08 maj 2010

Xedariyeke bêemsal...

Sûriye û Îran jî weke dewlet li dijî kurdan e, bi qasî ku ji destên wan tê dixwazin kurdan di tasek av da bifitesinîn.
Lê ji van dewletan yek jî(Îraqa berê jî têda)fena dewleta tirk û tirkan bi şev û roj ne li pey kurdan e.
Dewleta tirk dixwaze li cîhanê yek kurd jî nemîne û heger yek kurd mabe jî dibê ew kurd jî nikanibe bibêje ez kurd im, navê wî ne bi kurdî be û bi kurdî nepeyive.
Heta, heger mimkûn be, dibê ew kurd jî ne serbest be, dibê meriv wî kurdî jî weke Evdila Ocalan têxe hucreyekê û heta mirinê tik û tenê di wê hucreyê da bihêle, heta ku bimre…
Bi baweriya min, tiştê ku dewleta tirk ji bo me kurdan difikire û dixwaze ev zalimî û xedariya bêemsal e…
Însaniyetê heta nuha tu carî kîn û nefreteke wiha mezin nedîtiye…
Tirkiye, ne li Tirkiyê û Kurdistanê tenê, li her dera cîhanê, bi riya seferat, şexs û rêxistinên neteweperest û faşîst weke keftarekî li pey nêçîrê wer li pey kurdan e, nahêle kurd li tu welatekî cîhanê ji xwe ra civînekê bikin, konferansekê bidin, bi hin kesan ra bidin û bistînin.
Gava kurd dixwzin çalakiyekê bikin, civînekê çêkin, tavilê Tirkiyê li hember xwe dibînin.
Roja ku dibihîzin kurd dikin li derekê tiştekî bikin, weke dewlet û milet tavilê midaxele dikin, rê li ber çalakiyên kurdan digrin.
Tiştê li Emerîka hat serê heyeta BDP-ê di vî warî da numûneya herî dawî ye. Tirkiyê nehîşt kurd civînekê çêkin û derdê xwe ji xelkê ra bibêjin.
Di destê min da tu delîl û îspat tuneye, lê ez sedî sed bawer dikim ku bi midaxeleya Tirkiyê û tirkên Emerîkayê konferansa heyeta BDP-ê hate îptalkirin, ne mudaxeleya Tirkiyê û tirkan bûya konferans îptal nedibû.
Wek tê zanîn, heyeta BDP-ê ji serê hefteyê ve ye li Emerîkayê ye û li hin deran konferansan çê dike, bi hin derûdoran ra hevdîtinan pêk tîne, li ser rewşa Tirkiyê û kurdan emerîkiyan agahdar dike.
Konferansa ku wê li ser, ”Li Tirkiyê Reforma li ser Makezagonê û Nêrîna Kurdan ya li ser Vebûna Kurd” li Zanîngeha Columbiayê bihata dayin ji ber sedemên ”ewleyî va” di deqîyeya dawî da hate betalkirin.
Serokê BDP-ê Salahattîn Demîrtaş, parlamentera BDP-ê ya Mêrdînê Emîne Ayna û serokê DTP-ê Ahmet Turk, wek peyivdar(konferensîyer)ewê beşdarî konfrensê bibûne û li ser reformên li Tirkiyê û mesela kurd dîtin û pêşniyarên kurdan bianiyana zimên.
Lê berpirsiyarên zanîngehê di saeta dawî da hin sebebên ”ewlekariyê” nîşan dan û konferans îptal kirin.
Weke min li jor jî got, ez bawer dikim ku îptalkirin bi mudaxeleya sefîrê Tirkiyê, hin mamoste û xwendevanên tirk yên li Zanîngeha Columbiayê hatiye kirin.
Ne xwe ji bo çi ewê civîneke kurdan ya biçûk ji ber sebebên ”ewlekarîyê” were îptalkirin?
Di nava heyeta BDP-ê da tu kesên pir tahlûke, xwediyê bi hezaran dijmin tuneye, bi hezaran protesyovan li ber zanîngehê kom nebûne, ji bo çi ewê parastina ”ewlekariya wan zahmet be ku?
Heger hinekan konferans tehdît kiribin, ew jî tirk in, ji ber ku ew naxwazin kurd qala zulma li ser xwe bikin.
Bêyî Tirkiyê û miletê tirk, tu kes ne li dijî axaftin û civîneke kurda ye, tenê Tirkiye û miletê tirk vê bêtehamuliyê û dijminatiyê nîşan dide.
Heger kurd dixwazin li vê cîhanê rehet bikin, bikanibin civînekê çêkin, berî her tiştî dibê li Tirkiyê ji bin zulmê xelas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE