04 mars 2010

Şeveke xembar

Îro piştî kar dema min berê xwe damalê, li gel ku sar û serma di bin sifirê ra 7-8 derece bû û bayekî sar dihat jî, lê dîsa min qet ne sar bû, kêfa min li cî, beden û dilê min germ bû.
Wendabûna ”solan”, derd û belayên dinyayê min hemû ji bîr kiribû, dabûn alieykî û ez tenê li tiştên baş û ”ger” û seyrana xwe ya sibe difikirîm.
Ez û xanim emê sibe herin li fîlmekî komedî(Bavo) temaşe bikin, Rojen do bi şev ji me ra cî veqatand.
Dibêjin ”bizana kol elemî daniyan”, xanima min jî elimiye sînemayê, ji çend heftan carê neçe sînemayê sebra wê nayê.
Yanî sibe emê dîsa şevekê ji felekê bidizin…
Bi van fikaran ez ketim hundur malê.
Min hew dîdt ku bavo çi bibînim, xanimê bênderek lehane, bacan, firingî û îsot komî ser masa mitbaxê kiriye.
Ez qet ne li hêviya tiştekî wiha bûm, min got, ma xanim, ev çi ye?
Got ezê şîvê çêkim.
Herçiqas min got ne hewceye, xwarina me berê heye, pere nekir, got dinya jî xera bibe dibê ez îşev bacanê dagirtî û lehaneyê pêçayî bixwum.
Ji mecbûrî min jî rabû zend û bendên xwe vemalt û dest bi hûrkirina pîvaz û sebzeyên din kir.
Ji ber ku ez dizanim, dema ez alî nekim, erê tiştekî nabêje, lê dûra ewê 3-4 rojan xwe bi pirnixîne, "dijminatiya" bi min ra bajo.
Loma jî ez tim bêyî gotin xwe tevî kar dikim.
Axir me bi saxî û selametî, bêyî şer û teşxele şîva xwe qedand û dûra jî bi efiyet xwar.
Piştî şîvê, berî ku xeberên swêdî Rapport(19.30)dest pê bike, min kompîtora xwe vekir û bi lez hinekî bala xwe da deng û basên kurdan.
Xebera sereke li ser operesyona pûlisên belçîkî ya li hemberî PKK-ê, komele û dezgehên kurdan bû.
Berê jî li ciyê kar min xebera li ser operasyonê xwendibû, lê nûçe nuha bi teferûattir bûn.
Li gor xeberê, li Belçîkayê 300 pûlisên federal li 5 bajaran KNK û Roj TV jî di nav da, li dijî 25 cihan operasyonên di eynî wextê da kiribû û di operasyonan da 20 kes jî girtibûn bin çavan.
Min di maplera ANF-ê da careke din çavên xwe li xeberan gerand û dûra jî derbasî malperên tirkan bûm.
Gelo wan di heqê bûyerê da çi digot?
Manşeta çapemeniya tirk, ”Roj TV hat girtin” bû…
Weke hertim, îcar jî tu nemabû ku ne destên xwe tenê, ji kêfa ”qûna” xwe jî hine bikin.
Kêf kêfa wan bû, wezîrê derve Ahmet Davutoglu û serokwezîr Erdogan ji ber vê operasyonê ji hukûmeta Belçîkayê ra gelek sipas dikirin, Davutoglu digot, "ji ber ku hukûmeta Belçîkayê ev wezîfeya xwe bicî aniye em gelkî bextewar in.”
Û gelek fort û gotinên çort yên din li dûhev rêz dikirin…
Kêf mêf bi min ra nema, bîna min deng bû…
Ez fêm nakim ev pûlisê Belçîkayê doza çi li van kurdan dike, ji bo çi gav û saetê davêje ser mal û dezgehên wan û wan terorîze dike…
Bêguman ji sebeban yek, bêkesî û bêpiştiya kurdan e.
Pezê bêşivan gur vêdikeve, miletê bêxwedî û bêpişt tê pelçiqandin…
Sebebekî din jî helbet zixt û zora dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ye, wan jî çirra û findên xwe pêxistine û bi şev û roj wer li dû Roj TV-ê û KNK-ê ne.
Hemû kul û derdê hukûmeta AKP-ê ew e ku Roj TV-ê bide girtin. Roj TV, bûye qilçixê çavê wan, dikin nakin, nikanin vî qilçixî ji çavên xwe derxin…
Lê dema meriv îthamên dozger dixwîne,(heger îdîa arst bin) meriv dibîne ku yên me jî hewqasî ne ”bêguneh” in, ji bo operasyoneke wiha wan jî têra xwe kêmaqilî, ”bêqanûnî” û ”sûc” kirine...
Ev ne cara pêşî ye ku li Ewrûpayê bi milyonan dolar û ewroyê kurdên feqîr tê çarçûr kirin.
Heyf e, guneh e, piştî hewqas ketin û rabûn dibê meriv fêr bibe, tecrûbeyê bigre, şaşiyan dubara neke.
Telewîzyon, dibê bi rastî jî telewîzyon be û weke telewîzyonekê bixebite, xwe tu carî tevî tişt û karên bêqanûnî û nelirê neke.
Komele, dibê bi rastî jî komel be û wek komelê bixebite…
Ya din min baş fêm nekir ev AKP-ya ku xwedêgiravî qala çareseriya mesela kurd dike, çima hewqasî bi israr dixwaze ROJ TV-ê bide girtin?
Kesê ji dil li dû çareseriyeke aştîyane be vê dijminatiyê bi hêzeke hewqas mezin ra nake, dibê bi hawakî wan jî îqna bike.
Lê AKP, eksê vê dike, hêza ku dibê pê ra "dostaniyê" bike, bi dijminatiyeke mezin diçe ser.
Ev yek jî meriv ji hesab û planên AKP-ê dike şikê, ditirsîne.
Min bala xwe dayê ku xeberên înternetê bîna min teng dike, loma jî min data xwe girt û min çû xwe da ber telewîzyonê.
Piştî xeberên swêdî min kanala Kurd 1-ê vekir, programa Kevî hebû, Rûken Bagdû Keskîn dipeyivî.
Hefta borî jî min bi zewq û kêfxweşiyeke pir mezin li programa wê temaşe kiribû. Di wê programê da jî li Stenbolê li ser hal û jiyana erebecîyên xwarinfiroş û birincfiroş radiwestiye.
Programê ez hejandibûm.
Min nizanîbû Rûken xanimeke hewqasî jêhatî, hewqasî edîb û hewqasî şair e. Cara pêşî bû ku min dît kurdek halê kurdan hewqasî bi hosteyî, hewqasî ji dil û hewqasî xweş bîne zimên.
Îşev bi tesadufî cara duyem bû ku min lê guhdarî dikir.
Programa îşev jî(Kevî) dîsa li Stenbolê lê îcar li ser jiyana jinên ”xizmetkar” yanî jinên ku ji xelkê ra paqjiyê dikin bû.
Rûken, di vê programê da jî muhteşem û serkeftî bû, çawa ku kulçeya zêr di destê hosteyê zîvkir da dibe xişrên rengorengo, di devê Rûkenê da jî gotin geh dibûn helbesteke Şêrko Bêkes û dilê meriv radikir pêdarê û geh jî dibûn straneke Eyşe Şanê, hinav li meriv diheland, giriyê meriv dianî…
Xwedêgiravî min xwe dabû ber telewîzyonê ji bo ku bîstekê bîna xwe fireh bikim, lê Rûken xanimê bi wan şiroveyên xwe yên fîlozofîk û bi gotinên xwe yên ji risasê girantir û ji êgir jî bi tîntir kezeb li min anî xwarê, xemgîniya min heft qatî zêdetir kir.
Bi hosteyî û xweşikiyeke pir mezin nîşanî min da ku kurdên di nava tirkan da di çi halekî xerab da ne...
Kela dilê min rabû, hestên min tevlihev bûn.
Û di netîceye van hestên tevlihev da ev rêzên jorîn yên tevlihev xuliqîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE