01 maj 2010

1-ê Gulanê li hemû karkirên cîhanê pîroz be !

Îro 1-ê Gulanê ye, roja kedkarên cîhanê ya navnetewî…
Li piraniya welatên cîhanê 1-ê Gulanê tahtîl e û ji alî karkir û nûnerên wan ve bi coşeke mezin û bi azadî tê pîrozkirin.
Lê li Tirkiyê hêzên serdest tu carî nehîştin karkir vê rojê bi rengekî azad pîroz bike, dewletê ji wan ra tim gelş û astengî derxist.
Û dawiya dawî jî di sala 1977-an da li Stenbolê li Meydana Taksîmî bi qatilên xwe yên faşîst 34 kes da gulebarankirin.
Di ser vê qetlîama dewletê ra 33 sal derbas bûn, lê hîn jî ne bûyer hatiye eşkerekirin û ne jî berpirsiyar û qatilên bûyerê hatine girtin.
Piştî vê qetlîamê ev cara pêşîye ku 1-ê Gulanê li Meydana Taksîmê ji alî sendîkayên karkiran ve tê pîrozkirin.
Li gor çapemenî dinivîse, xizm û malbatên qetlîama 1977-an jî ewê beşdarî pîrozbahiyên Meydana Taksîmî bibin.
Tiştek pir vekirî û zelal e, heta ku berpirsiyar û qatilên qetlîama 1-ê Gulana 1977-an, yên qetlîama Meraşê, Sêwasê û gelek cînayetên din dernekevin û neyên cezakirin ne mimkûn e ku li Tirkiyê demokrasiyeke temam bicî bibe.
Dibê hesab ji generalên darbeya 12-a Îlona 1980-î were pirsîn û hemû û hemû werin cezakirin.
Ji ber ku qatil û berpirsiyarên qetlîama 1-ê Gulana 1977-an îro jî berpirsiyar, kadir û çeteyên Ergenekonê ne.
Heger hukûmeta AKP-ê dixwaze bi rastî jî ji çeteyan xelas bibe, demokrasî were Tirkiyê û mesela kurd çareser bike, dibê berpirsiyarên qetlîama 1-ê Gulanê û yên bûyerên din bigrin û ceza bikin.
Hukûmet bi rehetî vê gavê navêje ya jî newerê bavêje, loma jî hêzên demokrat û aştîxwaz û xim û malbatên kesên di van bûyeran da jiyana xwe ji dest dane, dibê ji bo destgîrkirina van qatilan zorê bidin hukûmetê û di vî warî da bi israr bin.
Berpirsyar û qatilên qetlîamên Meraşê, 1-ê Gulanê û Sêwasê gelekên wan hîn sax in û li ser kar in û her roj provakasyonên nuh dikin, hewil didin ku darbeyan bikin.
Suleyman Demîrel, Kenan Evren û gelek berpirsiyarên wan deman hîn sax in, dibê di zûtirîn wextê da hesab j iwan were pirsîn.
Hukûmet hemû berpirsiyar û qatilan nas dike, dizane ku taxim eynî taxim e, eynî hêz û kadir in.
Girtin û cezakirina berpirsiyarên van qetlîaman û yên darbeya 12-ê Îlonê ewê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê veke.
Bira 1-ê Gulanê li hemû karkirên cîhanê û li hemû gelên bindest pîroz be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE