01 april 2010

Min ji "facebookê" hez nekir

Ez nizanim çima, lê axir min ji vê quzulqurta ”facebook”ê qet hez nekir, dilê min qet lê rûnenişt, xwîna min lê germ nebû.
Ji xwe gelek tiştê min ji dinyê der e…
Du hefte berê(11/3) Heyder Diljen û xanima xwe bi serê min da xwendin, gotin, Zinar, facebook tiştekî ecêb e, her roj bi sedan, belkî jî bi hezaran kes tiştê meriv dixwînin û nizanim çi dibe û çi nabe…
Bi pesindana facebookê qiyamet rakirin.
Bi taybetî jî Heyder gelkî xweş kir, bi propagande û reqlama facebookê aqil ji serê min bir.
Min jî got, weleh xêra xwediyê, ji xwe ez jî li erd û asîmanan li xwendevanan digerim, wê demê ezê jî dest pê bikim…
Ez bi lez û bez çûm mal û bi alîkariya biraziyê xwe, min jî rabû ji ”kêmaqilî” xwe tevî hingedinga facebookê kir.
Û ev 11 roj in ku ez jî endamekî facebookê me û her roj du sê caran riya xwe pê dixim, ziyaret dikim.
Lê kêfa min qet jê ra nehat, ez dibînim ku alavekî ne li gor min û xebata min e, platformeke li gor xortan û kesên ku dixwazin bilizîn, wexta xwe bi tiştekî, bi sohbetan biborînin e.
Tiştê heta nuha min kiriye bi piranî min nivîsên xwe anos kiriye.
Min digot belkî ezê kanibim nivîsên xwe jî di vir da biweşînim, lê nuha ez dibînim ku facebook ne platformeke wiha ye.
Ji platformeke nivîsan û minaqeşeyên cidî bêtir, meriv tenê ji hev ra dibêje ”merheba”!, bi du sê gotinan li halê hev dipirse, henekekê dike, bala xwe dide risman, bi çend gotina qala bûyerekê dike û hwd.
Tiştên wiha ne li gor min e, ez hez nakim ku her roj çend rismên xwe ya jî albûmeke xwe ya risman têkim facebookê, bi milet ra henekan bikim û bibêjim ”bijî”, min jê hez kir…
Hin kes hene bêguman ji facebookê gelkî hez dikin, fena ku herin çayxaneyekê û wexta xwe biborînin, bi însanan ra bipeyivin.
Bêguman ji bo gelek kesên ku wexta wan ya zêde heye, bêkar in, tenê ne, bêmijûlî ne facebook baş e.
Lê ji bo min nabe, ne li gor hewcedariya min e.
Ez ne li pey borandina wextê me, ez li pey armacake siyasî me, ez dixwzim tiştê siyasî bibêjim.
Helbet ev nayê wê maneyê ku tiştên ez di bloga xwe da dibêjim gelkî girîng in. Na, qesta min ne ev e.
Ez dixwzim bibêjim ji bo min wext gelkî girîng e, her şev 2-3 saet wexta min heye, ew jî ji ber ku min dev ji xwendina kitêban berdaye, xanimê li salonê tenê dihêlim û li telewîzyonê jî pir kêm temaşe dikim, loama ev wext heye.
Îcar ez rabim vê wexta pir hindik jî di facebookê da bidim tiştên ne mayinde, ”leqleqa vala” û ”henekên” nehewce û bêxwê ne ûjdan e.
Wê demê ezê nikanibim bloga xwe bidomînim.
Bi ya min tiştê ku ez di blogê da dikim baştir e, bi kêmanî li gor facebookê xebateke mayinde/baqîtir e.
Loma jî ezê ziyaret, çûnûhatina xwe ya facebookê pir kêm bikim.
Lê helbet anonsa nivîsên xwe ezê her bidomînim.
Tiştekî din jî ez naxwzim her roj, gav û saetê rismên dost û hevalên ku serê salan e ku min nedîtiye bibînim, dîtin û fikrên wan yên rojane taqîb bikim û bizanibim.
Ev têkilî û agahiya rojane, bi riya înternetê be jî agirê hesret û bîrîkirinê vedimirîne, tu espiriya xerîbiyê, dûrîtiyê namîne.
Min ji vî aliyê facebookê jî hez nekir…
Lê wiha ye, dema aqilê meriv ne ji kîsê meriv, ji kîsê xelkê be zû dereng meriv tim poşman e û weselam …

6 kommentarer:

  1. Xalo
    Bi rastî jî facebook rasterast ciyê leqleqan e. Bi baweriya min zêdeyî jî kesên li welatên pêshketî yên ku di jiyana xwe ya rojane da xwedî têkiliyên sosyal nînin hene. Ew jî dixwazin bi facebook-ê bîhntengiya xwe bi shiklekî sunnî derbaz bikin. Li gor lêkolînên herî nu psîkolojiya van kesan ji ber têkiliyên veha zêdetir xirab dibe. Gelek xususiyetên însanî yên herî bingehîn dur dikevin u ew jî di nav civakê da ji bo wan serêshiyên mezin chêdike. Li gel zarokên ku zêde wextê xwe li ber komputiran derbaz dikin u yên ku nakin lêkolînek hatiye kirin. Di encamê da hatiye dîtin ku di warê têkilî danînê da yên li ber komputiran pir pashta ketine, nexweshiyên psîkolojîk chêbune (agresîfî, qehr, tirs, bê bawerî, nefret, bê xewî u hwd.).
    Yanî xalo, facebook tenê modeyek e. Lê mode jî tên u dichin.
    Bêguman mirov dikare bi plan u proje kesên di vê cîhanê da ji bo hin tishtên muhîm jî mobîlîze bike. Mesela gava li Îran-ê polîs kesên sîvîl dikusht, facebook ji bo Îraniyan gelek muhîm bu, ji bo ku bikaribin dengê xwe bigêhînin welatên din ...

    Welle xalo, ku facebook bi kêrî te tê, jê îstîfade bike. Lê heger nebu jî, zêde wextê xwe li ber berhewa neke. Li ser pishta her kurdî barekî qasî cîhanê heye.

    Silavên hêja

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Slav...
    Xamo dayi ama sende facebook'tan çok sey istiyorsun. sonuçta hayatin içinde bir suru 'ciddi' durumlarla insanlar karsilasiyor ve bir nebze olsun insanlar çevrensinde ifade edemedigi duygu ve dusuncelerini yansittiyor.
    Tabii ki blog yazmanin hazi baska.

    sevbas

    SvaraRadera
  3. Xalo
    Bi navê xwedê dikî ji bloga xwe vê shîroveya bi zimanê tirkên dolheram bavêje.
    Heger nekî jî ez ê biryara te qebul bikim u cardin jî nekevin Hindik-Rindik'ê. Aha demoxrasî jî ev e welle.
    De bimîne di xweshiya xwe ya kurdîperestî da xalo.

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Pîran Tîr'e...

    Bilmiyorum sen nasıl bir Kürd'sün ama milliyetçiliğin bir dil noktasına takılmışsan varsın en kral Kürd ve milliyetçi sen ol.
    Bir insanın kendi bloguna neyi seçip seçmeyeceği yazarın kendi tercihidir. Ve sen bir okuyucu olarak okuduğun insana 'ya o ya da ben' gibi tercih dayatıyorsan iyi ve sammimi bir takipçi olmadığın belli.

    SvaraRadera
  5. Welle eferim ji shoreshgerê unîversal Jupiter ra! Bila xwedê kesî shash meke. "Mîlliyetcî!". Qey mirov dibêje yê ku zilm u zordarî li tirkan kirine, zimanê wan hema hema ji holê rakirine, di nav heyshtê salan da 3 mîlyon tirk kushtine, hemî gundên wan vala kirine, zar u jin u kal pêrupêrîshan kirine, tecawîzê jinên wan kirine, kurd bi xwe ne! Loma jî divê wek mîlliyetcî werin bi nav kirin! Îcar di nav vê tunekirinê da chend kesên ku li ber xwe didin, dilê wan bi vê bêbextiyê herro hezar caran dimire, dibin mîlliyetcî, lê yên ku bênamusiya herî barbar u mezin dikin, dibin demokrat, pêshveru, modern u gelek quzul u qurtên din. Eferim ji te ra Jupiter, eferim!

    Bibore xalo, min îro shîroveya xwe bi shiklekî din kir.

    Silav u rêz

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  6. Pekala, senin çozumun ne?
    Simdi ben Kurçeyi okuyorsam ve yazamiyorsam bir insanin yazilarini okuyup bir cevap yazmak istiyorsam kokten tavirsiz ve diyalogsuzlugumu seçiyim!?..
    Bu mu çozum?

    Sana bir sey soyleyim dil bir kimlik oldugu kadar bir o kadar da araçtir.
    As olan beyinlerin,yureklerin içndeki aktivedir.
    Dil sadece bunlari yeryuzune yansittir.

    SvaraRadera

PARVE BIKE