27 mars 2010

Min ji vê şêla Leyla Zana tiştek fêmnekir

Nivîskarê rojnameya Vatanê Rûşen Çakir, di nivîsa xwe ya 23-ê mehê da qala çavdêriyên xwe yên Newroza Diyarbekrê dike.
Çakir dibêje, tiştê herî bêtir ew xeyalşikestî kiriye Leyla Zana bûye.
Leyla Zanayê di Newroza par da berê bi kurdî û dûra jî bi tirkî pir bi "pîvan" peyivîbû û mesajên pir baş dabû serokwezîr Erdogan.
Lê di Newroza îsal da Zana tenê bi kurdî peyivîye, bi tirkî yek gotin jî negotiye û vê yekê jî bêguman Rûşen Çakir xeyalşikestî kiriye.
Piştî ku Leyla Zana axaftina xwe qedandiye û ji ser kursiyê daketiye Çakir sebebê neaxaftina bi tirkî jê pirsiye û wê jî gotiye ”axaftina bi tirkî îro qet ji dilê min nehat.”Û dûra jî nexwestiye sohbeta xwe bi Çakir ra bi tirkî dom bike, gotiye heger tu dixwazî bi min ra bipeyivî, ji xwe ra tercumanekî bibîne.
Li ser vê, Çakir aciz dibe, dibêje, ”min hewcedariyeke wiha his nekir, ji ber ku ji wê nuxteyê û şûnda tiştên ku ewê Zana bigota ji bo min ji girîngbûnê derketibûn.”
Çakir dibêje, heger Leyla Zana naxwaze bi tirkî bipeyive, maneyeke vê ya pir kûr a sembolîk û siyasî heye.
Yanî Çakir dixwze bibêje, dema yeka weke Leyla Zana jî wiha bike, maneya xwe ew e ku kurd û tirk ji hev dûr dikevin û ew vê dûrketina ”ruhî” jî wek xeterekê dibîne.
Lê hûn rastiyê bixwazin li hember vê ”sertiya” Zanayê ez bi xwe jî matmayî mam û min tu maneyek neda vê şêla wê.
Herkes dizane ku ez yek ji wan kesa me ku di axaftina kurdî da pir û pir israr dikim û heta carnan jî di vî warî da dilê xelkê ji xe dihêlim.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku dema rojnamevanekî tirk ê ku bi kurdî nizane gava bixwaze bi min ra bipeyive ezê bibêjim na, here tercumanekî bîne.
Tiştekî wiha xavî û cilqî ye, ne şêla însanekî kamil e.
Di Newrozê da axaftina Leyla Zana tenê bi kurdî rast e, lê bi rojnamevanekî tirk ra nepeyivîna bi tirkî şaş e.
Dibê em bi hev ra, bi gelê xwe ra, di civîn, şîn û şahiyên xwe da bi tirkî nepeyivin, ne ku bi tirkan ra jî.
Heger Leyla Zana dixwaze ji nuha û pêva ji binda bi tirkî nepeyive ew tiştekî din e.
Lê wê demê jî divê berî Rûşen Çakir, bi Salahattîn Demîrtaş, Emîne Ayna, Aysel Tuglukê û bi gelekên weke wan ra jî bi tirkî nepeyive.
Roja ku daxwaza ji Çakir kiriye, ji van serok û siyasetmedarên kurd jî kir, wê demê meriv dikane bibêje di vê şêla wê da istîkrarek heye.
Lê dema gav û saetê bi kurdan ra bi tirkî bike leqeleq û ji rojnamevanekî tirk jî tercumanekî bixwaze ne rast e û şêleke bêîstkrar û bêwateye.
Mesela dibê Leyla Zana, bang li serok Ocalan bike, jê ra bibêje, ey serokê gelê kurd, bi abûqatên xwe ra, bi malbata xwe ra bi tirkî nepeyive, vê zulmê protesto bike, îsyan bike…
Lê gava viya nebêje û sibê heta êvarî bi kurdan ra jî bi tirkî bipeyive û dûra jî ”şovên” wiha bike ne xweş e, vala ye, tu netcîyekê bi xwe ra nîne.
Rûşen Çakir li gor gelek rojnamevanên tirk(ew bi xwe jî ne tirk e, laz e) merivekî pir ne dijminê gelê kurd e, piçek be jî dixwaze destê di gewriya kurdan da hinekî sist bibe, ji bo ku kurd kanibin hinekî bîna xwe bigrin.
Lê li gel vê jî Çakir, ji şiyarbûna kurdan ya netewî bi tirs û fikar e, dibêje çawa dibe ku ji her cinsîyetê, ji her tebeqeya sosyal bi dehhezaran, heta bi sedhezaran însan gelo bi kîjan motîvasyonê di bin rojê da bi saetan, di hewa şahiyekê da tên ba hev....
Ev yek Rûşen Çakir ditirsîne, dixwaze dewlet vê tehlûkeyê bibîne û hin tedbîran bigre.
Çakir dibêje, li gel ku li gor qanûnan parastin û pesindana Ocalan û PKK-ê sûc e, lê dîsa jî kîtleyeke pir mezin, bi rengekî bêtirs ev sûc dikir.
Çakir dûra jî dibêje, bi van gotinan ez kesî îxbar nakim. Tenê dixwzim viya bibêjim: Par û do li Diyarbekrê pîrozkirinên Newrozê tenê di nava şahiyê da derbas nebûn, di eynî wextê da ez bûm şahidê îlankirn û sekna nasnameyeke siyasî jî…
Dijmin vê şiyarbûna miletê kurd dibîne û li gor wê siyaseta xwe tanzîm dike. Lê çi heyf û mixabin ku serok û siyasetmedarên kurd hîn jî daxwazên wan ne li gora vê hêz û qeweta mezin û muhteşem e, hîn jî weke parsekan destên xwe li ber dewletê vedigirin û dikin nûz e nûz…
Numûneya herî berbiçav, daxwaz û pêşniyarên kurdan yên ji bo qanûna esasî ye, kurd hîn newêrin resmîbûna zimanê kurdî û naskirina statuya kurdan û Kurdistanê wek şert bidin ber AKP-ê.
Hîn jî siyasetmedarên kurd dibêjin, erê ev qanûna esasî tam ne li gor dilê me ye, lê dîsa jî ji ya berê çêtir e û loma jî dibê em piştgiriyê bidinê.
Ê dûra?
Dûra jî bi xêr û xweşî ji bo guherandineke din emê 30 salên din jî bipên…
Yanî kalo nemir buhar hat, pîre nemir pincar hat, kero nemir qîfar hat…

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Bêguman ez bi zêdeyî gotinên te di cî da dibînim.

    Rexneyên te yên li hemberî Leyla Zana rast in. Gelo chima L. Zana bi herkesî ra di nav partiya xwe da bi tirkî deng dike. partiya wê kesên kurdî nezan u zirzop dike berpirsiyarên partiya xwe. Di hemî pîrozbahiyên newrozê da îsal hemî endamên partiyê bi devê xwe yên bi tirkîlî tecawîzî kurdî kirin, sayin Evdille Pasha her heftê bi tirkî ayetan ji pezê xwe ra dishîne, di nav hemî endamên partiyê da tirkî buye zimanê mêjiyên wan yên gemar, di hemî televîzyon, rojname, radyo, înternet, kovaran da tirkî bi kar tînin, îcar rabuna shova chi dikin, mirov fam nake.

    Li ba kurdan her tisht pir erzan e!

    Bi rastî jî kesên bê îstîqrar tenê dikarin bibim belayê serê milletê kurd.

    Me ew tirshika li ba Ehmed'ê "Tirk" jî dîtibu. Ji bo hilbijartinan chawa bu di parlementoyê da kurdî axivî u pashê jî her tisht ji bîr kir.

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE