31 maj 2010

Zulm ji alî kê da were kirin dibê meriv li dij be

Leşkerên Israîlê do bi şev êrîşî ser fîloya bi navê ”Rotaya Me Filistîn, Barê Me Alîkariya Mirovîye” kir û li gor nûçeyên hin ajansan li dora 19 kesan kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.
Fîlo ji 6 keştiyan pêk dihat û xwarin dibirin Xezayê.
Keştiya ku marûzî êrîşa komandoyên Îsraîlê bûye û têda gelek kuştî û birîndar hene
ya Tirkiyêye û tê gotin ku kuştî û bîrandar jî hemû tirk in.
Lê di vî warî da hîn tiştekî zelal tuneye, li ser mirî û birîndaran çavkaniyên cuda nûçeyên cuda didin.
Bêguman êrîşa Îsraîlê ser keştiyên siwîl û kuştin û birîndarkirina hewqas însan, çavsorî, zorbatî û zulmeke mezin e, dibê meriv bi tu hawî xweş nebîne û miheqeq protesto bike.
Li gor agahiyên heta nuha belav bûne ev êrîş, ne di nava derya (sînorê) Îsraîl, di saha navnetewî da pêk hatiye û ev jî bêperwatiyeke Îsraîl ya din e.
Yanî berî ku keştî têkevin nava saha Îsraîlê, midaxeleyî keştiyan kirine û ev jî binpêkirina huqûqa navnetewî ye.
Tirkiyeyê di vê kampanya alîkariyê da rolekek mezin lîst û xwest serkêşiya vê alîkariyê bike.
Bira bike, bira li dijî zulmê û neheqiyê derkeve, weke kurd dibê em ne li dijî vê alîkariya Tirkiyê bin.
Ji be ku gelê filistîn jî mezlûm e û neheqî lê dibe, Îsraîl zorbatiyê û zulmê lê dike, herçiqas ew zulma li me kurdan dibe protesto nakin, bêdeng dimînin jî, lê dibê em ya rast bikin, zulmê û neheqiyê neparêzin, li dij derkevin.
Heta vira temam.
Lê Tirkiyeya ku li dijî zulma Îsraîl derdikve û dixwaze gelê filîstin ji bindestiyê rizgar bibe, bibe xwedî dewleteke serbixwe, zulmeke sed qatî ji ya Îsraîl bêtir li kurdan dike, eynî weke Îsraîl, ew jî her roj kurdan dikuje, gundên wan bombebaran dike.
Tirkiye û miletê tirk ji îsraîl dixwazin ku ew dewleteta Filîstîn ya serbixwe qebûl bike, lê ew bi xwe navê Kurdistanê jî qebûl nakin, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nadin zarokên kurd.
Henekên xwe bi qetlâma Helebçeyê dikin, deema kurd qetil dibin eynî dilşewatî û piş¨tgiriyê nîşan nadin.
Ev yek jî durûtîya Tirkiyê û tirkan nîşan dide, dibê em viya bibînin û bibêjin.
Loma jî li alîyekê dibê meriv piştgiriyê bide alîkariya vê alîkariya Tirkiyê û ya navnetewî ya bi gelê filîstîn ra, lê li aliyê din jî dibê meriv êrîş û eynî îcraatên Tirkiyê û dijminatiya miletê tirk ya li hember kurdan jî bi bîra siyasetmedarên tirk û tirkan xe.
Dibê kurd vê muqayesê her roj bikin û bi bîra tirkan xin...
Dewlet û hukûmeta tirk di vî warî da siyasetke durû dimeşîne, li dijî zulma Îsraîl e, lê ya xwe normal dibîne, diparêze.
Loma jî dibê meriv ne li dijî alîkariya bi gelê filîstîn ra, li dijî durûtî û dubelmoratiya siyasetmedar û birêvebirên dewleta tirk derkeve vê şêla wan rexne bike.
*** **' ***
Li gor çapemenî dinivîse, seroka Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Mona Sahlin û heyeta pê ra îro li parlamentoyê serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî ziyaret kirine.
Bi vê xeberê ra ez gelkî kêfxweş bûm. Têkiliyên kurdan bi Swêd ra çuqasî xurt be baş e û li kara kurda ye.
Li hemû welatên Ewrûpayê kurd hene û di jiyana siyasî da jî pir hindik xuya dikin.
Lê ”lobaiya” kurdan li Swêd gelkî xurttir e, ji ber ku bi hezaran xortên kurd li Swêd di warê siyasî û kulturî da xwedî giraniyeke berbiçav in, di nava her partiyê da giraniya wan heye.
Di masmediayê da jî xortên kurdan pir in, di radyo, telewîzyon û hemû rojnameyên Swêd da kurd hene.
Ev yek jî ji bo herêma Kurdistanê îmkaneke pir mezin e, ”lobiyeke” pir saxlem û belaş e.
Ji xwe heger îro Mona Sahlîn û wezîra bazirganiyê Eva Bjorling li Kurdistanê ne ev yek netîceya ked û xabata bê ”lobiya” kurd e, bêyî hebûna vê ”lobiyê” ne mimkûn bû ku têkilya herêma Kurdistanê û Swêd hewqasî xurt bûye.
Mona Sahlin, bi serdana xwe ya Kurdistanê kêfxweşiya aniye zimên û hêvî kiriye ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Swêdê di hemû astan da bi pêş keve û baştir bibe.
Dema Mona Sahlîn, ji serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî fêr bûye ku ji sedî 36-ê parlamentoya Kurdistanê jin in, matmayî maye û gotiye ev rêje ji ya gelek parlamentoyên Ewrûpayê zêdetir e.
Gera Mona Sahlîn do destpêkiriye û ewê heta 2-ê hezîranî dom bike.
Mona Sahlîn, ji alî serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ve dawetî kongreya YNK-ê bûye û ewê sibe di kongreya axaftinekê bike.
Di vê gera xwe da Mona Sahlîn bêyî Hewlerê, ewê Silêmaniyê û Helebçeyê jî ziyaret bike.
Ev ziyareta Sahlîn ji bo herêma Kurdistanê gelkî girîng e, ji ber ku bi îhtîmaleke mezin di hilbijartinên giştî yên di 19-ê îlonê da tifaka ”Sor û Kesk” ewê were ser hukum û heger ev îhtîmal rast derkeve Mona Sahlîn jî serokwezîra Swêd e.

1 kommentar:

  1. I am genuinely thankful to the holder of this web site who has
    shared this great post at at this place.

    Also visit my blog :: best cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE