02 april 2010

Biryareke xapandinê

Di çarçeweya ”vebûna kurd”(!) da navên gundan yên berê, yên kurdî ewê paşda lê werin vegerandin.
Lê ji bo vê yekê jî, dibê 3 şert bên bicîanîn: ”Daxwaza meclîsa gund, qebûl û pêşniyariya walî û tesdîqa wezareta karên hundirîn.”
Li gor qanûna nû ya gundan, heger gundî bixwazin, ewê bikanibin navên 12 hezar gundan yên berê şûnda bigrin.
Axê, ji bo ku cotkarê wî nikanibe bixwe, bi keça xwe ra jê ra satilek mast û çend nan şand û xwest ku ew "parî ji nên neke, mêst ji qêlib neke û bixwe û fedî neke… "
Çîrok dirêj e ezê qala wê nekim, lê ya hukûmeta AKP-ê jî bû ev mesele, ji bo paşdagirtina navên gundan, daxwaza meclîsa gund, qebûla walî û tesdîqa wezarareta karên hundur ji gundiyan dike.
Ê yanî çi?
Hema bibêjin em nadin çêtir e.
Û ji xwe maneya van şertan jî ew e.
Tu dibêjî qey dema navên gundan guherandin ji meclîsa gund pirsîn û tesdîqa wan girtin.
Dema we navên gundan guhert, we ne ji gundiyan pirsî û ne jî biryara meclîsa gund şert danî.
Dewletê biryar da û bêyî ku ji kesî pirpirse biryara xwe bicî anî.
De îcar çima nuha, xwedîgiravî dema ku hûn dixwazin navên gundan paşda bidin, hûn van şert û mercan datînin ber kurdan?
Heger ne fen e, wê demê ev çi ben e ?
Ji bo ku gundek navê xwe yê berê paşda bigre, dibê hemû gundî li hev bikin û navê berê bixwazin û dûra jî dibê meclîsa gund vê daxwaza gundiyan qebûl bik.
Lê ev jî têr nake, dibê walî û qaymeqam jî vê daxwaznameyê tesdîq bikin û dûra jî bişînin ji wezareta karên hundur ra.
Yanî ev jî tê wê maneyê ku nêta hukûmetê rastîn û ya veşartî nedan e, lê ji bo xapandinê vê taktîkê bikar tînin, dixwazin bibêjin, ”em çi bikin, gundiyan nexwest”, loma me nikanîbû biguheranda.
Heger birastî jî hûn dixwazin navan paşda bidin, wê demê, we çawa bi yek biryarê navê hemû gundan guherand û him jî bêyî ku haya gundiyan bi xwe jê hebe, dibê hûn nuha jî eynî tiştî bikin; bi biryarekê navên hemû gundan lê vegerînin.
Dema hûn viya nekin, maneya xwe hûn naxwzin, bi vê biryarê hûn xelkê dixapînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE