22 maj 2010

Gandî rêberê gelê xwe bû, Kemal rêberê neyar e...

Kongreya CHP-ê(PartiyaGel ya Komarî) ya 33-emîn îro li Anqerê li Salona Sporê ya Ataturk bi helahelayek mezin dest pê kir.
Artêşek rojnamevan kongreyê taqîb dikin, qala 800 rojnamevanî dikin.
Xwedê meriv ji bêtarên tirkan bisitirîne…
Serokê Giştî yê berê Deniz Baykal beşdarî kongreyê nebû, lê rismê serokê CHP-ê yê pêşî Mustafa Kemal Ataturk û yê serokê dawî Denîz Baykalê ji ber belavbûna kasetê wî ya seksê mecbûrî îstîfayê bû, hatin bidardekirin.
Yanî Baykal bi xwe naziyan bike, ew bi xwe beşdar nebe jî rismê wî daliqandine.
Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî, kurd ê ku ew bi xwe, xwe kurd qebûl nake, bi îmzeya 1200 nûnerî wek berendamê serokê partiyê hate nîşan dan.
Heta nuha raqibê Kilçdaroglu xuya nake, wisa xuyaye ku ewê Kiliçdaroglu namzetê tenê ye.
CHP, partiyeke dewletê ye û notirvanê kemalîzmê û sîstema dewleta unîter e, serokê wê bibe ”kurdekî elewî” jî ewê tiştekî zêde naguhere.
Heger ji Kiliçdaroglu bê ewê hewil bide ku kurdan, lê bi taybetî jî kurdên elewî bixapine, ewê bixwaze beşekî kurdan bikşîne ba partî û îdeolojiyeke neyar.
Jixwe ji bo vê yekê ye ku tirk vê wezîfeyê didin wî.
Weke ku min di nivîseke xwe ya berê da jî gotibû, rola wî, rola ”Hespa Truvayê” ye, ewê bixebite ku deriyê bedenê yê girtî veke û têkeve hundurê bedenê, ji bo ku ”kelayê” ji hundur da zeft bike. Ev vekirîye û ne hewceye ku meriv zêde dirêje bike.
Lê tiştê herî ecêb û xerîb û bala min dikşîne, media û çapemeniya tirk bi rengekî bê şerm û bêheya ji bo vî merivê ku hemû jiyana xwe weqfî tirkan û îdeolojiya kemalîst kiriye dibêje ”Gandî Kemal”!
Navê Gandîyê mezin, li vî rêberê dijmin kirine…
De îcar were ”vî kerî ji vî buhurî derbas ke”!
Bi îhtîmaleke mezin tirk viya bi zanetî dikin, bêguman ew baş dizanin ku ev rebena nagihîje nenûka gandî ya heram jî, lê ji bo ku kurdên elewî bixapînin, vê riyakariyê dikin.
Reben û pepûkekî wek Kemal Kiliçdarogluyê ku xulamtiya dijmin ji xwe ra weke şerefekê qebûl dike, çawa dikane bi Mahatma Gandîyê ku li hember îşxala Împaratoriya Îngilîzan serî hildaye, pêşengiya serîhildana gelê xwe kiriye û di netîceyê da jî welatê xwe rizgar kiriye, were miqayese kirin?
Ne rast e ku meriv navê qehremanekî hewqas mezin, li koleyekî hewqas reben û pepûk bike.
Gandî, serok û rêberê gelê xwe bû.
Kemal Kiliçdaroglu, rêber û serokê neyar e.
Gandî, dixwest gelê xwe rizgar bike...
Kemal Kiliçdaroglu, dixwaze gelê xwe bindest bihêle.
Mahatma Gandî, bi îdeolojiya xwe ya ”bêşîdet” fîgurekî pir girîng yê têkoşîna serxwebûna Hindistanê bû.
Gandî, weke mêran li hember Împaratoriya Îngilîzan derket û di netîceyê da îngilîz ji welatê xwe avêt û gelê xwe azad kir.
Lê Kemal Kiliçdarogluyê ku bira kirina pêşengiya miletê kurd li wir bimîne, rebeno hîn newêre bibêje ez kurd im, çi kiriye?
Gandî, li hember îşxala îngilîzan serî hilda û pêşengiya gelê xwe kir û bi vê têkoşîna xwe jî li cîhanê olan da.
Kemal Kiliçdaroglu jî, ji bo ku gelê xwe bindest bihêle, rêberî û pêşengiya dijmin dike, ji dêlî ya gelê xwe, dibe serokê partiyeke dijmin ya nîjadperest, partiyeke ku di qetlîama gelê wî da pêşengî kiriye, roleke mezin lîstiye...
A ji merivekî wiha reben , pepûk û bêşexsiyet ra jî dibêjin ”Gandî Kemal”!
Şerm e, eyb e, navê Gandî heram nekin…
Gandî, ji bo ku gelê xwe azad û welatê jî rizgar bike, rêber û serokê miletê xwe bû, bi têkoşîna xwe, bi îdeolojiya xwe ji gelên cîhanê ra bû numûneyekî bêhempa…
Lê Kemal Kiliçdaroglu, rêber û serokê dijmin e, dixwaze rola ”Hespê Truvayê” bilîze û bi vî rengî jî kelayê ji hundur da feth bike, yanî gelê xwe ji dijmin ra bavêje erdê, liberxwedana wî têk bibe.
Jixwe ji bo vê yekê ye ku qet qala çareseriya mesela kurd neke, ji dêlî vê, qala paşdemayina Kurdistanê, feqîrî û bêkariya kurdan dike, sebebê têkoşîn û serîhildana kurdan bi feqîriya kurdan ve girê dide.
Loma jî ne mimkûn e ku rebenekî wekî Kemal Kiliçdaroglu bikanibe rola yekî wek Gandî bilîze.
Gandî li ku, Kiliçdaroglu li ku?

1 kommentar:

  1. My partner and I stumbled over here by a different web page and thought I might
    as well check things out. I like what I see
    so i am just following you. Look forward to checking
    out your web page for a second time.

    My homepage anti cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE