29 maj 2010

Dibê di serî da "tu" ne di nabênê da bûya

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya roja çarşemiyê ya bi parêzerên xwe ra gotiye, ji ber ku ew ji teref dewletê da mixatabekî li hember xwe nabîne piştî 31-ê gulanê ewê ji nabênê vekişe…
Li gor ajansa ANF-ê nivîsiye Ocalan, ji dewletê, hukûmetê, KCK-ê û BDP-ê ra bi rengekî pir vekirî gotiye:
”Ez carekek din dibêjim. Ji ber ku li hember min muxatabek tuneye, loma jî ne mehne, ne feyde û ne jî şertên dirêjkirina vê merheleyê heye. Û ji ber ku mixatabekî nabînim jî piştî 31-ê gulanê ezê ji nabênê vekişim. Bi vî hawî feydeya vê merheleyê ne ji kurdan ra, ne ji KCK-ê ra, ne jî ji dewletê ra heye. Ji niha û pê va berpirsiyarî ya KCK-ê, ya BDP-ê û ya dewletê ye jî."
Çi xweş, çi baş…
Bi rastî jî wisa ye, ji bo kurdan tu feydeya dirêjkirinê tuneye.
Û ev gotin ne îro, 11 sal berê, roja hate girtin dibê bigota û bi rastî ji xwe tevî meselê nekira.
Ji ber ku midaxele û tevlêkirina wî ne rast bû.
Mahkûmekî muebetê nikane bi dijmin ra hevdîtinên çareseriya miletê xwe bike, tirk tiştekî wiha nakin.
Û heger tiştek ”kiribin” jî perçeyê konsepta xapandin û têkbirinê ye, ne ku bi rastî bi Ocalan ra rûniştine.
Dibê him Ocalan û him jî hevalên wî, vê rastiyê bibînin belasebeb xwe nexapînin.
Tirk ji bo tiştekî baş û nêteke paqij, ji bo çareseriya meselê tu carî bi Ocalan ra rûnin û ewê rûnenin jî.
Loma jî ya herî rast ew bû ku dibê ji roja roj da Ocalan xwe tevî meselê nekira, ji hevalên xwe ra, ji însanên azad ra bihîşta.
Lê nekir û ev yanzde sal in jî meselê dibe û tîne, ne hel dike, ne heram dike û ne jî dihêle hevalên wî bi serê xwe hereket bikin.
Dewlet bi zanetî di xwaze bi alîkariya van midaxeleyên wî, vê merheleyê dirêj bike, ji bo ku wextê qezenc bike.
Ji ber ku hêviya dewletê ew e ku bi demê ra ewê bikanibe PKK-ê û tevgera kurd ya natewî jiberhevda bixîne, tasfiye bike.
Lê tu feydeyeke kurdan di van midaxeleyên Ocalan û di vê serîlêgerandin û dirêjkirinê da tuneye.
Ocalan, ev ne cara pêşî ye ku ”midetê” dide dewletê û dibêje ewê xwe bide aliyekî û êdî îşê xwe ji meselê neyne.
Dibêje lê nake, piştî hefteyekê ji abûqatên xwe ra tiştekî din dibêje, emir û talîmateke din dide havlên xxwe.
Û ev lîstik wiha dom dike…
Dibê PKK, KCK û BDP xwe ji vê handîkapê xelas bikin û ”dirêjkirineke” din hew qebûl bikin.
Çimkî ya herî rast ew e ku ew ”birînên” xwe bi destên xwe derman bikin, siyaseteke li gor şertên xwe bidin ber xwe.
Bêguman dewlet heta 31-ê gulanê tu gaveke nuh navêje, ev eşkereye, ne hewceye ku meriv li bende hin ”mucîzeyan” be.
Loma jî gotinên Ocalan, ji dewletê bêtir, ji bo PKK, KCK-ê û BDP-ê dibê bibe mesaj, dibê ji nuha û pêda ew li bende emir û talîmatên Ocalan nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE