28 februari 2010

Tiştê ji hevalê meriv ra "qebhet" be dibê ji meriv ra ne "heq" be

Carnan hin tiştên wisa anormal dibin ku ez bawer dikim beyî kurdan ne mimkûn e ku di nava miletekî din da biqeqimin.
Ez qala nivîsa Îbrahîm Guçlu ya dawî dikim. Nivîs di malpera Rizgarî da ye.
Lê berî ku ez dest bi dîtin û rexneyên xwe bikim, ez dixwazim ev jî were zanîn ku ez û Îbrahîm Guçlu dostên hev ê 35 salan e û hurmet û teqdîreke min ya mezin ji ezm, îstîkrar û têkoşîna wî ya kurdperweriyê ra heye.
Nuha ez werim ser mijarê.
Çendakî berê Selahattîn Demîrtaş, di axaftina xwe ya di kongreya BDP-ê ya yekem da gazî li hunermedên kurd kir, bi taybetî jî navên Yılmaz Erdogan û Mahzûn Kirmızigul da û got, ”Dibê bi vî rengî hûn li helandina zimanê diya xwe temaşe nekin, dibê hûn li dijî asîmîlasyonê tiştekî bikin, vê pêvajoyê rawestînin.”
Îbrahîm Guçlu jî di nivîsa xwe ya dawî da vê banga serokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş ya li hunermendên kurd rexne dike û dibêje, dibê berî herkesî ”S. Demîrtaş, BDP û sinifa kurd ya siyasî”, siyasetê bi zimanê kurdî bike.
Heger kirin û gotin yanî ”zikir û îbadeta” meriv bi xwe hevûdu bigre bêguman rexneyeke di cîda ye û rast e.
Lê yê ku vê daxwazê ji xelkê bike, divê ew bi xwe jî siyasetê bi tirkî neke, dema wî jî kir, wê demê di nabêna wî û yê din da tu ferq namîne.
Lê mixabin Guçlu jî bi qasî Demîrtaş siyasetê bi tirkî dike, heta hewqasî dike ku nivîsa ku Demîrtaş rexne dike jî bi tirkî nivîsîye.
De îcar bû çi ?
Sosireteke pir ecêcb e, ji ber ku Demîrtaş û BDP siyasetê bi tirkî dikin Guçlu wan rexne dike, lê nivîs bi xwe bi tirkî ye.
Aqilê meriv disekine…
Guçlu bi tirkî ji Demîrtaş ra dibêje, tu û BDP hûn çima siyasetê bi tirkî dikin? Ev şaş e
Lê dema ew bi xwe bi tirkî dinivîse normal dibîne.
Yanî Guçlu ”siyaseta bi tirkî” ji xelkê ra weke qebhet û ji xwe ra jî rast û wekî heqekî dibîne.
Ev şêleke dûrî aqilan e.
Guçlu, ji Demîrtaş ra dibêje, berî ku ew ji xelkê bixwazin, dibê ew û partiya wî siyasetê bi kurdî bikin, dev ji tirkî berdin.
Lê ew bi xwe dev ji tirkî bernade, geh rast lêdixe, geh çep lêdixe û bi vî hawî herdu aliyan jî îdare dike, çiqas malperên kurdan hene hema hema di hemûyan da him bi tirkî û him jî bi kurdî dinivîse.
Belkî jî nivîsên wî yên bi tirkî zêdetirin.
Yanî Guçlu, dema îmkan û fersendê dibîne di nivîsandina tirkî da tu şaşiyekê nabîne, bi kêf û zewqeke mezin dilê xwe li tirkî rehet dike.
Û dûra jî ji Demîrtaş gazinan dike, dibêje, ”tu û BDP çima siyasetê bi kurdî nakin?”
Ez jî dibêjim ku birêz Guçlu, ma çi yê te ji Demîrtaş û hevalên wî kêmtir e, ma tu jî bi qasî wan ne kurd û siyasî yî, çima tu dev ji tirkî bernadî?
Tu yê him her roj di malperên kurdan da ji hemû kesî bêtir bi tirkî binivîsînî û him jî rabî şîretan li xelkê bikî, bibêjî çima hûn bi tirkî dinivîsin?
Ev ne tu hawe ye û nabe.
Dibe ku her kes wiha bifikire lê dîsa jî li ruyê te nebêje, lê weke dost û hevalekî ezê bibêjim, ji bo ku tu bikanibî vê daxwazê ji xelkê bikî, dibê tu bixwe jî eynî tiştî nekî...
Netîce, bi dîtina min tiştê ku meriv ji hevalê xwe ra weke "qebhet" dît, dibê meriv ji xwe ra weke "heq" nebîne...

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,
    Ez bi temamî tevlî gotinên te dibim. Te tu tisht zêde yan jî kêm negotiye.

    Bêshik ez ji kemalîzmiya S. Demirtas u tasherontiya wî pir aciz im u qasî misqalekê jî qîmeta wî li cem min tune u dê nebe jî!

    Di siyaseta kurdan da Birahîm Güclü, K. Burkay u Evdille Öcalan heman tirshik in. Yek ji yê din hezar carî berbattir u rezîltir e. Ji bo berjewendî u kêfa shexsên xwe dikarin bi hêsanî ji shiklekî bikevin shiklekî din. Ne sîyaset, lê hoqqebazî di nav tevgera siyasî ya camêran da buye amenna.

    Rast e ku ev hersê "hoqqebaz" jî îmana xwe bi zimanê tirkên xwînmij germ dikin u wekî MÎTa tirkan di asîmîlekirina kurdan da bi dil u can dixebitin.

    Xalo, tu jî bash dizanî ku nivîsokên beredayî yên Birahîm Beg di koma "diwanxane"yê da jî bi rêk u pêk tên weshandin. Kes ehmeq nîne, em jî bash dizanin ku Diwanxane li gor shert u mercên Birahîm Beg dilive. Ji bo ku nivîsên Birahîm yên bi tirkî werin weshandin, camêran destur neda ku zimanê tirkî di Diwanxanê da were avêtin. Lê rastiya Birahîm rê neda ku ev guhartin were chêkirin u millet ji asîmîle bunê rizagr bibe.

    Îcar ev chi tirshike ku Birahîm Beg vê bêyî ku hinekî bibêje, kal bi kal davêje pêsh me u ji me ra dibêje: ha bixwin lan!

    Yanî mirov chawa wekî van camêran di nav bi dehan malperan da gotarên bê mahne u vala dinivîse, ez qet fam nakim. Cahil bi ceseret dibim u wesselam.

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. I know this if off topic but I'm looking into starting my own weblog and was curious what all is needed to get set up? I'm assuming having a blog like yours
    would cost a pretty penny? I'm not very internet savvy so I'm not 100% certain.
    Any suggestions or advice would be greatly appreciated.
    Appreciate it

    Also visit my site; home cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE