdikve, serokwezîr Erdogan weke ”ewliya” û merivekî pir xêrxwaz û aştîxwez dipeyive, lê di eynî wextê da li hember kurdan teroreke nedîtî dide meşandin, li hember kuştina zarokên kurdan bêdeng dimîne, mafê kurdan nadê…
Ev paradoks e, cîhan, her kes vê paradoksê û vê durûtiya siyasetmedarên tirk dibîne û dide ruyên wan, dibêjin ji dêlî ku hûn xwe li çareserkirina mesela filîstîn rakşînin, mesela kurd hel bikin, zarokên kurdan nekujin, li dijî kuştina wan jî derkevin û her wekî din…
Yanî Tirkiye heta mesela kurd çareser neke ne mimkûn e ku rehet bike, ne mimkûn e ku bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa, ne mimkûn e ku bi Emerîkayê ra weke berê bibe mitefik…
Nimûneya herî dawî teşxeleya bi Îsraîl ra ye.
Îsraîl, li Rojhilata Navîn mitefikê Tirkiyê yê herî maş bû, di nabê Tirkiyê û Îsraîl da di warê aborî, leşkerî û îstîbaratî da têkiliyên pir cidî hene.
Piştî bûyera Keştiya Marmara ya hişin, van têkiliyan hemûyan darbeyeke pir mezin xwar, têkliyên Tirkiyê û Îsraîl di dem û tarîxeke nêz da baş nabe.
Îsraîl jî û Emerîkayê jî êdî baş fêm kirin ku Tirkiye hertim dikane wan li ser piştê bixîne, dikane dev j iwan berde û bibe mitefikê ”dijminên” wan.
Ev dînîtî û şaşîtiyên Tirkiyê bêguman li menfeeta kurda ye, şaşiyên Tirkiyê me xurttir dike.
Ji xwe heger ne ehmeqiyên dijminên kurdan bûna nuha rewşa kurdan gelkî xerabtir bû, nuha Sedam hîn li ser hukum bû, nuha nabêna Tirkiyê, Îsraîl û Emerîkayê gelkî baştir bûya.
Lê ji ber ku Tirkiyê, her tiştê xwe li gor ”dostî û dijminatiya” bi kurdan ra ava kiriye loma jî mecbûr dimîne siyaseteke pir ”ehmeqane! Bimeşîne.
Netîce, wext hatiye, dîrokê biryara xwe da ye, Tirkiye çi bike jî nikane rê li ber avabûna dewleta kurd bigre.
Biaqil hereket bike, dibê bi kurdan ra rûne û hemû mafên wan qebûl bike û dema bêaqiliyê bike, wek tê dîtin ew jî li zirara wan e, miletê tirk zirarê dibîne, ji xelkê dimînin, wexta dibore, salê bi milyaran li şer û çekan mesref dikin.
Û netîceya wê va ye jî li ber çava ye, piştî 30 sal teror, şer û kuştin, kurd îro hezar aqatî xurttir in û ewê hîn xurt bibin.
Esas numûneya herî baş Îraq e, bira tirk bala xwe bidin Îraqê û li gor wê jî ji xwe ra derzekê jê bigrin….

08 juni 2010

Îşev jî min pê ra negîhand

Ji mecbûrî ezê careke din lêborînê ji we bixwazim.
Îşev jî nikanim tiştekî binivîsim.
Heta nuha çend heval rûniştibûn, nuh rabûn. Mala wan ava be, me tenê nahêlin.
Lê êdî derengê şevê ye, saet tê donzdan, loma jî piştî vê saetê ne mimkûn e ku ez bikanibim tiştekî binivîsînim.
Wisa xuya ye ku vê heftê ewê her wisa derbas be, ji ber ku hîn heval diçin û tên.
Bi hêviya ku hûnê dilê xwe li min negrin...

07 juni 2010

Trajediya berî vegerê

Sê roj berê(5/6)biraziya min Hêvîdar Kûmrûaslan, bi rengekî trajîk dawî li jiyana xwe anî û bi vê yekê jî hemû malabata xwe xiste nava êşeke pir giran û bêderman.
Bi bihîstina vê xebera bi êş û ne xweş ra per û baskên min şikest, ez ji pertav da ketim, ji êşa dilê xwe tevizîm.
Ji ber ku ez li mirina xwe difikirîm lê li bûyereke wiha qet nedifikrîm û ne mimkûn bû ku were bal û xeya min jî.

05 juni 2010

Agahdarî ji bo xwendevanan....

Gelî xwendevan, dost û hevalên hêja, li qursûra min nenêrin, mazereteke min çê bû, heta çend rojan ezê nikanibim tiştekî binivîsînim.

03 juni 2010

Hustuxwarkirin ne tu rê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Anqerê berê bi wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ra û dûra jî bi serokwezîr Erdogan ra hat ba hev.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî civîna bi Davutoglu ra, wî û Davutoglu bi hev ra civîneke çapemeniyê pêk anîn.
Davutoglu, di axaftina xwe da weke her tim dîsa qala xerabî û zirara ”terorê” kir û got, ew ji hevdîtinê gelkî memnûn e û li dijî PKK-ê wî ”ji birayên xwe yên kurd alîkariyeke temam xwestiye.”

02 juni 2010

Serokê herêma Kurdistanê dibê teseliya tirkan bixîne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser vexwendina Tirkiyê piştî 6 salan vê êvarê gihîşt Anqereyê.
Li gor çapemeniya tirk dinivîse, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hevdîtina xwe ya pêşî sibe ewê bi wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ra dest pêk bîne.
Piştî hevdîtinê, Barzanî û Davutoglu bi hev ra ewê civînekê çapemeniyê lidarxin û bersîvên rojnamevanan bidin.

01 juni 2010

Erdogan li hember Îsraîl bêperwa dipeyive

Piştî êrîşa artêşa Îsraîl ya ser keştiyên ku alîkarî dibirin Xezayê û kuştina gelek kesî(hejmara kuştiyan di nabêna 9-19 kesan da dihere û tê.Tê gotin kuştî hemû ji Tirkiyê ne û di nava wan da bi kêmanî 3 kurd jî hene)j ido da ye li Tirkiyê qiyamet rabûbe.
Hekûmet û milet bi hev ra rabûne pêdarê û li her dera Tirkiyê dewleta îsraîl protesto dikin.
Serokwezîr Erdogan, îro di civîna partiya xwe da li ser êrîşê, axaftineke pir sert kir, gotinên pir giran ji Îsraîlê ra got.

PARVE BIKE