23 mars 2010

Civata dejenere...

Çend dost û hevalan heq dane nivîsa min ya do, ku min Aynur Dogan xanima stranbêj rexne kiribû.

Ji dêlî ku ez yeko yeko bersîvên wan bidim, min got ya çêtir ew e ku e ez li vir çend gotinan bibêjim.

Bi baweriya min dibê meriv biwêribe ji başan ra bibêje BAŞ û ji xeraban ra jî bibêje XERAB!

Ger ne wiha be baş û xerab weke nîsk û nokan tev hev dibin, meriv nizane kîjan nîsk e, kîjan nok e û kîjan jî birinc e?


Dibê meriv vana li bêjingê xwe.

Di her warî da dibê meriv li bêjingê xe.

Di siyasetê da, di nivîskariyê da, di muzîkê da, di huner da.

Axir di her warê jiyanê da.

Kî ji çi fêm dike, dibê li ser wê mijarê raweste û krîtîk bike.

Ne rast e ku hema her kesê ku bikanibe bibêje "lêlêê, lolooo" û "ez reben im, ez reben im" bibe stranbêj û hunermendê/hunermenda kurd.

Kê çi da me dibê em pê razî nebin û nedin ser serê xwe, êdî ew dem û dewran derbas bûye.

Dibê di xizmetê da jî kalîte hebe.

Heger nivîsên min li gor hinekan bê kalîte ne, kurdiya min xerab e, tûrikê min vala ye, gotineke min ya ez bibêjim tuneye, dibê xwendevan biwêribe viya bibêje û nivîsên min nexweîne.

Bi derewan pesnê min nede.

Ya jî ji bo ku ez bi kurdî dinivîsim devê xwe negre û ji min ra li çepikan nexe.

Kesî ji bo nivîsandinê zor nedaye min, ez bi dilê xwe dinivîsim.

Heqê min tuneye minetan li kesî bikim.

Ev yek ji bo her kesî wisa ye.

Bi kurdî nizane bira nebe siyasetmedar û stranbêj.

Çimkî ev herdu sinet jî bi ziman û zanînê dibe.

Heger ewê bibe serokê miletê kurd, dibê zimanê vî miletî bizanibe, bi zimanê wî pê ra bide û bistîne.

Heger kurdbûn û ziman ne mihîm be, wê demê meriv dikane gelek tirkên dostên kurdan yên gelkî jêhatî îtxal bike û bike serok, rêber û berdevkê miletê kurd.

Yanî weke lîstikvanê futbolê bikire, îtxal bike...
Heger ewê bibe dengbêjê miletê kurd, berî her tiştî dibêbê zimanê kurdî û gotinên stranan baş fêr bibe.

Ma we cara dîtiye ku dengbêjê miletekî bi zimanê xwe nizanibe?

Bi vê nezaniya xwe ya zimên û hûnerê, weke tirkan ew jî muzîka kurdî xera dikin.

Binêrin, li gor kanalên tirkî pir kêm li telewîzyonên kurdî tên temaşe kirin.

Çima ?

Ji ber ku kalîte tuneye, ziman xerab e, mijar ne aktuel û balkêş in û gelek sebebên wiha.
Loma jî milet lê temaşe nake.

Dema kalîte bilind bibe, ziman rast were peyivîn, muzîk bi rastî muzîka kurdî be, miletê lê temaşe bike, lê guhdarî bike; edebiyat be ewê bixwîne.

Neyse ez kin bibirim, bi rastî jî do Aynûr Dogan pir xerab bû, him kurdî nizanîbû û him jî repertuara wê pir xerab bû, te digot qey Ne Newroz e, şîn e...

Welhasil em kurdên Tirkiyê pir dejenere bûne, weke soleke ku deform bûbe, me orjînalîteya xwe wenda kiriye...

Em ne tam kurd in, ne tam tirk in, loma jî Xwedê jî nizane em çi ne...

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Bi rastî jî hemî gotinên te rast in. Ciqas sextekar hene, hatine bune beleya serê milletê kurd.
    Herê welle, xatuna me va ye bi "kilamên kurdî" bêrika xwe germ dike, lê qet xema wê nîne ku hînî zimanê xwe bibe u ji bo milletê kurd bibe mînak. Îcar keseke weha chawa dibe dengbêja kurdan, mirov hezar salî jî bifikire nikare fam bike.
    Siyasetmedarên tirkperest di vê newrozê da bi zimanê tirkan ji destpêkê heta dawiyê bi ser heft kalikên me da rîtin u wesselam. Em chi bikin qeshmerî u tolazî ji bo gellekan buye "namusa mezin".

    Rêz u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Destê te sax bin apê Zinar! Welleh em ketine halekî rezîl.
    Li vê lîsteya malxeraban meriv dikare hê gelekan lê zêde bike: Berdan Mardînî, Nilufer Akbal (ji xwe jî wisa bawer e, tu dibêjî qey wê dinya ava kirîye), Nistî (ku sirf dixwest wicûda xwe derxe bazarê), Emine Ayna, Abdullah Öcalan û hwd.

    Murekkeba qelema te kêm nebe...

    SvaraRadera
  3. Evar Bas Birez Zinare Xemo!
    Seata TE xwesbe.Birasti TI dile mirovan rihet dike bi we qelema/nivise xwe.
    Sevata xwesbe

    SvaraRadera

PARVE BIKE