30 maj 2010

Mizgîna min li we, zêdayiyeke me ya din jî çêbû

Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku min ev “zêdayiya” me jî îro dît, ez îro bi hebûna gurûbeke kurd ya din jî hesiyam.
Berê haya min ji BDP-ê, HAKPAR-ê, KADEP-ê, TEVKURD-ê û Tevgera Demokratên Şoreşger hebû, lê îro ez bi hebûna Lêgerîna Kurdên Demokrat(LKD) jî hesiyam.
Heya nuha haya min ji hebûna vê gurûbê tunebû., lê ji şikir ji Xwedê ra ku ez îro ji vê jî haydar bûm û min ev kêmasiya xwe jî ji ortê rakir.
Esas ne ji xelkê da, ji min da ye, ez pêra nagihînim ku avabûna rêxistinên nuh taqîb bikim.
Maşlah kurd weke murîyan(gêrikan)dixebitin, gurûbekê li pey yeka din ava dikin, ew neket serê wan jê vediqetin û roja din gurûbeke din ava dikin.
Ku ew jî nebû, yeka din...
Û yeka din...
Lê tiştê ecêb jî, ji her kesî ra jî însan û kadir hene, fikrê te çi dibe bila bibe, dema tu bixwazî gurûbekê, partiyekê ava bikî, di nava çend rojan da bi sedan hevalên te çêdibin.
Yanî di warê dîtina kadir û însanan da tu problema kesî tuneye, elhemdulîlah însanên me têra her kesî dikin...
Serok hebin kum pir in...
Bala min lê ye, kî bi kê ra li ser meseleyeke herî biçûk jî li hev neke tavilê jê diqete û roja din ji xwe ra ”dikanenekê” vedike û eynî tiştî difroşe milet.
Lê mixabin nizanin û nabînin ku dem û dewrana dikanên biçûk ji zûda derbas bûye, êdî wext wexta şîrketên mezin e.
Ev, di tîcaretê da jî û di siyasetê da jî wiha ye, ji bo ku tu bikanibî di piyasê da bijî, dibê tu xurt bî, hêza te ya reqabetê hebe.
Ne xwe şansê te yê jiyanê û mezinbûnê tuneye.
Bêguman hin kes, gurûb û partî hene ku di warê fikir û siyasetê da meriv nikane bi wan ra bixebite, meriv gelkî dûrî hev e.
Ev temam.
Lê gelek kes jî hene ku di meseleyên esasî da weke hev difikirin, loma jî dibê ev kes bi hev ra bixebebitin.
Ji ber vê yekê ye ku ez bi xwe qet fêm nakim ev kurdên ku di mesela kurd da hema hema sedî nodûneh weke hev difikirin çima nikanin bi hev ra bixebitin?
Çima xwe nadin ser hev?
Çima her yek gurûbeke xwe çêdike û dûra jî tiştên weke hev dibêjin û dûra jî dest bi xebatên yekîtiyê dikin.
Berê bi hev ra ne, dûra ji hev diqetin û dûra dîsa dixwazin bibin yek…
Ê yanî çi?
Heger hûnê dîsa bibin yek, wê demê ji hev neqetin.
Serokê Lêgerîna Kurdên Demoqrat (LKD)Sertac Bûcak, ez ne şaş bim berê bi Hakparê ra bû, di nava Tevkurdê da bû.
Lê wa ye bûye berdevkê LKD-ê û îro bi beşdariya gelek kesan li Amedê buroya xwe vekiriye.
Di teşbîhê da xeta tuneye, yanî êdî ew jî xwedîyê ”dikanekê” ye.
Îcar ev ”dikan” ewê bixebite nexebite, bi ya min ya girîng ew e.
Çêkirina gurûbekê, partiyekê helbet ne hêsaye, ji bo wê jî ked û xebat pêwîst e, kadir û însan dibê hebin.
Lê piştî wê jî girîng e, dibê ev gurûb, ev partî valayiyekê dagre, dibê tiştekî nuh bi xwe ra bîne, dibê ji miletê kurda ra tiştekî bixuliqîne.
Yanî vekirin tenê têr nake, gelek kes dikane dikaneke xwe veke, du qalib sabûna xwe têxê û xwe bide ber.
Lê her kes dizane ku ”dikaneke” wiha di piyasa îro da tu karê nake, şansê wê yê karkirinê tuneye, xwediyê wê zû dereng ewê topê bavêje.
Dibê kurd xwe ji psîkolojî û felsefeya ”bira biçûk be bira ya min be” rizgar bikin, ji dêlî vê, ”bira mezin be bira ya me hemûyan be”bixebitin.
Di cîhana îro da partiyeke bê çapemenî, bê medîa, bê pereyekî zêde ne mimkûn e ku bibe hêz û biser keve.
Aş, bi ava bi satilan nagere…
Lê dîsa jî ez ji dostê xwe yê hêja Sertac Bûcak û hemû hevalên wî ra ji dil û can serkeftinê dixwazim, ez hêvî dikim ku ez şaş bim, şaş derkevim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE