30 april 2010

Li ser "berdevkên" xelkê

Ev çend roj in di çapemeniya kurd da nîqaşên li ser hin gotinên Şivan Perwer bi rengekî bênabên berdewam in.
Hinek kes û malper, ji ber gotinên Şivan Perwer yên li ser pêşmergeyan xwe weke nûner û berdevkê pêşmergeyan nîşan didin û kevir û kuçikan li Şivan Perwer dibarînin, wî rexne dikin û hinek kes jî şûrê Şivan Perwer dikşînin, beyanên miştereke belav dikin û van kes malperan rexne dikin, wan didin ber topan.
Yanî şer giran bûye, dost û dijmin ji hev digerin…
Meselê ji konsera Berlînê û gotinên Şivan Perwer yên şibandina pêşmergeyan bi “zikmezinbûnê” dest pê kir.
Malpera Amûdê.com-ê bûyer tavilê belav kir û dûra jî xwest ku Şivan Perwer ji pêşmergeyan lêborînê bixwaze.
Lê ne ev tenê, Amûdê comê weke berdevkê pêşmergeyan bang li ”desthilata kurd” jî kir û ji wan ra jî got, ”Êdî dem hatiye ku desthilata kurdî Şivan Perwer baş nas bike!”
Di vê bangê da meriv baş dibîne ku nêt û armanca Sîrwan H. Berko, ji ”xwarina tirî” bêtir, kuştina rezvan e...
Welhasil….
Piştî malpera Amûdê comê, Avestakurdê jî xeber weşand û dûra jî got ku Şivan Perwer berpirsiayrê Avestakurdê Dara Dilbixwîn di galaya fîlmê ”Min Dît” da bi kuştinê tehdît kiriye, gelek heqaretên mezin lê kiriye.
Hîn ev şer sar nebûbû, gotinên Şivan Perwer yên di hevpeyvîna rojnameya Rûdawê da, ”ez naxwazim bi destê kurdan bêm kuştin” şer germtir û geştir kir.
Û ez serê we neêşînim bi vî hawî mesele mezin bû û bû.
Ji ber ku mesele pir ”nazik” e û kurd jî hîn fêrî rexnebûnê nebûne, loma jî ez bi xwe ne dixwazim û jî diwêrim xwe tevî vî şerî bikim.
Lê li gel vê jî ez diwêrim viya bibêjim, bi baweriya min tu kes û tu hêz ji rexnekirinê” ne azade ye yanî ne muaf e.
Dibê meriv him bikanibe û him jî biwêribe kes, hêz, partî , serok û dezgehan yanî her kesî û her tiştî rexne bike û di eynî wextê da ji rexnebûnê ra jî tehamulê nîşan bide, xwe nexeyidîne…
Ev, dîtineke min ya ya giştî ye.
Lê herçî mesela Şivan Perwer e ji xwe hewcedariya herdu aliyan jî bi ”piştgiriya” yekî weke min tuneye, bi qasî ku ez dibînim, têra xwe berdevk, alîkar û şûrkêşên wan hene, dorê nadin Şivan û aliyê din.
Nuha îdîa ew e ku Şivan Pewrwer ”henekeke” ne xweş bi pêşmergeyan kiriye û berpirsiyarên malpera ”Amûdê” û ya Avestakurdê jî wî rexne dikin.
Mafê herdu aliyan yê herî tabiîye ku li ser mijarê beyanan bidin, hevûdu rexne bikin û li ser meselê bîr û baweriyên xwe bibêjin, ev temam…
Lê ez fêm nakim çima hinekên din xwe li ber baranê şil dikin û piştgiriya vî ya jî wî alî dikin.
Ev kes jî bi van beyanên xwe şer gurrtir dikin.
Ev şêleke ne rast e û xizmetî tu pêşketinekê nake.
Li ser bîranînên Kemal Burkay jî nîqaşeke bi vî rengî, heta ji viya jî gelkî balkêştir dom dike.
Di vir da jî hin kes ji Kemal Burkay bêtir, wî û bîrnanên wî diparêzin, fena ku Burkay nikane xwe biparêze ya jî bersîvên rexnegiran bide.
Birader, hûn çi xwe tevê dikin, bihêlin bira xwediyên meselê bipeyivin.
Lê mixabin di nava kurdan da wiha ye, kultura me ya eşîrtiyê di siyasetê da jî hîn berdewam e, dibê meriv li mezin û serokê xwe xwedî derkeve, biparêze…
Ya na, meriv ne heval û endamekî sadiq e…
Kes qebûl nake ku carnan însanên "zana" û "mezin" jî dikanin tiştên şaş û nelirê bibêjin û bikin…
Ez zêde pêda herim ezê xwe li têlê xim û têkevim nava erdê mayinkirî…
Û netîceya wê jî ya mirin ya jî seqetman e.
Ya baş ew e ku ez li vir biqedînim…

29 april 2010

Em cuqasî sipasdarê Celadet Bedirxan bin jî hindik e

Hin şev hene çend tişt dikevin nav hev, ez dixwazim li ser hemûyan jî binivîsim lê pêra nagihînim, tiştekî wiha ji xwe ne mimkûn e.
Ji mecbûrî mijaran dixim rêzê, bûyerên rojane digrim pêş û li ser dinivîsim û yên din jî, yên ku tu carî ”kevn” nabin dihêlim rojeke din.
Sê roj berê(pitirpêr)rojbûna Celadet Alî Bedirxan bû, min xwest li ser vî welatperwerê hêja û merivê mezin çend gotinan bibêjim lê wê şevê min pê ra negîhand.
Ez dixwazim di vê nivîsê da çend gotinan bibêjim.
Hema hema hemû malperên kurdan rojbûna Celadet Alî Bedirxan pîroz kirin û li ser jiyan û xebata wî gelek tişt weşandin.
Wek tê zanîn Celadet Alîa Bedirxan, 117 sal berê di 26-ê nîsana 1893-an da li Stenbolê hate dinê û di 15-ê hezîrana 1951-ê da, di netîceya qezayeke bêyom da li Şamê, di dema avdana erdê xwe ket bîrî û wefat kir.
Bêguman kurd çuqasî pesnê Celadet Alî Bedirxan bidin û wî bi hurmet û mînetdarî bibîr bînin jî hindik e.
Ji ber ku Celadet Bedirxan û piraniya ferdên malbata wî, di têkoşîna kurdan ya netewî da him roleke sereke lîstine û him jî gelek xebatên dîrokî û bêhemba kirine.
Rojnama kurdî ya pêşî Kurdistan(1898-1902)ji alî ferdên vê malbetê va(Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirhan)ve hatiye derxistin, elîfbeya kurdî ya latînî jî ji alî Celdet Bedirxan ve hatiye çêkirin.
Van herdu tiştan jî di dîroka kurdan da ya kulturî û edebîda valayiyeke pir mezin dagirtine û loma jî di prosesa kurdan ya netewebûnê roleke pir mezin lîstine.
Kurd kirine xwedî rojname û elîbayeke tekûz.
Çêkirina elîfbeya kurdî ya latînî ne karekî hêsan û tiştekî biçûk e, bi vê elîfbayê deriyekî mezin li ber edebiyat, ziman û kultura kurdî vebûye.
Bi saya vê elîfbeya Celadet Bedirxan, edebiyata kurdî bi pêş ketiye, kurd bûne xwedî rêziman, kovar û rojname û lehçeyên kurdî jî nêzî hev bûne.
Rûniştina li ser sifreyeke hazir rehet e, lê ji sifirê destpêkirin û xuliqandina tiştan wisa ne rehet e, jê ra zanîneke kûr û jîrîtiyeke mezin lazim e.
Celadet Bedirxan, di demeke dîrokê ya pir krîtîk û nazik da kêmasî û hewcedariya miletê kurd ya herî girîng dît û ji bo temînkirina vê hewcedariya girîng ket nava xebatê û ji sifirê berhemeke bêhempa xuliqand, miletê xwe kir xwedî elîfba û rêziman...
Xwedê kir ku Celadet Bedirxan, di saxiya xwe da miletê kurd kir xwedî elîfbeya latînî û bi xêra hebûna vê elîfbayê rê li ber pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata kurdî vekir.
Heger Celadet Bedirxan ev elîba çênekiribûya û pê çend kovar û rojname dernexista, gelo nuha ewê halê kurdan çi bûye?
Belkî kurd îro hîn jî ne xwediyê elîfbayeke latînî ya miştereke bûne û ji her serî dengek derketa û çend elîfba li piyasî hebûna.
Loma jî tiştê Celadet Bedirxan daye miletê xwe tiştekî pir mezin e, miletê kurd ji analfabetiyê xelas kiriye.
Heger ne yekî weke Celadet Bedirxan zana, întellektuel û dûrbîn bûya, ne mimkûn bû ku kurd wisa bi hêsanî bibûna xwedî elîfba û gramer û ferhenga kurdî.
Heger elîfba latînî tunebûya Hawar û Roja Nû jî ewê tunebûna, Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û bi dehan nivîs berhemên din jî îro ewê tunebûna.
Ji ber ku nivîskar û şairên wê demê hemû jî netîce û berhemên xebata Celadet Bedirxan in.
Bêyî hebûna elîfbeya Celadet Bedirxan, kitêbxaneya gelê kurd îro ewê gelkî feqîrtir bûya.
Çend kes hene, di dîroka kurdan da rolên pir girîng lîstine, bi saya xebat û berhemên wan, miletê kurd bûye xwedî edebiyat, dîrok û zimanekî nivîskî.
Mesela dema meriv berhemên Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirhan derxe, ku hemû jî 7-8 kes in, gelo weke milet ewê çi yê kurdan bimîne?
Qet tiştek jî namîne…
Ewê bibe weke dareke bêber, bê fêkî…
Heger kurd îro xwedî edebiyat, dîrok, roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, malper û gelek tiştên din in, yên ku miletan dike milet, ev hemû xêra Celadet Bederxan û çend kesên weke wî ne, bêyî xebat û berhemên van çend kesan nuha kurd ewê di rewşeke gelkî xerabtirda bûna… Loma jî meriv çuqasî sipasî van camêran bike jî hindik e, bi xêra berhemên wan, em îro di nava miletên dinyayê da ne destvala û ne hustuxwar in….
Mala Celadet Bedirxan û hemû gorbuhştên ku min navên wan li jor nitirandin ava be, ji bo ku wan em kirin xwedî klasîkên kurdî, Mewlûda Kurdî, rojnameya Kurdistan û elîfbeya kurdî.
Piştî wefata Mîr Celadet, cenazeyê wî li Qebristana Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veşartin.
Li ser kevirê gorra Celadet Bedirxan, ev helbesta jêr ya heval û dostê wî hêja Qedrîcan hatiye kolan:
Mîrê Kurd
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Newiyê Bedirxan
Celadet
Fedakar, xwediyê hîmmet
Cendekê wî ku di vir de bin ax bû
Giyana wî bilindî asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebediye.

28 april 2010

Tirk hêdî hêdî "maqûl" dibin...

Dawiya dawî ew roj hat, rêvebirên dewleta tirk, bi şiklekî ne ji dil be jî hatin rê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dawetnameyeke resmî vexwendin Tirkiyeyê.
Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu, do li Hewlêrê serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û bi nameyeka resmî ew dawetî Tirkiyê kir…
Sînîrlîoglu, di hevdîtinê da li gel nameya vexwendinê ya wezîrê derve Ahmet Davutoglu, silavên serokwezîr Erdogan û serokkomar Abdullah Gul jî gîhandiye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gotiye, bi dîtina wî ya li Tirkiyê ewê gelkî kêfxweş bibin.
Pir baş e, ne ji dil be jî, ji mecbûrî be jî ev vexwendin gaveke baş e û îşareta guhertinekê ye.
Li gor xebera malpera Aknewsê, srokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ev daxwaza wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu qebûl kiriye û gotiye di demeke minasib da ewê Tirkiyeyê ziyaret bike.
Weke dewlet Tirkiye ji bo ku vê rojê nebîne, yanî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawetî Anqereyê neke gelkî li ber xwe da, lê pere nekir, çend salan bi derengî be jî dawiya dawî dev ji înad û israra înkara Kurdistana Federe berada.
Bêguman ev gav, ne tiştekî hindik e, ji bo kurdên başûr li hember Tirkiyê û dewleta tirk serkeftineke pir mezin e.
Heta salek berê jî vê dewletê û vê hukûmetê, Kurdistana Federe nas nedikir, navê wê tu carî bikar nedianî, digot ”bakurê Îraqê” , gelek xetên wan yên sor hebûn...
Kurdan, bi xebat û siyaseteke "maqûl" hemû xetên wan yên sor û zer virvirandin ser sergo...
Serokwezîr Erdogan, ji bo serokên kurdan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bi tinaz dipeyivî, digot, ”serokeşîr”, ”serokên qebîleyan”, ”em tu carî bi serokeşîran ra rûnanin”, herdu wezîrên dewletê û cîgirên serokwezîr Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn jî, ji Mesûd Barzanî û Talabanî ra digotin, ”em bi serokeşîran ra rûnanin, vana kesên solalês in, em gotinên solalêsan cidî nagrin.” û hwd.
Îcar ji vê nuxteyê, hatina tirkan ya nuxteya îro, bêguman têkçûna siyaseta wan ya înkarê û serkeftina kurdên başûr û ya miletê kurd e.
Û ev ”gav” hîn nîna ye, bi baweriya min tirnîna hîn li dû ye, hêdî hêdî ewê jî were.
Tirkan, ev 80-90 sal in ku hebûna kurdan înkar dikir, ji miletê xwe ra bi şiklekî pir cidî digotin miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye.
Hemû tirk bi vê derewê mezin bûne û ji bo ku dev ji vê derewa xwe bernedin jî ev nêzî 30 salî ye ku dewlet li ber xwe dide, li hember miletê kurd zulm û teroreke dûrî aqilan dimeşîne, bi dehhezaran kurd kuştine û bi hezaran jî ji xwe dane kuştin û ji bo ku kurdên başûr nas nekin û hemû mafên wan têk bibin, nerindî û xerabiyên pir mezin kirine, bi milyaran dolaran pere rijandine û gelek tiştên din…
Loma jî wisa ne hêsa ye ku bi derbekê da, fena ku qet tiştek nebûbe, dev ji siyaseta xwe ya berê berdin û hemû daxwazên kurdan qebûl bikin.
Ev yek ewê wextê bigre, lê bi rehetî be jî, bi zorê be jî ewê Kurdistana Federe jî qebûl bikin û xalîçeya sor jî li ber nigê serokên kurdan raxînin.
Ew çi bikin jî, ew nikanin ji dîtina vê rastiyê xelas bibin.
Kurdan, çawa ku ew ji nuxteya ”kurd tunene”, ”vana serokeşîr in, em bi serokeşîran ra rûnanin” anîn nuxteya rûniştina li kêlek ala Kurdistanê, bikaranîna navê Kurdistanê, vexwendina serokê herêma Kurdistanê, sibe ewê hin gavên din jî bavêjin, hin rastiyên din jî qebûl bikin.
Helbet ev guhertina tirkan bi Kurdistana başûr tenê ne sînorkirî ye, sibe ewê dor were me jî, zû ya dereng, bi rehetî ya bi zor, çawa ku weke ”efendiyan” statuya kurdên başûr û Kurdistana Federe qebûl kirin, di demeke nêz da ewê mafê kurdên xwe jî qebûl bikin û bi serokên wan ra rûnin.
Anîna tirkan ya vê nuxteyê ji ”nermkirina kevir” jî zortir bû, loma jî dibê kurd van gavên Tirkiyê pir biçûk nebînin û tinazê xwe pê nekin.
Heta nuha kurd bêxwedî û bêpişt bûn, dîwarekî saxlem tunebû ku pişta xwe bispêrinê…
Lê êdî ne wiha ye, hebûna Kurdistana Federe, weke bedena Diyarbekrê dîwarekî pir ne ”saxlem” be jî, lê dîsa jî ji hemû beden û dîwarên xelkê çêtir, ewletir û saxlemtir e.
Erê ne bedeneke pir ”saxlem” e, lê bi kêmanî pangeke, qûçek e, kozikeke biçûk e û ji gelek dîwarên xelkê çêtir û saxlemtir e...
Bi dilekî rehet û bi bawerî meriv dikane pişta xwe pispêre vî ”pangî”, vê kozika biçûk…
Di şerê giran da ev ”kozik” ewê şargeha me ya herî saxlem be…
Loma jî dibê têkilî û hevkariya me bi Kurdistana Federe û bi kurdên başûr ra pir baş û pir xurt be, bi hevkarî û alîkariay wan emê zûtir û rehettir bigihîjin armanca xwe.

27 april 2010

Gilî û gazinên bi xortekî kurd ra

Çendakî berê di malpera Netkurdê da min nivîsa xortekî bi navê Mîrza Firat xwend û gelkî kêfa min ji nivîsê ra hat.
Min ji Mîrza Firat ra çend rêz nivîsand û ji ber wan dîtinên wî yên hêja ew pîroz kir.
Min nivîs wê demê neweşand, nuha di qutîka meyla min da bi ber çavê min ket. Min ji xwe ra got, weleh ya çêtir ew e ku ez îşev wê li vir biweşînim.
Çawa be jî weşandina wê ji neweşandinê çêtir e, ji dêlî du kesan, qenebe çend kesên din jî ewê bixwînin û ev jî baş e…

Merheba birayê Mîrza Firat,
Xortê delal, min nivîsa te ya di malpera Netkurdê da "Hîn ku koka zimanê me qut nebûye",bi kêfxweşî û dilşadiyeke pir û pir mezin xwend.
Ez gelkî dilşa û bextewar bûm ku xortên wek te yên hestiyar û dûrbîn hene. Tirs û endîşeyên te yên derbarê pêşeroja zimanê kurdî da bêguman hemû jî rast û di cîda ne.
Lê mixabin ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji vê zanîn û dûrbîniyê gelkî dûr in, ew hîn nizanin ku ji bo pêşeroja kurdên Kurdistana Tirkiyê ziman çiqasî girîng e...
Zimanê kurdî ev 30 sal e ku bi sureteke pir mezin(him ji ber pêşketina civakî û wasiteyên komînaîkasyonê û him jî ji ber hişyariya dijmin)ketiye prosesa helandin û mirinê.
Ji dêlî ku ronakbîr û siyasetmedarên kurd vê tahlûkeyê bibînin û li hember wê hin tedbîran bigirin, mixabin ew jî dibin alîkarê asîmîlasyona kurdan.
Kêmasiya kurdan ya herî mezin ew e ku wan hîn jî girîngiya vê meselê fêm nekirine, loma jî hîn ehemiyetê nadin zimanê xwe, xwendin û nivîsandina kurdî fêr anbin û bi zarokên xwe ra jî bi kurdî napeyivin.
Bêguman em nikanin rê li ber pêşketina civakî û teknîkê bigrin, lê dema em têgihîştî û zane bin, ji bo pêşketin û yekîtiya ziman û edebiyata kurdî em dikanin feydeyê ji van şert û wasiteyên nuh bigrin.
Yanî berî her tiştî dibê em di şiûra cidîyeta meselê da bin.
Ez dibînim ku te girîngiya zimanê kurdî fêm kiriye. Û ji bo vê yekê jî ez gelkî kêfxweş bûm û loma jî min xwest bi çend gotinan te pîroz bikim.
Bimîne di nava kêf û xweşiyê da û gelek silavên dostaniyê.

26 april 2010

Di ”Konferansa jinên kurd” da gelek biryarên dîrokî hatin girtin.

Encamnameya “Konferansa jinên kurd” ku du rojan bi beşdariya 150 jinên ji her çar perçên Kurdistanê û dîasporayê li Diyarbekrê pêk hat, îro bi civîneke çapameniyê ji bîrûraya giştî ra hate aşkerakirin.
Di encamnameyê da tê gotin ku konferansê, piştî du roj minaqeşeyên dûr û dirêj biryara konferanseke netewî girtiye.
Encamnameya ku bi zaravayên kurmancî û soranî û bi tirkî hatibû nivîsandin, kurmancî û tirkiya wê, ji aliyê parlamentera berê ya DEP-ê Leyla Zanayê ve, soraniyê wê jî ji alî parlamentera Koma Goran Peyman Ezadînîyê ve hatiye xwendin.
Zanayê, di axaftian xwe da gotiye, di konferansê da ew li se pirsgirêkên kurdan yên siyasî, civakî û li ser siyaseta dewletên ku kurd bindest kirine, li ser siyaseta wan ya înkar û redkirina nasnameya kurdan rawestiyane.
Dîsa di daxuyaniyê da tê gotin ku bêyî biryara ”konfranseke netewî”, ji bo organîzekirina xebatên pêşerojê, wan komîteyeke ji 17 kesan pêk hatî jî çêkirine.
Di encamnameyê da nayê gotin, konferansa ku biryara wê hatiye girtin ewê kînga û li ku derê çêbibe û 17 endamên komîteya birêvebir kî ne?
Lê li gel vê jî, bi dîtina min hemû biryarên di konfransê da hatine girtin, biryarên pir girîng û dîrokî ne.
Qalkirina hemû biryran ewê gelkî dirêj bibe, loma jî ez yeko yeko li ser hemû biryaran ranawestim, bes bi tevayî hemû jî baş in.
Bi vê civînê jinên kurd yên ji herçar perçên Kurdistanê û dîasporayê hinekî hogirî hev bûn, hevûdu nas kirin, bûn dost û hevalên hev û ya herî girîng jî bêguman, ji bo armanceke mişterek, biryara xebat û têkoşîneke hevpar û mişterek dan.
Ev yek bi serê xwe gelkî girîng e…
Îro di her warî da hewcedariya kurmancan(kurdên Tirkiyê)bi kurdên başûr, bi kurdê soran heye, ne tenê bi hukûmeta federe, bi gel, bi taybetî jî bi kurdên soran, siyasetmedar, ronakbîr, jin, xwendevan, karkir, yanî bi her kesî heye.
Ji me kurdên bakur ra pişt û îmkan lazim in û ev jî îro herî zêde li başûr heye. Ji ber ku li vî beşî kurd xwedî desthilat in, xwedî îmkan in.
Ev civîn destpêka xebateke dûr û dirêj e, êdî ewê dom bike, ji nuha û pêva kes nikane wan bibe nuxteya berî vê civînê.
Ew, carê nav, telefon, meyl û edresên hev fêr bûn, ev nasî êdî ewê bidome û hin berheman bi xwe ra bîne, ewê têkilî û hestên netewî xurttir bike.
Di hin malperên înternetê da min nuha li rismê beşdaran yê ku piştî konferansê bi hev ra kişandine temaşe kir.
Bi baweriya min rismekî pir dîrokî û manîdar e, ez vî rismî weke gaveke pêşî ya yekîtiya miletê kurd dibînim.
Kurdên ku 90 sal berê bi darê zorê ji hev hatin qetandin, piştî xebat û têkoşîna salan îro li Amedê, li paytexta Kurdistana musteqbel hatin ba hev û ji bo rakirina sînorên sunî û şikandina qeyd û merbendên bindestiyê biryara xebat û têkoşîna bi hev ra dan….
Ez pêşengên vê konferansê û hemû nûnerên beşdar bûn ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Xebata wan ya bi hev ra ewê azadiya miletê kurd nêzîktir bike…

25 april 2010

Êdî dawiya derewan hatiye...

Parlamenterê BDP-ê yê Belîsê Nezîr Karabaş, di axaftina xwe ya kongreya BDP-ê ya Denizliyê da gotiye:
-Dewleta tirk ji sê gelan ra deyndarê lêborînê ye. Ji gelê ermenî, ji bo ku ew qetlîam anî serî, ji kurdan, ji bo ku hinek kurd kir şirîkên gunehên xwe, ji gelê tirk, ji bo ku ev 90 sal in rastî jê veşartiye.
Vana gotinên rast in lê kêm in, sûcên kemalîstan gelek in û pir jî mezintir in.
Bi kêmanî dibê meriv du gelên din jî, rûm û suryanî û asûriyan jî li van gelan zêde bike.
Çimkî him di dema qira êrmeniyan da û him jî piştî wê, Komara Tirkiyê ev herdu eqaliyet jî qedandin, lê bi taybetî jî rûm.
Piştî qira êrmeniyan, ji bo ku bikanibin miletekî çêkin, bi milyonan rûm û kesên nemisilman mecbûrî koçî Yûnanîstan û Bûlgarîstanê kirin û ji van welatan û Balakanan jî bi milyona mahcir anîn dan ser mal û milkên xelkê koçkirî û hinekên wan jî li Kurdistanê, li hin bajarên stratejîk bicî kirin.
Ji bo ku têkiliyên kurdan ji hev qut bikin û di rojên pêş da demografiya Kurdistanê biguherînin.
Yanî bi kurtî, mahcirên Balkan û Kafkasan koka êrmenî û rûman qelandin, bi milyonan însan, hinek qir kirin, hinek jî bi darê zorê ew mecbûrî koçkirinê kirin û dûra jî li ser ser mal û milkên wan rûniştin û bûn xwedî dewletek nuh.
Tiştên anîn serê êrmenî û rûman, di dema serîhildan Şêx Seîd û ya Dêrsimê da xwestin bînin serê kurdan jî, lê ji ber ku kurd pir bûn û şerekî cîhanê jî tunebû, loma jî ev yek bi carekê da nedibû, ji dêlî wê va xwestin hêdî, peyder pey kurdan bihelînin, bikin tirk.
Bi dehhezaran kuştin, sirgûn kirin, lê dîsa jî kurd neqediyan.
Ne xwe kurd jî weke êrmeniyan ji roja ku Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye di devê tivingê da ne.
Karkirekî kurd yê demsalê do di programeke TRT6-ê da(Xerîbî)da digot, berî ku em werin va deran, me digot qey ciyê me cehnime ye(dojeh e) û vanderan jî cinnet in(bihuşt in), lê piştî ku em hatin û medît, new wisa ye, em şaş bûne, cehnime vira ye.
Birçîhîştina kurdan û paşdehîştina Kurdistanê siyaseteke dewletê ya destpêkê ye, bi vê siyasetê dewlet dixwaze kurdan ji bo kar û nanê zikê xwe Kurdistanê biterikînin û koçî xerbê bikin û li wir jî hêdî hêdî bibin tirk.
Û ev 70 sal in ku bi xêra vê siyasetê bi kêmasî 6-7 milyon kurd ji Kurdistanê koçî xerbê kirine, ji bo ji xwe karekî bibînin û zikê xwe têr bikin.
Ev jî qetlîam e, lê qetlîameke veşartî ye.
Heta nuha vedişartin, lê wa ye îro nivîskarekî êrmenî yê bi navê Sevan Nîşanyan, di civînekê da gotiye, navê ”Qesra Çankaya” ya rastîn ”Qesra Kasapyan” e û ya yekî êrmeniye, di dema qetlîama kesên xeyrîmuslîm da kemalîstan dest daye ser û dûra jî bûye mala Ataturk.
Ma sosireteke ji vi ya mezintir dibe, Qesra Çankaya, yanî qesra serokkomarê Tirkiyê, di esasê xwe da ya êrmeniyekî bi navê Kasapyan bû ye, xwedî kuştine û çûne ketine mala mêrik.
Wek li Qibrisê kirin, bajar vala kirin, bi hezeran însan ji malên wan derxistin û dûra jî bi hezaran însan ji Tirkiyê birin xistin wan malan.
Ma ev ne zulm e, ne wahşet e?
Di kongreya BDP-ê ya Denizliyê da gotineke Seyid Riza ku carê ji tirkan ra gotiye gelkî bala çepemeniyê kişandiye.
Li gor rîwayetê dibêjin Seyid Riza di dema îdama xwe da gotiye:
”Ez bi derew û hîleyên we ra dernekim serî. Ev ji min ra bû derd. Lê min jî li hember we serî netewand. Bira ev jî ji were bibe derd.”
Rast e ne rast e, bi rastî Seyid Riza ev gotin kiriye ya nekiriye, heger kiriye kînga û li ku kirye ez nizanim.
Lê dost jî û dijmin jî û heta bigihîje wezîrê derve yê Tikiyê yê kevn Îhsan Sabrî Çaglayan jî di bîranînên xwe da qebûl dike ku Seyid Riza mêrekî di ser pozê xwe ra bûye, di dema îdamê da li hember wan bêtirs, bêperwa û pir cesûr bûye, nehîştiye yê qereçî kursiya bin nigê wî bikşîne, wî bi xwe nigê xwe li kursiyê xistiye....
Loma jî Seyid Riza, ew mêr e ku bi rastî jî dikane van gotinan bibêje.
Bi rastî jî wisa ye, mêrikan koçer bûn, ji derve hatin herêmê, bi derew û hîleyan,bi dek û dolaban, hêdî hêdî xwediyên vî erdî yên hezarsalan hinek qirkirin, hinek surgûn û hinek jî weke me kurdan ji xwe ra kirin kole.
Û piştra jî ew bûn xwediyên vê axê...
Lê berpirsiyar, serok û pêşengên van qetlîaman dawî hemuyan jî koçerên Balkan û Kafkasan in, rola kesên esiltirk di van koç û qetlîaman da pir hindik e.
Îro jî hemû nîjadperest û faşîstên “tirk” ji miletên ku bi koka xwe balkanî û kafkasî ne, ji tirkan bêtir ew tirkperestiyê dikin.
Ji ber ku mahcir in, ji ber xelkê reviyan e û hatine li ciyê rehetiyê bûne xwedî mal, milk, kursî, meqam û dewlet.
Loma jî weke Seyid Rizayê gorbuhuşt jî gotiye, hemû derew, dek û dolabên dinyayê li ba wan e, kes nikane bi derew û hîleyên wan ra derekeve serî.
Û ji ber ku hertiştê wan li ser derewan hatiye avakirin, loma jî naxwazin miletê tirk jî rastiyê fêr bibe.
Lê êdî dawiya derewan hatiye, têkoşîn û xebata miletê kurd derewên wan yek bi yek derxist ortê, miletê wan jî êdî dibîne ku dîrok û çîroka ew fêr bûbûn hemû vir in, rastî bi hawakî din e....

24 april 2010

Konferanseke dîrokî...

Kemalîstan bi saya hin dek û dolab û alîkariya hin dewletên emperyalîst(Îngiltere û Fransa) Kurdistan perçe kirin.
Bi vê perçekirina miletê kurd û Kurdistanê, armanc û hesabê kemalîstên nîjadperest ew bû ku miletê kurd ji ber hevda û ji hêzda bixînin, ji bo ku kurd li her beşê Kurdistanê bibin hindikayî û nikanibin bi dewletên îşaxalkar ra derkevin serî.
Kemalîstan, perçekirina kurdan û Kurdistanê ji bo bindestî û serkutkirina kurdan şert didîtin.
Loma jî qebûl kirin ku hêzên emperyalîst, Kurdistanê perçe bikin û bi gopalên xwe di nava kurdan da sînoran dirist bikin.
Pişt ra jî têl kişandin nabêna kurdan, ji bo ku kurd xwe negihînin hev bi hezaran kîlometir axa Kurdistanê mayin kirin.
Ev 85 sal in ku kurd ji bo rakirina van sînorên sunî, çirandina van xerîteyên derewîn û nerast şerekî bênabên û bêhempa didin.
Dîtina vê rojê hêdî hêdî nêz dibe, êdî sînor, têl û mayinên wan danîne nikanin rê li ber hevdîtin û kombûnên kurdan bigrin, nikanin destên kurdan ji hev qut bikin, li gel hemû astengiyan jî kurd tên ba hev û pêşeroja xwe bi hev ra minaqeşe dikin.
Di vî warî da numûneya herî dawî jî konferansa Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya îro li Diyarbekrê pêk hat.
Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ve îro li Diyarbekirê destpêkir ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bi dehan parlamenterên jin, şaredar, nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û gelek jinên kurd yên navdar anî ba hev.
Ev yek gelkî girîng e.
Wek min li jor jî got, neyarên miletê kurd Kurdistan perçe kirin ji bo ku kurd nikanibin xwe bidin ser hev û bi yek dengî doza azadî û serxwebûna xwe bikin.
Hesab û hêviyên hêzên kemalîst, faris û ereban ew bû ku kurdê heta û heta di nava vê cendereyê da bimînin û tu carî nikanibin xwe bigihînin hev.
Lê dîrok wa ye nîşan dide ku ev hesabê dijmin şaş bû, piştî gelek eziyet û cefa û bi sedhezaran şehîd be jî miletê kurd roj bi roj van sînoran xera dike û xwe digihîne hev.
Di vî warî da meriv çuqasî sipasî belediyên BDP-ê û komela DOKH-ê bike jî hindik e.
Bi alîkarî û însiyatîyatîva belediyên kurdan heta nuha gelek carên din jî ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd hatine ba hev û di gelek waran da, li ser gelek mijarên cûr be cûr bi hev ra minaqeşe kirine.
Civîn û konferansên bi vî rengî ji bo xurtkirina hestên netewî li ba kurdan gelkî girîng in, dibê kurd civîn, konferan xebatên bi vî rengî tim bikin.
Xebatên wiha di nabêna kurdan da têkiliyên kulturî, siyasî û civakî xurt dike, hestê netewî geş û qewîtir dike.
Ji ber perçebûna Kurdistanê, him di warê zimên da û him jî di gelek warên din da kurd ji hev dûr ketine, hestên ferdên yek neteweyî li ba wan, li gor miletên din loma jî hinekî zeîf bûye.
Danûstendinên bi vî rengî, hevaltî û dostiyên şexsî, van hestên sist û jar ewê vejîne û geş bike...
Loma jî ez bi xwe civîn û konferansên wiha gelkî girîng dibînim û tim jî pesnê pêşnegên van xebatan didim.
Ji herçar perçeyên Kurdistanê li Diyarbekrê civandina 140-150 jinên kurd, ku gelekên wan di xewnên şevan da jî hevûdu nedîtine, ne tiştekî hindik e.
Hewqas jin du rojan ewê ne tenê li ser gelşên jinan, ji wê bêtir ewê li ser zor û zulma li ser miletê kurd û li ser riyên çareseriyê jî bipeyivin.
Bi dehan jinên kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê ewê li hev guhdarî bikin, hevûdu nas bikin û bi hev ra bibin dost û heval.
Ev destpkeke pir baş û pir girîng e...
Têkiliyên bi vî rengî ewê tevgera kurd ya netwî xurttir bike.
Hezkirin û dilşewatî li gor nêzîkhiskirinê ye, meriv çuqasî xwe nêzî hev his bike, hewqasî jî bo hev dişewite...
Axaftina vekirina konferansê bi kurdî ji hêla aktîvîsta DOKH-ê Mulkiye Birtaneyê ve hate kirin.
Xwedê kir ku Leyla Zana û Mulkûye bi kurdî dizanin, ne xwe heger bi Gulten Kişanak û hin kesên weke wê bima ewê qet ne xweş bûye, herkesê bi kurdî, yên me tenê ewê bi tirkî bipeyiviyana.
Birtane di axaftina xwe da li ser girîngiya konferansê rawestiyaye û banga têkoşînê li jinên kurd kiriye.
Parlamentera berê Leyla Zanayê jî di axaftina xwe da bal kişandiye ser Peymana Qesrî Şîrîn ku cara pêşî Kurdistan perçe kir û Peymana Lozanê ku him Kurdistan careke din perçe kir û him jî kurd tune hesiband.
Zanayê gotiye, tiştên ku kurd îro dijîn barê van her du peymanan e û “ev bar jî siyasî, civakî, kulturî, olî û aborî ye.”
Zanayê dîsa bal kişandiye ser berpirsiyariya dîrokî ya jinên kurd jî û gotiye:
”Cudabûnek din ya jinên kurd ji yên cîhanî rola wê ya civakî ye, hem ji bo nasnameya xwe ya jinê û hem jî ji bo nasnameya xwe ya neteweyê têdikoşe. Ji ber vê jî jinên kurd, bûne dengên yên bêdeng û yên di bin tundîyê da ne.”
Leyla Zanayê, di dawiya axaftina xwe da gotiye, ev cara pêşî ye ku jinên kurd ên dîasporayê û yên Kurdistanê tên ba hev û konferrans jî weke ”rojeke dîrokî û ronesansa jinên kurd” bi nav kirye.
Bi baweriya min jî ev destpêkeke gelkî girîng û dîrokî ye, lê dibê dom bike, ji ber ku hewecedariya kurdan bi hevdînin wiha heye…
Konferans sibe bi beyanekê ewê biqede...

22 april 2010

Li gor gelekan "agahdariyek" ne hewce...

Gelî xwendevanan, ji êvara Xwedê da ye ez ketime taya sar û wek çûkekî qefilî di nav nivînan da dizikzik im, diricifim.
Min qazax û îşligek di serhev da li xwe kiriye, orxaneke zivistanê li xwe pêçaye û beteniyek jî di ser da avêtiye ser xwe, lê dîsa jî minn sar e.
Ji serma tebatî nayê min...
Tiştê min fêm kir, moza bapêşê li doram minn vingîn e, lê hîn tam zora min a nebiriye, heta sibe hela ka bê Xwedê çawa dike...
Esas gava meriv nexweş be ne hewceye ku meriv defa hawarê lêxe û haya hemû xwendevanan bigihînê.
Ji ber ku nexweşî ne xemsarî û tembelî ye, ez bawer dikim kurd jî mazereta nexweşiyê qebûl dikin.
Dema meriv nexweş be meriv naxebite, nanivîsîne...
Lê ez bi xwe niknim, dema nebêjim ji bo çi min îşev nenivîsand, rehet nakim, xewa min nayê.
Ev jî exlaqekî min e.
Dibe xwendevan bizanibe ji bo çi min nenivîsiye...
Hîskirina berpirsiyariyeke bi vî rengî bi hinekan dikane pir “ekstrem” û “anormal” were...
Çimkî ez dizanim gelek malperên kurdan hene ji nijişka va tên girtin û bi hefteyan, heta bi mehan ji xwendevanên xwe ra tiştekî nabêjin, tu agahdariyê nadin.
Hin nivîskar bi mehan quncikê xwe nuh nakin û dû ra jî mriv hew dinêre ku wa ye rojekê çend xêz lêxistiye.
Yanî agahdarnekirina xendevanan li ba kurdan esas ne kêmasiyeke pir mezin e, meriv malpera xwe digre digre, nanivîsîne nanivîsîne..
Ma heqê kê heye ku bibêje çi ma û ji bo çi?
Lê bira yê min derî dinyayê û derî kultura kurdan be...
Ez îşev tiştekî nanivîsim(esas va ye ev jî bû nivîs, min ditgot ezê du sê gotinan tenê bibêjim).
Lê wa ye dirêj bû, hema hema bû nisîske “balkêş”.
Neyse, ez bawer dikim hewqas ”naz” û agahdarî bes e….

21 april 2010

Kurd muhtacî hevkariyeke netewî ne

Li Kurdistana bakur ev demeke di nabêna hin hêz û partiyên kurd da ji bo hevkarî û yekîtiya netewî danûstendin û hewildanên xêrê hene.
Ez hêvî dikim ku ev hewildan qut nebin û bigihîje netîceyeke baş.
Gelê kurd muhtacî vê hevkariyê ye.
Şert û mercên Tirkiyê û Kurdistanê hevkariyeke netewî li ser kurdan ferz dike.
Heger serokên kurdan dixwazin miletê xwe rojekê berî rojekê ji bin vê zulmê rizgar bikin, dibê riyeke hevkariyê bibînin.
Serokên BDP-ê Selahattin Demirtaş û Gulten Kişanak, cigirê wan Tuncer Bakirhan, Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel û sekreterê Kadep-ê Nizametîn Maskan û cîgira Serokê Kadepê Yuksel Avşar îro li avahiya BDP-ê cara duyem civiyane û mesela hevkarî û yekîtiya netewî minaqeşe kirine.
Ev gaveke pir baş e
Piştî civînê, serokê BDP-ê Demirtaş gotiye, ji bo yekitiya neteweya kurd ev demeke dirêj e ku ew di nav hewildanan da ne û civînên bi vî rengî di rojên pêş da ewê dom bikin.
Demirtaş gotiye:
”Ev destpêk e. Em ji bo yekitiyeke neteweyî hatine ba hev. Di rojên pêş da emê bi civînin hîn firehtir dîsa werin ba hev. Em dixwazin der û dorên din yên kurd jî tevlî van cîvînan bibin.”
Vana gotinên Demîrtaş hêviyê dide meriv, ez hêvî dikim ku ev hewildan jî weke yên berê nequrçime û zû xera nebe.
Serokê HAK- PAR-ê Bayram Bozyel jî gotiye:
”Piştî ku gelşa çareserkirina mesela kurd hatiye rojevê, girîngiya yektiya kurdan jî zêde bûye.”
Bozyel gotiye, viya gava ewil e. Di civîna îro da ew li ser mijara, ”ji bo yekitiyekê dikane çi werekirin” sekinîne û hevdîtin di rojên pêş da ewê dom bikin.”
Ez bi xwe vê hewildana van hersê partiyan pir baş û pir girîng dibînim û hêvî dikim ku netîceyekê bide.
Dibê kurd di hin dem û qonaxên girîng da, di hilbijartinên giştî û mehelî da miheqeq tifaq û hevkariyeke netewî pêk bînin.
Ji bo serkeftineke netewî, hêz û partiyên kurd muhtacî tifaq û hevkariyên netewî ya bi vî rengî ne.
Bêyî hevkarî û tifaqên netewî, ne mimkûn e ku kurd bikanibin serkeftinên mezin bi dest xin û zora dijmin bibin.
Ji bo pêkanîna vê hevkariya netewî wezîfe dikeve ser her kesî û her partiyê. Ne rast e ku hinek bibêjin, min, me dixwest lê yên din nedixwestin, ya jî ne ji me da ye, ji wan da ye û hwd.
Heger hevkariyeke netewî çênebe ev sûcê herkesî û her hêzê ye, dibe ku yê yekî kêm û yê din jî hinekî zêde be.
Lê ev yek netîceyê naguhere.
Çi biçûk, çi mezin, ji bo pêkanîna hevkariyeke netewî, (ez nabêjim bira hemû partî bibin yek, ji xwe ev ne rast e jî)dibê her kes û her partî li gor hêza xwe hewil bide û hin fedekariyan bike…
Careke din dibê hêzên kurd bêtifaq û ji hev bela bela nekevin hilbijartinan, wek li Kurdistana başûr dibê ew jî li hember partiyên tirkan cepheyeke netewî pêk bînin.
Li başûr, heger kurdan di nava xwe da tifiq nekirana ne mimkûn bû ku îro li vê nuxteyê bûna.
Dibê kurdên bakur jî ji vê tecrûbeya kurdên başûr derzekê bigrin.
Ya girîng ew e ku partiyên tirkan li Kurdistanê têk biçin û kurd biserkevin, kîjan partî qezenc dike ne girîng e, ya girîng ew e ku dijmin wenda bike û kurd qezenc bikin...

20 april 2010

Hinek spor û hinek jî siyaset

Îşev ji taximê min(Barselonyê) ra xerab hat, herçiqas di deqîqeya 19-an da 1-0 ketin pêşiyê jî lê pere nekir, Înterê 3-1 zora wan bir.
Ew Messiyê ku 4 gol avêt Arsenalê îro li sahê tunebû, te digot qey ew Messî çûye yekî din hatiye. Zlatan ji xwe tu hebûnek berbiçav nîşan neda, loma jî Pep Guardiola di deqîqeya 63-an da ew derxist û Abîdal xist şûna wî.
Lê vê guherandinê jî qedera maçê neguhrand.
Herçiqas di deqîqeyên dawî da Barcelonayê çend fersendên golavêtinê bidestxist jî lê ev îmkan nikanîbû bikar bianiya û ji saheyê 3-1 mexlûb û hustuxwar veqetiye.
Lê bi giştî meriv dikane bibêje ku qezenckirin mafê Înterê bû, Înter bi şiklekî pir rehet û jixwebawer dilîst û loma jî maç qezenc kir.

Dixwazim çend gotinan jî li ser xebereke Avestakurdê bibêjim
Li gor nûçeya malpera Avestakurdê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi peyamnêra rojnameya Haber Turkê Amberîn Zamanê ra
Gotiye, ”serxwebûn mafê gelê kurd yê rewa ye û wan ev maf ji xwe re veşartiye.”
Amberin Zamanê, li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra hevpeyvînek çêkiriye.
Di vê hevpeyvîdnê da Mesûd Barzanî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê jî rawestiyaye û gotiye, ”Weke kurdekî ez bawer dikim ku serxwebûn mafê me yê xwezayî ye. Û ev mafê me weşarti ye. Lê rastiyek jî heye ku kurd li çar welatên perçe dijîn. Perçebûna kurdan astengî û zehmetiyan derdixe holê. Bi her awayî heger her kes sadiqê qanûna esasî be pêşeroja me jî li Îraqê ye.”
Ji bo ku ez tevayiya hevpeyvînî bixwînim min li malpera Haber Turkê nêrî lê tiştekî wiha nerdît.
Ji dêlî vê xeberê, nivîeseke li ser Nêçîrvan Barzanî, bi sernivîsa (Nêçîrvan Barzanî li Enqerê çi dike?)hebû.
Ez fêm nakim, çima lînka xeberê nayê dayin?
Di xeberên wiha girîng da dibê çavkanî, lînka xeberê were dayin, ji bo ku kesê bixwaze xeberê bixwîne, bikanibe xwe bigihînê.
Bi dîtina min nedana lînka xeberê kêmasiyeke mezin e û ev jî dibe sebebê ku meriv baweriya xwe baş bi xeberê neyne.
Erê ez bawer dikim ku bi îhtîmaleke mezin xeber rast e, ji br ku Mesûd Barzanî heta nuha gelek caran ev dîtina xwe dubare kiriye.
Yanî ev ne cara pêşî ye ku dibêje ”serxwebûn mafê miletê kurd e, lê îro em vî mafê xwe bikar naynin.”
Lê dîsa jî dibê çavkanî û lînk were nîşan dan, ji bo ku meriv bibîne.
Û ji ber ku di nava kurdên başûr da Mesûd Barzanî vê dîtina xwe qet venaşêre, li herderê dibêje tirk jê ne aciz in, belovacî wê, tirk ji herkesî bêtir qîmetê didin Mesûd Barzanî.
Ew kurdên ku li hember tirkan(xwedêgiravî ji bo wan nexeyidînin)hîn newêrin navê Kurdistanê bigrin devê xwe û newêrin doza otonomiyê jî bikin, dibê ji vê şêla Mesûd Barzanî ji xwe ra derzekê bigrin, tiştekî fêr bibin.
Dijmin jî ji serok û siyasetmedarên durû, tirsonek û virek hez nakin, ew jî ji kesên rastgo û dobre hez dikin.
Loma jî ez îdîa dikim ku tirk, di nava kurdan da îro merivê herî bêtir jê hesaban dikin û loma jî qedir didinê Mesûd Barzanî ye.
Mesûd Barzanî her roj jî bibêje Kurdistana serbixwe mafê miletê kurd e jî, ev yek giranî û ”qedir û qîmeta” wî li ba tirkan kêm nake…

19 april 2010

Bêdengiya li hember qedexeya zimanê kurdî kufur e

Carnan hin kurd hin tiştên pir baş û pir di cî da dikin. Ev yek gelkî kêfa meriv tîne.
Lê di eynî wextê da meriv dibêje, xwezî ji zû da dest bi xebatên wiha hêja hatibûya kirin.
Wek tê zanîn, ev du sal in ku hukûmeta AKP-ê dibêje, di mizgeftan da ewê weaz û xutbeya kurdî serbest bike, lê nake, serî li kurdan digerîne.
Endamên sendîqeya DIVES-ê (Karkirên Sendîqeya Weqf û Diyanetê)îro li Diyarbekrê li ber Mizgefta Mezin ji bo weaz û xutbeya kurdî di mizgeftan da serbest bibe, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Nûnerên DIVeS-ê, di daxuyaniya xwe da xwestin ku di hemû mizgeftên girêdayî Dahîreya Diyanetê da weaz û xutbe bi kurdî werin dayin.
Daxwazeke bi aqil û pir baş e, kêfa meriv jê ra tê.
Dil dixwaze kurd hetim tiştên wiha biaqil bikin.
Ji bo ku li Tirkiyê mesela kurd zû were çareserkirin, dibê ne kes û hêzên çep û kurdperwer tenê, ji hemû sinif û tebeqan, ji hemû dîn û baweriyan hemû kurd tevî vê xebatê bibin û doza mafên xwe yên netewî bikin.
Gundî, bajarî, hejar, dewlemend, xwendevan, mamûr, komunîst, oldar, sunî. elewî, kurmac, zaza yanî cepheya li hember dewletê çuqasî fireh be azadiya kurdan jî hewqasî nêzîk dibe.
Loma jî serîhildan û daxwazên kurdên oldar pi û pir girîng e, ez bi xwe gelkî girîngî û qîmetê didim xebat û daxwzên wan.
Ji ber vê yekê ye ku ez îşev li ser du çalakiyên kurdên dîndar disekinim.
Serokê DIVES-ê Lokman Ozdemir, di beyana xwe da gotiye:
”Ziman dana Xwedê ye, înkarkirina nîhmetên(danên)Xwedê kufur e. Perwerdeya bi zimanê dayika xwe, bicîanîna bawerî û îbadetên xwe ya bi zimanê dayika xwe mefê her însanî yê herî tabiîye. Zimanê ku Xwedê daye mefê tu kesî nîne ku înkar bike. Qedexekirina zimên kufur e.”
Dibê hemû oldarên kurd êdî biwêribin vê rastiyê bibêjin, heger bi rastî bawermend in dibê ji gotina vê rastiyê netirsin, xwe nedin paş.
Dibê weke Lokman Ozdemîr, hemû oldarên kurd jî bixwazin hemû qedexe û astengên li pêş weaz û xutbeya bi zimanê kurdî rabin.
Ev yek li ser wan jî ne tenê wacib, di eynî wextê da ferz e jî.
Ozdemîr di beyana xwe da bi rengekî pir bi heq gotiye:
”Kî bi kîjan zimanî baştir fêm dike dibê weaz bi wî zimanî were dayin.
Bi qerepera ku ewê welat perçe bibe tiştên li dijî ilim tên gotin. Qedexekirina zimanê kurdî rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê digre.
Mefê tu kesî tuneye zimanê Xwedê daye înkar bike. Ziman nihmet e,(dana Xwedê ye)înkarkirina nihmetên Xwedê kufur e. Ji bo her qewmî bi zimnê ku ew jê fêm dike pêxember û ji her pêxemberî ra jî bi zimanê ku ew jê fêm dike kitêba miqedes hatiye şandin.”
Vana gotinên pir rast in, weke her miletî, weke tirk, ereb û farisan, dibê kurd jî bi zimanê xwe weazê û xutbê bidin û lê guhdarî bikin.
Evy ek mafekî herî însanî ye.
Loma jî dibê hemû oldar û bawermendên kurd li hember înkar û yasaxa dewleta tirk ya zimanê kurdî êdî bêdeng nemînin.
Serokê Diyanet Sen Şûbeya Diyarbekrê Omer Evsen jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûye û piştgirî daye daxwazên Lokman Ozdemir û wî jî gotiye, dibê bi kurmancî û zazakî weaz û xutbe were dayin û dûra jî gotiye:
”Li gel ku zimanê Îraqê yê resmî erebî ye jî lê li hemû mizgeftên Başûrê Kurdistanê weaz û xutbe bi kurdî tên dayin, eynî tişt dibê li Diyarbekrê jî were kirin.”
Xebateke din ya baş jî ya Mele Abdullah Atli ye.

Cîgirê Serokê Saziya Îmaman ya Wanê Mele Abdullah Atli, piştî xebateke du salan derbarê ”hiqûq, zimanê zikmakî û aştiyê” da ji sûre û ayetên Quranê pirtûkeke 200 rûpelî amadeyî çapê kiriye.
Pirtûk bi zimanê kurdî, tirkî û erebî ye.
Mele Abdullah Atli ji ajansa AKnewsê ra gotiye:
”Kurd jî wekî neteweyên din bi nasnameya xwe evdên Xwedê ne. Piştî ku min dît misilman riayetî vê nakin, min berê xwe da Qurana Kerîm."
Atli, derheqê dewletên ku mafên kurdan nadin da jî gotiye.
”Ev dibêjin em misilman in, lê gotinên wan û kirinên wan ne li gorî Quranê ye. Li Tirkiyeyê Serokotiya Karên Diyanetê heye, miftî, îmam, mizgeft hene, kesên bi çêja muzîkê Quranê dixwînin û ji ber dikin hene, lê mixabin bi heqî nakin. Dewletên ku kurd lê dijîn û civakên misilman yên van deran ne bi edaleta Xwedê, bi edaleta neft, ax û dolarê mijûl in.”
Ev jî xebateke baş e.
Dewletên kurd bindest kirine herçar jî misilman in û xwedêgiravî baweriya wan bi Xwedê û Quranê heye.
Wê demê gelkî baş e ku melayên me jî ji Quarnê nîşan bidin ku qedexekirina zimanekî him li dijî emrê Xwedê û him jî li dijî Quranê ye û weke Lokman Ozdemir gotiye, kurfur e…
Yanî dibê her kurd ji tenga xwe da ,li gor zanîn û îmkanên xwe karê xwe bike, wezîfa xwe ya însanî û netewî bi cî bîne.
Ez van herdu melayên kurd jî ji bo van xebat û gotinên wan ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Bi baweriya min, ne tenê qedexekirina zimanê kurdî kufur e, bêdengmana li hember vê qedexeyê jî kufur û gunehkariyeke mezin e...

18 april 2010

Du bûyerên ku ez gelkî dilşa kirim

Ev facebook alev û platformeke pir ecêb e, weke bajarekî ku meriv hemû nas, dost û hevalên xwe lê bicivîne.
Hercara ku meriv dikvê û têda tûrekî davêje, meriv miheqeq rastî çend nas, dost û heval û zarokên wan tê.
Wê rojê min çer vekir, min hew dît ku yekî bi navê Cîhan Demîr got ”çirp” û ez qefaltim, got:
-Merheba mamo!
Min di dilê xwe da got, ev çi bela bû ez ketimê, bi vekirina komputerê ra çend kes li ser hev silavê li meriv dikin, dixwazin hinekî sohbet bikin.
Lê ji ber ku wexta min tuneye, ev jî dibe problem.
Û ji xwe meriv nikane di eynî wextê da bersîvê bide hemûyan jî.
Îcar dema meriv dibêje, ”ez nuha meşxûl” im, ji ber ku yê hember nabîne meriv çi dike, loma jî dikane dilê wî/wê ji meriv bimîne.
Ev jî gelşeke mezin e.
Lê nuha ez fêrî teknîka ”offline” ê yanî ”ne li ber” im û ”meşxûl” im bûme, wê gavê min hîn ev îmkan nizanîbû, hercara ku min kompîtor vedikir ez tim ”online” bûm, yanî tim li ber xuya bûm.
Ez werim ser mijarê…
Piştî silav û kilamê û çend gotinên ji virda û wêda, xort got, ”mamo ev serê salan e ku min xeyal dikir ku rojekê bi te ra sohbet bikim, va ye îro ev yek bû qismetê min.”
Ji kêf û heyecanê min hinekî xwe topî ser hev kir, min fêm kir ku kurdekî dilsoz e û kêfa wî ji min ra tê.
Camêr got apo, ez lawê Sînan Demir im, ji Wêranşarê me...
Dema got ez lawê “Sînan Demir” im, fena ku di şeveke tarî da hîv li min hilê, fena ku min tiştekî xwe yê herî bi qîmet wenda kiribe û ji nişka ve bibînim, hewqasî kêfa min hat.
Ez gelkî dilşa bûm.
Ez bawer nakim ku dema ez li Wêranşarê bûm ew hebû, loma jî min meraq kir, gelo ew çawa min nas dike?
Got apo, ma ezê çawa te nas nekim, bavê min tim qala te dike...
Bi vê xeberê jî kêfa min hat.
Kêfa min hat, ji ber ku hevalekî min him ez ji bîr nekirime û him jî ji zarokên xwe ra jî qala min kiriye.
Min got baş e ku wa ye li Wêranşarê xortek heye ku hîn min nas dike. Vê havînê dema ez herim wir, qenebe xortekî min nas bike ewê hebe…
Cîhanê delal bi vê gotina min xwe xeyidand, got na, na, wiha nefikire, kesî tu ji bîr nekiriye, em tim qala te dikin.
Axir camêr hinek av bi ber dilê min reşand, got netirse, çend kesên min nas dikin hîn hene…
Helbet berî çûnê ev jî xebereke xêrê ye.
Lê ez ditirsim toz û dûman volkana Îzlandayê heta ez herim raneweste û rê li ber çûna min bigre…
Piştî ku min dest bi tesadufên facebookê kiriye, ez dixwazim li vir qala tiştekî din jî bikim.
Di facebookê da dema hin ”paşnavên nas” bi ber çavê min dikevin, ez wan li ba xwe qeyd dikim, dixwazim bi wan ra bibim heval.
Ji van paşnavan yek jî paşnavê ”Önen” e.
Ji ber hevaltiya min ya bi Fuat Önen ra, ji Xwedê da ye her cara ku ez ji paşnavê ”Önen/Onen” dibînim, kêfa min tê, fena ku rastî hevalekî xwe hatim tavilê li ba xwe qeyd dikim.
Ez bawer dikim heta nuha min li dora 25 kesên ku paşnavên wan ”Onen” in di lîsta xwe ya hevaltiyê da qeyd kirine.
Di vir da tiştê him gelkî bala min kişand û him bi qasî dinyayê kêfa min jê ra hat navên wan e, navên hemûyan jî bi kurdî ne.
Weke ”Ronayî, Gulçîn, Evîn, Welat, Dara, Mahabad, ferat, Nêrgiz, Dîcle, Ciwan, Zerdeşt, Şiyar, Rojbîn, Hozan, Newroz Kawa, Can, Lokman û Berfîn.”
Min qala navên weke Ahmed, Mihemed û Bahtiyar nekir, ew jî pir in.
Ji bo me kurdên Tirkiyê lêkirina navên kurdî gelkî girîng e, çimkî navên kurdî nasname ye, mohra kurdbûnê ye.
Li Tirkiyê du nasnameyên kurdan yên ku wan ji tirkan cihê dikin hene, yek jê nav e û yê din jî ziman e.
Dê û bavê ku navekî kurdî li zorêkê xwe kir û li gor şert û îmkanên xwe bi kurdî pê ra peyivî, ew dê û bav bi kêmanî merivên kurdperwer in û di dilê wan da agirê kurdperweriyê venemiriye.
Loma jî ez gelkî dilşa bûm ku malbata hevalekî min ê ku li ber dilê min pir ezîz e, hewqas keç û lawên bi ”nasnameya” kurd dane miletê xwe.
Ez dizanim li Tirkiyê û li Kurdistanê paşnavê ”Onen” tenê ne yê vê malbatê ye, ”Onenên” din jî pir in.
Lê ez wisa bawer dikim ku van kesên min navên wan li jor gotin, hemû jî ji vê malbatê ne.
Li Tirkiyê nav û ziman ji bo kurdan gelkî girîng e, nîşan û nasnameya kurdbûnê ye, meriv dibe weke ”golikê beş”, li herderê tê naskirin.
Mesela kurdekî ku piçekî hestên kurdayetiyê pê ra hebe, ma cara navê zarokên xwe dike:
-Başbug, Alparslan, Turkeş, Hakan û Satilmiş?
Nake, çimkî ev navên han, navên tirkî ne û nîşana tirkperestiyê ne. Kurdên bi rastî kurd bin, navên wiha li zarokên xwe nakin.
Ji xwe ji ber vê yekê ye ez li gor navên kurdî di facebookê da bi însanan ra dibim ”heval”.
Helbet ”falsîfîkasyona” vî îşî jî heye, lê ew tiştekî din e.
Netîce, ji bo ku eşîra Ebasan û malbata Mahmûdê Ziya, bi dehan ”Ronayî û Welat” dane miletê xwe, ez dê û bavên van xortan hemûyan ji dil û can pîroz dikim û dibêjim aqûbet li serê hemû kurdan be…

17 april 2010

Waye îsal jî dereng hatim serdana te...

Pismam*, em îsal jî hefteyekê dereng bûn mîvanê te.
Her çiqas tu nedî ruyê me jî lê ez bawer dikim nuha çavê te li riya me qerimî...
Û herî bêtir jî li riya zeyiya te, Hêvî xanimê.
Çimkî gotinên te û wê pir diketin serê hev, kêfa te pir ji gotinên wê ra dihat û loma jî te tim ew dida peyivandin.
Dema tu bi wê ra dipeyivî, te gotinên kurdî jê dipirsî, şaş bigota jî te ya wê rast û ya min jî ”çewt” qebûl dikir.
Li hember wê, tu şansekî min ê ”qezenckirinê” tunebû.
Dema mesele dibû ez û ew, mêzîna te tim bi alî wê da giran dikşand.
Li gel ku tu merivekî adil û rastgo bû, lê ji bo ku tu wê biheq û min jî neheq derxî, te dev ji adilbûn û rastgoyiya xwe berdida, te bi wê zanîna xwe ya kûr û bi wê retorîka xwe ya xurt mesele li bin guhê hev dixist û tu dibû berdevkê wê.
Te digot, abla Hêvî baştir zane…
Sohbeta bi jineke gundî ya qerejdaxî ra kêfa te dianî, dilê te geş dikir, te dixwest hema ew bipeyive û em jî lê guhdarî bikin.
Bi alîkariya te, gava yek gotina wê jî bi ser ya min keta, tu pê gelkî rûgeş û bextewar dibû.
Lê ji şansê te ra, ew jî yeka di axaftinê da pir ”çikûs” e, heta meriv dest pê neke gotin ji dev nayê der.
Tê bîra te, carê di sohbeteke me da nizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekî gundiyan dipeyivî ya jî tu wekî gundiyan li meselê dinêrî”, axirê tiştekî wiha ji devê te derket.
Normal Hêvî bi qasî pêxemberekî ji te hez dikir, min qet texmîn nedikir ku rojekê li hember te ”rabe” û ”rexne” bike, lê wê rojê kir. Hema ji nişkave got:
-Ma çima gundî ne însan in?
Ji ber ku te jî weke min, tiştekî wiha ji Hêviyê nedipa, loma jî tu şeqizî, ji fediya zimanê te li hev geriya, tu mat bû…
Tertilandina te ya wê bîstikê hîn jî li ber çavê min e.
Te pir fedî kir, te çend caran uzrê xwe xwest û te jê ra got, ”weleh tu rast dibêjî abla, min gotineke beradayî kir...”
Lê di eynî wextê da min dît ku bê kêfa te çuqasî ji vê gotina Hêviyê ra hatibû, tu pir dilşa bûbû ku jineke kurd ya gundî û nexwenda wêrîbû te wiha rexne û ”mat” bike…
Tu dibînî, ez dîsa ji meselê dûr ketim, xwedêgiravî min dikira ji te ra sebebê derengmana xwe bigota…
Tu zanî îsal ya di dawiya adarê ya jî di destpêka nîsanê da bû, şevekê ji nişkave li ber datayê(kompeturê)tu ketî bîra min.
Hêviyê li salonê li telewizyonê temaşe dikir, hema ji nişkave ez ji ciyê xwe hol bûm û çûm salonê, min got, ”xanim, ma roja wefata Aslan kînga ye?”
Aqilê wê weke defterê ye, sal, meh û rojan ji bîr nake, got ”9-ê nîsanê ye.”
Min got, ê 9-ê nîsanê hefta pêş me ye…
Min li teqwîmê mêze kir, 9-ê nîsanê roja îniyê ye.
Me got pir baş e, roja îniyê piştî kar emê bibin mîvanê te.
Roja sêşemiyê(13/4) piştî şîvê li derve min cixare dişand, ji nişka ve hat bîra min ku me soza xwe ji bîr kiriye...
Min cixare avêt û bi hêl ketim hundur, bi dengê hêlî min got:
“Xamin, ma ka roja îniyê em diçûn ser gorra Aslan?”
Feqîrê şeqizî, got ”wîîî, weleh min jî ji bîr kir.”
Axx, off lê êdî dereng bû, tiştekî me bikira tunebû.
Me hîşt îro(16/4).
Min û xanimê saet li dora 17-an li Gullmarsplanê hevûdu dît.
Ez çûm ser eynî gulfiroşa hersal û min pirsa kîjan çîçek di vê demsalê da ewê baş be ji xanima gulfiroş kir.
Berî ku pêşniyara xwe bibêje, pirsa yê em diçin ser gorra wî, gelo mêr e jin e, ji me kir.
Min got hevalekî min e.
Li ser vê, me li ser nêrgizeke zer li hev kir.
Me çîçeka xwe kirî û me berê xwe da rawestgeha otoboza xwe.
Dinya ewr bû, asîman reş xeniqî bû, peşkên baranê dihatin.
Min ji xanimê ra got, te dît, min şemsiye bi xwe ra neanî, ez ditirsim em şil û pil bibin.
Xanimê destê xwe da kumê paltoyê xwe û got, ”wele yê min kumê min heye, dema barî ezê kumê xwe bikşînim serê xwe, tu li xwe bigrî…”
Em li otoboza xwe siwir bûn û li rawestgeha goristana te daketin.
Erê hîn dinya ewr bû, lê baran maran tunebû…
Me îcar gorra te rehettir dît. Nava goristanê û ser gorra te pir paqij bû, qey nuh paqijî kiribûn.
Wisa xuya bû berî me jî hinek bûbûn mîvanê te, 2 çîçek danîbûn ber serê te, lê pezkûzî ya kogiyan çîçek xwaribûn tenê qafik mabûn.
Me aliyê rastê yê kevirê ber serê te kola û nêrgiza xwe çand û hinek jî av lê kir.
Ji ber ku te ji caxarê gelkî hez dikir, min caxareyek vêxist û yek jî xist nav nêrgiza ber serê te, ji bo ku piştî em çûn tu bikşînî…
Li vê cîhanê tenê cixarê sebir û aramî dida te, tu bêyî nan û av dibûyî lê bêyî caxare nedibû…
Loma min tu bê cixare nehîşt.
Ez fikirîm, min ji xwe ra got, ez salê carekê têm ser gorra te, lê wiya jî nikanim
di wê rojê da werim, carnan ji bîr dikim...
tiştekî pir ecêb e, heta em li ba te bûn ji asîmanan yek peşka baranê jî nehat xwarê, lê piştî ku em çûn ketin otobozê û otoboz çendsedmîtruyan çû, ji nişka ve baraneke bi zirp dayê…
Min di dilê xwe da got, weleh tu ji min nexeyidî ye, ev baran nîşan dide ku te mazereta me qebûl kir û loma jî em ji şilbûnê xelas bûn…
Di vê nabênê da bi kurtî be jî ez ji te ra hikî jî qala halê kurdan û siyasetê bikim…
Li gor par îsal rewşa kurdan bi giştî piçekî baştir e…
Meha borî li başûr hilbijartin çêbûn, kurdan hêza xwe muhafeze kirin.
Esas dikanîbûn çend mebûsên din jî derxistana, lê ji ber berberî û bêtifaqiya di nabêna hêzan da çend mebûs kêm derxistin.
Hukûmet hîn ava nebûye, lê hemû hêz jî muhtacî kurdan e. Di pêşerojê da kurdê bi kê ra tifaqê bikin hîn ne diyar e.
Lê bi tevayî karwanê kurdan li başûr ketiye rê, êdî kes nikane wan rawestîne, zû dereng ewê dewleta xwe ava bikin.
Li ba me mesele geh baş dibe, geh xerab dibe.
Xwedêgiravî ev çend meh in hukûmeta AKP-ê “pakêteke kurd” hazir kiriye û gerek veke, lê venakin, dibin û tînin, navên nuh lê dikin bes hîn netçceyeke berbiçav tuneye.
Bi baweriya min li gel hemû teşxele û astengiyan li ba me jî ewê rewşa kurdan di rojên pêş da baştir bibe, kurdên hin mafan bidest xin.
Lê ev maf çi ne, ne çi ne, hîn ne diyar e, ev yek hinekî jî di destê îstîkrar û jîriya siyasetmedarên kurdan da ye.
Yanî di destê serok û berpirsiyarên PKK-ê da ye û belhazir ew jî hîn li destê Ocalan dinêrin.
Lê netîce dewlet çi bike û PKK jî siyaseteke çuqasî şaş bimeşîne dîsa jî pere nake, milet dev ji têkoşîna xwe bernade.
Daxwaza federesyon û Kurdistaneke serbixwe roj bi roj di nava kurdan da berfirehtir dibe.
Erê serxwebûna miletê te nebû qismetê te, lê ez wisa bawer dikim ewê bibe qismetê min û heger nebe ya min, herî dereng ewê bibe ya zarokên me.
Ez xebereke din bidim te, ez vê havînê, meha hezîranê diçim welêt...
Erê erê, te çewt nebihîst, piştî 31 sal sirgûn û hesret, ez, xanim û qismekî zarokan em diçin.
Ji nuha da heyecana çûnê ez girtime.
Ma tê bîra te, di orta salên 70-î da ez û tu li qahwexaneya Serayê, ya Şaban ya jî li ya Ahmet rûdiniştin û xort jî li dora me kom dibûn û em diketin “gewriya” hev ya jî gewriya hinekên din û wan jî li me guhdarî dikir...
Min gelkî dixwset nuha jî me li Wêranşarê dîsa eynî sohbet bikira...
Lê ez çi bikim, felekê bi me ra bêbextî kir, ev îmkan zû ji destê me girt.
Ji mecbûrî ezê te li vir bihêlim û bi tenê herim, ne li wan çayxaneyan be jî, lê îcar ne bi wan xortan ra, bi kalên rîsipî ra ezê sohbet û qala te bikim...
Soz, dema vegeriyam, ezê werim ji te ra qala rêwîtiya xwe bikim.
De nuha bi xatirê te...
*Mehmet(Aslan)Kaya

15 april 2010

Tirk nebêjin jî bi "şikandina pozê" kurdekî kêfxweş dibin

Min bi xwe ji van siyasetmedarên me yên kurd qet tiştik fêm nekir, xelk çi bîne serê wan, zulm û heqareta herî mezin li wan bikin jî, dîsa bîna xwe teng nakin û dev ji ”şelafî” û ”derewa” "biratiya gelaan" bernadin.
Xelkê pozê serokê me ”şikandiye”, zulm û heqareteke mezin li me kirine, lê em hîn jî bi rengekî cidî xwe aciz nakin û çend gotinên ji lîtirê ji dewleta tirk, ji xwedî û piştgirê vê ”kulmê” ra nabêjin.
Li gel ku em dizanin berger, heyran û qurban pere nake û ji xwe heta nuha jî tu carî pere nekiriye.
Çare bersîv e, ço ye, tir s e...
Û ew jî li ba me tun eye.
Ev du sê roj in weke hertim, serokên me dîsa serî li ”aqliselîmî” û ”biaqiliya” tirsonek didin, bîna xwe fireh dikin, dibêjin tişt nabe, ya girîng ew e ku ”xwîn” nerije û nizanim çi nebe û çi nebe…
Xelk li wan dixe, pozê wan ”dişkîne”, wan dike hefsê, zarokên wan li vir û li wir lînc dikin, ew her bîna xwe fireh dikin û destê biratiyê dirêjî tirkan dikin…
Ev eyarê me kurdan jî çuqasî fire ye yahûûû…
Xelk li cênîgeke me dixe, em cênîga xwe ya din didin ber û tu carî jî xwe naxeyidînin…
Ev ne bes e, do yekî bi navê Yilmaz Ozdîl di rojnameya Hurrîyetê da gotiye:
”Heger gulebarankirin û kuştina zarokên vî welatî weke heqekî demokratîk be, lêdana serokê partiyekê çima ewê nîjadperestî be?
Heger mayin demokrasî be…
Kulm çima ewê faşîzm be?
Malperên rojnaman yên înternetê û şiroveyên di bin vê xeberê da bixwînin. Kesê ku kulma xwe kiriye ”mîkutê edaletê” û li pozê Ahmet Turk xistiye, bûye tercumanê hestên gelek kesên li vî wealtî…”
Pir vekirîye, mêrik dibêje, kulma ku li Samsûnê li pozê Ahmet Turk ket, dilê min û piraniya miletê tirk rehet kir, ew bû tercumanê hestên miletê tirk.
Û bi rastî jî wiha ye, miletê tirk bi ”şikandina” pozê Ahmet Turk gelkî kêfxweş bûye, heta ez bawer dikim ku Erdogan, Gul û piraniya AKP-liyan jî kêfxweş bûne.
Lê helbet siyasetê dikin, nadin der.
Lê siyasetmedrên me li hember vê rastiya civata tirk xwe aciz dikin, ji Ozdîl ra dibêjin çima te wiha gotiye, ev dîtin dijminatiya gelan pîj dike…
Dibê tu tiştê wiah nebêjî…
Fena ku em nizanin piraniya miletê tirk wiha difikire, radibin gazinan ji Ozdil dikin.
Ma bi rastî jî miletê tirk wiha nafikire?
Wiha difikire.
Ê wê demê îtîraza me ji çi ra ye?
Mêrikan li hember me kurdan çi his dikin wiya dibêjin.
Dema van hisên veşêrin ewê çi were guhertin ku?
Piştgiriya kulmê ne tiştek e, di çapemeniya tirk da her roj bi hezaran tirk dibêjin, ”divê meriv hemû kurdan li derekê kom bike, benzînê lêke û gişan li ser hev bişeeitîne, tiştê Saddam kiriye hindik e, dibê Tirkiye jî eynî tiştî bike” û gelek tiştên wiha.
Bi hezaran tirk van hestên xwe yên nîjadperest yên li hember kurdan her roj didin der û em jî bi viya baş dizanin.
Esas piraniya tirkên ku li hember êrîşê xemgîniya xwe nîşan didin û gotinên Ozdîl rexne dikin, rast nabêjin, piraniya wan jî weke Yilmaz Ozdîl difikirin, dilê xwe xweş dikin.
Û em bi vê rastiyê jî dizanin, em dizanin ku tirk bi çavê neyarê xwe li mer dinêrin..
Dema yek ji meriv hez neke, nefret bike, dike.
Ne rast e ku meriv jê ra bibêje, ”nefreta xwe eşkere neke, nebêje, veşartî bihêle…”
Ê hema veşartî bihêle ewê çi bibe?
Piştî ku tu dizanî ji te hez nake, naxwaze tu miriyê xwe jî li goristan û welatê wî veşêrî, ji ser dikana te, heger pir ne mecbûr be kibrîtekê jî nakire, bi çavê dijmin li te dinêre, hebûna te înkar dike û tu mafekî netewî nade te.
Lê efendim çima te gotiye ” êrîşkar bûye tercumanê hestên gelek kesên li vî wealtî…”
Ê rast e, Ozdîl nebêje jî em dizanin ku rastî ev e…
Bi vê êrîşa xwe mêrik dilê miletê tirk rehet kir…
Çima em naxwazin vê rastiyê bibihîzin?
Mesele em naxwazin ku tirk ji me hez nekin, em dixwazin tirk me ”qebûl” bikin, bi derewan ji me hez bikin, yanî rastiya dilê xwe nebêjin.
Ji bo ku em kanibin xwe û miletê xwe bixapînin, hinekî din jî demagojiya ”biratiya gelê kurd û tirk” bikin.
Lê ev ne rast e, xapandina xwe bi xwe ye.
Em ne birayê kesî ne û kes jî ne birayê me ye û ne mimkûn e ku em û tirk birayên heb bin jî.
Lê ev nayê wê mayê ku emê nikanibin bi hev ra bijîn.
Dema heqê me bidin û em li hev bikin, em dikanin bi hev ra bijîn, em dikanin bi ereban û farisan ra jî bijîn.
Lê ne bi şiklî îro, dibê em jî weke wan xwedî maf û desthilat bin.
Tirk ji me hez dikin, hez nakin ew bi kêfa xwe ne, em ne mecbûrî hezkirina wan in...
Em doza mafên xwe yên netewî dikin, dema em jî weke wan bûn xwedî her mafî wê demê ewê dev ji vê nîjadperestiya xwe berdin.
Ji ber ku emê bibin şirîkên hev...

14 april 2010

Xwezî hemû serokên kurdan weke TE li hember dijmin wiha bêperwa bûna

Nuha gava min kompîtora xwe vekir, derengê şevê bû(21.30) û min nizanîbû ezê îşev qala çi bikim.
Weke hertim, min dîsa riya xwe bi çend malperên kurdî xist, tiştekî ku dilê min lê rûnişta biber çavê min neket.
Ez derbasî malpera Hawar Net. Com-ê bûm.
Xebera li ser Tevkurdê, ”Berdevkê Tevkurdê xwe bi kurdî parast” weke hercar tavilê bala min kişand.
Ji ber ku ji bo kurdayetiyê bêtir dişewitin, heta ji min tê ez kar û xebatên Tevkurdê dişopînim.
Loma jî min bi meraq û baldarî xeber û parastina Sabahatîn Korkmaz xwend.
Carnan hin tesadufên xweş hene.
Paşnavê Sabahatîn, bi tirkî ”Korkmaz” e, ew jî tê maneya ”bêtirs, cesûr”.
Bi rastî jî Sabahatîn li hember neyar merivekî ”korkmaz” e, yanî bêtirs û bêperwa ye, rastî çi ye, ew gotiye, bêtirs, bêsansor û dobre dobre...
Weke kurd, weke însan, meriv pê kêfxweş dibe.
Kêfa min gelkî ji parastina wî ra hat.
Ez bawer dikim dema hûn bixwînin ewê kêfa we jî jê ra were.
Kurdê bêtirs û bi xîret qet dirêj nekiriye, kin gotiye, lê pir xweş gotiye, ya dilê gelê xwe gotiye.
Loma jî min biryar da ku ez vê parastina wî îşev di vê feqîrxaneya xwe da biweşînim.
Ez dizanim bloga min weke hin malperên ”meşhûr” rojê bi sedhezaran car nayê tikandin, lê ez çi bikim, sermiyan û hêza min ev e…
Belavkirina fikrên wiha hêja ez li ser xwe him ferz dibînim û him jî bi weşandina parastineke wiha ez gelkî serbilind û dilşa dibim.
Korkmaz di parastina xwe da gotiye, dadgeha ku wî mahkime dike, dezgeheke dewleta kolonyalîst e û loma jî ne dadgeheke meşrû ye.
Dibê kurd êdî biwêribin vê rastiyê ji tirkan ra bibêjin, gotina vê rastiyê li alîkî ewê manewiyata tirkan xera bike û li aliyê din jî li ba kurdan ewê şiûr û cesareta netewî xurt bike, bere bere, rojek ewê were êdî kurdê ne ”qehreman” û ”bêtirs” jî ewê biwêribe weke Korkmaz vê rastiyê ji tirkan ra bibêje.
Berdevkê TEVKURD-ê Sabahatîn Korkmaz, ji ber axaftineke xwe dihat darezandin, di rûniştina dadgehê ya do da bi kurdî xwe parastiye.
Korkmaz û hin kesên weke wî, îro pêşengiya xurtbûna vê xetê dikin, ji cîlên nuh ra rê vedikin, mîratekê li pey xwe dihêlin.
Korkmaz, ji aliyê gelek parêzerên kurd ve, wek Hasan Dagtekîn, Sedat Çinar, Emîn Aktar û Sidki Zîlan ve hatiye parastin.
Bêyî Sabahatîn Korkmaz, Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, Cîgirê Serokê Hak-Parê Fehmî Demir, Serokê Şaxê Amedê yê Hak-Parê Arif Sevinç, Birêvebirên TEVKURD-ê Fuat Onen, Sait Aydogmuş, Berdevkê Platforma Dîcle û Firatê Muhitin Batmanli, Nûnerê Sendîqeya Tek Gida-İşê Cemal Dogrul û hin kesên din ji bo piştgiriyê beşdarî rûniştinê bûne.
Sabahatîn Korkmaz, di Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ya 6an da hatiye mahkimekirin.
Korkmaz, parastina xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehê kiriye û di dadgehê da jî bi kurdî peyivîye..
Korkmaz, di axaftina xwe da rexneyên pir giran li helwesta dozger girtiye, gotiye, ”li vî welatî huqûq û edalet tuneye, tiştên ku bi navê huqûqê têne kirin, ew bi xwe jî sûc in û ne êhuqûqî ne.”
Korkmaz ji dozger ra rastiyek baş şerh kiriye, gotiye:
”Min berê jî gotibû, herkes wezîfa xwe dike; wezîfa dozgêr li hemberê mafê netewa Kurd, parastina vê sîstema kolonyalîst e ku naxwaze miletê Kurd bigihîje heqê xwe. Wezîfa min jî parastina mafê miletê min, doza heqî û edaletê ye.”

Metna xweparastina Sabahatîn Korkmaz weha ye:

Mutala dozgêr tekrara daxwaznamê ye. Min çi gotiye, naveroka axaftina min bi giştî li ser çi ye, bala dozgêr nakişîne. Wî li gora xwe “qulpekî” qefaltiye û naxwaze wê qulpê berde. Ji wê bonê bi israr cezakirina min dixwaz e.

Çima ku min di beşekî axaftina xwe de, li ser sedemên girsebûna PKKê behsa romantîzma şerê çekdarî kiriye û ji şervanên PKKê re gotiye gêrîla, ne gotiye terorîst. Dozgêr van gotinên min li gora niyeta xwe şîrove û tahrîf dike. Di temamê axaftina min de rexneyên giran li PKKê jî têne girtin. Ew hevoka ku ji axaftina min hatiye girtin, tespîteke li ser sedemên girsebûna PKKê. Ez, di wê hevokê de palpiştiya girseya Kurd ya ji bo PKKê bi du sedemên psîkolojîk ve grêdidim; yek jê romantîzma şerê çekdarî, ya din jî encama êş, travma û maxdûriyetan e.

Dozgêr vêya nabîne. Ya rast naxwaze bibîne. Em dizanin ku dîtina dewletê ya fermî ewe ku hemû Kurdên muxalîf weke PKKyî û weke terorîst nîşan bide. Bi vî awayî jî dewlet dixwaze bibêje “pirsa Kurd-Kurdistan tune, pirsa terorê û terorîstan heye.” Û wexta ku mesele bibe mesela teror û terorîstan, wê demê her tişt, hemû êrîş êdî mubah dibin.

Ev siyaseta dujmunahiyê ye û dezenformasyon e. Ev doz jî prototîpa vê têgihîştinê ye. Mirov çawa hem muxalîf be, hem rexne bike û hem ji propagandayê were îthamkirin. Ji wê bonê pirsa PKKê û terorê bi tenê behane ye. Wexta ku Wezîrê Dadê Mahmût Esat Bozkûrt gotibû; “Li vî welatî bi tenê yên ji nijada tirk dikarin doza mafan bikin. Yên ku ne tirk in ji wan re bi tenê mafek heye, ew jî koleti ye. Vê heqîqetê divê dinya alem, çol û çiya weha bizanibe.” Ma wê demê PKK hebû?

Min berê jî gotibû, herkes wezîfa xwe dike; wezîfa dozgêr li hemberê mafê netewa Kurd, parastina vê sîstema kolonyalîst e ku naxwaze miletê Kurd bigihîje heqê xwe. Wezîfa min jî parastina mafê miletê min, doza heqî û edaletê ye.

Ka gora Şêx Seîd û hevalên wî, ka gora Seyîd Riza, termê Seîdê Nûrsî(kurdî) li ku derê ye? Gelo li dinyayê tiştekî weha hatiye dîtin; roja paşînê bi şev li ber roniya farê makineyan, zilamekî 80 salî bêparastin, bêtemyîz hatiye darezandin û îdamkirin? Lê hunê mesela ji gorê revandina termê Seîdê Nûrsî re çi bêjin? Xuya ye ku sûc û tawanên dewletê bala dadgehên tirk nakişîne.

Ji wê bonê, li vî welatî huqûq û edalet tune. Tiştên ku bi navê huqûqê têne kirin, ew bi xwe jî sûc in û bêhuqûqî ne. Asîmîlasyon sûc e, red û îkarî sûc e, xerakirina gundan sûc e, kuştin, girtin, îşkencekirin sûc e. Li gora dînê Mihemed jî, Îsa jî Mûsa jî û li gora wijdanê mirovatiyê jî ev 86 sal e ku sûcên dijî mirovahiyê, yên li dijî huqûqa şer, jenosîdê û hiqûqa peymanên navneteweyî têne kirin.

Eynî wekî huqûqa Hîtler, tiştên bêxwedayî, bêhuqûqî bûne qanûn. Maf û azadî, heqîqet, wijdan û pîvanên edaletê jî qedexe bûne û bûne sûc.

Heqîqet hal ew e ku îradeya damezrêner û paradîgma sîstemê ya esasî ew e ku Wezîrê Dadê Mahmût Esat Bozkurt gotiye. Tiştên din makyaj û muvaza ne ye.

Ez ji edaletê û ehlaqîbûnê pêştir tu tiştekî din naxwazim. Em dibêjin em Kurd miletek in. Zimanê me, çanda me, dîroka me, welatê me û daxwaza me ya sedan sala heye. Em jî dixwazin weke her neteweyî li welatê xwe, di nava aramiyê de û bi azadî bijîn, weke Tirka, weke Ereba, weke Rûma, weke her miletekî din xwe bi xwe îdare bikin.

Belê sîstema kolonyalîst van mafan li me qedexe û heram dike. Dibê Kurd tunin, zimanê wan, çanda wan, dîroka wan tune. Û yên ku van mafan bixwazin ez ê wan bigrim, bajom, bikujim û dinyayê bi serê wan de xera bikim. Tiştên ku heta nuha li me rewa hatine dîtin ev in.

Ji wê bonê, ev sîstem, huqûq û qanûnên wê ji bo min rewa nîn e. Ji bo ku ev sîstem dijî îrada miletê Kurd pêkhatiye. Herweha li gorî pîvanên edaleta îlahî/xwezayî û huqûqa peymanên navneteweyî maf û selahiyeta dadgeha we ku min darizîne jî tune.

Fikir û helwesta min ev e, wekî kêf î teqdîra we ye.”

Li gor Hawar Netê nivîsîye, heyeta dadgehê, ji bo ku biryarê bide, berê doz texîrî pişt nîvroyê kiriye. Di rûniştina piştî nîvro da serokê dadgehê diyar kiriye ku heyetê li ser biryara dawî li hev nekiriye û ji ber vê yekê jî doz taloqî 1-ê hezîranê kirine.

13 april 2010

Ev "hutik"* dibê ji wan ra nemîne

Nerazîbûna kurdan ya li hember êrîşa ser Ahmet Turk ya do li Samsûnê li seranserê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê pêl bi pêl berfireh dibe.
Ev ne cara pêşî ye ku nîjadperest û faşîstên tirk bi destûr û alîkariya hêzên ewlekariyê êrîşî kurdan û siyasetmedarên wan dikin.
Heta nuha gelek carên din jî mêrikan li hember kurdan êrîşên wiha pêk anîne û tim jî ji wan ra maye.
Lê ev cara pêşî ye ku kurd li hember êrîşeke tirkan bi vî rengî xwe didin ser hev û nerazîbûneke girseyî û sert nîşan didin.
Tiştê herî baş ev e, çi biçûk çi mezin dibê kurd li hember tu êrîşeke tirkan bêdeng nemînin û xwe sist nekin...
Sistî û bêdengiya kurdan ji bo êrîşên din ewê cesaretê bide hêzên nîjadperest û faşîst.
Loma jî li hember tu êrîşê dibê kurd bêdeng nemînin.
Lê bi taybetî jî protesto û nerazîbûnên kîtlewî û demokratîk gelkî mihîm in, dibê di her platformê da ev nerazîbûn were nîşan dan.
Dibê dewlet û nîjadperst bibînin ku kurd bi êrîşên wiha qeleş çavtirsiyayî nabin û dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û azadîyê bernadin.
Ya din jî di bûyerên wiha da gelkî girîng e ku hemû şexs û hêzên kurdperwer, ji kîjan fikrê û siyasetê dibin bira bibin, dibê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin hev, li hev xwedî derkevin.
Piştgiriyeke bi vî rengî ewê dijmin bide fikirandin.
Di nivîsa xwe ya do da jî min gotibû, ne mimkûn e ku ev êrîş”ferdî” be û ji alî çeqel û sûtalekî tenê ve hatibe kirin.
Îro ev yek hîn baştir zelal bûye.
Di risman da meriv dibîne ku hêzên ewlekariyê di dema êrîşê da li êrîşkar temaşe dikin, îstifa xwe jî xera nakin.
Û dema Ahmet Turk û Sirrî Sakik dipeyivin, êrîşkar weke endamekî hêzên ewlekariyê ya jî rojnamevanekî tam li pişt Ahmet turk sekinîye. Yanî çembera ”ewlekariyê” derbas kiriye û weke yekî wezîfedar li ba Ahmet Turk e.
Ev jî nîşan dide ku hêzên ewlekariyê ji çûna êrîşkar ya ba Ahmet Turk ra çavên xwe girtine, ji bo ku lêxe.
Bêguman Îsmaîl Çelîk rebenekî Xwedê ye, maşeyeke basît e, piyonekî erzan e, tenê emir bicî aniye.
Kesên emirê ”şikandina” pozê Ahmet Turk dane dixwazin bi vê êrîşa namerd him mesajekê bidin miletê kurd û him jî heger bibe, hin tevliheviyan derxin, rê li ber hin bûyerên mezintir vekin.
Siyasetmedarên kurd ji alîkî da dibê li hember prowaksyonan şiyar bin û ji aliyê din da jî dibê ev yek nebe sebebê bêdengiyê.
Şêla hukûmetê heta nuha ne xerab e, lê hîn kesên li pişt êrîşê dernexistine, dibê yên pişt perdê diyar bibin.
Welatê ku ewlekariya meriv lê tunebe meriv nikane lê bijî, miletê ku meriv weke dijmin bibîne û nexwaze bi meriv ra bijî, mriv nakina bi zor pê ra bijî.
Li tu dera Tirkiyê ewlekariya kurdan tuneye, ne ya emeleyekî kurd û ne jî ya siyasetmedarekî kurdê 70 salî heye.
Serok û siyasetmedarên kurdan dibê vê yekê êdî bibîra tirkan xin û ji wan ra bibêjin, madem hûn naxwazin bi me ra bijîn, wê demê li ber me riyeke tenê heye; ew jî veqetandin e, wekî din tu çareyeke me tuneye.
Ya me qebûl bikin û mafê me yê netewî bidin, ya jî emê veqetin…
Tercîh ya we ye…
*Hutik:hulmist, gurmist, hulmist, hulmik

12 april 2010

Êrîşeke qeleş

Êrîşa îro li Samsûnê li dijîa serokê DTP-ê yê berê Ahmet Turk pêk hat, di esasê xwe da êrîşeke li dijî miletê kurd e û bi destûr û musamaha berpirsiyarên dewletê pêk hatiye.
Heger hêzên ewlekariyê nexwestana ne mimkûn bû ku çend çeqel û sûtalên kuçan bikanîbûna cesaretî êrîşeke wiha bikirana.
Ne tenê şexs, dewlet û miletên bêedeb û bêesil jî hene.
Dewleta tirk yek ji van dewlatên rezîl e û bêheya ye, ji kultur û edeba dewleteke cidî pir û pir dûr e.
Dewleteke cidî destûrê nade êrîşeke wiha, ji bo ku êrîşeke wiha pêk neyê tedbîrên ewlekariyê digre.
Ji xwe carê rakirina dozê ji Mûşê ya Samsûnê bi xwe ne nêteke paqij e, armanceke veşartî tê heye.
Dewlet dizane ku li Samsûnê ewlekariya canê kurdan tuneye. Çima ne bajarekî Kurdistanê, çima Samsûn, nava lazan?
Herhal ji bo ku êrîşeke wiha mikûn be…
Li gel daxwaza kurdan, hêzên ewlekariyê tu tedbîr negirtibûn, bira tedbîr li wir bimîne ji bo lêdana kurdan hertişt amade kiribûn.
Heger bi qasî serê derziyê jî dewleta tirk û siyasetmedarên wan ji xwe fedî bikirana ewê rê nedana êrîşeke wiha bêheya.
Heger dewleta tirk dewleteke cidî bûya û bi cidîyeta dewleteke mezin li xwe binêriya, ewê nehîşta çend çeqel û sûtalên kuçan di nava pûlisan da bi kulman bi ser û çavên siyasetmedar û serokên miletekî kevin.
Çawa ku her bêbextî û her qeleşî ji însanên bêesil tê, dewletên xwedêgiravî dewlet jî li hember mixalifên xwe eynî bêbextîyê û çeqeliyê dikin.
Ahmet Türk, parlamenterên BDP-ê Sirri Sakik, Nûrî Yaman, Aysel Tugluk û heyeteke BDT-ê ji bo ku beşdarî doza grûbeke DTP-yî bibin îro çûn Samsunê. Piştî dadgehê, dema kurd derketin der û xwestin li wesayitên xwesiwar bibin, li ber deriyê adliyeyê du kesan êrîş bibin ser Ahmet Turk û ew ji ser çavên wî birîndar kirin.
Par di meha kanûnê(meha 12-an)da li navçeya Kop a Mûşê di dema protestokirina girtina DTP-ê da hêzên ewlekariyê milet gulebaran kiribûn û du kes kuştibûn.
Doz rakirin Dadgeha Cezayê Giran ya Samsunê. Ahmet Türk û heyeta BDP-ê ji bo şopandina dozê çûbûn Samsunê.
Bêguman bi êrîşên wiha qeleş gelê kurd ne çavtirsiyayî dibe û ne jî dev ji doza xwe berdide.
Tenê hinekî din jî qeleşî û bêbextiyên dewleta tirk nas dike, dibîne ku ev dewlet çiqasî bêexlaq û bêbext e…
Ji ber vê êrîşê ne Ahmet Turk, dibê rêvebirên dewletê û siyasetmedarên tirk, wezîrê hundur, hêzên ewlekariyê û bi taybetî jî waliyê Samsûnê ji xwe fedî bikin.
Ev êrîş ji bo dewleta tirk û hêzên ewlekariyê yên Samsûnê şerm û rûreşiyeke mezin e.
Weke her kurdî, ez jî vê êrîşa faşît û sûtalên dewleta tirk bi şîdet mahkûm û şermezar dikim.

11 april 2010

Dadgeheke tirk tembûr û erbane jî li kurdan qedexe kir

Ji alîkî da serokwezîr Erdogan di çarçeweya ”vebûna demokratîk” û ”pakêta kurd” da bi hunermendan ra civînan li dar dixe, xwedêgiravî bi wan dişêwire, bîr û raya wan dipirse, lê li alîkî din jî dadgehên wan, îcrakirina hunerê li hunermend û sinetkaran qedexe dike.
Koma şanoya ”Navenda Çanda Biharê” ya Batmanê, ji ber ku di Mîhrîcana Çand û Hûnerê û pîrozbahiyên Newrozê da, bi amûrên xwe yên muzîkê bêşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne, dadgehê 5 salan hunermendî li hemûyan qedexe kir.
Li gor biryara Dadgeha Cezayê Giran ya 4-mîn ya Amedê, 13 şanoger û muzîkjen, 5 salan ewê nikanibin bêşdarî tu çalakiyên civakî û hunêrî bibin û hunera xwe îcra bikin.
Endamê koma şanoya kurdî Abdullah Tarhan, gotiye, ”cezayê dane wan, cezayekî trajîkomîk e û ewê vê qedexeyê jî bikin mijara lîstikeke xwe û pêşkêşî gel bikin.”
Bêyî vî cezayê ”qedexeya 5 salan” ya karê hunernendiyê, 70 dozên din jî hîn berdewam in.
Kes nizane ji van dozan jî dadgehên Tirkiyê ewê cezayên çawa bidin hunermendên kurd.
Dibe ku dadgeh di dozeke din da jî temaşekirina muzîkê û tiyatroyê li wan qedexe bikin.
Ji ber ku di cezayê pêşî da huner li wan qedexe kirine, careke din jî ewê dor were temaşekirinê, dibê wê jî qedexe bikin.
Ji endamên grûbê, solîstê Koma Muzîka Grava Rojê Mahfûz Arslan jî weke Abdullah Tarahan matmayî maye û gotiye:
”Di ahangên civakî da 5 salan stranbêjî li min qedexe kirine. Hevalên min jî 5 salan ewê nikanibin amûrên xwe bikar bînin. Ev cezayekî çawa ye? Aqilê min nagre?”
Ne hewceye aqilê te bigre, ji xwe tiştê dewleta tirk aniye serê miletê kurd ne karê însanên biaqil, bi însaf û merhamet e, ew karê dînan û zaliman e.
Dewletê heta nuha axaftin û strana bi kurdî li kurdan qedexe kiribû, bi vê biryara wa ye lêdana tumbelekê, tembûr û erbanê jî lê zêde kirin.
Meriv qedexe kir, dibê xweş qedexe bike, ne ku axaftin tenê, dibê nehêlin kurd li erbaneyê jî xin...
Zulma zalimên zirzop dûrî aqilan e.
Lê ez hêvî dikim ku hinek kurd vê biryara dadgehê bike bi îngilîzî jî biweşîne, ji bo dinya jî ji vê sosiretê û zulma dûrî aqilan haydar bibe…

Û bersîva xortekî kurd
Gelek sipas ji bo bersîv û kurmanciya te.
Piştî ku tu ji Hewlêrê yî bi îhtîmaleke mezin tu soran î lê wa ye tu bi kurmancî jî baş dizanî.
Maneya xwe ew e ku tu kurdekî temam î...:)
Xortê delal, ez kurdekî ji bakurê Kurdistanê, ji wîlayeta Ruhayê me.
Ez nuha li Stockholê dimînim û 60 salî me.
Derd û kula dilê min ya sereke ew e ku weke her miletî kurd jî rojekê bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Lê ez dixwazim ev yek berî mirina min bi rast bigere, yanî di saxiya min da pêk were.
Ji bo ku ez bibim xwedî pasaporta Kurdistanê, bi pasaporta Kurdistanê carê herim li cîhanê bigerim lê bi taybetî jî herim Îranê, Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê.
Piştî van herçar dewletan jî mohra xwe li pasaporta min xistin, êdî mirin pir ne girîng e, kînga tê ser seran û ser çavan.
Ez hêvî dikim ku min hinekî xwe bi te da nasîn...
Xorto, min ji bîr kir bipirsim, ev paşnavê te çima bi tirkî ye?
Altuntop gotineke bi tirkî ye.
Paşnavên kurdên Tirkiyê bi tirkî ye, ez fêm dikim, lê yê te çawa dibe tirkî?

E-meyla Reshat Altuntop bêyî rastkirin li jêr e.
”ez kurdim xelke bajere hewlere me 24 salime hem mamoste me li dibistane zarokan hemji niha xwendevanim li uneversteye salahedin li hewlere li bese ziman u edebyate kurdi.ez kefxwesim bi naskirine te.dixazim tu ji hineke tiste ji alye xwe re binvisini mamoste delal
emanete xwede bi
Reshat Altuntop”

Dibê em bi trajediya xwe nekenin

Di facebookê da zulma li zarokekî kurd ê ku nikane bi tirkî gotina Öğretmenim bakabilirmisiniz yanî mamoste, du dikanî virda binêrî” telafuz bike, weke klîpeke pêkenîn û henekan weşandine.
Min jî çend şirove li bin klîpî nivîsî.
Li ser şiroveyeke min kurdekî bi navê Bendîwelat bi xemgînî got, mixabin nezanîna kurdî “rastiyeke” me ye.
Bêguman gelek kes hene ku nikanin minaqeşeyên facebookê taqîb bikin. Loma jî ez van şiroveyên xwe li vir diweşînim.
Birayê Bendîwelat "realîta" ye lê ne "rastiya me ye, rastiya me ne tirkbûn e, divê em vê realîteyê weke "rastiyekê" qebûl nekin.
Asîmîlasyon û nezanîna bi kurdî "realîteyeke", yanî rewşeke ku îro li Kurdistanê heye.
Lê divê em vê rewşê, vê "realîteyê" qebûl nekin, red bikin, ji bo guherandina wê bixebitin, nebêjin weleh ev "rastiyek" e û dibê em wê qebûl bikin.
Na, ez tu tiştekî tirkan û tirkî weke "rastiyekê" qebûl nakim. Hertiştê wan îcbar û sun î ye, bi darê zorê îro heye, lê ewê sibe tunebe.
Bi ya min şaşîtiya herî mezin ew e ku dema kurd bi kurdî bizabin û dîsa jî bi hev ra bi tirkî bipeyivin.
Lema jî carê tirkînivîsîna hemşeriya min Filîz xanimê çewt e, ji ber ku wa ye bi kurdî baş dizane.
Ji bo kurdekî(esas ji bo her însanî jî)kêmasiya herî mezin ne ew e ku bi tirkî ya jî bi zimanekî din yê biyanî nizane, kêmasiya herî mezin nezanîna bi zimanê diya xwe ye.
Heta ku her kurd vê "nezaniyê" ji xwe ra neke kêmsî û derd, ew ne merivekî temam e.
Yanî wekî koleyê ku koletiya xwe ji xwe ra neke derd û wek kêmasiyekê nebîne, heta jê razî be... Min heta nuha li klîpê nenêrî bû, min nuh lê temaşe kir.
Piştî temaşeyê kîn û nefreta min ya li hember dewleta tirk a kemalîst û nîjadperest hinekî din jî kûrtir û mezintir bû.
Ez hêvî dikim ku kurd ne weke henek, lê weke delîl û îspata nîjadperestiya tirkan li klîpê temaşe bikin.
Rejîma kemalîst zulm û nîjadperestiya xwe weke komedî nîşanî kurdan dide û kurd jî pê dikenin....
Bindestiya me ne komedî, tarjedî ye, dibê em bi trajediya xwe nekin
Koleyê ku bi koletiya xwe bikene merivekî pir bêxîret e.

10 april 2010

Dibê kurd li hember komîkiya saetek dersa kurdî bêdeng nemînin

Li Zanîngeha Dêrsimê, biryar hat dayin ku bi zaravayên kurmancî û zazakî dersên kurdî dest pê bike.
Li gor biryara Senatoya Zanîngehê, di bihara sala 2010-an da li zanîngehê hefteyê saetekê ewê dest bi dana dersên kurdî(kurmancî.zazakî)bikin.
Belê ne zêde, ji bo ku xwendekar kurdiya xwe pêşda bibin, kultur, edebiyat û dîroka kurdî fêr bibin, heftê saetekê ewê kurdî bixwînin.
Weleh xêra Xwedê ye...
Piştî vê "gava mezin û dîrokî" ya hukûmetê, dibê kurd êdî rabin û rûnin û ji AKP-ê ra dua bikin (!)
Di zanîngeheke Tirkiyê da hefteyê saetek dersa kurdî?
Meriv nikane ji çavên xwe bawer bike kurrro!…
Li gorî nûçeya CHA-yê, Rektorê Zanîngeha Dêrsimê Prof. Dr. Durmuş Boztug, di derbarê perwerdehiya xwendekarên beşên pêşlîsans û lîsansê yên zanîngehê da gotiye, "nêzî 600 xwendekar kurmancî û 400 xwendekar jî zazakî ewê wek dersên bijare bixwînin.
Prof. Dr. Boztug gotiye, zanîngeha wan yekane zanîngeh e ku piştgiriyê dide '”vebûna demokratîk” û herwisa yekane zanîngeh e ku dersên kurmancî û zazakî wekî dersên vebijêr dide. Prof. Dr. Boztug gotiye, him ew û him jî xwendekar, ji ber ku ewê kanibin bi zimanê xwe bixwînin ji vê rewşê gelkî kêfxweş in.
Nuha gelek kes, hefteyê saetek be jî dikane bi vê gava hukûmetê kêfxweş bibe û bibêje ev ne tiştekî hindik e…
Bêguman heger meriv bi salên 1980-î ra miqayese bike, gaveke ”pir mezin” e, lê dibê em ji bîr nekin ku kurd 20 milyon in û tiştê hatiye dayin jî heftê tenê saetek e.
Piştî 30 sal têkoşîn û xebta salan û bi dehhezaran şehîd û çar milyonan koçber, tiştê me bidest xistiye di zanîngehekê da saetek dersa kurdî ye.
Heger em ji viya ra bibêjên serkeftin û zafer, ev "zafera pîrus" e, zirar ji "kerê" pir ne zêdetir e.
Erê dibê kurd ne li dij bin, nebêjin em ”naxwazin”, lê dibê pê neyên serî û jê şêkirdar nebin.
Îro hêza ku kanibe li Kurdistanê tiştekî bike tenê BDP-ye, dibê BDP,
perwerdeya bi zimanê kurdî bike madeya yekem ya rojeva xwe û ji bo wê jî meş, mitîng û çalakiyên pir mezin li darxe.
Dibê kurd, çi li Tirkiyê û çi jî li Kurdistanê ji bo perwedeya bi zimanê kurdî ya ji estpêkê heta bi unîversîteyan bi şev roj di nava xebat û çalakiyan da bin.
Dibê dinya alem bibîne ku miletê kurd doza azadiya xwe dike, weke her miletî ew jî dixwaze bi zimanê xwe perwerde bibe û qîma xwe bi saetek dersa kurdî nayne, vê yekê weke pêkenîneke xerab dibîne…

08 april 2010

Serbestbûna zimanê kurdî dereweke AKP-ê ya bêbinake ye

Di pakêta hukûmeta AKP-ê ya guherandina Qanûna Esasî da xwedêgiravî di qanûna hilbijartinan da qedexeya li ser zimanê kurdî radibe.
Li gor îdîeya hukûmetê bi vê guhertinê, ji nuha û pêva di hilbijartinan da rê li ber propagandeya bi kurdî jî vedibe
Lê dema meriv ji nêz va li pêşniyara hukûmetê dinêre, qedexe medexe ranabe, tenê ”rutûjeke” ji bo xapandinê tê çêkrin.
Li gor qanûna berê, di propagandeyên hilbijartinan da ji bilî zimanê tirkî, bi zimanekî din propagande qedxe bû.
Piştî vê guhertinê, di hilbijartinan da siyasetmedarên kurd êdî ewê bikanibin bi kurdî jî propagandeya bikin.
Pêr bi êvarî piştî minaqeşeyên dûr û dirêj di meclîsê da pêşniyara AKP-ê ya ji bo hilbijartinan hat qebûlkirin.
CHP û MHP li dijî pêşniyara hukûmetê bûn, lê dijberiya wan têr nekir, qanûn hat qebûlkrin.
Îdîa hukûmetê ew e ku ji nuha û pêva kurdên bikanibin di dema hilbijartinan da bi kurdî propagandeyê bikin.
Lê pêşniyara hat qebûlkirin ji vê rastiyê gelkî dûr e, pêkenîn û tinazkirina bi miletê kurd e.
Ev qanûn jî nîşan dide ku nêta hukûmetê ya derbarê kurdan û zimanê kurdî da hîn bi temamî nehatiye guhertin, dev ji înkarê nehatiye berdan.
Bêyî pêşniyara hukûmetê, BDP-ê jî ji bo serbestbûna propagandeyên di weşanên radyo û telewîzyonan da pêşniyarek da meclîsê, lê pêşniyara BDP-ê ji bal mixalefet û hukûmetê va hat redkirin.
Di vê nuxteyê da herdu serî jî li hember kurdan bûn yek.
Di pêşniyara AKP-ê da qedexe, ji bo demeke pir kin û ew jî tenê di warê axaftinê da ji ser kurdî radibe, lê qedexeya di radyo û telewîzyonan da berdewam e.
Yanî siyasetmedarekî kurd ewê nikanibe di radyo û telewîzyonekê da bi kurdî propagandeya xwe û partiya xwe bike.
Çimkî kurdî yasax e, dibê bi tirkî bipeyive.
Kurdî tenê bi milet ra, di miting û civînekê da dikane bipeyive û ew jî di wext û saeteke muayen da.
Pêşniyara BDP-ê, ji bo rakirina vê qedexeyê bû, lê AKP-ê û mixalefetê qebûl nekirin.
Ji ber ku mixalefet jî û hukûmet jî naxwazin kurdî serbest bibe, kurd bi serbestî zimanê xwe bipeyivin.
Di vê nuxteyê da di nabêna hukûmet û mixalfetê da tu nakokî tuneye.
Hemû partiyên tirkan, dema ji bo wan tenê be, azadiya fikrî diparêzin.
Lê dema dor tê kurdan dibêjin, nabe…
Heger di hilbijartina da bi rastî jî ewê propagendeya bi kurdî jî serbest be wê demê divê her babetê propagandeyê serbesr be, yanî him nivîskî û him jî devkî serbest be.
Ne xwe xapandin û derew e.
Wek min li jor jî got, di pêşniyara hukûmetê da qedexe tenê ji ser propagandeya devkî radibe û ew jî tenê di dema hilbijartinan da.
Yanî ji bo 10 rojên berî hilbijartinan qedexe ji ser axaftin û propagandeya bi kurdî radibe.
Di hilbijartinan da ne tenê radyo û telewîzyon li kurdan qedexeye, pankart, bandrolên bi kurdî, bikaranîna CD, DVD û tiştên weke wan jî ji bo kurdan qedexeye.
Û navê viya jî, “di hilbijartina da serbestbûna zimanê kurdî ye.”
Çi serbestî, çi serbestî...
Meriv neke û nexwe û xwe bi qurbana vê serbestî û azadiyê ke(!)
Heger hekûmet derewan nake û bi rastî jî dixwaze qedexeya li ser zimanê kurdî rake, wê demê dibê zimanê kurdî jî bi qasî tirkî serbest û azad be, weke tirkî, kurdî jî li her derê û di her platformê da dibê were bikaranîn.
Siyasetmedarên kurd bêyî vê azadiya zimanê kurdî dibê tu tiştekî din qebûl nekin...

07 april 2010

Aqûbeta Qirgizîstanê li serê tirkan be...

Li Qirgizîstanê mixalefetê bi biryardariyeke pir mezin serî hilda û desthilat/îqtîdar girt destê xwe.
Vê sibehê li ser banga mixalefetê, li paytexta Qirgizîstanê bi hezaran însan daketin kuçe û kolanên Bîşkekê û buhayî, zem û bêrêtiyên hukûmetê protesto kirin.
Hêzên ewlekariyê tavilê midaxeleyî çalakvanan kir û şer derket, di şer û pevçûnan da li dora 80-ê kesî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li ser vê, çalakvan weke mozan azirîn, rabûn pêdarê û êrîş birin ser hêzên ewlekariyê û hin avahiyên dewletê.
Di van şer û çalakiyan da wezîrê karê navxweyî Moldomoessa Kongantijev ji alî gel ve hate lînc kirin.
Li gor ajansa AP-ê, qesra serokkomar û parlamento ketiye destê meşvanên mixalefetê. Û hin çavkanî dibêjin ku serokkomar Kurmanbeg Bakiyev û çend kesên din bi balafirekê welat terkkirine.
Lê nayê zanîn ku serokkomar çûye kîjan welatî.
Li gor beyana yek ji serokê serîhildanê Temir Sarijev, serokwezîr Danijar Usenov îstifa kiriye û her tişt di bin kontrola mixalefetê da ye.
Esas ne li Qirgizîstanê tenê, li her dera dinyayê, ji Afrîkayê bigre, heta bi Emerîka Latînî û Asyayê, li gelek welatan milet li hember zilmê û zordariyê serî hildide û tac û kursiyên zaliman, dîktatoran tarûmar dikin.
Heta bigihîje Çînê jî însan diwêrin derkevin kolanan û desthilatdaran protesto bikin.
Di van 50-60 salên dawî da li gelek welatan gelan serî hilda, sîstem hilweşandin, rejîm guhertin, dîkatator wergerandin, şoreş çêkirin.
Liberxwedan û serîhildana gelan dûzana ”sosyalîst” hilweşand, bi dehan welatên nu hava bûn.
Lê tenê li Tirkiyê, miletê tirk Xwedê ya xerab bi serê wan da aniye, axa miriyan bi ser miletê tirk da reşiyaye, newêre li hember dewleta kûr serî hilde û vê sîstema kemalîst ya dîktator hilweşîne.
Di nava van çend mehên dawî da bi sedan sûc û cirmên pir giran yên leşker û genaralan eşkere bûn, îspat bû ku bi hezaran kurd kuştine û dane kuştin, ji MÎT, pûlis û artêşê bi dehan merivên xwe kuştine, biryara kuştina serokkomar û serokwezîr dane, çendîn car biryara darbeyên leşkerî dane…
Û hemû jî bi delîl û êspat in.
Lê hîn jî kes nikane wan mahkime bike, dozgerê biryra sûcdaran dide, tavilê ji kar tên dûrxistin û girtina 25 zabit û generalên sûcdar tê rawestandin.
Ev komedî li ber çavê her kesî dibe, hukûmet û edalet bi leşkeran ra rûdinin û di netîceyê da daxwazên leşkeran qebûl dikin.
Milet nabêje ev çi ye, serî hilnade…
Birçîbûn, buhayî, bêkarî, sûîstîmal, zulm, bêkarî çi hebe jî ji milet ra freqnake; miletê tirk dîssa ji dewlet û artêşa xwe hez dike, li hember ranabe.
Qirgiz, li hember zalim û dîktatoran serî hil didin, tirk jî weke hertim serî ditewînin.
”Miletê leşker” wiha ye, dibê tim rîayetî emir bike, tu carî bêemriya mezin û qumandarê xwe neke.
Ez meraq dikim, gelo tirkê kînga serî hildin?

Îsraîl û Tirkiye dîsa rabûn hev

Piştî gotinên Erdogan yên li dijî Îsraîlê ya di şeva vekirina kanala ”TRT El Arabiye” da,
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman, helwesteke pir tund li dijî Tirkiyê nîşan daye û gotiye:
”Ji dlê ku Erdogan şîretan li me bike, bira gelşa kurd çareser bike.”
Dinya wiha ye, heta ku serê derziyê negihîştibû wan, dengê xwe nedikirin, ji Erdogan ra nedigotin ”mesela kurd çareser bike…”
Lê piştî ku Erdogan şûrê filistîniyan kişand û berê tîrên xwe da Îsraîl, hîn nuh kurd bi bîra wan ketin…
Ma çima we heta nuha mesela kurd bibîra Erdogan û tirkan nedixist?
Yanî ev gotinên Lieberman, bi şêla tirkan ve girêdayî ye, roja ku Erdogan û hukûmeta wî zêde şûrê filistîniyan nekşînin, ewê jî dengê xwe bibirin.
Avigdor Lieberman, ji bo ku Erdogan di rexneyên xwe da zêde bi pêşda neçe çenfd ”şîretên” dostane li wî û hevalên wî kiriye, gotiye:
”Erdogan bi vê şêla xwe peywendiyên di nabêna me û xwe da xera dike û zirarê dide karên di van çend salê dawî da pêk hatî. Wisa xuyaye ku Erdogan hêdî hêdî dibe wek Qeddafî û Hugo Chavez.”
Kurd dibêjin, ”tas ha çingiya, ha şikiya”, lê ez bawer ankim ku di siyasetê da jî wiha be. Erê Îsraîl û tirk îro hinekî ji hev sar bûne, lê ev ne xeydeke ebedî ye, piştî îmzekirina ”peymaneke” leşkerî Îsraîlê dîsa têkiliyan bîne qeysa berê.

06 april 2010

Îşev jî şeva min ji futbolê ra ye

Xwendevanên hêja, ez bawer dikim ji we gelek kes dizanin ku ez ji futbolê hez dikim.
Îşev du maçên girîng hene.
Maça pêşî ya Inter û CSKA Moskva bû min temaşe kir.
Nuha jî maça Arsenal û Barcelona ye.
Li qusûra min nenêrin dibê bi dilekî rehet ez li vê maçê temaşe bikim.
Loma jî ez bawer ankim ku piştî maçê bikanibim tiştekî binivîim.
Hela nuha hewqas bes e, min got ez haya we pêxim, ji bo ku hûn bizanibin ez çi dikim.
De nuha bimînin di xweşiyê da.
Arsenal pelixî, Barcelona nuha 3-1 li pêş e, Messî muhteşem e, şoveke mezin dike.

05 april 2010

"Cejneke" din jî li kurdan zêde dibe

Heta nuha 3 cejnên kurdan hebûn.
Ji vanan duduyên wan dînî ne(Cejna Qurbanê û Cejna Remezanê)û yek jî Newroz e, ya netewî ye.
Lê wisa xuyaye ku ji nuha û pêva ewê ”cejneke” din jî, ”Cejna 4-ê Nîsanê”, roja jidayikbûna/rojbûna Evdila Ocalan jî li van cejnan zêde bibe.
Ji nuha da ”Cejna 4-ê Nîsanê”, roja jidayikbûna ”Serok û Rêberê gelê kurd” birêz Evdila Ocalan li gelê kurdan pîroz be!
Gelek kes dikane tinazê xwe bi vê tespît û pêşbîniya min bike, bibêje tiştekî wiha ne mimkûn e.
Lê bi baweriya min mimkûn e û ev çend sal in ku dest pêkiriye jî.
Êrê hîn nuha ji bal hemû kurdan ve nayê "pêrozkirin", lê piştî çend salên din di nava milet da(bi kêmanî di nava kesên ku îro hevalbendên PKK-ê ne û ew jî çend milyon in)ewê çî bigre.
Ma ji xwe hemû cejnan jî wiha dest pê nekirine, berê ji alî çend kesan va, dûra hêdî hêdî zêde bûne û di netîceyê da bûne malê milet.
Bi qasî ku min taqîb kir, di pîrozkirina îsal ya rojbûna Ocalan da li gor salên din, îsal milet hîn bi hazirî û organîzetir bû.
Em çi navî lêdikin lêkin, çi dibêjin bibêjin, lê di 4-ê nîsanê da ji gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê yên cûr be cûr bi dehhezaran însan ji bo ku biçin mala Evdila Ocalan ”tewaf” bikin berên xwe dan gundê ”Amara”yê û bi lez û bezeke dûrî aqilan xar dan ser gund û xaniyê ku Ocalan tê da mezin bûye.
Li gor çapemnî dinivîse, hêzên ewlekariyê rê nedane ku hemû girse here têkeve nava gund, destûr tenê dane li gora 500 kesî.
Û ev 500 kes jî nûnerên bajaran, her gurûbek li ser navê bajarekî çûye, yanî her bajarekî ji bo ”tewafê” heyeta xwe şandiye ber ”ziyaretê.”
Bi sedan kesên ku xwe gîhandine mala Ocalan, berê bi rismên Ocalan yên ku malbata wî danîbûne hewşê şa bûne, maç kirine.
Hinekan jî li ber dara ku li gor rîwayetê Ocalan di bin siya wê da carnnan kitêb xwendiye, risim kişandine.
Lê ne ev tenê, piştî tewafê kes destvala venegeriyaye, hin kesan li ber dara ku Ocalan di bin siya wê da kitêb xwendiye risim kişandine.
Û piştî wê jî hin kes bi darê da hilperikîne, pel jê rûçikandine û ji hewşê jî(ji ber ku Ocalan pê li wê axê kiriye)mistek ax, weke "tiberk" bi xwe ra birine.
Yanî tam wek milet diçe ser ziyaretekê, piştî tewafê, hin ax û kevir jî weke tiberk bi xwe ra dibin. Li vir jî milet eynî eynî tist kiriye...
Û ji xwe li Kuridistanê gelek gorr û qubên ku îro bûne ziyaret jî destpêk eynî wiha bûye, dûra bûna ziyaretên bi nav dûng.
Mebûsê BDP-ê yê Batmanê Bengî Yildiz, li ber mala Ocalan xîtabî gel kiriye û gotiye:
Îro ji bo we rojeke gelkî girîng e. Di vê riyê da we gelek zahmetî kişand. We hevalên xwe wenda kirin. Dema destûrê bidin di meşê da qet gelş dernakeve. Sala bê bi dehhezaran kesên ku ewê ji Kurdistanê, ji Tirkiyê, û ji Ewrûpayê werin ewê 4-ê Nîsanê dîsa weke cejnekê pîroz bikin.”
Weke tê dîtin, salê tê ewê dîsa pîroz bikin û qet guman tuneye ku ewê ji îsal qelabalixtir be.
Bi dîtina min ji bo ku milet ji bo mistek ax bi nenûkan bi erdê nekeve û nekole, dibê ev îş hîn baştir modernîze bibe û were organîzekirin.
Mesela, ya dibê çend qamyon axa ku wî pê lêkiriye berê li hewşê were rijandin, ji bo ku milet bi hêsanî ji xwe ra bigre, ya jî dibê axê û pelên darê têxin kîsikan û bifroşin milet û bi wî pereyî jî "ziyaretgehê" mezintir û moderntir bikin.
Eynen weke Erebîstana Suûdî, ma çima ew jî ji bo ricimandina ”Îblîs” keviran nafroşin heciyan…
Dibê heval û malbata Ocalan jî ji nuha da li ser vê meselê bifikirin û vê ziyaretê bêtir birêkûpêktir bikin.
Milet nuha li çolê, di çandiran da radikve, wiha nabe.
Cî tuneye, daşir tuneye, otêl tuneye, aşxane tuneye, tuneye û tuneye.
Dibê otêl, dikan, aşxane, mizgeft û gelek tiştên ji bo ziyartgeheke mezin pêwîst e hebin, werin çêkirin.
Ev tiştê ez dibêjim ne henek û fantazî ye, ez wisa bawer dikim ku di pêşerojê da ev texmîna min ewê birast bigere.
Mala Ocalan ya li gundê Amarayê ewê bibe ziyaret û 4-ê Nîsanê yanî rojbûna Ocalan jî ewê bibe rojeke "netewî..."
Dibê ji nuha da "kurd" vê rastiyê bibînin û dest bi haziriyan bikin….

Gotinên vala...

Serokê Giştî yê Partiya Tirkiyê û cîgirê serokwezîr Erdogan yê kevn Abdullatîf Şener îro li Diyarbekrê bi hêviya ku ew jî çend kurdan bixapîne, ji ber operasyonên dersînor hukûmeta AKP-ê rexne kiriye û dûra jî ji bo dilxweşkirina kurdan gotineke pir girover û xapînok kiriye, gotiye:
”Ez difikirim ku hemû Tirkiye Kurdistan e û Diyarbekir jî Turkîstan e. Di vê çarçeweyê da hewcedariya me bi yekîtî û hevkariya bi hev ra heye.”
Hela hûn bala xwe bidinê, merivekî çi zindîq e, çi çavê diya xwe ye…
Nuha maneya vê gotinê çi ye, xwestiye çi bibêje?
Yekî nizanibe, ji ber ku navê ”Kurdistanê derbas dibe, ewê bibêje weleh waye Kurdistanê qebûl dike.
Lê ne wisa ye.
Mêrik Kurdistana em dixwazin, wê cografyayê qebûl nake, dibêje, ”hemû Kurdistan, hata bi Diyarbekir jî Turkîstan e.”
Yanî bi gotineke din, ji me kurean ra gotiye,”Kurdistan” tuneye û ”paytexta” hûn difirkirin yanî Diyarbekir jî ”Turkîstan” e.
Û mesela ”Hemû Tirkiye jî Kurdistan e gotineke vala ye, hokabaziyeke siyasî û ji bo xapandinê ye.
”Hemû Tirkiye” çawa Kurdistan e û ev yek tê çi maneyê?
Maneya vê gotinê ew e ku kurd hemwelatiyê Tirkiyê ne û loma jî dikanin koçî herderê bikin û weke mahcir li herdera Tirkiyê bicî bibin û bijîn.
Ew vê destûrê didin me kurdan.
Ê ji xwe hemû serok û siyasetmedarên tirk jî ji bo ku hebûna Kurdistanê qebûl nekin heman tiştî dibêjin.
Ew jî dibêjin Kurdistan tuneye, kurd hemwealtiyên Tirkiyê ne û loma jî herdera Tirkiyeyê welatê kurda ye jî, dilê wan ku derê bixwaze dikanin li wir bijîn.
Şener jî heman tişt gotiye, wî jî ji kuredan ra gotiye, qala Kurdistanê nekin, welatê hûn jê ra dibêjin Kurdistan, Trrkîstan e û dibê em vê rastiyê qebûl bikin û yekîtî û hevkariya xwe jî li gor wê dîtinê xurt bikinn.
Şener, bi rengekî sergirtî AKP û MHP rexne kiriye, fena ku bi salan ne merivê Erbakan û Erdogan yê yekem ya jî duyem bûye gotiye:
”Hinek derdikevin li derî sînoran rê nîşan didin, dibêjin ya hez bike ya terk bike. Bi dîtina me nêzikbûnên bi vî rengî zirarê dide herkesî.”
Baş e madem bi dîtina we, dîtinên bi vî rengî zirarê didin herkesî, çima te berê, dema ku tu berdevkê Erbekan û cîgirê Erdogan bû, dema ku tu mebûs û wezîr bûyî çima tu li dijî van dîtinan dernekt û te raya xwe negot?
Em kurd baş dizanin Erdogan, Bahçelî û Baykal çi difikirin.
Tu dîtin pêşniyara xwe bibêje, ji bo kurdan tu çi dixwazî û difikirî?
Di programa partiya te da ji bo çareseriya mesela kurd çi heye?
Şener, Erdogan û Bahçelî rexne dike lê fikrê xwe nabêje, nabêje ji bo çareseriya mesela kurd ew çi difikire û di programa partiya wî da çareseriyeke çawa heye?
Ez bawer nakim ku di programê da navê kurd jî derbas bibe...
Tenê dibêje dîtina, ”ya hez bike ya terk bike” şaş e.
Baş e, dîtina te ya derbarê çareseriya mesela kurd da çi ye, tu çi dibêjî?
Rexnekirina Erdogan û Bahçelî dîtin û siyaseta te diyar nake.
Tu ji mer ra qala proje û siyaseta xwe bike...
Careke din, dibê kurd tenê li rexneyên Şener yên serokên din guhdarî nekin, dîtin û pêşniyarên wî yên derbarê mesela kurd da jê bipirsin...

04 april 2010

Li ser şiroveyeke tirkî

Di nabêna du xwendevanên min da, li ser nivîsa min ya bisernivîsa ”Min ji "facebookê" hez nekir” şerekî mezin derketiye.
Haya min ji şer tunebû, ez nuh pê hesiyam.
Xwendevanekî bi naznafê ”Jupîter” bi zimanê tirkî bi du sê rêzan nivîs şirove kiriye.
Xwarziyê min Pîran Tîr jî ji şiroveya tirkî gelkî aciz bûye û bi rengekî emirwaqî ji min ra gotiye, ”heger tu vê şiroveya tirkî ji bloga xwe navêjî ezê biryara te qebûl bikim lê cardin jî nekevim Hindik-Rindik.”
Û dûra jî bi tinaz gotiye, ”aha demokrasî jî ev e weleh.”!
Ê weleh ku demokrasî ev be Pîran Tîrê delal, hema bira ev demokrasî têkve binê erdê û ez bi xwe jî jo kok da li dijî vê demokrasiyême.
Ev "demokrasiya" te dişibe ya tirkan, ya tu yê bibî tirk ya jî mafê te yê jiyanê tuneye...
Malnekt, ma wiha dibe?
Te gotiye ku dema ez şiroveyê dernexim tu yê ”biryara min qebûl bikî”(!), lê tu yê hew têkevî Hindik-Rindik, yanî tu yê hew silavê bidî min…
Ê wê demê qebûlkirin li ku ma, hal li kuma?
”Fermana” te pir vekirîye, dibê ez bi ya te bikim û dema nekim jî tu yê ji min bixeyidî…
Pîran Tîrê hêja, rohniya herdu çavên xalê xwe, berî her tiştî ev şiklê pêşniyara te ne xweş e û tu carî nayê qebûlkirin û di jiyana xwe da jî min tu carî ”emrên” wiha qebûl nekiriye û nakim jî.
Bawer bike, hema blog were girtin jî ez qebûl nakim.
Şaşî û rastiya hîştina şiroveyeke tirkî meriv dikane minaqeşe bike, ev tiştekî din e, lê ne bi gotina vî şiklî...
Bi vê minasebetê û ji ber ku hinekî jî wezna wê hatiye, ez dixwazim qala serpêhatiyeke xwe jî bikim.
Di dawiya salên 1970-î da li welêt li Wêranşarê ez nuh ketibûm dahîreya tapuyê, hîn 3 mehên min neqediyabûn.
Yanî mamûrtiya min hîn nehatibû qebûlkirin.
Di wê nabênê da zarokê me yê pêşî ji me ra çêbû, min navê wî danî Azad.
Lê dahîreya nufûsê qeyd nekir, got ev nav yasax e.
Min jî israr kir, got ez bê vî navî, navekî din li lawê xwe nakim.
Li ser vê, mudûrê nufûsê haya qeymeqam gîhandê, mesele jê ra got.
Qaymeqam ban min kir, piştî çend gotinên gurover hat ser meselê. Got, navê Azad yasax e û ne mimkûn e nufûs tescîl bike.
Ya baş ew e ku ez serê xwe nekim belayê û navekî din lêkim.
Heta xwest ku ez navê tirkî ”Ozgur” ji dêlî ”Azad” ve lêkim, ji ber ku ew jî tê eynî maneyê.
Min min got na, ez bêyî Azad, tu navekî din li lawê xwe nakim.
Di dawiyaê da qaymeqam beg xwe gelkî aciz kir, got tu mamûrekî min ê gelkî baş bû, min nedixwest tu karê xwe wenda bikî, çimkî 3 mehên te hîn neqediyan e, lê ez mecbûr im ku qanûnan bicî bînim û di netîceya wê da tu yê karê xwe wenda bikî.
Min got, tu serbest î û ez ji odê derketim.
Û bi rastî jî qaymeqam ez dam mahkimê.
Lê di mahkimê da min doz qezenc kir û navê lawê me ma Azad.
Yanî weke min li jor jî got, li ser şiroveyên tirkî meriv dikane sohbet û minaqeşe bike, dîtinên xwe bibêje, lê ne bi vî rengê ”emirwaqî”, ya ez ya ew…
Ne mimkûn e ku ez daxwazeke wiha qebûl bikim.
Ya din jî bi sedhezaran û belkî jî bi milyonan kurd hene ku hinek ji wan ji binda bi kurdî nizanin û hinek jî dizanin bipeyivin lê nizanin binivîsin.
Ev kurd ne ”neyarên” me ne, dibê bi zimanekî maqûl wan rexne bikin, lê bi çavên ”neyaran” li wan nenêrin, wan totî himêza dijmin nekin.
Ji armanca vî quncikê min yek jî ew e ku kurdekî kurdînezan fêrî kurdî bike, bi qasî serê derziyê be jî jê ra bibe alîkar, kurdî pê bide hezkirin.
Heger kurdek îro dikane nivîseke kurdî bixwîne lê nikane bi kurdî binivîsîne dibê em xwe aciz nekin, belovacî wê, dibê em kêfxweş bibin.
Îro dikane bixwîne, sibe jî ewê fêrî nivîsînê bibe, ev îş hêdî hêdî, bi bîna fireh, bi alîkarî û israra di kurdî da dibe.

Xeyd li zirara me û li kara dewletê ye, dewlet jî dixwaze em hemû kurdên kurdînezan ji wan ra bihêlin...
Tiştekî wiha ji bo kurdan malkambaxiyeke mezin e...
Dewleta tirk bi siyasetê û bi bîneke fireh bi milyonan kurd û xerîbên din asîmîle kirin û kirin tirk, dibê em kurd jî ji vê siyaseta dewletê dersekê bigrin.
Hey em nikanin tirkan û miletên din bikin kurd, lê dibê em bixebitin ku kurdan li kurdayetiya wan vegerînin.
Lê ev jî bi xeydê, bi qutkirina têkiliyan nabe.
Dibê em bi van kurdan ra bibin alîkar, wan li ziman û neteweya wan paşda vegerînin.
Heger ne wiha be, wê demê em qebûl dikin ku hemû kurdên asîmîlebûyî bûne tirk û dibê em dev ji wan berdin.
Dîtin û siyaseteke wiha ji binde şaş e.
Dibê em bi çavên dijmin li kurdên kurdînezan nenêrin, ji dêlî wê, wan fêrî kurdî bikin, ji bo fêrbûnê bi wan ra bibin alîkar.
Ev yek wezîfeya her kurdekî walatparêz e…