15 februari 2010

Şîretên vî camêrî qet neketin serê min.

Nivîskarê emerîkî James Ellroy li ser vexwendina weşanxaneya xwe ya swêdî, Bra Bocker ev çend roj in li Swêd e û bi vê û wê telewîzyon, radyo û rojnameyê ra hevpeyvînan dike.
Ji ber ku ez romanên polîsiye(dedktîv)naxwînim loma jî min heta nuha ne tiştek jê James Ellroy xwendiye û ne jî min navê camêr bihîstiye.
Lê bi qasî ku ez di çapemenî û medyayê da taqîb dikim Ellroy li Swêd têra xwe meşhûr e.
Wey ji ber vê yekêye ku muhabir û rojnamevan ji bo hevpeyvîna xwe di ber hev ra dikin.
Di van du sê rojên dawî da tu kîjan rojnameyê vedkî miheqeq ya bi Ellroy ra hevpeyvînek ya jî li ser nivîskariya nivîsek heye.
Di rojnameya City ya îro da James Ellroy, him hinekî qala xebat û hin taybetiyên xwe dike û him jî ji bo nivîskariyeke serkeftî hin malûmatan dide nivîskarên nuh.
Meriv dikane bibêje ku Ellroy wek nivîskarekî xwedî tecrûbe şîretan li namzetên nuh dike.
Ellroy dibêje:
“Berî ku tu dest bi nivîsandinê bikî pir bixwîne, kitêb dibistana te ne û tu yê wan texlît bikî. Bêyî berhema Joseph Waumbaughs “The choir boys” û “Lîbra” Don Delilo nuha ez ne li vir bûm. Lê nuha ez roamanan qe naxwînim.”
Dûra jî dibêje, “rêwîtiye qet neke. Ez ji rêwîtiyê nefret dikim û ez nikanim di odeyeke otelê da binivîsim. Mal herî baş e.”
Ev pêşniyar qet neket serê min.
Êrê swêdî jî ”dibêjin der baş e, lê mal baştir e” û kurd jî dibêjin ”şam şekir lê welat şîrîntir e.”
Temam meriv dikane bi xwe ji rêwîtiyê hez neke, lê kesê dixwaze bibe nivîskar dibê dernekeve rêwîtiyê pir berbî serê min naçe.
Ez hin nivîskarê kurd dizanim camêr ji bo romana xwe binivîse dinya dabû bin nigê xwe, welat bi welat digeriya, ji bo ku romana xwe biqedîne.
Lê diyar e nivîskar jî ne wek hev in, hinek wek mirîşka bi hêk, fêr bûne hêkên xwe di pîna xwe da dikin û hinek jî li der , di nava deya cîranan da.
Lê tiştê herî balkêş û ez matmayî hîştim, Ellroy dibêje:
”Ez rojnameyan naxwînim, ez kitêban naxwînim, ez li telewîzyonê temaşe nakim û ez tu carî naçim sînemayê. Û ez ji rock n`roll û bi taybetî jî ji punkrockê nefret dikim. Tenê tiştê ez dikim ez li malê rûdinim, di xaniyekî lampevemirandî da, tenê û di tariyê da.”
Wê demê tu çima dijî?, jiyaneke wiha hema bira têkve ninê erdê.
Negere, nexwîne û temaşe neke....
Ê le çi ?
Herçî ”rock mock” e okej, ez jî jê hez nakim.
Weke bûmekî, di xaniyekî tarî da tikûtenê rûne û binivîse, haydê em bibêjin ku ew jî qebûl, lê mesela nexwendina rojname û kitêban, temaşenekirina telewîzyonê û neçûna sînemayê ne tu haweye û ne şîreteke baş e.
Ez pênc perê xwe jî di vê şîretê nadim û weselam...
Dema meriv ji kusêxê xwe dernekeve der û dinyayê nebîne, rojnameyan nexwîne, kitêban nexwîne, neçe sînemayê, wê demê meriv ji agahî û tesîra gelek çavkaniyên jiyanê bêpar dimîne.
Însan çawa dikane nivîskar be lê rojname û kitêban nexwîne?
Piştî ku tu kitêbên xelkê naxwînî çima xelkê kitêbên te bixwîne?
Ma qey tu ne ji bo xwendinê, tenê ji bo nivîndinê hatiyî dinyayê?
Tu kes ji diya xwe alim û zane nayê dinyayê, meriv bi xwendinê, bi dîtinê, bi guhdarîkirinê, bi gerê fêr dibe û asoya xwe fireh dike.
Ne weke bûmekî bi rûniştina di tariyê da.
Ez bi xwe fêm nakim, nivîskarekî ku ji mala xwe dernekeve, rojname û kitêban nexwîne û li telewîzyênê jî temaşe nake, çawa dikane hewqasî meşhûr bibe û were xwendin?
Di dest da dimîne qalkirina jiyan û serpêhatiya wî û malbata wî.
Lê ev jî çîrok û malzemeyekî pir feqîr e.
Axir li vê cîhanê heyran û hezkirên her babet nivîskar û hunermendî hene…

2 kommentarer:

  1. yaw mamoste mêrik dibêje ku li mala xwe rûnin û bi qawla tirkan wekî çêlekan bişuxulin dibêje.welle mamoste ez dibêjim ku mêrik jî hinekî mafder e ji ber ku dev ji nivîsandinê berde ez ji ber gerî, temaşakirina film û televizyonê û aktivetiyên dî nikarim kitab jî bixwinim. niha jî computer derketiye ku mêrik nikare tiştek bike.lê her roj hewl didim ku nivisên te bixwinim.
    ciya azad

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji bo ku tu wexta xwe didî xwendina nivîsên min.
    Dibe ku hin aliyên mêrik yên biheq hebin lê zêde neket serê min.
    Ji xwe ne merivekî temam e, di destpêkê da sûtalekî kolanan bûye, dûra kabê wî mîr hatiye

    SvaraRadera

PARVE BIKE