03 april 2010

Bi van çalakiyan kurd dîwarê tirsê dihedimînin

Ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Serokê PKK-ê Evdila Ocalan, îsal jî ji gelek deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên cûrbecûr bi dehezaran kurdên dilsoz û alîgirên Ocalan û PKK-ê ji do da ye berê xwe dana gundê Amarayê, gundê ku Evdila Ocalan lê hatiye dinyayê.
Ji bo ku di 4-ê nîsanê da herin rojbûna Evdila Ocalan li gundê wî û li mala ku ew lê hatiye dinê pîroz bikin.
Ji do da ye bi dehhezaran însan li Elîgora nehiya Surîcê li qada ”4-ê Nîsanê” civiyane, konan vedigrin û ji nuha da dest bi kêf û şahiyê kirine.
Bi dehezaran kesên ku ketine rê û berê xwe dane Amarayê, hemûyan jî cil û bergên netewî, yên rengorengo li xwe kirine û bi hezaran wesayît jî bi rengên kesk, sor û zer xemilandine.
"Meşa Amarayê" ji aliyê TUHAD-FED-ê ve hatiye organîzekirin û diruşmeya wê jî "Rêwîtiya Ber bi Rojê ve" ye.
Pûlis û cendirmeyan li çarhawêlî qada civînê barîkat danîne û dema girse dikeve qada 4-ê Nîsanê kontrola nasnameyên hemûyan yeko yeko dikin.
Polîsan, ji bo ku milet bitirsînin li çarmedorê qadê kamere bicîkirine û çûn û hatina însan digrin kamereyan.
Lê kes guh nade kamerayên tirsandinê, ji ber hebûna kamereyan kes xwe sansor nake, kes ya dilê xwe di dilê xwe da nahêle, bêtirs ya dilê xwe dibêje, nîşan dide…Girse, bi ketina nava ”Qada 4-ê Nîsanê” re di nava çembera leşkerî da û li ber çavên bi hezaran leşker û pûlis, li ber def û zirnê govendê digerîne û strana dibêje, kêf û şahiyê dike.
Di destên wan da wêneyên Ocalan yên mezin, rengên ala kurd, fena ku ne di nava çembera bi hezaran cendirme û pûlis da bin, bi rengekî pir bêperwa, pir bêtirs, fena ku derketibin kêf û seyraneke Newrozê, kêf û şahiyê dikin, ji çembera leşkerî ra, ji kamerayên pûlisan ra, ji hebûna bi hezaran pûlis û leşkerên dewleta tirk ra restê dixwînin...
Ev çalakî herçiqas şoveke ji bo şexsê Ocalan be jî, ji bo tevgera kurd ya netewî tu kar û qezenceke wê ya siyasî tunebe jî, lê di warê bêtirsiya li hember dewletê da, di warê şikandin û hedimandina dîwarê tirs û xofa ji dewletê, pêşketineke pozîtîv e û ez gelkî baş û hêja dibînim.Tiştekî pir baş e ku kurd, dîwarî tirsa ji dewletê, ji pûlis û artêşê bihedimînin, bi erdê ra tepûdûz bikin.
Tiştê îro ji bo armancke "şaş" be, sibe roj dikane ji bo armanceke rast were bikaranîn.Dibê em vî aliyê çalakiyan jî bibînin.
Heta ku tirsa dewletê di dilê kurdan da hebe, kurd nikanin bigihîjin azadî û serxwebûna xwe.
Dibê kurd êdî vê tirsê bişkînin, hew ji pûlis û artêşa dewleta tirk bitirsin, hew guh bidin zirt û gefên dewletê.
Dibê êdî du cendirme hew kanibin gundekî êsîr bigrin, bi sedan kesî bidin ber şîrmaq û lêdanê.
Dibê kurd fêrî cesrate medenî, fêrî liberxwedan û serîhildanê bibin.
Bira îro ev, ji bo ”tiştekî vala”, ji bo ”şoveke” ji bo Ocalan be, lê sibe ewê ji bo armanc û hedefeke hîn girîngtir be, ji bo armanc û daxwazeke netewî be.
Loma jî ya girîng ew e ku kurd carê fêrî desthilanînê bibin, fêrî bêtirsiya ji dewletê, ji hêza dewletê bibin.

Dibê em ji bîr nekin ku kesê tirsonek tu carî nikane bibe xwedî hêz û qudret, newêre serî hilde, newêre ya dilê xwe biqîre, newêre bibe şervanê azadî û serxwebûnê, newêre rahîje qevda darê tivingê û bera dijmin bide…
Tirs, koletî ye, tirs û xofa ji hêza dijmin qeyd û merbendên koletîyê ye, roja ku meriv ev qeyd û merbendên tirsê şikand, meriv pir nêzî azadiyê dibe.
Însanê meriv jê bitirse, meriv jê bihêztir be jî, meriv newêre here ser, newêre li hember dest hilîne.
Roja ku ne meriv ji dijmin, dijmin ji meriv tirsiya, a wê demê meriv dibe xwedî qudret û hêz û dikane bigihîje armanca xwe.
Ez bi xwe van çalakiyên kurdan di riya azadî û serxwebûnê da weke ”antremanekê” dibînim…

2 kommentarer:

  1. Le mamo tishten ebed dibin, hin derin axa mala wi wek axa ziyaretan dibin mala xwe. ma ev ji ish e?

    SvaraRadera
  2. Ev milet rojekê ewê ji bo tiştên hîn girîngtir jî wisa li ber xwe bide.
    Heger em jêhatîbin emê hedefên hîn girîngtir bidin ber milet, ev di destê me da ye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE