27 februari 2010

Yek rojê jî ez bi wan şa nebûm...

Di demeke ku li Tirkiye û li Kurdistanê bûyerên pir mezin diqewimin, leşker û hukûmet bi şiklekî pir cidî ketine gewriya hev, zabit û çeteyên dewleta kûr qefle bi qefle tên girtin, ez dixwazim ne li ser van bûyeran, li ser bûyereke xwe ya şexsî, li ser tiştê do êvarî hat serê min rawestim.
Ji do êvar da ye ji qahran ez dikim biteqim.
Min gelkî da û girt, gelo tiştê do bi şev hat serê min, ez qal bikim ya na?
Dawiya dawî min biryar da ku we jî bi vê kêmhişî, xirifî û gêjiya xwe bihesînim...
Ez dirêj nekim, do piştî kar ez çûm mixazeyeke solfiroş/pêlavfiroş ya hinekî luks, tenê solên baş yên marqe difroşe.
Ji ber ku zivistanê îsal pir dirêji kir, li Stockholmê hîn mîtroyek berf li erdê ye, loma jî min got ez ji xwe ra cotek potînên baş bikirim.
Li gel ku erzanî ji zûda qediyaye, lê ji şansê min ra çend cotên bi erzanî dihatin firotin hîn mabûn.
Min potînek prova kir, te digot qey hoste qeysa nigê min girtiye û xusîsî ji bo min çêkiriye, tam li gor nigê min û dilê min bû...
Potîneke pir buha bû, bi buhayê normal min nikanîbû bikiriya, lê ji ber ku ji sedî 70-î erzan kiribûn min kirî.
Min bala xwe dayê wa ye çend cot solên havînê jî hene, min yeka bêqeytan û gelkî xweşik prova kir.
Tesaduf ew jî tam ji nigê min ra bû.
Du cot mabûn, yek 41 bû û ya din jî 42 bû.
Normal numreya nigê min 42 ye, lê ya wê numreya 41-ê ji nigê min ra bû, 42 mezin bû.
Min ew jî kirî.
Xanima difrot, got baştir e ku tu boyax û firça potînê jî bikirî, min got baş e, min rabû ew jî kirî.
Min ji bazar û herdu solên xwe jî gelkî hez kir.
Min perê xwe da û çûm qahwexaneya xwe.
Piştî hinek lîstik, gelek şêwr û mişêwir, ez û hevalekî licî(heta derekê riya me yek e)derengê şevê me berê xwe da mal.
Baş tê bîra min dema em ji qahwê derketin min çentê xwe avêt ji milê xwe da û torbê xwe yê solan(pêlav, qondere) jî da destê xwe.
Di nîvê rê da hevalê min ji trênê daket û min jî riya xwe domand.
Ez ketim xem û xeyalên çûna welêt û tiştên ezê bibînim...
Min hertişt ji bîr kir, ez çûm dinyayeke din, salên berî 80-î…
Bûyerên van rojên dawî, girtin û tewqîfkirina generalan, di serê min da hemû li bin guhê hev ketin...
Dema ez li semta me ji trênê daketim saet ji 12-ê şevê dibuhrî...
Lê ez hîn li Kurdistanê bûm, ji bajarekî diçûm bajarekî, min dost û hevalên berê didît…
Gava ez nêzî mal bûm, min hew dît ku kîsikê(torbê) min ne di destê min da ye, min ferq kir ku min kisîk di trênê da ji bîr kiriye.
Ji hêrsa bedena min sist bû, kêliyekê di ciyê xwe da tevizîm.
Dema min ya bêqeytan kirî, min got gelkî xweşik e, ezê li Kurdistanê têkim pê.
Min fêm kir ku ev yek êdî ne mimkûn e, ezê nikanibim li Kurdistanê wê tikim pê, têkim nigê xwe…
Ez bi lez paşda vegeriyam, çûm îstasyona tramvayê.
Min mesele ji bilêtfiroşê ra got, xanimê telefon kir, yê hember got kesî tiştek teslîmî me nekiriye.
Min kortika hustiyê xwe xurand, destvala vegeriyam malê.
Lê ji hêrsan xewa min nehat.
Ev ne cara pêşî ye ku ez tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr dikim, heta nuha min çar pên caran tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr kiriye.
Erê ez ”bêhiş” im, tiştan ji bîr dikim, lê gava di destê min da 2 kîsik hebin îhtîmala jibîrkirinê pir zêdetir dibe.
Pir xerîb e, heta nuha yek carê jî tiştê min ji bîr kiriye li min venegeriya ye, tim av û av çûye, xelkê li xwe helandiye…
Li alî din, heta nuha min jî çend caran tişt li erdê, di trên û otobozan da dîtiye, lê min tim ya daye xwedî, ya jî biriye teslîmê ciyê emanetê kiriye.
Roja duşemiyê ezê herim ciyê alavên dîtî bipirsim, lê ez bawer nakim îcar jî li min vegere.
Vê sibehê zû min telefonî mixazeya ku min jê kirîbû kir, min got hal mesele ji vir heta vir, loma jî buhayê wan çi dibe bila bibe, ez dixwazim hûn eynî solan ji min ra temîn bikin.
Xanima dezgehdar got, herçî li ba wan e cotek 42 tenê heye, wekî din tuneye.
Min got, li ku derê hebe ji min ra temî bike, piştî lêgerîna di kompîtorê da xanimê got, mixabin û gelkî mixabin ku li tevayiya Swêd jî ev model nemeya…
Temiya xanimê li min ew bû ku dibê ez hêviya xwe ji Xwedê nebirim û heta roja duşem, sêşemê li bende bim, belkî rastî yekî xwedî merhemet hatibe, li min vegerîne…
Ez li ber perê wan neketime, ez li ber wê yekê dikevim ku min ew yek rojê jî nekirin pê, ez yek rojê jî bi wan şa nebûm…
Çûn bûn qismetê xelkê...

3 kommentarer:

  1. Slv û rêz Xalo derbasbuyî be.ez gelekî xemgin bûm ku te solên xwe ji bîr kirine. Lê bi gotinên bav û kalên me " Tiştên çû nede dû".ez nabêjîm negere bila bigere.Xwedê hez ke tê bibîni. Lê xwe aciz û xemgin neke. Çi dibe bila sedeqaya te be.
    Ciya Azad

    SvaraRadera
  2. Mamoste Nûjen

    Cîran derbasbuyî be. Bi xwedê ez jî zanim ev ne cara pêşîye ku ev tişt tên serê te, lê mixabin tu ji cira xwe nayê xwarê û hergav dubare dikî. Bira canê Azad, Serhad,Rojen û Ruken sax be. Roja dûşemê here cikî din tê muheqeq yeka wek wê potînê bibînî.
    Slav û dîsa derbasbuyî be,
    Mamoste Nûjen

    SvaraRadera
  3. Cîran gelek sipas, ji bo "sersxiya" te.
    Ez çi bikim, aqil û hiş bi pera bûya minê biçûya ji xwe ra çend tuxt bikiriya û xwe ji vî halî xelas bikira.
    Lê çi heyf ku tiştekî wiha ne mimkûn e, loma jî ez bawer dikim ku heta û heta halê min eê tim û tim halê helwçiyan be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE