20 februari 2010

Xwedê kesî neke pêkenînê dijmin

Di rojnameya Milliyetê da Melîh Aşik, di nivîsa xwe ya îro da
Bi pozbilindiyeke mezin tinazê xwe bi kurdên ku li derve doza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin lê li mal û bi hevûdura bi tirkî dipeyivn dike.
Aşik, di nivîsa xwe da qala kasêteke KCK-ê ya ku xwedêgiravî têda serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr mahkime kiriye û îfadeya wî girtiye dike.
Aşik dibêje, di vê kasêtê da tiştê herî xerîb ew e ku, ”him kesên mahkime dikin û him jî yên tên mahkimekirin bi tirkî dipeyivin.”Melîh Aşik, vê şêla hevnegirtî, vê bêîstîkrariya kurdên ku ji dewletê doza perwerdeya zimanê kurdî dikin, lê li mala xwe û bi derûodora xwe ra jî bi tirkî dipeyivin ji kurdan ra dike serhevde.
Aşik, bi rengekî biheq dibêje, heger hûn derewan nakin berî ku hûn ji dewletê bixwazin dibê hûn bi xwe, bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Melîh Aşik bi qerf dibêje:
”Halbûkî ji daxwzên van însanan ya herî sereke perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Yanî li Tirkiyê dibê kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê? Çima li gel ku bi kurdî dizanin di qerarê(di hukimdanê)da tirkî bikar tînin… Qey ew jî weke Ziya Gêkalp difikirin?”Melîh Aşik piştî van gotinên tinazwarî û biçûkkir, helbesteke Zîya Gokalp weke numûne nîşan daye. Gokalp, di wê helbesta xwe da meth û sena zimanê tirkî dide, dibêje heger ne yekîtiya zimên be, dîn jî yek be, welat jî yek têr nake, dîsa jî miletê tirk ewê perçe bibe. Ji bo ku miletê tirk perçe nebe, yanî kurd weke kurd nemînin, dibê zimanê kurdî nemîne, herkes bi tirkî bipeyive.
Di dawiya nivîsê da jî mêrik gotiye, ”ji bo kesên ku meraq dikin, dibêjin gelo ev Zîya Gokalp kî ye ez bi dengekî nizm bibêjim: Nivîsakar û mutefekirê meşhûr yê bi eslê xwe kurd.”
Ez vê nivîsê dîyarî muhatabên gotinên Melîh Aşik dikim, belkî ji wan hinek bixwînin û li ber xwe kevin.
Dema gotin û kirinên meriv hevûdu negere xelk dibîne û bi vî rengî dixe çavê meriv…
Lê ez bawer nakim tu gotin û serhevdeyî bikanibe tesîrê li van kesan bike, eyaraê wan pir fireh bûye, tehamulî her gotinê dikin…

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Bi rastî jî kîmyaya kurdan pir berbat buye. Kurdê herî tuj jî di ruh u jiyana xwe da ji tirkê herî nijadperesttir kêmtir nîne. Ji serî heta binî camêrê tirk bi heqq e. Birêz Osman Baydemîr jî bi tirkî mehkeme kirine (ev qeyda rast e!!!). Kesên sharlatan, em bêjin KCK, bi devkî tishtekî dibêjin, lê di jiyanê da jî tishtekî din dikin. Min îro belavoka wan ya di derheqê 21 sibatê da (roja zimanê zikmakî!) dît u xwand. Belavok bi tirkî nivisîne u nasîhetan didin kurdan ku bila kurdî bi kar bînin. Hey bila îmana we ya sherpeze di serê we da biteqe! Lawo, kuro, heger di we da eshqeke ewqas mezin ji bo kurdî heye jî hun chima wan chend aqilsivikiyên xwe yên beredayî bi kurdî nanivîsînin. Him millet bi temamî asîmîle kirin u him jî "dijmin u bavê xwe" TC rexne dikin. Ji vê zêdetir merî nikare xwe pîstir u rezîltir bike!

    Silavên bi rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE