20 april 2010

Hinek spor û hinek jî siyaset

Îşev ji taximê min(Barselonyê) ra xerab hat, herçiqas di deqîqeya 19-an da 1-0 ketin pêşiyê jî lê pere nekir, Înterê 3-1 zora wan bir.
Ew Messiyê ku 4 gol avêt Arsenalê îro li sahê tunebû, te digot qey ew Messî çûye yekî din hatiye. Zlatan ji xwe tu hebûnek berbiçav nîşan neda, loma jî Pep Guardiola di deqîqeya 63-an da ew derxist û Abîdal xist şûna wî.
Lê vê guherandinê jî qedera maçê neguhrand.
Herçiqas di deqîqeyên dawî da Barcelonayê çend fersendên golavêtinê bidestxist jî lê ev îmkan nikanîbû bikar bianiya û ji saheyê 3-1 mexlûb û hustuxwar veqetiye.
Lê bi giştî meriv dikane bibêje ku qezenckirin mafê Înterê bû, Înter bi şiklekî pir rehet û jixwebawer dilîst û loma jî maç qezenc kir.

Dixwazim çend gotinan jî li ser xebereke Avestakurdê bibêjimLi gor nûçeya malpera Avestakurdê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi peyamnêra rojnameya Haber Turkê Amberîn Zamanê ra
Gotiye, ”serxwebûn mafê gelê kurd yê rewa ye û wan ev maf ji xwe re veşartiye.”Amberin Zamanê, li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra hevpeyvînek çêkiriye.
Di vê hevpeyvîdnê da Mesûd Barzanî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê jî rawestiyaye û gotiye, ”Weke kurdekî ez bawer dikim ku serxwebûn mafê me yê xwezayî ye. Û ev mafê me weşarti ye. Lê rastiyek jî heye ku kurd li çar welatên perçe dijîn. Perçebûna kurdan astengî û zehmetiyan derdixe holê. Bi her awayî heger her kes sadiqê qanûna esasî be pêşeroja me jî li Îraqê ye.”Ji bo ku ez tevayiya hevpeyvînî bixwînim min li malpera Haber Turkê nêrî lê tiştekî wiha nerdît.
Ji dêlî vê xeberê, nivîeseke li ser Nêçîrvan Barzanî, bi sernivîsa (Nêçîrvan Barzanî li Enqerê çi dike?)hebû.
Ez fêm nakim, çima lînka xeberê nayê dayin?
Di xeberên wiha girîng da dibê çavkanî, lînka xeberê were dayin, ji bo ku kesê bixwaze xeberê bixwîne, bikanibe xwe bigihînê.
Bi dîtina min nedana lînka xeberê kêmasiyeke mezin e û ev jî dibe sebebê ku meriv baweriya xwe baş bi xeberê neyne.
Erê ez bawer dikim ku bi îhtîmaleke mezin xeber rast e, ji br ku Mesûd Barzanî heta nuha gelek caran ev dîtina xwe dubare kiriye.
Yanî ev ne cara pêşî ye ku dibêje ”serxwebûn mafê miletê kurd e, lê îro em vî mafê xwe bikar naynin.”
Lê dîsa jî dibê çavkanî û lînk were nîşan dan, ji bo ku meriv bibîne.
Û ji ber ku di nava kurdên başûr da Mesûd Barzanî vê dîtina xwe qet venaşêre, li herderê dibêje tirk jê ne aciz in, belovacî wê, tirk ji herkesî bêtir qîmetê didin Mesûd Barzanî.
Ew kurdên ku li hember tirkan(xwedêgiravî ji bo wan nexeyidînin)hîn newêrin navê Kurdistanê bigrin devê xwe û newêrin doza otonomiyê jî bikin, dibê ji vê şêla Mesûd Barzanî ji xwe ra derzekê bigrin, tiştekî fêr bibin.
Dijmin jî ji serok û siyasetmedarên durû, tirsonek û virek hez nakin, ew jî ji kesên rastgo û dobre hez dikin.
Loma jî ez îdîa dikim ku tirk, di nava kurdan da îro merivê herî bêtir jê hesaban dikin û loma jî qedir didinê Mesûd Barzanî ye.
Mesûd Barzanî her roj jî bibêje Kurdistana serbixwe mafê miletê kurd e jî, ev yek giranî û ”qedir û qîmeta” wî li ba tirkan kêm nake…

2 kommentarer:

  1. Roj bash!
    Sponsorê taxima te Turk Hawa Yollari ye.Di reklamê Turk hawa yollari de taxima te bi listîkvanên xwe ve cîkî mezin digre.
    Nebêje cîranê min negot!
    Slav

    SvaraRadera
  2. Ê cîran yanî nuha yê te jî îş e tu bi qedrê Xwedê dikî...
    Min digot belkî barsaî ewê nebin hevalê tirkan, lê wa ye wan jî pere hilbijartine.
    Ez çi bikim cîran, pere şîrîn e, meriv ji "dîn" û "îmanê" jî dike...

    SvaraRadera

PARVE BIKE