02 mars 2010

Keçên Culemêrgê li hember keçên tirk şov kirin

Keçên Culemêrgê li hember keçên tirk bûn agir û pêt û weke kevir û kuçikan gol bi ser wan da barandin.
Hêza Culemêrgê ya Jinan(Tîma Jinan ya Futbolê), li hember Tîma Mêrsîn-Tarsûsê ya Jinan şov kir, keçên kurd bûn agir û pêt û weke zîpikê gol bi ser tîma tirk da barandin, maç 23-0 qezenc kirin.
Ez bawer nakim li cîhanê heta nuha di maçekê da skoreke wiha hatibe şikandin, 23-0, ne karê aqilan e.
Lê diyar e keçên kurd pir bi xîret bûne, xwestine heyfa bav û kalan ji wan hilînin.
Her bijî neviyên Binefşa Narîn…
Li gor nûçeya ÎHA-yê, Hêza Culemêrgê Tîma Futbolê ya Jinan, danê nîvro li stadyûma bajêr di maça bilindbûna lîga 2-yem da bi Tîma Mêrsîn-Tarsûs ya Jinan ra hat hember hev.
Hêza Culemêrgê ji destpêka maçê heta dawiyê, li hember ekîba mîvan serdestiyeke pir mezin nîşan da û dewreya pêşî, maç bi skoreke pir mezin, 18-0 qedand.
Keçên Culemêrgê, di dewra duyem da jî li gel piştgiriya terefdarên li turîbînan performanseke pir baş nîşan dane û raqibên xwe bi skoreke nedîtî, 23-0 mexlûp kirine û şandine bajarên wan Mêrsîn-Tarsûsê.
Lîstikvaneka Hêza Culemêrgê(Hêza Hekkariyê) piştî maçê hêsirên xwe ranegirtiye û gotiye, ”hedefa wan 25 gol bû, lê ji ber be ku wan 23 gol tenê avêtin ew gelkî xemgîn e û loma jî digrî.”
A însan dibê wiha bi ezm û bi xîret be.
Di maçekê da 23 gol avitiene raqibên xwe, lê dîsa jî pê nayê serê, dibêje “hedefa wan 25 gol bûye, ji bo ku 25 gol navêtune gelkî xemgîn e û hêsiran dibarîne.
Wey ez bi heyrana vê namûs û xîreta te bûmê, xwezî her kurd weke te bi xîret bû ye.
Xwezî Diyarbekir Spor û hemû taximên Kurdistanê jî wek van keçên Culemêrgê bi xîret bûna û di her maçeke bi taximekî tirk ra skorên wiha mezinji xwe ra bikirana armanc û hedef.
Dema ez li hin maçên Tirkiyê temaşe dikim, ez ji xwe ra xeyal dikim, dibêjim gelo ezê wê rojê bibînim ku tîma Kurdistanê û Tirkiyê werin hember hev û Kurdistan bi çend golan zora Tirkiyê bibe.
Bira min ew roj bidîta û bira emrê min jî wê gavê li wir temam bibûya.
Esas pêkhatina tiştekî wiha ne “xeyaleke” ne mimkûn e, heger her kurd ya jî piraniya kurdan weke van keçên culemêrgê hedefên wiha deynin pêş xwe mimkûn e, ez nebînim zarokên min ewê bibînin.
Ma însan çawa firiya, çû asîmanan û hîvê?
Ma hewqas dewlet çawa çêbûn?
Ma giş ne netîceya bawerî, ezm û têkoşîneke bênabên e?
Ma 30 sal berê kê bawer dikir ku tiştên kurdan li Tirkiyê îro bidest xistiye di demeke wiha kin da ewê mimkûn be?
Kê bawer dikir ku dewletê rojekê kanaleke kurdî veke?
Lê ev hemû îro rastiyên berbiçav in.
Bi baweriya min, dewleta ku di nava 70-80 salî da îro hatiye vê nuxteyê, sibe ewê maça bi taximê Kurdistanê yê milî ra jî qebûl bike, dîtina wê rojê, zûyî û derengiya wê di destê me kurdan da ye, em di xebat û têkoşîna xwe da çuqasî bi ezm û îstîqrar bin, qelpiyê nekin, xwe ji dil û can bidin xebatê wê rojê emê zû bibînin.
Dibê em kurd qîma xwe bi serkeftinên biçûk neynin, tim hedefên mezin deynin pêş xwe, weke van keçên culemêrgî, dema me 23-0 zora tikan bir jî dibê em ”bigrîn”, bibêjin ji bo çi me nekinîbû bikira 25-0?

1 kommentar:

  1. Welle xalo mirov tenê dikare heyraniya xwe ya bê sînor ji bo kechên kurd bîne zimên. Bi rastî jî wan bi dil u can pîroz dikim. Gerek hemu kurd wekî van kechên kurd xwedî xîret u ezm be.

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE