11 mars 2010

Meclîsa Swêd jî Qetlîama Ermeniyan qebûl kir

Piştî Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê, îro jî Meclîsa Swêd li gel hemû gef û tehdîdên Tirkiyê pêşniyara Qetlîama Ermeniyan qebûl kir.
Parlamentoyê qebûl kir ku bûyerên di sala 1915-an da qewimîn û nêzî milyonek û nîv êrmenî û bi dehhezaran jî suryanî, asûrî, kildanî û pontus(rûmên herêma Derya Reş)hatin kuştin qetlîam e yanî jenosîd e.
Ev pêşniyar ji sala 2008-an da ye di rojave meclîsê da bû û îro li ser hat peyivandin û dûra jî dengdan çê bû.
Di netîceya dengdanê da pêşniyar bi 131 deng li gel û 130 deng jî li dij, yanî tenê bi rayeke zêde hate qebûlkirin.
Û 88 kes jî beşdarî dengdanê nebûn.
Pêşniyar ji abal muxalefetê va hatibû dayin, lê ji bo qebûlkirina birayarê dengê parlamenterên mixalefetê tenê têr nedikir, hewcedariya wan bi çar dengên ”erê” hebû.
Li gel ku hemû partiyên hukûmetê biryar dabûn ku dengê ”na” bidin pêşniarê, lê 4 parlamentean guh neda vê biryara partiyên xwe û dengê ”erê” dan pêşniyara mixalefetê.
Ji van parlamenteran yek jî keça hevalê min Gulan Avcî ye. Gulan Avcî, parlamentera Partiya Lîberalan e, piştî dengdanê dîtina xwe ya derbarê biryaraê da wiha aniye zimên:
" Herçiqas partiya min li dijî vê pêşniyarê bû jî min dengê xwe ji bo qebûlkirinê da. Li Tirkiyê kurd jî di bin tehdîda qirkirinê da ne. Girîng e ku Parlamentoya Swêdê vê qirkirinê nas dike. Ez dizanim ku dengê min tayinkir bû. Ev pêwîst bû jî. Divê Tirkiye tevkujî û qirkirinên ku di dîroka xwe de kirine nas bike. Gelek welatên cîhanê Tirkiyeyê wek welatekî qetlîamkir nas dike. Ya din jî, ev cara pêşîye ku tiştê hatiye serê rûmên Pontus, asûrî, suryanî û kildanan di parlamentoya Swêd da weke qetlîamekê hate qebûlkirin.”
Piştî biryara Parlamentoya Swêdê, serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdogan biryara meclîsa Swêd bi tundî protesto kir û serdana xwe ya Swêd ya ku ewê di 17-ê adarê da pêk bianiya betal kir.
Herwisa Tirkiyê ji bo îstîşareyê gazî sefîra xwe jî kir.
Tirkiye di vê meselê da înat dike lê neheq e, dibê rastiyê qebûl bike, pêşiyên wan di dîrokê da qetlîameke wiha kirine, ev rastî nayê înkarkirin.
Wezîrê Swêd yê derve Carl Bildt ku weke dostekî Tirkiyê yê baş tê zanîn, got ”ev biryar dikane him zirarê bide pêwendiyên navbera Tirkiyê û Swêdê û him jî danûstendinên vê dawiyê yên navbera Ermenîstanê û Tirkiyeyê jî xera bike.”
Bêyî Gulan Avciyê, entabiyekî bi navê Mehmet Kaplan jî parlamenterê Partiya Jîngehê ye û li gor biryara partiya wî dibê dengê ”erê” bida pêşniyarê.
Lê li gel vê jî wî berî dengdanê diyar kir ku ewê deng nede ”qebûlkirian jenosîdê”. Ji ber ku ew nikane li dijî pêşniyarê deng bide, loma jî di dema dengdanê da ewê ji parlamentoyê derkeve û wisa jî kir.
Mehmet Kaplan dînciyekî pir aktîv e û xwe weke tirk qebûl dike, lê bi eslê xwe ji Dîlokê(Entabê)ye, ez ninazim gelo bi rastî jî tirk e ya jî kurdekî bêxîret e, xwe tirk dihesibîne.
Axir çi be jî camêr di taximê tirkan da dilîze û ”forwardekî” wan ê gelkî jêhatî ye, xusûsiyeta wî ya herî berbiçav tu carî heqiyê naparêze, nabe dost û havalê mazlûman, tim heval û şûrkêşê neheqan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE