10 maj 2010

Mêrik bi jina xelkê ra razaye, dibêje ev "komplo"ye

Piştî sê roj xaran û kaşan, dawiya dawî serokê CHP-ê Deniz Baykal, îro derket hember kamareyan û bi daxuyaniyekê ji serokatiya CHP-ê îsîfa xwe îlan kir.
Baykal di axaftina xwe da sûcê razana xwe ya bi jineke bi mêr ra xist husutuyê hukûmetê û got ev ”komplo” ye.
Dema Baykal îstîfa xwe îlan kir, hin endaman bi dengekî kelogirî û bilind, gotin, ”Naaa, nekeee, nekeee!”
Hinekan jî di dema axftina Baykal weke baranê hêsir barandin.
Baykal, piştî temamkirina axaftina xwe, fena ku di muharebeyeke giran da, serkeftineke mezin bi dest xistebe ji bal birêvebir û mebûsên partiyê va bi çepik û helahelayek mezin hate pîrozkirin.
Piştî belavbûna kaseta seksa Baykal” bi du rojekê, endamên Komîteya Birîvebirên CHP-ê Onder Sav û hinên din, di civîneke çapemeniyê da gotin, amadekarê vê ”komployê” Mustefa Sarigulê raqibê Baykal e.
Yanî edres Sarigul nîşan dabûn.
Lê Baykal di axaftina xwe da ne Mustafa Sarigul, rasterast hukûmeta AKP-ê û heta serowezîr Erdogan wek berpirsiyarê ”seksa” xwe ya bi Baytokê ra ku ew jê ra dibêjin ”komplo”, nîşan da.
Baykal got, ”Ev ne bûyereke kasêtê ye, ev komploye. Komployeke hatiye îmal kirin. Komployeke teze, ya du hefteyî ye. Gava hêz û îmkanên îktîdarê neyên seferberkirin ne mimkûn e ku tiştekî wiha pêk were. Bêyî agahiya zîrweya hukûmetê, ne mimkûn e ku komployeke wiha di nava du hefteyan da were hazirkirin û li piyasê bête belavkirin. Agahî û destûra hukûmetê tunebe ne mimkûn e ku ev were belavkirin.”
Tirkiye welatekî ecêb e, mêrik bi jina xelkê ra razaye û ev bêexlaqiya wî derketiye, ji dêlî ku fedî bike, dibêje, viya “komplo” ye, tiliya hukûmetê tê heye, bêyî hay û destûra hukûmetê bûna tiştekeî wiha ne mimkûn e.
Hela hela...
Camêr, ma Erdogan ji te ra got here jina xelkê bixapîne û pê ra razê?
Ya jî hin zilamên AKP-ê tu bi zor, ya jî derman û heb dan te, tu ji hiş da xistin û dûra birin kirin himêza Baytokê û piştra jî ev vîdeo kişandin.
Heger tiştekî wiha hebe bi rasîtî jî komplo ye.
Lê dema te bi riza û îradeya xwe ya azad ev kar kiribe, wê demê sûcê te ye, te cahilî, nezanî û bêexlaqî kiriye, tu çima dixî hustuyê xelkê?
Tu zilamekî mest û mezin î, serokê partiyekêyî û di ser da jî tu dixwazî bibî serokwezîrê Tirkiyê, ma tu nizanî ku bi jina xelkê ra razan bêexlaqiyeke pir mezin e û karekî ned irist e?
Heger hinekan bi zor, bi çepilê te girtine û tu xistene himêza jinikê, ew tiştekî din e…
Lê dema tiştekî wiha tunebe, îdîa ”komplo” yê vala ye û buhtaneke bi qasî bêexlaqiya te pîs û rezîl e.
Te nekira.
Do hûn dost û havalên hev bûn, xelkê îfşa nedikir, lê îro belkî hûn ji hev sar bûne, belkî jî bûne raqibên hev loma jî îro belav dikin.
Yanî diştekî normal e, dev ji teoriyên "komplo" yê û buhtanan berde...
Te sûcek kiriye, sûcê xwe qebûl bike, çamûrê navêje ji xelkê da.
Ez nabêjim bi dizî, bê haya însanan kişandanina fîlmê wan yê nemahrem rast e, bêguman ev jî tiştekî şaş û xerab e.
Lê ev yek sûc û bêexlaqiya te sivik nake…
Li alî din Tirkiye welatê teoriyên komployan e, li pişt her bûyerê miheqeq hin ”hêzên tarî” û tiliya derve heye.
Di vê meselê vîdeoya seksê ya Denîz Baykal da jî li Tirkiyê dîsa gelek teoriyên koployê li bin guhên hev dikevin.
Di mesela ”komployê” da hema hema herkes hemfikir e, lê di mesela kes û hên li pişt ”komployê” da teoriyên cuda hene.
Yanî her kes weke Baykal, bi hukûmetê va girê nade.
Ji van teroriyan yek, dibêjin ji bo ku Baykal ji serokatiyê dûr bixin, mixalifên wî ev ”komplo” amade kirine.
Yanî hevalên Baykal, dixwazin ji wî xelas bibin, lê bi riyeke demokratîk nikanin wî bixînin, loma jî ew anîne vê lîstikê.
Pir ecêb e, wê demê Baykal jî bi qasî Seddam Husên dîktaor e, loma jî kes bi rehetî, bi hilbijartinê nikane wî bixîne.
Li gor teororiya duyem, hukûmetê ev ”komplo” pêk aniye. Ji ber ku hukûmet dixwaze ji Baykal xelas bibe, loma jî ev ”komplo” li hember wî hazir kiriye.
Li gor teroriya sêyem jî, dewleta kûr û Ergenekonê yanî leşkeran ev ”komplo” hazir kirne.
Dewleta kûr, ji bo ku ji Baykal xelas bibe û yekî ji wî baştir ku kanibe bi AKP-ê ra derkeve serî û rayên CHP-ê jî zêde bike û dûra jî CHP-ê û MHP-ê bi koalisyonekê bîne ser hukum, ev komlo çêkiriye.
Û li gor teoriya çarem jî, ev ”komplo” ji bo ku Baykal bi rengekî hîn xurttir vegere hatiye amadekirin.
Welhasil terorî pir in, dawî nayê. Mêrik rezîl û riswa bûye, dibêjin ev lîstek e, piştî 2-3 heftan ewê dîsa bibe serok.
Aqilê meriv disekine.
Yahû ev Baykal jî çi merivekî bi xof û dîktatorekî hewqas mezin e ku ne hevalên wî û ne jî dewleta kûr yanî artêş û hemû kemalîst jî nikanin bi rehetî wî ji serokatiya CHP-ê dûr xin, loma jî ev rê hilbijartine.
Wê çaxê Baykal bûye Delî Dûmrul* haya me jê tuneye, kes newêre li hember wî rabe, dibê ya bi vîdeoyeke seksê ya jî bi kuştinê ji serokatiyê were xistin….
Dera ku zanîn û aqli lê kêm be, teoriyên ”komployê” pir dibin...

*Dibêjin tirkekî bi navê Delî Dumrul(Dumrulê Dîn)hebûye. Li ser çemekî miçiqî pirek çêkiriye, ji yên ji ser pirê derbas dibin 30 quriş û ji yên derbas nebûne jî bi zor û lêdan 40 quriş stendiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE