05 mars 2010

Rojên dîrokî...

Di dîrokê da hin roj hene nabe ku meriv wan bibîr neyne ya jî wê rojê qala tiştekî din bike.
Îro û sibe rojeke ji wan rojan e.
Îro di dîroka kurdan da ji rojan rojeke serihildanê ye, roja "Raperîn" û têkbirina nêrî dîktatoriya saddam e.
Û di 6-ê adara 1975-an da jî gelê kurd rûbirûyî îxaneta "Peymana Cezaîrê" bû.
Lê esas seranserê meha adarê di dîroka kurdan da ciyekî pir girîng digre, ji bo kurdan meheke mişt şîn û şahiyê ye. Di vê mehê da kurdan him serîhildan û him jî qetlîama Helepçeyê(16 adar)dîtine.
Di 1-ê adara 1979-an da serokê nemir û gorbuhuşt Mela Mistefa Barzanî li Emerîkayê xatir ji gelê xwe xwest û çû ser dilovaniya xwe.
Di pêncê adara 1991-ê, di rojeke wek roja îro da li başûrê Kurdistanê kurdan li hember rejîma Saddam ya xwînxwar li Ranyayê serîhilda û li seranserê Kurdistanê raperîneke mezin destpêkir.
Serîhildanê heta dawiya adarê dom kir, Kerkûk jî di nav da hemû bajarên Kurdustanê ji bin îşxala rejîma Baas hatin rizgarkirin û ketin bin destê hêzên pêşmerge û kurdan.
Loma jî kurdên başûr roja 5-ê adarê hersal weke roja “Raperîna Mezin” pîroz dikin.
Lê îsal bibîranîna 5-ê adarê rastî hilbijartinên Îraqê tê.
Yanî di demeke pir girîng û dîrokî da tê pîrozkirin.
Wek tê zanîn di 7-ê adarê da yanî 2 rojên din li Îraqê hilbijartinên giştî heye. Loma jî ev roj ji bo hemû kurdan bêtir manîdar bûye.
Ji ber ku hilbijartinên 7-ê adarê ne ji bo kurdên başûr tenê, tesîr û rola wê li ser qeder û pêşeroja hemû kurdan heye.
Lê 6-ê adarê jî di dîroka tevgera kurd ya netewî da rojeke pir qebîh û pir bêyom e. Çimkî di 6-ê adara 1975-an da li hember Tevgera Netewî ya Kurdistana Başûr, di nabêna Şahê Îranê û Saddam Husên da li Cezaîrê “Peymana Cezaîrê” hat îmzekirin.
Şahê Îranê Riza Pehlewî û Saddam Husên bi alîkariya emerîka û Tirkiyê û li Cezaîrê hatin ba hev û li dijî tevgera kurd ya netewî bi navê “Peymana Cezaîrê” peymaneke îmzekirin.
Bi vê peymanê, Îranê dev ji piştgiriya kurdên başûr û Îraqê jî dev ji piştgiriya kurdên Îranê berda.
Li hember vê bêbextiya Şahê Îranê ya bi kurdan ra, Îraqê ji Şetul Ereb hinek erd da Îranê.
Piştî îmzekirina Peymana Cezairê, Îraqê Otonomiya ku di sala 197-î da bi “Peymana 11-ê Adarê” dabû kurdan ji holê rakirin.
Di 7-ê adarê da yanî sibe ne dusibe, li seranserê Îraqê û Kurdistana Federe hilbijartinên parlamentoya Îraqê pêk tê.
Ev hilbijartin ji bo kurdan pir û pir girîng e, dibê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê biserkeve. Biserketina Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê weke ku ew hêvî dikin û dixwazin destpêkirina rizgarkirina Kerkûkê û hemû bajarên Kurdistanê ye.
Loma jî hêviya min ew e ku di rojeke wiha dîrokî da hemû kurd biçin ser sindoqan û ji bo rizgarkirina welatê xwe dengên xwe bikar bînin, nekevin gewriya hev û li hember dijmin hevûdu zeîf nekin.
Di vê hilbijartinê da ya girîng ew e gelê Kerkûkê jî beşdarî hilbijartinan dibe. Li Kerkûkê serkeftina kurdan xelaskirina Kerkûkê û xurtbûna kurdan e. Heger kurd li Kerkûkê rayan zêde bistînin ev yek tê maneya referandûmê jî.
Loma jî hilbijartinên 7-ê adarê ji bo hemû miletê kurd rojeke pir girîng û pir dîrokî ye, ez hêvî dikim ku muxalefeta Hevpeymaniya Kurdistanê jî di zanîn û şiûra vê yekê da be.
Di hilbijartinên 7-ê adarê da serkeftina kurdan serkeftina hemû miletê kurd û tespîtkirina sînorên Kurdistanê ye, di warê navnetewî da gava pêşî ya ya naskirina dewleta kurd e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE