31 mars 2010

Zimanê ku zarok pê nepeyive dimre

Kurdîzanê Emerîkî yê bi nav û deng, Dr. Michael Chayet, di derbarê pêşeroja zimanê Kurdî da bi ”fikar û nîgeran” e.
Chayet, di rojnemeya Hewlêrê da gotiye, eger rewş wiha bidome kurmancî ewê bimre, divê Kurd sûdê ji serpêhatî û tercûbeya cihûyan werbigrin û zarokê xwe kurdî bikin, ji ber ku zimanekî zarok pê neaxive dimre.
Doktor Michael Chayet, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Hewlêrê da li ser pêşeroja zimanê kurdî rawestiyaye û gotiye:
“Her çend ku zimanê kurdî hîn zimanekî zindî ye lê zorbeya zarokên kurd bi zimanê biyaniyan perwerde dibin û ev jî gefeke bo pêşeroja zimanê kurdî, çi li Kurdistana Tirkiye û çi li Ewropayê zarok Kurdî nizanin”.
Michaele Chayet, yek ji wan zimanzanên biyanî yê ku kurdan baş nas dike û ev serê salan e ku serê xwe bi hemû zaravayên kurdî ra, lê bi taybetî jî bi kurmancî ra gelkî êşandiye û ferhengeke wî ya kurmancî jî heye.
Chayet, di derbarê pêşeroja kurmancî ya ne diyar da wiha gotiye:
Ev ziman (mebesta min şêwezarê kurmancî ye) di metirsiyê da ye. Dewleta Tirkiyeyê ta niha her tişt kiriye ji bo ku vî zimanî ji nav bibe, bandor gelek nebû anku zimanê kurdî jinav neçû, lê niha rewş ne weke berê ye, eger kurd gringiyê nedin zimanê xwe ditirsim ku ev ziman 20 salên dî nemîne”.
Tehlûkeya ku Chayet li pêş zimanê kurdî dibîne pir rast e û ev 30 sal in ku ez li serok û ronakbîrên kurdan, li miletê kurd dikim gazî û hawar, dibêjim kurdino, heger hûn li zimanê xwe xwedî dernekevin, ev ziman ewê bimre.
Ji ber ku herkesê xwedî piçek aqil dizane, zimanê ku ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe û pê neyê xwendin û nivîsandin mahkûmî mirinê ye.
Chayet jî ev rastî bi bîra kurdan xistiye...
Esas xetera Chayet li pêşiya zimanê kurdî dibîne, hemû siyasetmedar, serok û ronakbîrên kurdan jî dibînin, lê ji ber ku piraniya wan asîmîle bûne, bi hest, kultur û dîtinên xwe bûne tirk, loma jî îşê xwe ji helandina kurdî naynin.
Çimkî kurdî ji bo wan pir ne girîng e.
Erê weke nîjad kurd in, lê di praktîkê da bûna malê kultur û zimanê tirkî, ji kurdî bêtir, ji kultur, ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin.
Heger kurdî girîng bûya ewê bêtir giranî bidana zimanê xwe, bi zarokên xwe ra, bi gelê xwe ra bi kurdî bipeyivîyana û bi kurdî binivîsandana.
Lê tiştekî wiha nakin, hûn kelpetanan jî bavê canê wan, dîsa jî dev ji tirkî bernadin, hemû bûne ”tirkîman”, yanî serxweş û muptelayê tirkî.
Chayet gotiye:
“Bila kurd ji cihûyan fêr bibin, cihû ji destpêka sedesala 20-an heta sala 1948 (sala damezirandina dewleta Îsraîl)ji bo zimanê Îbrî gelek hewil dan(ku bi maweya 2 hezar sal zimanekî mirî bû) ku zindî bikin û zarokên xwe fêrî wî zimanî bikin. Di nava cihûyan îradeyeke bi hêz hebû, lê mixabin tiştekî wiha di nava kurdan da nine”.Chayet bi xwe cihû ye û weke min li jor jî got, kurdan baş nas dike, loma jî dizane ku ew îrade, ezm û îstîkrara ku bi cihuyan ra heye, bi kurdan ra, bi kêmanî bi kurdên Tirkiyê ra tuneye.
Bi rastî jî mêrikan zimanekî mirî 2 hezar salan li xerîbiyê, bi dizî xwedî kirin, dan jiyandin, heta ku dewleta xwe çêkirin.
Berî avabûna Îsraîl li seranserê cîhanê bêyî çend kesên dîndar û hahaman kesî bi îbranî nizanîbû, îbranî zimanekî mirî bû.
Lê yê kurdan bira 2 hezar sal koçberî li wir bimîne, li ser axa xwe, di nava 100 salî da zimanê kurdî dike wenda bibe.
Tirkan kurd baş nas kirine, loma jî dizanin ku heger heta 20-30 salên din jî mafekî nedin wan, kurdî ewê here rahma Xwedê…
Û di vî warî da jî gelek projeyên dewletê hene, gundan vala dikin, bajaran geş dikin, kurdan mecbûrî koçberiyê dikin, didin xwendin, teknîk pêş da dihere, welhasil ji ber ku kurd bi xwe ji zimanê xwe hez nakin û tu tedbîrekê nagrin, loma jî wext di eleyhê kurdan da ye.
Chayet ev tahlûke baş dîtiye û loma jî gotiye:
“Eger Dewleta Tirkiyeyê her bi vî şêweyî kurdan ji gundan derbike û neçar bibin biçin bajarên Tirkiyê, neviyê nû dê zimanê kurdî roj bi roj ji bîr bike, ez ji vê gelkî nîgeran im ku zimanê kurdî li Tirkiyê û li derveyî Tirkiyê dipişife, çunku dê û bav zarokan fêrî zimanê kurdî nakin, ev jî armanca Tirkiyeyê ye”.
Weke Chayet jî gotiye, bi rastî siyasetmedar û ronakbîrên kurd tam li gor ”armanca Tirkiyeyê” hereket dikin, karê dewletê hêsan dikin.
Zirara siysetmedar û ronkbîrên kurd didin zimanê kurdî dewlet nadê, nikane bidê.
Van hêzan di bin navê kurdayetiyê da miletê kurd asîmîle dikin, kes û hêzên ku dewlet nikane tesîrî li wan bike, siyasetmedar û ronakbîrên kurd wan ji ser rê da dixînin û dikin heyran û muptelayê zimanê tirkî û xerîbî kurdî.
Ez bi xwe fêm ankim dewlet çima van evîndar û cevakarên zimanê tirkî xelat nake, çimkî ew jî bi qasî dewletê tirkî di nava kurdan da bealv dikin û bi vê yekê jî nahêlin ziman û edebiyata kurdî bi pêş keve û geş û gur bibibe.
Li ser îmkanên cîhana îro û tiştên ku kurda dikaninbikin jî Chayet gotiye:
“Kurd dikarin bi rêya televîzyonê û internetê gelek tiştan bikin, divê zimanê kurdî li fêrgeh û zanîngehan bê perwerdekirin, ev ne xewn û xeyal e, çunku li Kurdistana Iraqê û Ermenîstanê perwerde pê dibe. Çima bi şanazî bi zimanê kurdî naaxivin û zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsa bi zimanê Kurdî nakin?”
Çima kurd bi şanazî bi kurdî napeyivin û fêrî zarokên xwe nakin?
Ji ber ku ji kurdî heznakin, loma jî axaftin û nivîsîna bi kurdî wan tatmîn nake.
Çimkî asîmîle bûne. Kesê asîmîlebûyî dibe biyaniyê kultur û zimanê xwe, dilê wî lê nakele, kêfa wî jê ra nayê.
Kesê asîmîle bibe, ji kultura xwe sar dibe, dûr dikve, hestên wî yên netewî zeîf dibe û loma jî qedir û qîmetê nade kultur, ziman, edebiyat û dîrok xwe, naxweze fêr bibe, bide fêrkirin, jê direve.
Chayet di dawiya hevpeyvîna xwe da weke neteweperestekî kurd peyivîye, gotiye:
“Dema dibînim xelk bi kurdî diaxive dilê min tijî jiyan dibe, ez komek ziman dizanim, lê hindek ji wan nêzî dilê min in ku zimanê kurdî jî yek ji wan e. Her dîsa ji kurdan ra dibêjim, zimanê ku zarok pê neaxive, dimre.”Çend sal berê Chayet carê hatibû Swêd, li ser zimanê kurdî semînerek da. Me jê gelek pirs kir. Fersend çêbû ku ez çend caran pê ra sohbet jî bikim. Bi rastî jî Chayet belkî 20-30 zimanî dizane, lê wek gotiye ji kurdî pir hez dike û loma jî pir baş fêr bûye.
Xwezî hemû siyasetmedar, serok, nivîskar û ronakbîrên kurd jî bi qasî Michael Chayet ji zimanê xwe hezbikirana…
Çavkaniya xeberê AKnews

30 mars 2010

Ev biryar tam li gorî şan û şerefa "edaleta tirk"e

Dadgeha Cezayê Giran a 5-emîn ya Diyarbekrê ji bo ku kevir avêtine ji pûlisan da 81 sal ceza daye 6 zarokên kurd.
Bi rastî jî biryareke ku tam li gor şan û şerefe ”edaleta tirk”e.
Ancax biryareke wiha bi dewleteke wiha keve…
Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse, îro li Diyarbekrê celseya dawî ya 6 zarokên kurd bû û dadgehê ceza li zarokan barandiye, tam 81 sal ceza daye 6 zarokên kurd.
Li gor îdîa pûlis, li Şirnexê di meşekê da van 6 zarokên girtî ku salên wan di nabêna 15 û 18- an da ye xwedêgiravî kevir avêtine ji pûlisên tirk û wesayitên wan da.
Di çavê dewletê da helbet ev sûcekî pir mezin e.
Dewlet naxwaze zarokên kurd ji biçûkaniyê da fêrî liberxwedan û serîhildana li hember hêzên dewletê bibin.
Dixwzin bi cezayên wiha giran ji nuha da zarokan û malbatên wan çavtirsiyayî bikin.
Dibê kurd fêrî liberxwedanê nebin.
Ev siyaseteke dewletê ya netewî ye.
Loma jî ”dadgeha” sîstema kemalîst wek ku van zarokan çek bikar anîbin û heryekî pûlisek kuştibe ceza li wan barandiye.
Heyete dadgehê, ji sûcên cihê cihê li her zarokekî 13 sal û 6 meh cezayê hefsê birîye.
Û dûra jî, ji ber biçûkiya zarokan û sergiraniya wan ya di dadgehê da cezayê heryekî daxistiye 7 sal û 5 mehan.
Xêra Xwedê, dibê meriv ji dadgehê ra li çepikan xwe(!)
Li hember sûcekî hewqas giran,(avêtina çend keviran ji pûlis û panzêrên wan da)cezayekî hewqas sivik?
Tenê 7 sal û 5 meh ceza?
Bi rastî jî ne tiştek e, dibê zarok bikin dawet û diyên wan jî ji kêfan destên xwe hine bikin….
Kurdino, ev dewlet ne bi dadgehan tenê, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, ji sîstema huqûqî, meclîsê, pûlisan, artêşê bigre, heta bi zanîngeh û çapemenîyê li dijî miletê kurd e, bi çavê dijmin lê dinêre.
Li Tirkiyê qanûn û normên cezê ji bo tirk û kurdan cihê cihê tên bikaranîn, ji bo tirkan bi hawakî, ji bo kurdan bi hawakî ye…
Wek tê dîtin, zarokên kurd yên di bin 18 salî ra ne didageha zarokan, di ya cezayê giran da tên mahkimekirin û ji ber ku kevir avêtine ji pûlisan da her zarokekî 13 sal û 6 meh ceza danê, lê qatilê Hirant Dînk, weke zarok tê qebûlkirin û di dadgeha zarokan da tê dadgehkirin.
Ev jî nîşan dide ku ev dewlet çuqasî li dijî miletê kurd e.
Heta nuha li gelek bajarên Tirkiyê belkî bi sedan carî “zarok” û mezinan ne tenê kevir, bi kêr û satoran, bi şeşderban êrîş birine ser kurdan û ew lînc kirine.
Lê dîsa jî dadgehê heta nuha cezayekî wiha giran nedaye kesî.
Dewlet, ji bo ku zarokên tirk êrêşî bibin ser kurdan, wan gurgîn û xelat dike, lê zarokên kurdan jî ji bo 2-3 kevir avêtine ji pûlisan da bi dehsalan ceza dike.
Ev jî nîşan dide ku dewlet li hember kurd û tirkan wek hev tevnagere, zarokên tirk ji xwe û yên kurd jî weke neyarê xwe dibîne...

29 mars 2010

Gefên vala

Ewrûpî bi piranî wiha ne, heta ku meriv pê li nasira wan neke, yanî heta ku zirara wan tê tunebe tu carî xwe nakin destiyê kêrê, dengê xwe nakin, li hember zulm û neheqiya herî mezin jî xwe kerr û lal dikin.
Lê gava zirar bigihîje menfeeta wan, a wê gavê di cî da demokrasî tê bîra wan û ji nişkave dibin demokrat, rastgo û heqnasên temam û herî mezin.
Bala xwe bidinê, siyasetmedar û hin rojnamevanên alman jî nuh dibînin ku li Tirkiyê yek dibistanbeke kurdan jî tuneye.
Ev çend roj in di çapemeniya alman da êdî vê pirsê vekirî ji tirkan dikin, dibêjin hûn ji me perwerdeya bi tirlî dixwazin lê hûn bi xwe vî mafî nadin 15-20 milyon kurdî…
Heta ku Erdogan doza dibistanên tirkî li almanan nekir, li hember teror û zilma li miletê kurd dibe dengê xwe nedikirin, ew û tirkan bi heyran û qurban bûn, av jî di nabêna wan da nedçû.
Lê nuha, piştî beyana Erdogan, ku dibê li Almanyayê jî dibistan, lîse û kolejên tirkî vebin, alman nuh xwe aciz dikin û dibêjin, ev ji ku derket?
Nivîskarê rojnameya alman Frankfurter Neue Presse Hans Liedel, di nivîsa xwe ya îro da gotinên Erdogan, ”dibê li Almanyayê jî dibistan û kolejên tirkî vebin rexne kiriye û gotiye:
”Tirkiye ji bo 15 milyon kurd mafê yek dibistanekê jî nas nake. Lê li Almanyayê ji bo tirkan perwerdeya bi tirkî dixwze. Fêmkirina vê daxwaza Erdogan gelkî zahmet e. Siyaseta serokwezîrê tirk ya di vî warî da siyaseteke durû ye.”Wey roj baş birêz Liedel!Ma te heta nuha nizanîbû ku li Tirkiyê yek dibistaneke kurdan jî tuneye?
Bêguman te û hukûmeta Almanyayê we baş zanîbû ku li Tirkiyê kurd ne xwediyê tu mafekî netewî yê herî biçûk in jî.
Bira dibistan li wir bimîne, li Tirkiyê elîfbeya kurdî hîn qedexeye.
Kurd hîn nikanin her navî li zarokên xwe kin.
Kurd hîn nikanin navê welatê xwe hil din.
Kurd hîn nikanin Newrozê bi herfa ”W” binivîsin.
Ne hukûmeta Alman û ne jî Yekîtiya Ewrûpayê heta nuha bi şiklekî cidî ji tirkan ra negotine, ”em vê yekê nikanin qebûl bikin, li gor pîvan û normên demokrasiya me ez zulm nayê qebûlkirin.”
Heger ji roja roj da hemû ewrûpiyan li hember her zimandirêjiya tirkan pirsa, ”çima li tirkiyê yek dibistaneke kurdan tuneye, çima zarokên kurdan jî nikanin bi zimanê xwe bixwînin” bikira, Erdoganê nuha nikanîbûya bi hêsanê ev demagojî dibistanên tirkî bikira.
Ev cesareta Erdogan ne ji cahiliya wî, ji oportunîstî û pûlperestiya we ewrûpiyan tê, dema pere û kara we tê hebe, li hember zulm û neheqiya herî mezin jî hûn him kerr in, him kor in û him jî lal in.
Û siyasetmedarên tirk jî bi vê zeaf û tamara we ya zeîf , oportunîst û pûlperest baş dizanin û loma jî li hember we bêperwa tevdigerin, bêtirs dipeyivin.
Erdogan baş dizane ku bi kirîna çend tank û topan hûn dîsa devê xwe mohr bikin, xwe kerr û lal bikin.
Erê dewleta tirk Kurdistan dagir kiriye, zulmeke mezin li kurdan dikin, mafê kurdan nadin, lê ev yek di serî da bi destê ewrûpiyan û dûra jî ji ber bêdengiya wan wiha bûye û heta îro hatiye.
Heger Emerîka û Ewrûpayê alîkariya dan gelên Balkan û Baltîkûmê bidana kurdan jî nuha ji zûda kurd jî li seranserê Kurdistanê rizgar bûbûn û bûbûn xwedî dewleteke serbixwe.
Lê bira alîkarî li wir bimîne, ji bo ku kurd li yek beşekî Kurdistanê jî rizgar nebin çi destê Emerîka û Ewrûpayê hat kirin, Kurdistan perçe kirin, ji bo ku kurd bindest bimînin alîkariyên mezin dan dijminên kurdan.
Bêyî vê alîkariya Emerîka û Ewrûpayê, ne mimkûn bû ku kurd îro di vî halî da bûne, hîn bê dewlet û bindest bûna.
Birêz Liedel, helbet gelkî baş e ku hûn carnan cotstandartî, devxwarî û çeloxwariya edalet û "demokrasiya" tirkan bi bîra wan dixin…
Lê ez hêvî dikim ku piştî ”peymaneke aborî û leşkerî” hûn dîsa dev ji van gotinên xwe bernedin…

28 mars 2010

Berberiya kurdan ya li hember hev zirareke mezin da miletê kurd

Heta ku netîceyên hilbijartinên Îraqê yên resmî nehatibûn eşkerekirin berpirsiyar û serokên kurdan pir xweşbîn(optumîst)dipeyivîn, digotin me ji sedî 23-24-ê dengan girtiye û bi vî hawî jî di meclîsê da 64 kursî saxlem kirine.
Lê nuha bi îlankirina netîceyên resmî ra derdikeve ortê ku ev herdu texmînên serokên kurdan jî şaş bûne.
Kurdan him di rêjeya dengan da û him jî di hejmara kursiyên meclîsê da li gor dewra berê ray û kursî wenda kirine.
Siyasetmedarê kurd yê zana û xwedî tecrûbe Mehmûd Osman dibêje, di vê dewra meclîsê ya nuh da rêjeya dengê kurdan li gor ya berê kêm bûye, daketiye ji sedî 17-ê parlamentoyê.
Mehmûd Osman di beyana xwe ya di AKnewsê da gotiye:
”Di dewra berê ya Parlamentoya Iraqê da ji 275 kursiyên meclîsê, kurd xwediyê 58 kursiyan bûn. Û li gorî wê rêjeyê jî dikir ji sedî 21-ê parlamentoyê. Lê vê carê kurdan di parlamentoya nû da ji 325 kursiyan 57 kursî bi dest xistine. Û ev jî li gor dewra berê kêmbûneke e û nuha kurd ji sedî 17-ê parlamentoya nû pêk tînin.”Wek tê dîtin, kursiyên meclîsê ji 275-an derketine 325-an, yanî 50 kursî zêde bûne.
Lê li gor vê zêdebûnê, ji dêlî ku kurd jî kursiyên xwe zêde bikin, tew wan li gor dewra berê kursiyeke xwe kêm kirine, ji 58 kursiyan daketine 57 kursiyan.
Û di rayan da jî li gor hilbijartinên berê, ji sedî 4 rayên xwe kêmkirine.
Sebebê vê netîceyê jî bêguman berberiya kurdan ya bi hev ra bû.
Ji dêlî ku di demeke wiha dîrokî da hemû hêzên kurd ji menfaet û qezencên xwe yên şexsî û hizbî bêtir, li menfaet û qezenca miletê xwe bifikrin û loma jî bi kêmasî li hin herêmên weke Kerkûk, Diyala û Mûsilê hêzên xwe bikin, rabûn bi lîsteyên cuda û bi qayişkêşaneke pir mezin(Goran û hêzên Îslamî)ketin hilbijartinan û zirareke mezin dan miletê xwe.
Li herêma Kerkûkê tenê zêdeyî 70 hezar dengên kurdan, hemû jî yên lîsteye Goran û hêzên Îslamî şewitîn û bi vê yekê jî bûn sebebê wendakirina du kursiyan.
Li herêma Diyala û Mûsilê jî wiha ye, heger lîsteya Goran û hêzên Îslamî bi Hevpeyniya Kurdistanê ra li van herêman jî bi tifaq têketana hilbijartinan ewê 2 kursiyên jî bigirtana.
Lê mixabin nekirin û di netîcê da him wan(Goran û hêzên Îslamî), him Hevpeymaniya Kurdistanê,ya herî girîng jî miletê kurd wenda kir.Însanên biaqil, neteweperest siyaseteke wiha nameşîne, nabe sebebê wendakirina miletê xwe û serkeftina dijmin.
Ez nizanim di vê netîceyê da çewtî û şaşiyên kê çuqas e. Lê dema ez li netîceyê dinêrim ez dibînim ku miletê kurd ji vê bêtifaqiyê zirareke pir mezin dîtiye. Îcar di vê netîceyê da para kê çuqas e, ew tiştekî din e.
Helbet li welatekî hebûna mixalefetê û pirpartîtiyê tiştekî baş e, ne rast eku meriv li dij derkeve.
Lê di dîrokê da hin dem, hin momentên dîrokî hene dibê meriv li gor şert û wacibên wê demê tevbigere.
Mixabin, bi dîtina min lîsteya Goran, Yekîtiya Îslamî û Komeleya Îslamî di vê dema dîrokî da li gor şert û wacibên vê demê tevnegeriyan, ji kar û menfaetên netewî bêtir, li nav û menfaetên xwe yên şexsî û hizbî fikirîn û ev yek jî bû sebebê zirara wan hemûyan û ya miletê kurd.
Di demeke wiha nazik û hesas da çima li Kerkûkê 70 hezar dengên kurdan bişewitin, ma ev ne malkambaxî ye?
Ma di kudera vê da siyaseteke dûrbîn û netewî heye?
Însanên jîr, mezin û neteweparêz çawa dikanin bibin sebebê vê têkçûnê ?
Derdê Noşîrwan Mistefa û Goranê ew bû ku YNK-ê pûç bike, ji Hevpeymaniya Kurdistanê bêtir dengan bigre.
Em bibêjin ji YNK-ê bêtir ray girt.
Lê netîce?
Netîceyê feyde da dijmin, bi xêra vê dijberiyê rayên kurdan perçe bûn û dijmin jî jê feyde girt.
Û xwedêgiravî serok û kadirên Goranê xwe ji serokên YNK-ê û PDK-ê bêtir welatperwer û neteweperest dibînin.
Heger zanatî û kurdperweriya wan ev be miletê kurd havil kir...

27 mars 2010

Min ji vê şêla Leyla Zana tiştek fêmnekir

Nivîskarê rojnameya Vatanê Rûşen Çakir, di nivîsa xwe ya 23-ê mehê da qala çavdêriyên xwe yên Newroza Diyarbekrê dike.
Çakir dibêje, tiştê herî bêtir ew xeyalşikestî kiriye Leyla Zana bûye.
Leyla Zanayê di Newroza par da berê bi kurdî û dûra jî bi tirkî pir bi "pîvan" peyivîbû û mesajên pir baş dabû serokwezîr Erdogan.
Lê di Newroza îsal da Zana tenê bi kurdî peyivîye, bi tirkî yek gotin jî negotiye û vê yekê jî bêguman Rûşen Çakir xeyalşikestî kiriye.
Piştî ku Leyla Zana axaftina xwe qedandiye û ji ser kursiyê daketiye Çakir sebebê neaxaftina bi tirkî jê pirsiye û wê jî gotiye ”axaftina bi tirkî îro qet ji dilê min nehat.”Û dûra jî nexwestiye sohbeta xwe bi Çakir ra bi tirkî dom bike, gotiye heger tu dixwazî bi min ra bipeyivî, ji xwe ra tercumanekî bibîne.
Li ser vê, Çakir aciz dibe, dibêje, ”min hewcedariyeke wiha his nekir, ji ber ku ji wê nuxteyê û şûnda tiştên ku ewê Zana bigota ji bo min ji girîngbûnê derketibûn.”
Çakir dibêje, heger Leyla Zana naxwaze bi tirkî bipeyive, maneyeke vê ya pir kûr a sembolîk û siyasî heye.
Yanî Çakir dixwze bibêje, dema yeka weke Leyla Zana jî wiha bike, maneya xwe ew e ku kurd û tirk ji hev dûr dikevin û ew vê dûrketina ”ruhî” jî wek xeterekê dibîne.
Lê hûn rastiyê bixwazin li hember vê ”sertiya” Zanayê ez bi xwe jî matmayî mam û min tu maneyek neda vê şêla wê.
Herkes dizane ku ez yek ji wan kesa me ku di axaftina kurdî da pir û pir israr dikim û heta carnan jî di vî warî da dilê xelkê ji xe dihêlim.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku dema rojnamevanekî tirk ê ku bi kurdî nizane gava bixwaze bi min ra bipeyive ezê bibêjim na, here tercumanekî bîne.
Tiştekî wiha xavî û cilqî ye, ne şêla însanekî kamil e.
Di Newrozê da axaftina Leyla Zana tenê bi kurdî rast e, lê bi rojnamevanekî tirk ra nepeyivîna bi tirkî şaş e.
Dibê em bi hev ra, bi gelê xwe ra, di civîn, şîn û şahiyên xwe da bi tirkî nepeyivin, ne ku bi tirkan ra jî.
Heger Leyla Zana dixwaze ji nuha û pêva ji binda bi tirkî nepeyive ew tiştekî din e.
Lê wê demê jî divê berî Rûşen Çakir, bi Salahattîn Demîrtaş, Emîne Ayna, Aysel Tuglukê û bi gelekên weke wan ra jî bi tirkî nepeyive.
Roja ku daxwaza ji Çakir kiriye, ji van serok û siyasetmedarên kurd jî kir, wê demê meriv dikane bibêje di vê şêla wê da istîkrarek heye.
Lê dema gav û saetê bi kurdan ra bi tirkî bike leqeleq û ji rojnamevanekî tirk jî tercumanekî bixwaze ne rast e û şêleke bêîstkrar û bêwateye.
Mesela dibê Leyla Zana, bang li serok Ocalan bike, jê ra bibêje, ey serokê gelê kurd, bi abûqatên xwe ra, bi malbata xwe ra bi tirkî nepeyive, vê zulmê protesto bike, îsyan bike…
Lê gava viya nebêje û sibê heta êvarî bi kurdan ra jî bi tirkî bipeyive û dûra jî ”şovên” wiha bike ne xweş e, vala ye, tu netcîyekê bi xwe ra nîne.
Rûşen Çakir li gor gelek rojnamevanên tirk(ew bi xwe jî ne tirk e, laz e) merivekî pir ne dijminê gelê kurd e, piçek be jî dixwaze destê di gewriya kurdan da hinekî sist bibe, ji bo ku kurd kanibin hinekî bîna xwe bigrin.
Lê li gel vê jî Çakir, ji şiyarbûna kurdan ya netewî bi tirs û fikar e, dibêje çawa dibe ku ji her cinsîyetê, ji her tebeqeya sosyal bi dehhezaran, heta bi sedhezaran însan gelo bi kîjan motîvasyonê di bin rojê da bi saetan, di hewa şahiyekê da tên ba hev....
Ev yek Rûşen Çakir ditirsîne, dixwaze dewlet vê tehlûkeyê bibîne û hin tedbîran bigre.
Çakir dibêje, li gel ku li gor qanûnan parastin û pesindana Ocalan û PKK-ê sûc e, lê dîsa jî kîtleyeke pir mezin, bi rengekî bêtirs ev sûc dikir.
Çakir dûra jî dibêje, bi van gotinan ez kesî îxbar nakim. Tenê dixwzim viya bibêjim: Par û do li Diyarbekrê pîrozkirinên Newrozê tenê di nava şahiyê da derbas nebûn, di eynî wextê da ez bûm şahidê îlankirn û sekna nasnameyeke siyasî jî…
Dijmin vê şiyarbûna miletê kurd dibîne û li gor wê siyaseta xwe tanzîm dike. Lê çi heyf û mixabin ku serok û siyasetmedarên kurd hîn jî daxwazên wan ne li gora vê hêz û qeweta mezin û muhteşem e, hîn jî weke parsekan destên xwe li ber dewletê vedigirin û dikin nûz e nûz…
Numûneya herî berbiçav, daxwaz û pêşniyarên kurdan yên ji bo qanûna esasî ye, kurd hîn newêrin resmîbûna zimanê kurdî û naskirina statuya kurdan û Kurdistanê wek şert bidin ber AKP-ê.
Hîn jî siyasetmedarên kurd dibêjin, erê ev qanûna esasî tam ne li gor dilê me ye, lê dîsa jî ji ya berê çêtir e û loma jî dibê em piştgiriyê bidinê.
Ê dûra?
Dûra jî bi xêr û xweşî ji bo guherandineke din emê 30 salên din jî bipên…
Yanî kalo nemir buhar hat, pîre nemir pincar hat, kero nemir qîfar hat…

26 mars 2010

Zalim rûşuştî ne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser perwerdeya zimanê zikmakî yên tirkên li Almanyayê dijîn daxuyanîyek daye rojnameya hefteyî ya alman Die Zeit-ê û gotiye:
”Li Tirkiyê kolejên alman hene. Çima ewê li Almanyayê kolejên tirk tunebin? Almanya ji hewcedariya di vî warî da hîn bêhay e. Însan dibê berê hakimê zimanê diya xwe, yanî hakimê tirkî bin. Lê çi mixabin ku di realîteyê da tiştekî wiha tuneye.”Gotinek heye, dibêjin, lawo nuha yê ji dînê min ra xeber dide, misilmanekî temam bûya…
Yê Erdogan efendî jî bû ev mesele.
Camêr tiştê ku ji bo zarokên koçberên tirk ji almanan dixwaze, li Tirkiyê ew bi xwe nade zarokên kurdan.
Û ne tenê nade, bi şîdet jî li dijî daxwazeke wiha ye.
Dema dor tê ser kurdan, bira mafê perwerdeya bi kurdî li wir bimîne, dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek ziman.”Dîtina wî ya rastîn ev felsefeya nîjadperest û faşîzan e.
Lê li gel vê jî camêr diwêre ji xelkê ra bibêje, ”divê însan berê hakimê zimanê xwe be.”Ê baş e, wê demê çima hûn nahêlin kurd "hakimê" zimanê xwe bin?
Ma ne ev 85 sal in ku hûn bi hemû babetên zorbatiyê nahêlin kurd "hakimê" zimanê xwe bin...
Welhasilîkelam ev siyasetmedarên tirk merivên pir bêexlaq û bêheya ne.
” Divê însan berê hakimê zimanê diya xwe be…”
Rast e, bi rastî jî dibê însan “berê hakimê zimanê diya xwe be.”
Lê dibê ev maf ne ji bo tirkan tenê, ji bo kurdan jî derbas bibe, çimkî kurd jî însan in....
Loma jî dibê kurd jî hakimê zimanê diya xwe bin...
Rast e, piştî ku li Tirkiyê kolejên alman hene û zanîngeh jî li ber vekirinê ne, çima eynî tişt li Almanyayê ewê ji bo tirkan çênebe?
Mafê ku ji bo almanan li Tirkiyê heq e, çima ewê li Almanya ji bo tirkan ne heq be?
Lê gelşa mezin ew e ku Erdogan vî mafê ku ji bo zarokên tirk dixwaze, ji bo zarokên kurd naxwze.
Û ne tenê naxwaze, ji kok da li dij e jî.
Dema Erdogan qala mafê “însên” dike, wisa xuyaye ku kurdan ji însên nahesibîne.
Heger ne wiha bûya dibê nuha li Tirkiyê zarokên kurdan “hakimê zimanê diya xwe bûna.”Dibê parlamenterên kurd sibe di meclîsê da ji serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bipirsin, bibêjin:
-Birêz Erdogan, ev mafê ku tu ji bo zarokên tirk yên ku li Almanya dijîn dixwazî, çima tu li welatê xwe eynî mafî nadî zarokên kurdan?
Sebebê vê nedanê çi ye?
Ma qey em kurd ne însan in?
Bêguman Erdogan û hemû siyasetmedarên tirk tim wiha dikin, mafên ji bo xwe û miletê xwe rewa û heq dibînin, ji bo kurdan rewa û heq nabînin.
Li vê cîhanê tu kes weke siyasetmedarên tirk bêexlaq û rûşuştî tune ne, dema ji bo wan be hemû dibin hewariyê heq, huqûq û edaletê, lê dema dor tê ser kurdan hemû dibin zebanî, zalim, zorba û heqnenasên herî xedar.
Û di ser da jî merivên hewqasî bêrûne ku di eynî wextê da herdu dîtinan jî diparêzin, tiştên ji xwe ra dixwazin, ji xelkê ra li dij in.
Bala xwe bidinê, bêyî fedî û heya, mêrik mafê ku ji bo tirkên koçber ji dewleta Alman dixwaze, li welatê xwe nade kurdan, li dijî dana vî mafî ye.
Diyar e Erdogan ya zarokên kurdan layiqî vî mafî nabîne ya jî kurdan însan nahesibîne.
Heger Erdogan, kurd û zarokên wan însan bihesibanda, mafê ku ji bo zarokên tirk dixwest, ewê ji bo zarokên kurd jî bixwesta.
Lê naxwaze, ji ber ku Erdogan merivekî ne demokrat, ne adil, ne samîmî û durû ye.
Loma jî tiştê ku ji bo tirkan weke heqekî herî tabiî dibîne, ji bo kurdean weke heq nabîne û nade...
Helbet ev ne cara pêşî ye ku Erdogan vê cotstandardiyê bikar tîne, heta nuha gelek carên din jî wiha kiriye û ji xwe ev siyaset û felsefeya wan ya esasî ye.
Lê li gel vê jî dibê kurd li hember vê beyana Erdogan bêdeng nemînin, di serî da di meclîsê da û dûra jî di çapemeniyê da dibê hesabê vê siyaseta durû jê bipirsin...

25 mars 2010

Heryek ji bo tiştekî bûye tirk

Di malpera rizgarî.com-ê da nivîseke Lokman Polat ya gelkî xweş heye. Polat, di nivîsê da qala serpêhatiyeke xwe ya Stenbolê dike.
Serpêhatiyeke pir xweş û pir manîdar e.
Dibe ku ji xwendevanên vî quncikî hinekan ew nivîs(Cîhan guherî lê çepên tirk negehurîn)nexwendibe.
Ez dixwzim îşev jî li ser mijara vê nivîsa Lokman Polat rawestim.
serpêhatiya Lokman Polat, rastiyeke pir tarajîkomîk e...
Lokman Polat li Stenbolê li herêma Beyogluyê dema diçe weşanxaneya Komalê rastî çend keç û xortên ku him belavokan belav dikin û him jî qelem û kaxet di destên wan da ji xelkê îmzeyan top dikin tê.
Ji wî jî îmzeyekê dixwazin.
Ew jî ji wan dipirse, dibêje hûn ji bo çi îmzeyan top dikin?
Xort jî dibêjin, ew li dijî emerîka top dikin. Daxwaza wan ew e ku ”leşkerên Emerîka ji Tirkiyê biteqize here.”Li ser vê, Lokman jî dibêje:
”Hûn viya dixwazin, ez jî dixwazim ku artêşa tirk ya dagirker ji Kurdistanê biteqize.”Lokman dibêje, dema wî ha got:
”Çavên herduyan biloq(beloq) bûn û bi tirs li derûdorê nêriyan. Min ji wan re got, Binêrin hûn li dij leşkerên orduya Amerîka derdikevin. Çend leşkerên wan li Edanê – încirlikê ne-, hûn dixwazin wan biqewirînin, lê leşkerên orduya tirk li bakurê Kurdistanê xirabiyên nedîtî pêk tînin, hûn bêdeng dimînin. Pêşî li dij dagirkeriya dewleta Kemalîst û leşkerên artêşa hov yên li bakurê Kurdistanê derkevin, paşê jî li dij yên Emerîka derkevin.”Herdu xortên belavokê didin wî li hember van gotinên Lokman dişeqizin û bersîvê nadinê.
Dûra ew ji yê xort ra dibêje, ”tu dişibî kurdan, gelo tu kurd î?”Xort dibêje, ”erê ez kurd im.”Li ser vê bersîva yê xort, Lokman dibêje:
”Baş e, tu kurdî çi karê te di nav rêxistina sosyal şovenên çepê tirkan de heye? Rêbaza vana Kemalîzm e û sosyal şovenîzm e.”Bersîva xort pir samîmî ye, dibêje:
"Ez zanim dîtin û ramanên wan şaş in, lê ez ji bo vê keçikê di nava wan de me."Lokaman dom dike, dibêje:
”Min li keçikê nêrî, keçeke gelek xweşik, bedew û spehî bû. Dema min çavên wê yên şîn dît, min texmîn kir ku keçik jî ne tirk e. Min ji yê xort re got:
”Binêr, ev keçik jî tirk nîne. Miheqeq ji neteweyeke dine.”
”Yê xort got :
”Belê ew tirk nîne, çerkez e.”
”Dilê yê kurd ketibû keçika çerkez û ji bo wê çûbû beşdarê vê rêxistina sosyal şoven bûbû.”
Lokman dibêje, belavoka belav dikirin, Yyji bo çil saliya damezrandina Dev – Genc-ê bû û di bînî da îmzeya ”Halk Cephesî – Enîya Gel” hebû.
Weke hûn jî dibînin, dilê yekî kurd ketiye keçeke çerkez û ji bo ku xwe bigihîne keçikê çûye ketiye nava rêxistineke tirk û bûye tirk.
Keçik çerkz, lawik kurd, lê herdu jî dev ji netewa xwe berdane û bûne tirk û ji bo azadiya Tirkiyê li dijî Emerîkayê belavokan belav dikin.
Bêguman ev bûyera Lokman qal kiriye ne bûyereke îstîsna ye û cara pêşî ye ku tiştekî wiha tê meydanê.
Helbet nimûneyên wiha pir in, bi milyonan keç û xortên kurd û neteweyên din ji ber sebebên gelkî cuda dev ji nasnameyên xwe yên netewî berdane û bûne tirk û ji bo tirakan dixebitin.
Ma ne Komara Tirkiyê jî eynî bi vî rengî, ji teref gel û kadirên ne tirk ve ava bû û dûra ew jî ketin bin destên tirkan.
Trajediyeke pir mezin e, kesên ku Komara Tirkiyê ava kirin yek jî ne tirk bû, hemû jî ya kurd, çeçen, çerkez, boşnak, laz, gurcî, arnawit û ji hin miletln din bûn.
Van miletan ji tirkan ra dewletek ava kirin û xwe jî kirin koleyê tirkan.
Nimûneyeke wiha li dereke din ya cîhanê tuneye, dibê dîrakzan û civaknas vê yekê analîz bikin.
Dewletek bi destê xelkê ji miletekî din ra tê avakirin, dîrok, ziman, edebiyat jî hewetineê; di van waran da jî em rastî navê tirkekî nayên.
Di van waran da jî piraniyeke mezin xerîb in.
Loma jî, xortekî kurd ji bo keçeke çerkez bûye tirk, esas tiştekî pir ne ecêb e, ji ber ku Komara Tirkiyê jî bi vî şiklî ava bûye.
Ez çi bibêjim, çansê mêrikan heye, bi milyonan însan ji ber sebebên cihê cihê bûne tirk û dibin tirk...
Ma îro serokê kîjan partiyê tirk e?
Yek jî ne tirk e, hemû jî ji miletên din in, lê bêyî kurdan hemû jî xwe tirk dihesibînin û eslên xwe înkar dikin.

24 mars 2010

Bi minasebeta wefata Seîdê Kurdî bîranîneke wî

Çendakî berê di malpereke Ruhayê ya radyoyê da(radyomedya)ez rastî bîranîneke gorrbuhştê Mele Seîdê Kurdî hatim.
Nivîs(ya jî bîranîn) li ser hevdîtineke di nabêna Mele Seîdî Kurdî û wezîrê karê ewlehî yê Dewleta Osmanî Şefîq Paşa da ye.
Bîranîn, wî(Seîdê Kurdî) bi xwe qal kiriye û weşandiye.
Û mele Dawud jî ya ji tirkî wergerandiye kurdî ya jî ji elîfbeya erebî transkripte kirye, yanî ji herfên erebî wergerandiye herfên latînî.
Kêfa min gelkî ji bîranînê ra hat.
Min biryar dabû ku roja wefata wî, yanî do vê bîranîna wî di quncikê xwe da biweşînim û we xwendevanên xwe jî ji vê mezinayî û cesareta Seîdê Kurdî agahdar bikim.
Lê ez nizanim çawa bû, min do bi şev ji bîr kir.
Gava îro li ciyê kar bi bîra min ket, ez pir muteesîr bûm û gelkî jî li ber xwe ketim, ez bi xwe da xeyidîm...
Lê şevekê bi derengî be jî tişt nabe, ez wê nivîsê îşev diweşînim.
Ez bawer dikim ku dema hûn bixwînin hûnê jî gelkî jê hez bikin û mezinayiya Seîdê Kurdî hinekî din jî bibînin.
Helbet kurdê ku navê Seîdê Kurdî nebihîstibe, tiştek jê, ya jî li ser nexwendibe tuneye, her kurd pir hindik di heqê vî mezin û fîlozofê kurd yê îslamî da tiştekî dizane û bihîstiye.
Lê kesên ku di nava kurdan da herî kêm Seîdê Kurdî nas dikin, dîtin, xizmet û felsefeya wî kêm dizanin bêguman çep in.
Helbet di vê şêla çepên kurd da rola dewleta tirk û tirkan pir mezin e.
Îslamiyên tirk bi zanetî dîtin û nivîsên Seîdî Kurdî yên li ser doza miletê kurd ji berhemên wî(Kullîyat)ya derxistin ya jî tahrîf kirin.
Ev yek jî bû sebeb ku gelek kurd aliyên Seîdê Kurdî yê kurdperweriyê nebînin û nizanibin.
Seîdê Kurdî, bi navê wî yê din, Bedîuzzaman ya jî Seîdê Nûrsî tam 50 sal berî nuha, dema diçû bajarê xwe Hîzanê, ya jî Wanê, di 23-ê adarê da li Ruhayê, li otêla Îpek Palasê wefat kir û li wir jî hate veşartin.
Lê belê piştî demeke kin, rejîma kemalîst ya zalim û ceberrût şevekê bi çend gorrnapaşkên dewletê gorra wî da vekirin û termê wî ji gorrê derxistin û birin li dereke ne diyar veşartin.
Yanî wenda kirin.
Û hîn û hîn jî miletê kurd nizane meytê vî mezinê kurd li ku ye û çi anîne serê wî?
Wek tê zanîn, rejîma kemalîst bêyî Seîdê Kurdî, gorra Şêx Seîd û hevalên wî, ya Seyid Riza, lawê wî gelek kurdên din jî ji miletê kurd vedişêre û rastiyê nabêje.
Yanî him mezin û serokên me kuştine û him jî meytê wan teslîmî me nakin.
Li tu dera dinyayê zulmeke ji viya mezintir tuneye.
Dibê kurd ji bo dîtina gorrên van rêber û mezinên xwe dengê xwe bilind bikin û zixtê bidin ser hukûmeta AKP-ê.
Wek min li jor jî got, Seîdê Kurdî di 23-ê adarê da li Ruhayê li otêla Îpek Palasê wefat kiriye.
Lê demaez li welêt bûm min ev yek nizanîbû.
Û ji ber ku min nizanîbû nuha ez ji xwe şerm dikim.
Ji ber ku heta salên 80-î belkî sedan car ez li otêla Îpek Palasê raketime. Him ez bi tenê û him jî gelek caran ez û rahmetiyê bavê xwe.
Îpek Palas ciyê bavê min bû, dema diçû Ruhayê tim li wir dima. Çimkî wan salan otêla herî baş û paqij Îpek Palas bû.
Lê min nizanîbû Seîdê Kurdî li wê otêlê wefat kiriye.
Belkî jî ez geelek caran li wê oedeya ku wî tê da wefat kiriye razame, bêyî ku haya min jê hebe.
Bi rastî jî dewletê hafiza me ya netewî paqij kiriye, mêrikan em kirine weke mirîşka gêj, haya mej i tiştekî tuneye, em tenê zanin bixwin û rakevin.
Em bûne miletekî bêşiûr…
Kerem bikin, nivîsê bixwînin.


"Bİ ŞEFÎQ PAŞA RE AXAFTİNA MİN E

Mele Seîdê Kurdî


Werger: Mele Dawud

Dİ DEWRA ÎSTİBDADÊ DE PİŞTÎ TİMARXANÊ WEXTA KU Lİ HEPİSXANÊ BÛM Bİ WEZÎRÊ KARÊN EWLEHÎ ŞEFÎQ PAŞA RE AXAFTİNA MİN E

Wezîrê Karên Ewlehî got: Padîşah ji te re silav şandîye, hezar quriş jî meaş girêdaye. Wê dû re bike 20-30 lêra.
Bersîva min: Ez ne parsekê meaş im. Hezar lêra be jî ez qebûl nakim. Ez ji bo xwe nehatim, ji bo miletê xwe hatim. Him jî, ya ku hûn dixwazin bidine min bertîl e, para bêdengkirinê ye.
Wezîr:
-Tu daxwaza (îrada) padîşah red dikî. Daxwaz nayê redkirin.
Min Bersîv da: Ez red dikim ku bila padîşah bixeyide û bangî min bike. Ezê jî ya rast jê re bibêjim.

Wezîr:
-Encama wê pir talûkeye.
Min Bersîv da:
-Encama wê derya be, goreke fireh e. Ger bêm îdamkirin, ezê di dilê milletekî de razêm. Him jî gava ez hatim Stenbolê, min jiyana xwe wek bertîl anîbû. Êdî hûn çi dikin bikin.
Ez vê jî ji dil dibêjim:
-Ez dixwazim bi awayekî fîîlî zarokên milletê xwe hişyar bikim ku, ev jî ji dewletê re xizmet e. Ji bo meaş girtinê nîne. Îcar ji dewlet û millet re xizmeta zilamekî wek min şîret e.
Ew jî bi tesîra baş dibe, bi dilxwazî dibe. Bêyî ku armancek hebe, bêbergîdan, bi devjêberdana berjewendîyên şexsî dibe. Ji ber vê yekê, ez di qebûlkirina meaş de mazûr im.
Wezîr:
-Armanca te ya li Kurdîstanê firehkirina hînkirin û perwerdekirinê, di Meclîsa Mebûsan de mijara hevdîtinê ye.
Min Bersîv da:
-Hûn perwerdê bi derengî dixin, meaşê bi lez dikin. Ev çi ûsûl e? Menfeeta şexsê min di ser menfeeta hemû millet re çêtir dibînin.
Wezîr hêrs bû.
Min got:
-Ez azad jîya me. Ez li çîyayên Kurdîstanê, warên bi temamî azad de mezin bû me. Bi min de hêrs bûn feyde nake, xwe vala newestîne. Min sirgûn kin, ez qayîl im, bila Fîzan be, Yemen be. Hûnê jî ji pînevanîyê xelas bin. Ez jî ji ketina cihekî bilind xelas dibim û naêşîm
Wezîr:
-Tu dixwazî çi bibêjî?
Min Bersîv da:
-We perdeyek mîna kaxeza cixareyê tenik bi navê nîzamê, li hember fewerana fikran û hissiyata her kesî girtîye. Herkes di bin de, ji ber tezyîqeta we, weke mirîyên gerok dinalin. Ez ecemî bûm, neketime binî, lê bi ser da ketim. Mîna şiklê cil û bergên min, exlaqê min jî giran bû. Carekê li xanîyê sekretera qesrê çirrîya. Li Şîşlîyê ketim maleke Êrmenî, li wir çirîya. Ez ketim Şekercî Xanê li wir jî çirîya. Ez ketim timarxaneyê, aniha jî ez ketime bin çavdêriyê.
Bi kurtî:
-Hûn nikarin ewqas pînevanîyê jî bikin, ezê jî bêm êşandin.
‘‘Qed îttese’el xerqû e’lar raqî’î ’’ ( yanê cihê çirrîyayî, ji cihê pîne firehtir bû.)
Him jî dema ez li Kurdîstanê bûm, min we çê dizanîbû. Ev rewş sirrên we baş fêrî min kir. Bi taybetî timarxaneyê ev nivîsar ji min re baş rave kirin. Him jî ji bona van rewşan, ez ji we ra spas dikim. Lewra min li cîhê sûîzanê de ji we ra husnêzan dikir.!
Not:
Ji bo weşandina vê bîranîna hêja, ez gelkî sipasî hemşeriyên xwe yên ruhayî û berpirsiyarê malpera "radyomedyay"ê dikm.

23 mars 2010

Civata dejenere...

Çend dost û hevalan heq dane nivîsa min ya do, ku min Aynur Dogan xanima stranbêj rexne kiribû.

Ji dêlî ku ez yeko yeko bersîvên wan bidim, min got ya çêtir ew e ku e ez li vir çend gotinan bibêjim.

Bi baweriya min dibê meriv biwêribe ji başan ra bibêje BAŞ û ji xeraban ra jî bibêje XERAB!

Ger ne wiha be baş û xerab weke nîsk û nokan tev hev dibin, meriv nizane kîjan nîsk e, kîjan nok e û kîjan jî birinc e?


Dibê meriv vana li bêjingê xwe.

Di her warî da dibê meriv li bêjingê xe.

Di siyasetê da, di nivîskariyê da, di muzîkê da, di huner da.

Axir di her warê jiyanê da.

Kî ji çi fêm dike, dibê li ser wê mijarê raweste û krîtîk bike.

Ne rast e ku hema her kesê ku bikanibe bibêje "lêlêê, lolooo" û "ez reben im, ez reben im" bibe stranbêj û hunermendê/hunermenda kurd.

Kê çi da me dibê em pê razî nebin û nedin ser serê xwe, êdî ew dem û dewran derbas bûye.

Dibê di xizmetê da jî kalîte hebe.

Heger nivîsên min li gor hinekan bê kalîte ne, kurdiya min xerab e, tûrikê min vala ye, gotineke min ya ez bibêjim tuneye, dibê xwendevan biwêribe viya bibêje û nivîsên min nexweîne.

Bi derewan pesnê min nede.

Ya jî ji bo ku ez bi kurdî dinivîsim devê xwe negre û ji min ra li çepikan nexe.

Kesî ji bo nivîsandinê zor nedaye min, ez bi dilê xwe dinivîsim.

Heqê min tuneye minetan li kesî bikim.

Ev yek ji bo her kesî wisa ye.

Bi kurdî nizane bira nebe siyasetmedar û stranbêj.

Çimkî ev herdu sinet jî bi ziman û zanînê dibe.

Heger ewê bibe serokê miletê kurd, dibê zimanê vî miletî bizanibe, bi zimanê wî pê ra bide û bistîne.

Heger kurdbûn û ziman ne mihîm be, wê demê meriv dikane gelek tirkên dostên kurdan yên gelkî jêhatî îtxal bike û bike serok, rêber û berdevkê miletê kurd.

Yanî weke lîstikvanê futbolê bikire, îtxal bike...
Heger ewê bibe dengbêjê miletê kurd, berî her tiştî dibêbê zimanê kurdî û gotinên stranan baş fêr bibe.

Ma we cara dîtiye ku dengbêjê miletekî bi zimanê xwe nizanibe?

Bi vê nezaniya xwe ya zimên û hûnerê, weke tirkan ew jî muzîka kurdî xera dikin.

Binêrin, li gor kanalên tirkî pir kêm li telewîzyonên kurdî tên temaşe kirin.

Çima ?

Ji ber ku kalîte tuneye, ziman xerab e, mijar ne aktuel û balkêş in û gelek sebebên wiha.
Loma jî milet lê temaşe nake.

Dema kalîte bilind bibe, ziman rast were peyivîn, muzîk bi rastî muzîka kurdî be, miletê lê temaşe bike, lê guhdarî bike; edebiyat be ewê bixwîne.

Neyse ez kin bibirim, bi rastî jî do Aynûr Dogan pir xerab bû, him kurdî nizanîbû û him jî repertuara wê pir xerab bû, te digot qey Ne Newroz e, şîn e...

Welhasil em kurdên Tirkiyê pir dejenere bûne, weke soleke ku deform bûbe, me orjînalîteya xwe wenda kiriye...

Em ne tam kurd in, ne tam tirk in, loma jî Xwedê jî nizane em çi ne...

22 mars 2010

Em kurdên Tirkiyê ji miletbûnê dûr ketine...

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku ezê herim şahiya Newrozê li Aynûr Doganê û li muzîka îranî guhdarî bikim.
Ez gelkî tije bûme, dibê ez ji we ra îşev qala ”dengbêja kurd ya bi nav û deng” Aynûr Dogan xanimê bikim.
Li gel ku berf û bahoz bû, me rabû ji malika xwe da rê em çûn.
Bilêtên xwe me du roj berê bi riya înternetê kirîbû.
Konserê saet di 19-an da dest pê dikir.
Em çend deqîqeyan berî destpêkirina programê gihîştin ciyê şahiyê.
Şahî li Qesra Belediyê, li Salona Hişin bû.
Xwarina(şîva)Nobelê li vê salonê tê dayin.
Saloneke muhteşem e.
Herçiqas em çarîkekê berê çûbûn jî lê salon heta ber dev tije bû, ji bo ku ciyên xwe bibînin milet pê li serê hev dikir.
Bi xêra teşrîfatiçiyên salonê me ciyê xwe dît û bi meraqeke mezin em rûniştin.
Ev cara pêşî bû ku ez û xanim diçûn çev û şahiyeke kurd û farisan ya bi hev ra. Ji bo min tiştekî nuh bû.
Sîmayên nuh, xezalên faris yên çavreş, bejinzirav û narîn hemû jî ji bo min nuh û xweş bûn.
Û salon jî gelkî xweş bû.
Pêşkêşvanê şevê lawê Mamosteyê hevalê min lîstikvan û komediyenê bi nav û deng Ozz Nûjen bû.
Ji zûda bû min li programên wî temaşa nekiribû.
Dema dest bi axfitinê û henekan kir, min dît ku çiqasî bi pêş ketiye û rehet e.
Gelkî kêfa min hat.
Li hember swêdî û îraniyan serê me ji ber bilind bû, pir rehet û ji xwe bawer dipeyivî û henekên xweş dikir.
Min di dilê xwe da got, ez hêvî dikim ku Aynûr xanim jî bi deng û hunera xwe serê me bilind bike.
Lê mixabin ez şaş bûm, Aynûrê em mahcûb kirin, tu nemabû ku salonê bide valakirin…
Dengbêja pêşî Sîma Bîna ya îranî bû.
Sîma xanim, stranbêjeke gelêrî ya Îranê ya herî mezin e, pir populer e. Loma jî belkî ji sedî heyştêî temaşevanan îranî bûn.
Sîma xanimê, nêzî saetekê ziyafeteke muzîkê ya muhteşem da temaşevanan; him bi dengê xwe û him jî bi muzîka xwe ya gelêrî.
Erê ji xwe muzîka îranî gelkî xweş û narîn e, lê Sîma xanimê bi wî dengê xwe yê wek yê Şalûl û Bilbilan xweştir kir, ez mest bûm…
Muzîk û pêkenînên piştî Sîmayê hatin pêşkêşkrin jî xweş bûn, meriv aciz nedibû.
Hemû jî îranî bûn.
Ozz, ruyê me sipî kiribû, nuha dora Aynûrê bû...
Aynûr dawiyê derket sahnê.
Lê xwezî derneketa, hindik mabû ez jî rabûma.
Malneketê di vê şeva kêf û şahiyê da û him jî belkî ji sedî heyştêyî temaşevanan îranî û swêdî bûn, bi ”ez rebenim, rebenim, rebenim” dest pê kir û bi ”loloo, lêlêê, loloo, lêlêê” jî qedand.
Û ji xwe min bala xwe dayê wekî din jî nikanîbû du gotin baniya hev.
Ev cara pêşî bû ku min bi dîqet li Aynûrê guhdarî dikir.
Carê min dît ku ji bin de bi kurmancî nizane, dîksiyona wê sifir e û zimanê wê nagere hin gotinan bibêje.
Piştî çend stranên heznîtiyê û şînê, leqîn bi salonê ket, gelek kes rabûn.
Carê ne muzîk muzîk bû û ne jî dizanîbû bistira.
Gelo li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku yekî/yeka bi zimanekî nizanibe, nikanibe bi şiklekî dirist bibêje Newroza we pîroz be, rabe bibe dengbêja wî miletî, bi wî zimanî bistirê?
Ez fêm nakim, însan çawa bi zimanekî nizanibe û rabe bi wî zimanî bistirê?
Ev sosireta tenê li ba me kurdên Tirkiyê heye.
Li ba me, ne kurd in, bi kurdî nizanin lê dîsa jî dibin serokên me.
Bi kurdî nizane, dibe dengbêja kurd…
Dema muzîkjenên farisan dest bi lêdanê kirin, çer gotin tinggg, meriv fêm dikir ku ev muzîka farisî ye.
Lê ya gurûba Aynûrê meriv nizanîbû çi muzîk e, gelo muzîka tirka ye, ya ereba ye ya jî ya elewiya ye…
Tiştekî tevlihev û qet nedişibiya dengê muzîka kurdî..
Û dengêbêjê jî bi kurmancî nizanîbû, hema digot, ”ez rebenim, rebebenim, rebenim…”Min ji xanimê ra got, tu ferqa me û xelkê dibînî, bi rastî jî em kurdên bakur reben in, tu tişt di me nemaye.
Bi zimanê xwe, bi muzîka xwe, bi kultura xwe em bûne gêrmiya gavanan, bûne ibret, bûne sosiret.
Pirs ev e: dema însan bi zimanekî nizanibe çawa dikane cesaret bike, bibe dengbêja wî zimanî û di ser da jî meşhûr bibe?
Ya din, ev miletê kurd çawa dikane li dengbêjeke ku bi kurdî nizane, nizane du gotinên stranekê rast û temam bibêje guhdarî dike?
Ev jî pir ecêb e…
Wê demê sûc yê milet e, mistewa milet ya muzîkê jî sifir e.
Heger têgihîştin û zewqa muzîkê li ba kurdan ne sifir bûya, Aynûr Dogan nedibû hunermendeke kurd ya bi nav û deng.
Heta neyê serê meriv, meriv nabîne, lê dema meriv bi xelkê ra be meriv dibîne ku em çiqasî reben û vala ne.
Vê ferq û qalîteyê meriv di nabêna me û soranan da jî dibîne, soran dema mêrikan derdikevin bi govendên xwe, bi cil û bergên xwe, bi stran û zimanê xwe nîşan didin ku ew miletekî din in, ne tirk, ne ereb û ne faris in.
Lê yê me kurdên tirkiyê kes fêm nake ku em çi mexlåqat in, çi milet in....

21 mars 2010

Newroza we pîroz be!

Gelî dost û hevalan, di serî da, berî ku ez qala tiştekî diin bikim, Newroza we û ya hemû gelê kurd pîroz be!
Bi hêviya ku emê Newroza bê li Kurdistaneke azad pîroz bikin...
Ji bo dîtina welatekî serbixwe û miletekî azad, yekîtiya xwe xurt û xebata xwe jî geş bikin...
Nuha jî ez dixwazim li ser pîrozkirina Newrozê ya dewleta tirk çend peyvan bibêjim.
Min nuha di kanaleke TRT-ya Tirkiyê da dît ku dewlet jî Newrozê bi şiklekî resmî pîroz dike.
Kenê min hat, komediyeke temam bû.
Tiştekî xwe, yê miletê tirk nîşan nedidan, tiştên qirgiz, ozbek, turkmen û azeriyan nîşan didan, bi kultur û adetên wan xwe qure dikirin, digotin, mêze em jî Newrozê pîroz dikin....
Ez fêm nakim dewleteke, miletek çawa dikane xwe hewqasî bike pêkenînê alemê.
Kultur û adeteke wan ya pîrozkirinê tunye, lema jî feqîran nizanin çi bikin û çawa pîroz bikin. Lê biryar ew e ku vê cejnê ji kurdan ra tenê nehêlin.
Ji qerezî kurdan ra, ji bo ku kurd tenê pîroz nekin ev çend sal in ku dewlet jî Newrozê bi şiklekî zorakî û netabiî pîroz dike.
Pîroz dike bira bike, em nabêjin ji ber ku kurd Newrozê pîroz dikin dibê tu miletekî din pîroz neke.
Tiştekî wiha ehmeqiyeke mezin e.
Lê dema meriv cejnek pîroz kir, dibê ew adet û ew kultur li ba meriv hebe, meriv kanibe di wî warî da tiştekî nîşan bide.
Li ba tirkan ev tuneye.
Îcar ji ber ku li ba wan ev adet û kultur tuneye û loma jî nikanin weke miletê tirk adet û berhemeke Newrozê pêşkêş bikin, ji dêlî vê diçin ban gurûbên qirgizan, turkmenan, ozbekan û azeriyan dikin, wan derdixin telewîzyon û şahiyan, bi wan Newrozê pîroz dikin.
Îro jî dîsa wer kirin, folklor û babetên pîrozkirina gurûbeke qirgiz ya jî ozbek nîşan dan, rebenan bi pîrozkirina wan xwe tatmîn dikirin...
Sosireteke wiha li tu dera dinyayê tuneye, ew bi xwe nizanin pîroz bikin, diçin ba ”merivên” xwe dikin, dibêjin mêze, merivên me jî Newrozê pîros dikin û ev jî îspata wê ye ku miletê tirk jî Newrozê pîroz dike.
Nuha kesî negotiye tirkmen, azerî, qirgiz, ozbek, tacîk, îranî, afganî Newrozê pîraz nakin, ev adet li ba kurdan tenê heye.
Kesî tiştekî wiha negotiye.
Tiştê em dibêjin adeta pîrozkirina Newrozê li ba tirkan tuneye, heger heye kerm bikin, bi xwe pîroz bikin, ne bi qirgiz û ozbekan...
Kurd serê hezarsalan e ku vê cejnê pîroz dikin, Ehmedê Xanî nêzî 300 sal berê di destana Mem û Zînê da qala Newrozê dike, Mem û Zîn di cejna Newrozê da hev û du dibînin.
De îcar heger tiştekî we jî heye, kerem bikin nîşan bidin, bi adet û kultura xelkên din cejneke li ba we tune nekin ya xwe, şerm e, kultur û adetên xelkê ne yên meriv in, meriv bi yên wan nikane pesnê xwe bide, bibe xwedî adetekê.
Dibê ez zû rabim herim Newrozê, li Aynûrê û çend xaninmên faris guhdarî bikim. Îşev hin kurd û îranî bi hev ra Newrozê pîroz dikin....

20 mars 2010

Rûvî neçû qulê rabû hejek bi dêla xwe va girê da...

Min îro belayek din ji xwe ra vekir, blogg ne bes bû, min ”facebook” jî lê zêde kir…
Dibêjin rûvî berê nediçû qulê rabû hejek jî bi dêla xwe va kir…
Îro Heyder Diljen û xanima xwe hatibûn Stockholmê, telefon kir, mel i bajêr hevdu dît….
Piştî vexwarina qahwê me sohbet germ kir, yek ji vir, yek ji wir, mijar hat ser çûna min ya welêt.
Ji ber ku Heyder çend caran çûye û hatiye loma jî ew xwedî tercûbyeyeke kûr û dûr e, heger bi zanetî ”temî û şîretên” xerab li min nekiribe, gelek tiştên baş ji min ra got…
Esas xwedêgiravî bi tesadufî emê eynî rojê û bi eynî balefirê biçûna, lê dûra çawa bû ez nizanim çûna wî du rojan ket pêş min…
Ji min ra got, ji bo ku ew li Diyarbekrê bi ”merasim” were pêrgî min loma ew 2 rojan berî min diçe...
Min jê ra got, ez hêvî dikim ku ji siûda min ya xerab ra wê rojê tu nexweş nekevî…
Belê, nuha jî ez werim ser mesela ”facebook”ê…
Di nava sohbetê da Heyder qala başî û awantajên facebookê kir, got, Zinar tiştekî ecêb e, ji bloggê pir û pir baştir e, di eynî deqîqeyê da bi sedan însan ji gotinên te,ji nivîs û tevgereke te haydar dibin.
Û tu jî ji yên wan agahdar dibî…
Welhasil gelkî pesnê facebookê û feydeyên wê da…
Li hember tiştên wî gotin devê ji min ji hev çû, di cî da dilê min bijiya facebookê.
Min got weleh li ciyê karê min salek ya jî du sal berê xanimekê ji min ra tiştek çêkiribû, lê min heta nuha tu carî bikar neaniye, ji ber ku min newêrîbû, lê ezê herim li binêrim.
Gava ez hatim mal, min e-maila xwe vekir.
Min dît ku wa ye biraziya min Dîcle, bi riya facebookê tiştek şandiye, lê ji ber ku bi îngilîzî bû min tiştek jê fêm nekir.
Tesaduf, biraziyê min Firat li mala me bû, min jê ra got jaho Firat, caranan bi navê hin nas û ne nasan ev ”facebook” ji min rat ê lê ez tim davêjim.
Ma vana çi ji min dixwazin?, ev yek.
Û ya din jî îro Heyder pir pesnê vê facebookê da, hela ji kerema xwe ra carê lê binêre.
Camêr keniya, got, apo tenê bibêje ”erê”, vana dixwazin bi te ra bibin hevalê facebookê.
Ê min got madem wisa ye, hela carê xêra xwe li binêre…
Weleh di nava çend deqîqeyan da camêr vira tikand, wira tikand, ji wê pirsê ra got erê, ji ya din ra got na û facebooka min temam kir.
Û dûra jî got, de kerem ke were lê binêre…
Heyran min hew bala xwe dayê cimat geriya ye û şêwr germ e, tu kê bixwazî heye.
JiYaşar Abdulselamoglu bigre heta bi Mahmût Kîper, belkî sedan dost û hevalên min derketin hember min û bû gujîna bersîvên “tu bi xêr hatî facebookê”...
Ez matmayî mam, min ji xwe ra got, welehî Heyder rast gotiye, bi rastî ev facebook tiştekî pir baş e, dibê ez jî ne bi carê da lê hêdî hêdîka xwe tevê kim û pê hinekî bibim aşînayê wê...
Yanî êdî ne di blogê tenê, di facebookê da jî hûnê rastî min bên.
Dibêjin ava cerê/kûzê nuh destpêkê cemidî ye, facebook jî îşev bi min gelkî xweş hat...
Lê ji ber ku li vir cimat tim geriyayî û fire ye, loma şêwr jî dikane geş bibe, meriv mecbûr bibe “silavê” li xelkê vegerîne...
Ev yek jî dikane gelek wext û zemanê meriv bigre, wext ji nivîsîna meqaleyekê ra nemîne.
Ji ber ku hîn nuh e ez nizanim, hela ka ez binêrim pêşeroj ewê çi nîşanî min bide…

18 mars 2010

Benîştê dînan ji lîtirê ye

Li Stenbolê yekî tirk her roj çûye li qahwexaneya yekî kurd rûniştiye û çayek vexwariye.
Lê her car jî xwestiye heqê çayê nede û here, heta ku ji xwediyê çayxaneyê sîleyek bi tîn nexwariye heqê çayê xwe nedaye.
Carek, du car, sê car, rojekê yê kurd gotiye:
-Law birayê Satilmiş, madem ku tu yê perê xwe bidî, wê demê çima tu her roj sîleyekê dixwî? Bê teşxele, bê lêdan, bi rehetî bide çêtir e.
Satilmiş serê xwe bilind kiriye û avirekî tûj daye xwediyê çayxaneyê û gotiye:
-Gava ez bê teşxele, bê lêdan, bi rehetî bidim, wê demê mêranî û qebedayîtiya min li ku dimîne!Şerê me û tirkan jî mixabin eynî dişibe vê mesele, bi rehetî, weke meru û însanan heqê me nadin.
Ji bo qebûlkirin û dayina mafekî herî biçûk jî dibê em zorê nîşanî wan bidin û çend “sîleyan” lêxin.
Heta “zorê” nebînin nayên rê...
Ev serê salekê ye qaşo maşo qala “pakêta kurd”, “rêvekirina kurd”, “vebûna demokratîk” dikin, lê dibin û tînin û nagihînin netîceyekê.
Ji nuxteya înkar û îmhayê, kurd tune ne, zimanê kurdî tuneye ne bi rehetî, bi darê zorê, bi lêdanê hatin vê nuxteya îro, diyar e ancax dîsa bi zor û bi lêdanê ewê “pakêta” xwe vekin û dev ji hesabên şaş û vala berdin.
Li gora ku çapemenî dinivîse di pêşniyara hukûmetê ya guhertina qanûna esasî da ji bo kurdan tiştek tuneye, zimanê kurdî nabe zimanê perwerdeyê û partiyên siyasî jî dîsa ewê nikanibin di xebat û propagandeyên xwe dazimanbê kurdî bikar bînin.
Gotinek kurdan heye, ji bo kesên ehmeq û kêmaqil dibêjin, “lawikê min çû seferê ji dêka xwe ra hat kerê berê...”
Mixabin, siyasetmedarên tirk zû bi zû biaqil nabin, çiqasî diherin û tên jî lê aqil her yê berê ye, loma jî benîştê wan tim ji lîtirê ye...

XXX
Ji dilnexwazên Galileo yekî rojekê jê ra gotiye.
-Efendim, ma guhên te ji bo însanekî ne pir mezin in?
Galîleo Gotiye:
-Rast e, guhên min ji bo însanekî mezin in, lê gelo yên te jî ji bo kerekî pir ne biçûk in?

17 mars 2010

Extiyarî "demsaleke" bi kovan e

Hûn rastiyê dixwzazin min nizanîbû extiyarî(kalî, pîrî)tiştekî hewqasî ne xweş û bi derd û kul e.Di xortaniya xwe da min nizanîbû ku extiyarî hewqasî bi gelş û zahmet e. Ez ji extiyariyê qet neditirsiyam.
Lê nuha ez dibînim ku extiyarî ”sinetekî” gelkî zor e, ji bo ku tu qudûmşikestî û ziravqetyayî nebî, ya dibê tu guh nedî tu tiştî, ya jî dibê tu xwedî îrade û baweriyeke pir mezin bî.
Hin aliyên wê yên xweş hebin jî, bi baweriya min xortanî ji extiyariyê gelkî xweştir e.
Lê di xortaniyê da meriv vê yekê nabîne, piştî ku dema meriv kal û pîr dibe meriv bi van aliyên xortaniyê yên baş dihese û bîriya wan dike.
Mesela di xortaniyê da meriv cesûrtir e, mêrtir e, rûttir e, comerdtir e û bi hêz û xurtti r…
Dema meriv xort e, meriv ne boçikî ye, ne guhê meriv giran e û ne jî roniya çavên meriv kêm e.
Dema meriv xort e, meriv der heqê hevalên xwe da tenê xeberên dilxweşkir û dilşadkir dibihîze. Meriv dibihîze ku ya dildar bûye, ya zewicî ye, ya daweta wî/wê heye, ya bûye ya bav, ya ketiye karekî…
Welhasil hemû jî xeberên xêrê û xweş in, bi bihîstina wan meriv tu carî xemgîn û qudûmşikestî nabe.
Lê extiyarî ne wiha ye, tiştê meriv dibihîze hemû jî xeberên bêyom û xemgîn in…
Ya êş e, ya seqetîye, ya nexweşîye ya jî mirin e…
Bi bihîstina hemûyan jî meriv xemgîn dibe.
Îro ez du caran gelkî xemgîn bûm û bi kalîya xwe hesiyam.
Dilê min bijiya xortaniyê…
Ev çend roj in hevalekî min li vir nexweş e, min îro danê nîvro telefonek dayê û li halê wî pirsî.
Dengê wî weke ji binê zêrzemiyeke bêbinî were, pir hêdî û zelûl dihat, bêtaqet û bêhêz xuya dikir.
Bi dengekî melûl, got Zinar, ez pir bêhal im, nikanim bimeşim, min bi zor xwe gîhandiye malê…
Bi bihîstina dengê wî ra ez gelkî xemgîn bûm, extiyarî hat bîra min.
Danê êvarê hevalekî din telefon kir, wî jî xebera nexweşiya hevalekî min da min; got (…)nexweş e, rakirine Enqerê.
Ez bîstekê matmayî mam.
Hevalekî min ê ku xortaniya me bi hev ra derbas bûye û ez bi şev û roj li welêt xeyala dîtina wî dikim…
Lê ew jî rakiribûn nexweşxanê.
Bi carê da per û baskên min şikest, min tavilê telefonek dayê, li halê wî pirsî, pê ra hinek sohbet û henek kir.
Moralê wî li cî xuya bû, min got moralê xwe xera neke, moral û cesaret pir muhîm e.
Keniya, got na, na, ez natirsim…
Li Enqerê li nexweşxaneya Hacetepeyê bû, min got, ew nexweşxaneya min e, di sala 1976-an da ez jî li wir emeliyat bûbûm.
Piştî emelîyatê ez ji berê jî saxlemtir bûm, nexweşxaneyeke pir baş e, moralê xwe xera neke, tu yê jî di demeke kin da baş bibî.
Dîsa min henek kir û got, ez nexweşî mexweşiyê qebûl nakim, ez têm, dibê tu ji min ra rêberiyê bikî…
Lê mixabin êdî meriv di heqê dost û hevalên xwe da tenê xeberên wiha nexweş, xeberên bi kovan dibihîze.
Êdî em ketine wê demsala jiyanê...
Dema xeberên dilşadwar ji zûda derbas bûye…
Diyar e êdî em di payiza jiyanê da ne…
Herçiqas hin xweşiyên vê demsala jiyanê(extiyariyê) hebin jî, lê bi ya min xortayî, yanî buhara jiyanê hîn xweştir e, di vê demsalê da meriv xeberên xemgîn nabihîze

16 mars 2010

Roja ku jahrî bi ser kurdan da barandin

Di dîroka miletê kurd da 16-ê adarê, yanî îro rojeke pir xembar, rojeke reş û şînê ye.
Rejîma Saddamê dîktator di 16-ê adara sala 1988-an da bajarê Helebçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.
Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kesî jî birîndar bûn û seqet man.
Ji ber ku ev êrîşa hovane li hember miletekî bêpişt û bêxwedî, yanî li hember kurdan hatibû kirin, loma jî cîhanê xwe kerr û lal kir, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dewleteke din li hember vê jenosîda mezina tiştek nekir.
Ji xwe heger ne xêra rismên çend rojnamevanan bûya kesî nedibîhîst ku qetlîameke wiha bûye jî.
Îsal di 22-yemîn salvegera qetlîama Helebçeyê da Hukûmeta Herêma Kurdistanê, roja 16-ê adarê weke roja hezn û şînê îlan kir û ala kurd li herdera Kurdistanê heta nîvî hate daxistin.
Esas meriv fêm nake ji bo çi heta nuha hukûmeta Kurdistanê biryareke wiha negirtiye.
Lê bi derengç be jî girtina vê biryarê di cî da ye.
Rejîma Saddam Husênê dîktator, di nabêna salên 1986-1988-an da li hemberî kurdan bi navê ”enfalê” operasyoneke valakirina Kurdistanê û erebkirina kurdan ya bi darê zorê da destpêkirin. Bi taybetî jî li hin bajarên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Mûsil û hin herêmên din, rejîmê bi êrîşên ”enfalê” dixwest kurdan ji kok da li wan herêman paqij bike û di şûna wan da ereban bicî bike.
Di van êrîşên ”enfalê” da bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin, bi dehhezaran kesên siwîl bi darê zorê ji bajar, gund, erd û avên wan hatin bidûrxistin û bi hezaran kes jî bi girseyî hatin qetilkirin, gelek kes bi saxî hatin gorkirin.
Gelê kurd li hember van êrîşên tunekirina kurdan bi mêranî serî hilda û liberxwedaneke bêhempa nîşan da.
Li ser vê berxwedana kurdan, rejîma Saddam, birayara bikaranîna çekên kîmyayî yanî qirkirina kurdan girt.
Û wezîfeya vê qetlîamê jî fermandeyê Cepheya Bakur Alî Hasan el Mecîd girt ser milê xwe.
Loma jî kurdan navê wî kirine ”Elî Kîmyewî.”
Li ser emir û fermana Elî Kîmyewî, di 16-ê adarê da 8 balafirên Îraqê bi ser bajarê Helebçeyê da jahrî barandin, helebçe wêran kirin.
Di êrîşê da li gor tespîtên resmî di nabêna pênc û şeş hezar kesî da, hemû jî swîl, zarok, jin, kal û pîr jahrê bihatin qetilikirin.
Piştî Hîroşîmayê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da 5-6 hezar însan dihat kuştin.
Lê li gel vê jenosîdê jî gelê kurd bêhêvî nebû û dev ji xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serxweûpnê berneda, heta ku rejîma Saddam di 9-ê nîsana 2003-an da hilweşiya û ew jî di 13-ê çileyê pêşîn da ji alî leşkerên emerîkî va li gundekî Tikrîdê di quleke binê erdê da weke mişkekî hate girtin.
Saddam û hemû havalên wî ji ber sûcên ku li hember kurdan û şîîyiyan kiribû piştî 3 sal mahkimebûn cezayê îdamê girt û di 30-ê çileyê pêşîn ya sala 2006-an da hate îdamkirin.
Piştî ku 22 salan, meha borî Dadgeha Temîzê ya Îraqê, komkojiya Helebçeyê weke ”jenosîd/komkijî” qebûl kir.
Çend sal berê Dadgeha Laheyê jî Komkûjîya Helebçeyê wek jenosîda li hember miletekî binav kiribû.

Di dawiyê da ez dixwazim îşev helbesta Ehmed Huseynî ya li ser Helebçeyê pêşkêşî we bikim.
Helbest hinekî dirêj e lê tişt nabe, çimkî derd û kulên dilê me jî pir in, bi du gotina naqedin.

Goristanên TengLi ser textê çiyan
Bûk bû..
Di hêlîna buharê de
Di hişê kevir de
Çûk bû
Gula heft ber bû,
Lêv tenik
Çav bi xewn
Por Aza bû
Gerden ji alal û awazan bû.
MAÇEK min lê bû,
maçek bi lez
şipya lê,
Xerdela bê ol
Lêvê min birî
Û berya wan,
Bi Sêva xelatî tevî şa bû..
Kir hewar,
Me xwe pê dada...
Newroza xatirxwestinê ye
Cejna mirinê ye
Û... me hêvî di xwe de bada...
Axîna wê.
Agir, di şeva "Zeredeşt" de vemirand.
Birîna wê,
Xwîn, di çermê 'xwedakî' çayî de tewirand.
Movikên demê,
diyarî şewata bê dûman dike,
Evînê ji ser zimanê zemînê hildike.
-şerpeze
-bîn teng
-toz girtî
Xewna tenik ji çavên "Leyla" radike...
Xwas mîna pinpinîkê
Bê şal û şap!
Can sivik mîna hechecîkê
ji buhara reş direve..
Tariyê distrê ! !
ji stêrkeke geş dikeve..
pencereya girî derbas dike!!
Nema şirê Çiyan
ji berfê nas dike!!
Ji demsalên kesk
BENDE MAÇA XWE ME..
Lêlê sêvê!!
Zivistan be,
li ser destên te diçelmisin.
Havîn be
Di gerdeniya te deduqurnisim
Û salên şor tên!
Bê heyveke şermînî
Bê hevdîneke nermînî
Bê şadî û çandin
Tev şîn û çirandin,
û bi ser de!!
Em dibêjin Helebçe bû,
Navik û cî bû..
Gopal û rêwî bû..
Gepa nan û birçî bû..
Firek av û tî bû..

Tarîbûn mijankê welatê min kil dike.
Baskên buhara birîndar
nêçîra kewê şareza.
Nalîna bi çar çavkanî
Bindestiya bi qeremûşk
Jîna gergerînok
Taya mirinê û çend bîhok
Rêçên azadiyê bi mijê boyax dikin..
SÎNGA ROJHILAT BI MAÇA MIN DAXDIDIN..
Hezar dijmin
ji dara xwîna min tên weşandin:Berî didin
Asêbûna nifirê
Vezilandina şevnemê
Li ser aniya porkura min.
Berî didin:
Dîwarê bêdengiyê
sema agirê min,
Hinarkên kulîlk û çivîkan,
germ dikin
bi rondikên Helebçeya min.
Li dor kezeba wê kevz digre
Mûzîka xweriştê.
Kom dibin pêlên tevzînokê..
Bo wê serê çiyan dişke
Bo wê çira rêwiyan dişke
Bo wê, diçurise, li ser tava rokê
xwîna kevokê..
Xuşexuşa çeman pûç dibe.
Jena dilê çiyan radiweste.
Û Helebçe
Bê dest e
Xwe davêje çepera jînê,
Xwe davêje
genîbûna birînê..
Xwe davêje,
Dilê Memo duguvêşe..
Gavên Siyamend bi ser xwe de dikêşe..
Biskên Şêrînê Pizota Zînê dimêje
Xwe davêje perya Ferhadê hunermend
xwe davêje, qirşikên evînê
û vediciniqe!!
MAÇA MIN, Û PEYMANA ZEMÎNÊ TÊN BÎRA WÊ
HELEPÇEYÊ û dawiya şevê
bi hev re zîz bûn..
rewanê wê
"Izrayîl" û diranê wê
bi ser hev de xwîz bûn..
Li nik sipîka çavê wê
ro şerpilî.
Tava xweşyê haş bû
Lehiya reşiyê ser û kaş bû
Stiranên baranê
Zingilê beranê êvarê
Xwe sipartin qurmê hinarê
Bazî li ZÊWEYÊ
Hêlînê dipekîne..
Serçavka QELEDIZAYÊ
bi hêrs direvîne.
Şev bê dê ye!!
Li derveyî demê ye!!
Hênikahiya bayê sibê ye!!
Dil li ser balgeha kîjan kêrê ye?
Berê rokê li kîjan gorê ye?
Û bareş xwe li ba dike,
Pênc hezar gul.
Pênc hezar peşkên baranê
ji xewna çiyan şiyar dike..
Û BAVÊ TÛJO
Ji esmanê şehîdan direve!!
Û HELEBÇE

Nexurya çiyan
Ji zikê kevir
Ji ava gulan têt herikandin..
Bi mekyaja kîmya nûjen
têt xemilandin..
Bîna wê ji çermê me
Ji MAÇA MIN difûre
Cîhan pêl axê dike
dişikim!!Bi navê diktatoran
Bi azara deyûz
Dibawişkim ! !
Û jena dilê min bi ser
pêşanîka Helepçeyê de
têt reşandin..
Rût...
Li ber tîna agirê me
Serê riman ji xwînê dişon..
Her tiştê xweşik talan dikin
Hemî sibehên nazik bêcan dikin
Xwe fêrî navê şûr û topan dikin
û Helebçeyê
Lêvên xwe ji nêrgizê
Ji tava rokê bernade...
Ko ne li ser memikên berbangê be
tiliyên xewnê ranade..
Ceng bo wan e!!
MAÇ oksejêna Helepçe ye!!
Û ji govenda seqemê nareve..
Ji guregura mirinê
ji zindana çiyan
ji ser piyê ewran nalive
DOZA WÊ MAÇ E
an mazûbanê wê
xerdel e, sêdar û xaç e

Esmanê şînîyê têt vegirtin,
konê reş, porê Helepçeyê
şil dike.
-Paşmêr
-Dîroka şelû.
bi rûpelekî reş
ARARAT dinixumînin
NEHIŞYÊ MAÇA BÊTIRS IM
Li hember mirinê şox û girs im
Û tê lorandin:
-Bi bayê ber tavê.
-Bi çariya lavlavê.
-Bi hişkiya Silavê.
Sorgula min.
Sosreta min.
Derbesta min.
Darbesta min.
Ku dûr bim
Bilûreke bêhiş bim,
Bo çavsoran çûr bim
Û ji nişkê ve,
Giwîzan û devê şûr bim!!
Da tu li ser zendê vebişirandinê
xeweke zelal derbas bikî
kaniya şiyar bûnê me lê!
Da goşiyên tirsê ji rezê dilê te bidime hev
xwe bi mêranî didim nasîn!
Da rexên pirsê li ser lêvên te bipîvim
Gav bi gav xwe dispêrim MAÇA te !!
Bajarên evîna te.
Bi ronahiya çav vêdixim.
Bi te dikevim!
Mîna pilopilo
Mîna kêzika hecê.
Mîna serê derziyê
te di bin çermê dil de vedişêrim.
Keskesorekê ji kovana çiyan.
bo te hildibijêrim...
Helebçeyê!
Eger tu keça hîman bî
Neviya berf û qeşan bî
Gera can û rewan bî
Mey û helbestek GORAN bî
Dê bên bexçeyên mirina te!!
Ji felsefeya axê
Ji perwaneya li dor çiraxê
Dê bên,
Ji hûrê deyaxê
Zingil di dest wan de
Kevok di mil wan de
Dîrok di dev wan de
Xerdel di zik wan de
Gula heft ber
Di xêz û saz û hiş wan de.
Tu yê bibêjÎ:
Hûn çi divên!?
Simbilên MîDYAYÊ zer bûne
Mertalên RESTEM kerr bûne
Pizikên SELAHEDîN der bûne
Û!!
Hesrata Cegerxwîn
Destgirtiya Hêmin
FERATê seranser xwuşîn
çav zelal û şîn
Şerbikê bûkê
Şoreşa enîgirêdayê
Welatê gulperîn divên!!
Welatê dil xemgîn divên!!

Ji paytextên xweliyê,
ji EHMED ARIF
Ta dilovaniya zencîrên kevn.
Ji pêlên riha ŞÊX SEîD
ji cama qirika wî
Ta sînorê mizgînxêra Zûhayiyê...
Ji bejna Zozik
ji hina simbêlê SEYIDXANÊ KERR
Ta sîle û pêkenîna bayê...
Ji giwîzên dilrevîn
Ta xwêdana pişta NEMRÛD
Ta peqên zimanê min
Hustxwarkirina tîp û stiranên min
Ta kilîta buhiştê
Ta dismal û qermîçokê dilê dayê..
Ji bîranîna te,
Ji sersala te,
Ji berfa sor.
Ji sibehên zerikî,
Ji naveroka êşeke tîr - pîr.
Ta biservebûna şopa tayê..
Te dinivîsim Helepçeya min bi ava payê.. .
Çend sedsalan te guvaştin
te kuştin!?
Çend caran MAÇEK bo min
li ser gula xwîna te nehiştin!?
Çend lehî, xwînrijî, te vexwarin
Çend singoyên rizyayî
ji destê felekê, te xwarin!?
Helebçeya min!
lê moxila vê serdeşrnê.
Dizê hêlîna bêguneh Kî ye?
Dengbêjê hilata rojhilat Kî ye?
Kurm û tirşahiya roj felat Kî ye?
Neynika çavşikestî Kî ye?
Helbestvan Kî ye?
Pê zan?
Ezbervan?
Bê çend zindan te li xwe girtin?
Bê çend koremaran bi te vedan?
Bê çend kilîlên bûkaniyê te guhertin?

Bê çend berfan sînga kewan himbêzkirin?
Bê çend hesp û kevanan.
Bê çend tajî û nêçîrvanan
di qafê berbangê de te genî kirin?
Te dinivîsim Helebçeyê
bi ava payê...
îro!!
Ji qada berûyan
koça xwe bar kiriye oksejênê!!
"EHMEDÊ MALA MÛSÊ yadê min dixwaze û min nadinê!"
Goristanek dirêj e
li dor xewna te ye
Helepçeya min
"Hey ho li me xerîbê! Bê rizq û nesîbê
Xerîba xwedê mo. Tara li devê rê mo
hesreta mala bavê mo"
pêt û ar û tirêj e.
Li dor newqa te ye
HELEBÇEYA min.
Tava te kezyan dihûne
li ber dengê balefiran,
Mistek ji stiranên bêriyê
li kerbela dilê te diçêrin
di dojeha MAÇA min de
Tama axê tal dibe.
Rezen şîniya giranbuha
Nexşeyên eşqa bê reng
Helbestên girî û hawarê
Hinarkên Helebçeyê diqelêşin..
Rêçên ji toza sermest
Gundên bê navnîşan
Aso ji tovê hejîrê dikêşin..
Te li dor govenda mirinê dicivînin..
Bêhişiya xerdelê bi pola çavan dimeyînin..
Te ji afatiya mirina bê tembî direvînin.

(Ehmed Huseynî, 13. 08. 1988 Qamişlo)