29 maj 2010

Programa "Kî Diçe" bawîşka tîne meriv

Bîstek berê min di TRT6-ê da li programa ”pêşbaziya zanînê Kî Diçe” temaşe kir.
Heta nuha fersend çenebûbû ku ez lê temaşe bikim, lê axirê îşev min ew fersend dît û lê temaşe kir.
Pêşkêşvanê programê bestekar û muzîkjen Bîlal Ercan e.
Bîlal Ercan, kurdekî ji Konyayê, ji qeza Kûlû yê ye û di warê muzîka tirkî, dansên gelêrî û besteyan da gelkî jêhatî ye.
Ercan, di van salên dawî da hin stranên kurdî jî çêkirine û bi xwe jî dibêje, lê giraniya xebata wî bi tirkî ye.
Program weke fikir, weke konsept ji gelek programên TRT6-ê yên vala û bêqalîte baştir e û dikane hîn baştir jî bibe.
Lê ne bi vê kalîteyê û bi vê ekîbê.
Beşê ku îşev min lê temaşe kir ne tu program bû, xewa min anî, ji texmîna min jî xerabtir bû.
Ne dişibiya ”şînê” û ne jî ”şahiyê.”
Ji programeke mişt meraq û heyecan bêtir, dişibiya pêşbaziya mektebeke navîn, daweteke bêmuzîk û bêgovend, hewa û atmosfereke pir giran û xembar hakimî programê bû, her kesî û her tiştî melûl, westiyayî û xemgîn xuya dikir, weke şagirtên ku berberiyê li ser serên hevalekî xwe fêr bibin hereket dikirin, bi her hawaî xuya bû ku pêşkêşvan jî û pêşbaz jî xeşîm û ji xwe ne bawer in.
Bîlal Ercan, ji rehetî, zanîn û cidiyeta pêşkêşvanê programekê gelkî dûr bû, pir laûbal(bêhurmet) bû, diçû diket nabêna pêşbazan, wek ku bixwaze zarokekî giryokî û xemgîn aş bike, destê xwe di hustuyê pêşbazan ra dibir, gunehê xwe bi wan dizanî û xwedêgiravî ew teskîn dikirin.
Ev, ne tevgera pêşkêşvanekî profesyonel e, pêşkêşvanê progremekî dibê hinekî cidîtir be.
Çend caran kartên pirsan ji destê xwe danî ser maseya orta pêşbazan, xist bin fîncanê û çû ket orta wan, bi wan ra sihbet kir.
Dîsa çend caran ji nişka ve got, ez ji we ra stranekê bibêjim û wan jî digot ewê pir baş be û dest pê kir û çend gotinên xwe bêmuzîk got.
Hewa û dîmenê meriv didît ji programeke telewîzyonê bêtir, dişibiya civîna li malekê, sohbeta çend hevalan.
Dibe ku Bîlal bi tirkî rehettir be, bêtir zarxweş û jêhatî be. Lê di programa îşev da gelkî zeîf û xerab û amator bû.
Berî her tiştî kurdî û telafuza wî, bilêvkirina wî ya gotinan û xwendina wî pir xerab bû, nikanîbû pirs serbest û xweş bixwenda.
Ev yek jî dibû sebebê nefêmkirina pirsan.
Mesela pirsa ”Dê û Dêmarî” nikanîbû telafuz bikira, loma jî pêşbazê ev pirs jê hatibû kirin, bêyî ku pirsê fêm bike bersîv da, got ez nizanim maneya wê çi ye.
Çimkî digot ”de û demari…”
Ez bawer dikim pirs, romanan ”Dê û Dêmarî” ya kê ye ya jî tiştekî wiha bû. Lê ji ber ku baş telafuz nedikir, pirs fêm nedibû, belkî wî bixwe jî pirs fêm nedikir.
Ji ber ku dema yê pêşbaz got, "ez pirsê fêm nakim, texmînî dibêjim", wî negot, ma tu nizanî ”dê û dêmarî” çi ye?Ya din jî, ji serî da xuya dikir ku him pêşkêşvan û him jî pêşbaz ”nezan” û ji xwe nebawer bûn û di her pirsê da jî ev yek didan der.
Pêşbazan xwe pir feqîr û reben nîşan didan, pir hustuxwar xuya dikirin û bi hal, herekt û gotinên xwe jî ev yek didan der.
Ev ne xweş e, kesê baweriya wî bi zanîna wî tunebe dibê neçe wir û gava çû li wir rûnişt jî dibê serê gavê nebêje ez nizanim, bi texmînî, li gor dengê dilê xwe bersîvê didim.
Mesela, pêşbazekî ku mamoste bû, nizanîbû ”Gunter Grass” ji kîjan welatî ye, got navê wî dişibe yê almanan, lê ji ber ku li Belçîkayê jî alman hene, loma jî ez dibêjim ew nivîskarekî belçîkî ye.
Dema pêşkêşvanê programê hewqasî zeîf û pêşbaz jî hewqasî ”nezan” xuya bikin, ev yek programê bêqîmet dike, temaşevanan jê sar dike.
Meriv naxwaze wexta xwe bide programeke ku mistewa wê pir nizim.
Wek min di serî da jî got, fikir pir baş e, heger ji van kêmasiyên basît were paqijkiirn û qelîteya wê jî baştir bibe, dikane bibe programeke hezkirî.
Programên wiha dema bi ser û ber be, pêşkêşvan jêhatî û kesên beşdar jî ji binda ne "reben" û "pepûk" bin xweş in, tên temaşe kirin.
Min programên tirkan yên wiha qet temaşe nekirye, loma jî derbarê mistewa wan da ez nikanim tiştekî bibêjim.
Lê dema ez bi yên swêdî ra didim ber hev, biqayese dikim ferq pir mezin e, programeke wiha ne mimkûn e ku li Swêd were weşandin.
Tiştekî pir şaş e ku dema program bi kurdî be meriv guh nede qalîteyê, hema ji "kevir û nermtir" çi bi destê meriv keve, meriv pê were serî.
Meriv tiştek kir, dibê baş be, bi qalîte be û ji alî kesên erbabê wî karî ve were kerin.
Ma di nava kurdan qet kesekî ji Bîlal baştir tuneye?
Bêguman hene û dibê meriv wan bibîne.
Tiştekî din ê ku hema hema di hemû programên kurdî da tê kirin, di vê programê da Bîlal Ercan jî kir, bi tirkî stra.
Bala min lê ye di hemû programên kurdî da, heta yên muzîkê da jî, tu hew dibînî bi tirkî jî gotin, ev ne xweş e.
Programa kurdî dibê bi kurdî be, ne xweş e ku serê carê tim ya stran, ya jî axaftinên bi tirkî tevê bibe. Ev dibe weke gêrmiya gavanan.
Heger programek ewê bi herdu zimanan be wê demê dibê di serî da ev konsept ji bal temaşevanan ve were zanîn.
Ez bixwe bi tevliheviyên wiha gelkî nerehet û aciz dibim.
Ez hêvî dikim ku Abîdîn Parilti van kêmasiyên programê bibîne û di meke kin da wan ji ortê rake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE