03 februari 2010

Temaşe nekin, rojekê ewê dor were we jî...

Yekî tirk, yekî kurd û yekî êrmenî bi hev ra rêwîtiyek dikirin. Bi rê da rastî rezekî tirî hatin.
Gava çavên wan li gûşiyên tirî ket birçîbûnê bêtir li serê wan xist û dilê wan bêtir bijiya tirî.
Hinekî ji ber birçîbûnê û hinekî jî ji ber bênefsiyê ketin nava rez û têra dilê xwe tirî xwarin.
Bîstek derbas bû, xwediyê rez hat.
Xwediyê rez ji hersiyan pirsî, got hûn çi milet in?
Yê kurd got ez kurd im, yê êrmenî got ez êrmenî me û yê tirk jî got ez tirk im.
Piştî van bersîvan, xwediyê rez ji yê kurd û tirk ra got:
-Lawo hûn herdu jî mêrikê misilman in, hûn dikanin tiriyê min bixwin, lê ji bo çi we hîşt ev kafirê han têkeve nava rezê min û tiriyê min bixwe?
Û dûra jî got, “hûn xwe tevê nekin, ezê nuha têr li vî kafirî xim” û dest pê kir têr li yê êrmenî xist.
Dûra vegeriya ser yê tirk, jê ra got:
-Lawo temam tu tirk î, te tiriyê min xwar. Bira li te helal be. Lê te çima bi yekî kurd jî da xwarin?
Û dûra jî got, ”ezê nuha li yê kurd xim, tu îşê xwe jê neynî, ew dijminê me ye” û tiştê anîbû serê yê êrmenî anî serê yê kurd jî, baş li wî jî xist.
Piştî ku yê êrmenî û yê kurd ji ber xwe da xist, îcar berê xwe da yê tirk û jê ra got:
-Lawo ez tirk û tu tirk, tu ji bavê xwe fedî nakî tu dikevî rezê yekî tirk û tiriyê wî didizî û ew ne bes e bi xelkê jî didî xwarin. Ma ne heqê te kuştin e.
Wisa dibêje û dûra jî dikeve ser yê tirk, wî jî baş nerm dike.
Hersê hevalên têr lêdan xwarine bi halekî perîşan ji nava rez derdikevin, bi rêda yê kurd dibêje:
-Lawo hevalno, vî mêrika çawa kanîbû bi tena serê xwe li me hersiyan xe, me hersiyan wisa perîşan bike?
Yê tirk serê xwe hejand û got:
-Sûcê me ye. Di serî da me yê nehîşta li yê êrmenî xe. Heger me destûr neda li yê êrmenî xista, nikanîbû li te û dûra jî li min xista...
Îro li Tikiyê kurd jî ketine rewşa yê êrmenî.
Dewlet bi şîdet û zalomiyeke pir mezin, li kurdan dixe, rojê 40-50 kurdî digre dixe hefê û ji tirkên ne faşîst, xwedêgiravî demokrat û lîberal ra, ji kurdên AKP-ê û yên "maqûl" ra jî dibêje:
-Vana PKK û terorîst in, dixwazin welatê me perçe bikin, loma jî dibê hûn midaxele nekin û nekevin nabêna me…
Lê wek di çîroka jor da, çawa ku piştî yê êrmenî dor hat yê kurd û dûra jî yê tirk, piştî şikandin û ”tasfiyekirina” PKK-ê, DTP-ê, BDP-ê yanî tevgera kurd ya netewî ewê rojekê dor were demokrat, lîberal û dîndaran jî, kurdên AKP-ê û yên maqûl jî, artêş û ”dewleta kûr” rojekê ewê îfadeya wan jî bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE