23 maj 2010

Li hember vê têkoşînê dibê meriv serê xwe bitewîne...

Her ku meriv xebat, têkoşîn û liberxwedana vî miletî ya bênabên û bêwestan dibîne, meriv hinekî din jî dibe heyranê vî miletê têkoşer û vê baweriya xurt û saxlem.
Ez bala xwe didimê, li Tirkiyê û li Kurdistanê, dewlet her roj, xwendevan, siyasetmedar, axir ji kadir û berpirsiyarên BDP-ê û rêxistinên kurdan bi sedan kesî digrin, terorîze dikin, dixin hefsan.
Faşîst û hêzên nîjadperest yên organîze jî rojê li çend bajaran êrîşê dibin ser kurdan, ser xwendevanên kurd, rojê çend heban bi kevir û daran, bi kêran birîndar dikin.
Lê milet dîsa jî natirse, pir bêperwa hereket dike, çavê xwe ji tu êrîş û gefê dewletê nakute, yek sanntîmê jî paşda venakşe, xebat û têkoşîna xwe sist nake, dev ji liberxwedana xwe bernade.
Li hember xebet û têkoşîneke hewaqas mezin û bêperwa û bi israr ne mimkûn e ku meriv şewqê xwe dernexe û vî miletê fedekar teqdîr neke.
Li alîkî dewlet, her roj çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike, li vir û li wir milet lêdixe, dikuje, digre binçavan, dixe hefasan.
Lê milet qet guh nadê, li aliyê din jî her roj meş e, mitîng e, civîn e, fûar e, konferans e, sempozyûm e…
Berê cendirmeyekî gundek, çend pûlisan bajarekî kurdan îdare dikirin, milet newêrîbû ji emreê wan derketa…
Lê nuha êdî zarokên heft salî bi keviran bi tank û panzêrên wan dikevin, bi çavê lîstokan li wan dinêrin, kes ji wan xofê nagre, natirse.
Meriv matmayî dimîne.
Netirsîn û bêperwatiya ji dewletê, ji hêzên dewletê gelkî girîng e, ev yek cesrata têkoşîn û berxwedanê bi xwe ra tîne.
Êdî bi kuştinê, bi girtinê û bi hefskirnina bi sedan kesî kurd nayên zeftê, tevgera kurd ya netwî têk naçe.
Bi êrîşên serê çiyan, bi girtin û kuştinê dewlet belasebeb xwe diwestîne, belasebeb xortên kurd û tirk dikuje û dide kuştin, belasebeb bi milyaran dolarên xwe bi avêda berdide…
Liberxwedana kurdan naşikê, dinya jî serobinî hev bibe kurd dev ji têkoşîna xwe bernadin û jiyaneke weke ya berê êdî qebûl nakin.
Dibê siyasetmedar û birêbirên dewletê vê rastiyê û vê îradeya kurdan ya ji polayê jî saxlmetir bibînin û dev ji ”hîviya şikandin û qedandina” tevgera miletê kurd ya netewî berdin, bi aqilekî selîmtir nêzî meselê bibin.
Tevgera kurd ya netewî, liberxwedana kurdan bi girtin û kuştinê têk naçe.
Çimkî êdî ne çend kes in, milet rabûye pêdarê, ji her sinif û tebeqeyê, bi sedhezaran kurd di mava vê micadeleyê da ne.
Îro min di TRT6-ê da temaşe kir, du kurdên karsaz, tucar bûn, yek jê mitahîd bû, yek jî berê abûqat bûye.
Bi qasî min dît herdu jî ne BDP û zêdejî ne siyasî bûn. Lê doza mafê xwe dikirin, digotin bira zimaê me serbest be, bira em jî weke tirkan xwedî maf û azadî bin.
Herduyan jî digotin, em kurd in, kurd hatine dinyayê. Xwedê zimanek daye me, lê zimanê me qedexe ye. Yanî Xwedê daye me qebûl nakin, yanê li dijî ya Xwedê tên.
Dibê zimanê me serbest be.
Dema ji her sinif û tebeqeyê însan doza mafê xwe yê netewî bike êdî ew mesele qediyaye, êdî tu hêz nikane wê tevgerê bişkîne.
Dewrana qedendina kurdan ji zûda derbas bûye, êdî ew xeyaleke vala ye, kes nikane kurdan biqedîne.
Kurdên jî weke her miletî bigihîjin azadî û serxwebûna xwe, dibê ev yek ji bal tirk, ereb û farisan ve wered dîtin.
Serîhildana kurdan bi şîdet û zirpa lehî û aşîtê rabûye, hemû bendên ji xilik û çamûrê yên li pêş xwe têk dibe, tarûmar dike, tu hêz nikane vê lehiyê rawestîne, hemû êrîş û tedbîrên dewletê yên li hember vê meşa kurdan ya azadiyê bêfeyde ye, ji ber ku bi bendên ji xilik û çamûrê lehî nayê rawestandin…
Dewlet û humûmeta AKP-ê, ji alîkî da bi teror, êrîş, girtin û kuştinê û ji alî din da jî bi bertîlên weke TRT6-ê, bi pakêtên xapandinê bawer dike ku hêdî hêdî, gav bi gav ewê vê liberxwedan û serîhildana kurdan bişkîne.
Ev xeyaleke vala ye, siyasetmedarên tirk çuqasî zû dev ji vê xeyala xwe ya vala berdin ji bo wan jî û ji bo mej î hewqasî baş e.
Bi hêviya ku siyasetmedarên tirk ne bi xeyalên vala û ne mimkûn, lê bi aqilekî selîm û realîst hereket bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE