18 maj 2010

Kemal Kiliçdaroglu kevirekî kuş e

Parlamenterê CHP-ê yê Stenbolê Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî, kurd(esas mêrik xwe kurd qebûl nake)û elewî do bi civîneke çapemeniyê namzediya xwe ya ji bo serokatiya CHP-ê îlan kir.

Navê Kiliçdaroglu ji bo serokatiya CHP-ê ev çendake dihat gotin, lê nedihat bawerkirin ku ewê ji partiyê piştgiriyeke wiha xurt bigre.

Îro li Anqerê di civîna serokên CHP-ê yên bajaran da ji 81 serokî, 77 libên wan piştgirî dan serokatiya Kiliçdaroglu û 4 liban jî(serokên Antalya, Agirî, Îzmîr û Samsûnê)piştgirî dan Denîz Baykal.Bêguman ev yek ji bo Denîz Baykal têkçûneke pir mezin e. 

Bi îhtîmaleke mezin Baykal, têkçûneke hewqas mezin texmîn nedikir û loma jî bi eşkerebûna biryara serokên wîlayetan ra şeqizî û gelkî tûre bû û daxwaza hevdîtina wan webûl nekir.

Serokên wîlayetan yên CHP-yê di civîna xwe ya îro da biryar dan ku piştî civînê herin Baykal li mala wî ziyaret bikin.
Denîz Baykal ev daxwaza hevalên xwe red kir û got: “Ez îro ne musaîd im”.
Ev şêla Baykal jî nîşan dide ku ew ji biryara serokên wîlayetan hewqasî aciz bûye ku êdî naxwaze bi wan ra rûne jî.
Dema meriv li vê rewşê dinêrê, meriv dikane bi hêsanî bibêje ku şerê di nava CHP-ê da di rojên pêş da ewê gurrtir bibe.
Baykal merivekî bi girr û şerûd e, ewê rehehet rûnene…
Kongreya CHP-ê di dawiya vê hefteyê da ye. Berî kongrê û di kongrê da gelek bûyerên nuh dikanin rû bidin.
Em werin ser namzetî(berendamî)û serokatiya Kemal Kiliçdaroglu…
Bêguman Denîz Baykal merivekî nîjadpereset û pir xerab e, têkçûna wî tiştekî pir baş e…
Lê ji bo kurdan Kemal Kiliçdaroglu ”hespê trûva”ye û lema jî ji Denîz Baykal gelkî tahlûketir e.
Bi ya min, dema ku yek xwe kurd qebûl bike û merivekî baş be nabe endam û serokê paritiyeke tirk.
Çuqasî ”baş” dibe bila bibe, piştî ku yek bû kadir û serokê partiyeke tirk, dibê meriv bi tu hawî piştgiriyê nedê.
Kurd heger pir jêhatîne, dibê partiyên xwe ava bikin, bibin endam û serokên partiyên xwe, bibin komunîst, çep, dîndar, lîberal û sosyal demokratên miletê xwe, ne yên xelkê.
Wexta zilamtiya ji xelkê ra êdî buhurîye û bi tu hawî dibê meriv qebûl neke.
Partî, komel û rêxistinên kurdan yên herî xerab jî ji yên tirkan yên herî baş çêtir in û xizmetê baştir kirine.
Di nava van 15-20 salên dawî da li Kurdistanê çi xizmet û tiştên baş hatibin çêkirin hemû jî bi xebat û têkoşîna rêxistin û partiyên kurdan hatine bidestxistin, partî û rêxistinên dijmin li Kurdistanê ji bo kurdan du kevir jî nedane ser hev.
Pêşiyên kurdan gotine, suwarê hespê xelkê tim peya ye…
Bi rastî jî wisa ye, xelk kînga bixwaze hespê xwe ji meriv distîne û meriv di nîvê rê da peya dimîne…
Bi dîtina min, holik û kusêxê malê meriv ji qesir û qonaxên xelkê yên bi kirê hezar qatî çêtir e, ji ber ku çawa be jî malê meriv e, kes nikane di rojeke teng da ço têxe pişta meriv û meriv jê derxe.
Dixwaze bira holik û kusêxekî hedimî be jî, ji ber ku yê meriv e, meriv dikane di der û hundur da her babet tamîrat û guhertinê bike.
Lê dema yê xelkê be tu nikanî kevirekî jî ji ciyê wî bileqînî, dibê tu destûrê bigrî…
Lê dema malê te be, tu bi dil û destê xwe yî, kes nikane ji te ra bibêje hilêbilê û çima tu wiha dikî?
Yanî bi kurtî, tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e: ez bi xwe muxtariya gundekî Kurdistanê bi serokkomariya Komara Tirkiyê nadim.
Heger Kiliçdaroglu pir jêhatî ye, bira partiya kurd, elewî, sosyal demokrak, axir baweriya wî bi çi heye, bira partiyeke li gor wê ava bike, çima dihere dibe ”suwarê hespê xelkê?
Bi îhtîmaleke mezin di vê piştgirya Kiliçdaroglu da jî siyaseteke pir kûr heye, kemalîst dixwwazin li Kurdistanê ji nuh va xurt bibin, piştgiriya kurdan û elewiyan bigrin.
Wek tê zanîn, ji ber dijminatiya Baykal ya li hember miletê kurd, li Kurdistanê CHP nemaye.
Elewiyên kurd jî êdî weke berê piştgiriyê nadin CHP-ê.
Loma jî pir ne dûr î aqilan e ku kemalîst û dewleta kûr dixwazin îcar Kemal Kiliçdaroglu weke ”hespê trûva”yê biceribînin….
Lê dibê her kes bizane ku Kiliçdaroglu, amîgotiya ”Anqarasporê” bi serokatiya Diyarbekir sporê naguhere…
Yanî kevirekî kuş e, nikane tu seriyan bişkîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE