04 april 2010

Li ser şiroveyeke tirkî

Di nabêna du xwendevanên min da, li ser nivîsa min ya bisernivîsa ”Min ji "facebookê" hez nekir” şerekî mezin derketiye.
Haya min ji şer tunebû, ez nuh pê hesiyam.
Xwendevanekî bi naznafê ”Jupîter” bi zimanê tirkî bi du sê rêzan nivîs şirove kiriye.
Xwarziyê min Pîran Tîr jî ji şiroveya tirkî gelkî aciz bûye û bi rengekî emirwaqî ji min ra gotiye, ”heger tu vê şiroveya tirkî ji bloga xwe navêjî ezê biryara te qebûl bikim lê cardin jî nekevim Hindik-Rindik.”
Û dûra jî bi tinaz gotiye, ”aha demokrasî jî ev e weleh.”!Ê weleh ku demokrasî ev be Pîran Tîrê delal, hema bira ev demokrasî têkve binê erdê û ez bi xwe jî jo kok da li dijî vê demokrasiyême.
Ev "demokrasiya" te dişibe ya tirkan, ya tu yê bibî tirk ya jî mafê te yê jiyanê tuneye...
Malnekt, ma wiha dibe?
Te gotiye ku dema ez şiroveyê dernexim tu yê ”biryara min qebûl bikî”(!), lê tu yê hew têkevî Hindik-Rindik, yanî tu yê hew silavê bidî min…
Ê wê demê qebûlkirin li ku ma, hal li kuma?
”Fermana” te pir vekirîye, dibê ez bi ya te bikim û dema nekim jî tu yê ji min bixeyidî…
Pîran Tîrê hêja, rohniya herdu çavên xalê xwe, berî her tiştî ev şiklê pêşniyara te ne xweş e û tu carî nayê qebûlkirin û di jiyana xwe da jî min tu carî ”emrên” wiha qebûl nekiriye û nakim jî.
Bawer bike, hema blog were girtin jî ez qebûl nakim.
Şaşî û rastiya hîştina şiroveyeke tirkî meriv dikane minaqeşe bike, ev tiştekî din e, lê ne bi gotina vî şiklî...

Bi vê minasebetê û ji ber ku hinekî jî wezna wê hatiye, ez dixwazim qala serpêhatiyeke xwe jî bikim.
Di dawiya salên 1970-î da li welêt li Wêranşarê ez nuh ketibûm dahîreya tapuyê, hîn 3 mehên min neqediyabûn.
Yanî mamûrtiya min hîn nehatibû qebûlkirin.
Di wê nabênê da zarokê me yê pêşî ji me ra çêbû, min navê wî danî Azad.
Lê dahîreya nufûsê qeyd nekir, got ev nav yasax e.
Min jî israr kir, got ez bê vî navî, navekî din li lawê xwe nakim.
Li ser vê, mudûrê nufûsê haya qeymeqam gîhandê, mesele jê ra got.
Qaymeqam ban min kir, piştî çend gotinên gurover hat ser meselê. Got, navê Azad yasax e û ne mimkûn e nufûs tescîl bike.
Ya baş ew e ku ez serê xwe nekim belayê û navekî din lêkim.
Heta xwest ku ez navê tirkî ”Ozgur” ji dêlî ”Azad” ve lêkim, ji ber ku ew jî tê eynî maneyê.Min min got na, ez bêyî Azad, tu navekî din li lawê xwe nakim.
Di dawiyaê da qaymeqam beg xwe gelkî aciz kir, got tu mamûrekî min ê gelkî baş bû, min nedixwest tu karê xwe wenda bikî, çimkî 3 mehên te hîn neqediyan e, lê ez mecbûr im ku qanûnan bicî bînim û di netîceya wê da tu yê karê xwe wenda bikî.
Min got, tu serbest î û ez ji odê derketim.
Û bi rastî jî qaymeqam ez dam mahkimê.
Lê di mahkimê da min doz qezenc kir û navê lawê me ma Azad.
Yanî weke min li jor jî got, li ser şiroveyên tirkî meriv dikane sohbet û minaqeşe bike, dîtinên xwe bibêje, lê ne bi vî rengê ”emirwaqî”, ya ez ya ew…
Ne mimkûn e ku ez daxwazeke wiha qebûl bikim.
Ya din jî bi sedhezaran û belkî jî bi milyonan kurd hene ku hinek ji wan ji binda bi kurdî nizanin û hinek jî dizanin bipeyivin lê nizanin binivîsin.
Ev kurd ne ”neyarên” me ne, dibê bi zimanekî maqûl wan rexne bikin, lê bi çavên ”neyaran” li wan nenêrin, wan totî himêza dijmin nekin.
Ji armanca vî quncikê min yek jî ew e ku kurdekî kurdînezan fêrî kurdî bike, bi qasî serê derziyê be jî jê ra bibe alîkar, kurdî pê bide hezkirin.

Heger kurdek îro dikane nivîseke kurdî bixwîne lê nikane bi kurdî binivîsîne dibê em xwe aciz nekin, belovacî wê, dibê em kêfxweş bibin.
Îro dikane bixwîne, sibe jî ewê fêrî nivîsînê bibe, ev îş hêdî hêdî, bi bîna fireh, bi alîkarî û israra di kurdî da dibe.

Xeyd li zirara me û li kara dewletê ye, dewlet jî dixwaze em hemû kurdên kurdînezan ji wan ra bihêlin...
Tiştekî wiha ji bo kurdan malkambaxiyeke mezin e...
Dewleta tirk bi siyasetê û bi bîneke fireh bi milyonan kurd û xerîbên din asîmîle kirin û kirin tirk, dibê em kurd jî ji vê siyaseta dewletê dersekê bigrin.
Hey em nikanin tirkan û miletên din bikin kurd, lê dibê em bixebitin ku kurdan li kurdayetiya wan vegerînin.
Lê ev jî bi xeydê, bi qutkirina têkiliyan nabe.
Dibê em bi van kurdan ra bibin alîkar, wan li ziman û neteweya wan paşda vegerînin.
Heger ne wiha be, wê demê em qebûl dikin ku hemû kurdên asîmîlebûyî bûne tirk û dibê em dev ji wan berdin.
Dîtin û siyaseteke wiha ji binde şaş e.

Dibê em bi çavên dijmin li kurdên kurdînezan nenêrin, ji dêlî wê, wan fêrî kurdî bikin, ji bo fêrbûnê bi wan ra bibin alîkar.
Ev yek wezîfeya her kurdekî walatparêz e…

2 kommentarer:

  1. silaw hevale Zinare....

    Evet, "kurdçeyi okumasini bilen isterse yazmasinida bilir!". Hakli bir elestiri ve her zaman kabul ettigim bir seydir.

    Ama bazi kisisel problemlerim var bu konuda ve bayagida muhafazakarim.

    ilki bir turlu nedense akademik kurdçeye isinamamam. çunku sokaktaki kurdçe ile yazilan kurdçe arasinda epey fark var. bazen tanik olmusumdur Botan'da bir Kurdun bile bilmedigi bir kelime akademik yazinsal Kurdçede bulunuyor. Bu bana sanki zorlama ve yapayligi çagristiriyor.

    ikinci hususta, Kurdçe hakkinda Turk devletinin yaydigi bir suru spekulasyon var, iste ulusal bir dil degil, geçmisi yok...gibi.
    Bundan dolayi bu blogta yazilan Kurdçe epey duzgun, disiplinli ve akademik bir yazim. Ve ben kalkip konustugum Kurdçeyi yaziya dokmeye çakisirsam bu blogun ruhuna ters duser ve Turklerin kastettigi çarpik çeliski ortaya çikar. Bundan dolayi yarim yamalak yazacagima hiç yazmamam daha mantiklidir.

    Basarilar.
    Rojbas

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji bo bersîva te.
    Ez vê carê jî nivîsa te navêjim lê careke din dibê tu hewil bidî bi kurdî binivîse.
    Ya na ezê bavêjim.
    Bira şaş be, tişt nabe, piştî çend caran tu yê fê bibî.
    Me hemuyan wiha dest pê kir.
    Lê helbet dibê tu bixwazî nivîsînê kurdî fêr bibî.
    Ji bo ku meriv fêr bibe, dibê meriv ji derekê dest pê bike, meriv dest Pê neke, meriv tu carî fêr nabe.
    Kurdiya herî xerab jî ne li dijî ”ruhê” vê malperê ye, lê tirkiya herî baş li dijî ”ruhê” wê ye.
    Ji bîr neke ku kurdiya herî çewto mewto jî ji tirkî çêtir e...

    SvaraRadera

PARVE BIKE