13 maj 2010

Ji civateke riziyayî siyasetmedarên bêexlaq derdikevin

Civata tirk ji alî moral û exlaq ve rizyaye, têk çûye, bûye civateke bêexlaq, bêpirensîb, pûlperest û menfeetperest.
Ji bo meqam û berjewendiya te her rê û her tişt mubah e.
Merivê te çi derewê, çi rezîliyê û bêexlaqiyê bike jî dibê tu çavê xwe jê ra bigrî û li dij dernekevî.
Mixabin norm û prensîbên civaka tirk nuha ev in.
Di bûyera Denîz Baykal da meriv vê rizyana civakê ya exlaqî û moralî baş dibîne, dilê meriv jê digere.
Ji roja ku Denîz Baykal ji serokatiya CHP-ê îstîva kiriye û virda ye komek CHP-yî ji bo ku Baykal îstifa xwe paş da bigre, li ber mala wî çandir vegirtine û ketine grewa birçîbûnê.
Mêrik ji ber karekî pîs, bêexlaq ku meriv ji ber şerm dike mecbûrî îstîfayê bûye, lê însan dibêjin tişt nabe, vegere…
Baykal jî îro weke qehremanekî ku keleha dijmin feth kiribe bi helahelayek mezin ji mala xwe derket û artêşek rojnamevan jî li dû, çû ziyareta çalakvanên birçîbûnê û ji xwe ra şoevek kir.
Baykal, bi eda bavekî dilovan û merivekî mezin ji çalakvanên birçîbûnê rica kir ku ew dev ji grewa xwe berdin.
Baykal got:
”Ji bo piştgiriya we gelek sipas. Ji ber ku hûn çalakiyeke ji dil dikin gelkî girîng e. Ez ji we tiştekî rica dikim. Hewcedarî bi grewa birçîbûnê tuneye. Ev ne riyeke rast e. Dev ji viya berdin. Viya dilê me perçe dike. Viya dirêj nekin, grewê biqedînin. Ez dibînim ku hûn li partiyê xwedî derdikevin. Ez we yeko yeko pîroz dikim.”
Ez bixwe naxwazim her çalakî û piştgiriya însanan weke senaryo bibînim lê bi baweriya min ev ”grew” senaryoye û ji alî merivên Denîz Baykal ve tê organîzekirin.
Jixwe qey ji bo rakirina vê şikêye Baykal gotiye, ”Ji ber ku hûn çalakiyeke ji dil dikin gelkî girîng e. Hûn li partiyê xwedî derdikevin.”
Dêmek şikek heye ku ev ”grew” ne ji dil e, ji alî himnekan ve hatiye organîzekirin, loma wiha dibêje.
Ya din min fêm nekir, parastina donjuwanî û bêexlaqiya kalekî 72 salî ku bi jineke bi mêr ra razaye, çawa dibe xwedîderketina li partiyê?
Tu dibê jî qey menfeeta partiyê ketiye serê ”mêrikê” wî…
Lê tiştê herî bêtir meriv matmayî dihêle, li hember vê rezalet û bêexlaqiya mezin xweşbînî û toleransa civatê ye.
Civat, malabata Baykal û mêrê Baytokê xwe qet aciz nakin, bûyerê normal dibînin.
Heta hin kesên nêzî Baykal gotin, ev mesele ne nuh e, kaset 8 sal kevn e. Yanî ev ev têkilî ne veşartiye, ji zûdaye dom dike û gelek kes jî pê dizanin.
Û dîsa jî kes nabêje, yaho merivekî zewicî, serokê partiyekê ku dixwaxe bibe serokwezîr ya jî serokkomarê welatekî, çawa dikane bi salan têkiliyeke wiha bêexlaq bidomîne?
Piştî belavbûna kaseta seksê, do Nesrîn Baytok cara pêşî bi muhabîrê Hurrîyetê ra peyivîye û gotiye, ew piştgiriya herî mezin ji mêr û keça xwe, xwesiya xwe, ferdên malbata Baykal û yên malbata xwe digre, ew bûne yek dil…
Û di derbarê kasêtê da jî gotiye:
”Ez naxwazim daxuyaniyekê bidim. Û ezê nekim jî. Lê bi malbata xwe ra emê di ser vê meselê ra werin.”
Baykal bi xwe kaset red nekiribû, wa ye Batok xanim jî nabêje ”derew e”, dibêje ez naxwazim tiştekî bibêjim û ezê nebêjim jî.”
Ê ma tu yê çi bibêjî, kaset li ortê ye û her tişt li ber çavan e…
Wek min got, piştî rezaleteke wiha mezin ne jina mêrik û ne jî mêrê jinikê xwe naxeyidînin, doza berdanê lê nakin, civat rexne nake, ji bo Baykal dîsa paşda vegere însan li ber mala wî dikevin grewa birçîbûnê, hevalên Baykal li gor hîn îdîayan bi şev û roj ber wî digerin, ji bo ku wî îqna bikin…
Bi rastî hindik maye ez jî iya xwe bi teoriyên ”komployê” bînim, bawer bikim ku Baykal ev kaset bi zanetî belav kir, ji bo ku popularîteya xwe bilindtir bike û dîsa bibe serokê CHP-ê.
Heger ev kaset belav nekira îhtîmal hebû ku di kongreyê da neyê hilbijartin. Bi xêra vê kasêtê, belkî dîsa bibe serok.
Û herçî Baytok e jî ji xwe jinik têra xwe meşhûr bû, bi sedhezaran kesî li fîlmê wê temaşe kir û ev du heftene ku hemû Tirkiye jî li ser seksa wê û Baykal dipeyive.
De îcar ji viya çêtir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE