22 mars 2010

Em kurdên Tirkiyê ji miletbûnê dûr ketine...

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku ezê herim şahiya Newrozê li Aynûr Doganê û li muzîka îranî guhdarî bikim.
Ez gelkî tije bûme, dibê ez ji we ra îşev qala ”dengbêja kurd ya bi nav û deng” Aynûr Dogan xanimê bikim.
Li gel ku berf û bahoz bû, me rabû ji malika xwe da rê em çûn.
Bilêtên xwe me du roj berê bi riya înternetê kirîbû.
Konserê saet di 19-an da dest pê dikir.
Em çend deqîqeyan berî destpêkirina programê gihîştin ciyê şahiyê.
Şahî li Qesra Belediyê, li Salona Hişin bû.
Xwarina(şîva)Nobelê li vê salonê tê dayin.
Saloneke muhteşem e.
Herçiqas em çarîkekê berê çûbûn jî lê salon heta ber dev tije bû, ji bo ku ciyên xwe bibînin milet pê li serê hev dikir.
Bi xêra teşrîfatiçiyên salonê me ciyê xwe dît û bi meraqeke mezin em rûniştin.
Ev cara pêşî bû ku ez û xanim diçûn çev û şahiyeke kurd û farisan ya bi hev ra. Ji bo min tiştekî nuh bû.
Sîmayên nuh, xezalên faris yên çavreş, bejinzirav û narîn hemû jî ji bo min nuh û xweş bûn.
Û salon jî gelkî xweş bû.
Pêşkêşvanê şevê lawê Mamosteyê hevalê min lîstikvan û komediyenê bi nav û deng Ozz Nûjen bû.
Ji zûda bû min li programên wî temaşa nekiribû.
Dema dest bi axfitinê û henekan kir, min dît ku çiqasî bi pêş ketiye û rehet e.
Gelkî kêfa min hat.
Li hember swêdî û îraniyan serê me ji ber bilind bû, pir rehet û ji xwe bawer dipeyivî û henekên xweş dikir.
Min di dilê xwe da got, ez hêvî dikim ku Aynûr xanim jî bi deng û hunera xwe serê me bilind bike.
Lê mixabin ez şaş bûm, Aynûrê em mahcûb kirin, tu nemabû ku salonê bide valakirin…
Dengbêja pêşî Sîma Bîna ya îranî bû.
Sîma xanim, stranbêjeke gelêrî ya Îranê ya herî mezin e, pir populer e. Loma jî belkî ji sedî heyştêî temaşevanan îranî bûn.
Sîma xanimê, nêzî saetekê ziyafeteke muzîkê ya muhteşem da temaşevanan; him bi dengê xwe û him jî bi muzîka xwe ya gelêrî.
Erê ji xwe muzîka îranî gelkî xweş û narîn e, lê Sîma xanimê bi wî dengê xwe yê wek yê Şalûl û Bilbilan xweştir kir, ez mest bûm…
Muzîk û pêkenînên piştî Sîmayê hatin pêşkêşkrin jî xweş bûn, meriv aciz nedibû.
Hemû jî îranî bûn.
Ozz, ruyê me sipî kiribû, nuha dora Aynûrê bû...
Aynûr dawiyê derket sahnê.
Lê xwezî derneketa, hindik mabû ez jî rabûma.
Malneketê di vê şeva kêf û şahiyê da û him jî belkî ji sedî heyştêyî temaşevanan îranî û swêdî bûn, bi ”ez rebenim, rebenim, rebenim” dest pê kir û bi ”loloo, lêlêê, loloo, lêlêê” jî qedand.
Û ji xwe min bala xwe dayê wekî din jî nikanîbû du gotin baniya hev.
Ev cara pêşî bû ku min bi dîqet li Aynûrê guhdarî dikir.
Carê min dît ku ji bin de bi kurmancî nizane, dîksiyona wê sifir e û zimanê wê nagere hin gotinan bibêje.
Piştî çend stranên heznîtiyê û şînê, leqîn bi salonê ket, gelek kes rabûn.
Carê ne muzîk muzîk bû û ne jî dizanîbû bistira.
Gelo li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku yekî/yeka bi zimanekî nizanibe, nikanibe bi şiklekî dirist bibêje Newroza we pîroz be, rabe bibe dengbêja wî miletî, bi wî zimanî bistirê?
Ez fêm nakim, însan çawa bi zimanekî nizanibe û rabe bi wî zimanî bistirê?
Ev sosireta tenê li ba me kurdên Tirkiyê heye.
Li ba me, ne kurd in, bi kurdî nizanin lê dîsa jî dibin serokên me.
Bi kurdî nizane, dibe dengbêja kurd…
Dema muzîkjenên farisan dest bi lêdanê kirin, çer gotin tinggg, meriv fêm dikir ku ev muzîka farisî ye.
Lê ya gurûba Aynûrê meriv nizanîbû çi muzîk e, gelo muzîka tirka ye, ya ereba ye ya jî ya elewiya ye…
Tiştekî tevlihev û qet nedişibiya dengê muzîka kurdî..
Û dengêbêjê jî bi kurmancî nizanîbû, hema digot, ”ez rebenim, rebebenim, rebenim…”Min ji xanimê ra got, tu ferqa me û xelkê dibînî, bi rastî jî em kurdên bakur reben in, tu tişt di me nemaye.
Bi zimanê xwe, bi muzîka xwe, bi kultura xwe em bûne gêrmiya gavanan, bûne ibret, bûne sosiret.
Pirs ev e: dema însan bi zimanekî nizanibe çawa dikane cesaret bike, bibe dengbêja wî zimanî û di ser da jî meşhûr bibe?
Ya din, ev miletê kurd çawa dikane li dengbêjeke ku bi kurdî nizane, nizane du gotinên stranekê rast û temam bibêje guhdarî dike?
Ev jî pir ecêb e…
Wê demê sûc yê milet e, mistewa milet ya muzîkê jî sifir e.
Heger têgihîştin û zewqa muzîkê li ba kurdan ne sifir bûya, Aynûr Dogan nedibû hunermendeke kurd ya bi nav û deng.
Heta neyê serê meriv, meriv nabîne, lê dema meriv bi xelkê ra be meriv dibîne ku em çiqasî reben û vala ne.
Vê ferq û qalîteyê meriv di nabêna me û soranan da jî dibîne, soran dema mêrikan derdikevin bi govendên xwe, bi cil û bergên xwe, bi stran û zimanê xwe nîşan didin ku ew miletekî din in, ne tirk, ne ereb û ne faris in.
Lê yê me kurdên tirkiyê kes fêm nake ku em çi mexlåqat in, çi milet in....

3 kommentarer:

  1. Biji mamo, gotinen te di ci de ne. Ez imzeya xwe davejim bin nivisa te.

    SvaraRadera
  2. Newroza TE pirozbe!!
    Ti gelek rast dibeje. Ewe ku sere govende diksenin dive pesi bi zimane kurdi bas zanibin. Naxwe dive kurd re u qimet bi wan nedin. Jixwe ewe ku qimit nede zimane xwe en zikmaki(zimane dayike)-kurdi kimete xwe dikin bin sifre/linga
    bimine di xer u xwesiyede.Hemu roje TE wek roja Newroze xwesbin.

    SvaraRadera
  3. Ê Xalê Xamo, qurban, dema ku stranbêjê esilkurd bi tirkî distrên em dibê "ev shîrheram chima xizmeta xwe nakin" dema bi kurdiya li gorî qeweta xwe distrên em dibê "kurdiya we lawaz e"

    Û li gorî ku min ji biraderên farisîzan bihîstiye Sîma xanima stranbêja îranî jî bash farisî nizane bawerke.

    Rewsa me ne bash e, lê ez dibêjim ewqas jî nexirabe. Bêhna xwe fireh ke! Xwedê kerîm e!

    Newroza te pîroz be
    Xelefê Torî

    SvaraRadera

PARVE BIKE