21 februari 2010

Parlamentoya Tirkiyê ji îşxala leşkeran xelas bû

Parlamentoya Tirkiyê piştî 90 salî nîhayet do ji îşxala leşkeran hate rizgarkirin...
Şikir ji rahm û kerama Xwedê ra ku çavên me ”ev roj” jî dît, Meclîsa Komara Tirkiyê, ku bi tirkî jê ra dibêjin(TBMM), ji do da ye ji bin îşxala leşkeran xelas bû û ket destê pûlisan.
Heyeta Koordînasyona Ewlekariya Meclîsê(TBMM), parastina sê deriyên ketina hundurê parlamentoyê do ji destê leşkeran girt û teslîmî pûlisan kir.
Qulûbeyên ku leşkeran têde nobet digirtin jî li gor biryara meclîsê dibê do êvarî teslîmî pûlisan bûbin.
Heta nuha kontrola ketin û derketina meclîsê di destê leşkeran da bûye, min bi xwe ev yek nizanîbû, vê yekê ez îro fêr bûm.
Lê ji nuha û pêva parlamentoyê ne leşker, hêzên pûlisan ewê biparêzin û li ber hersê deriyan kontrolê bikin.
Ji bo vî karî jî kadroyên pûlisan hatine zêdekirin. Di meclîsê da ev demeke pûlis ji bo vî karî hatine perwerdekirin.
Bi vê biryara nû ra li ber deriyên Çankaya, dîkmen û Ayranciyê 24 saetan pûlisê nobetê bigrin.
Wek min li jor jî got, bi rastî jî heta nuha haya min jê tunebû ku parastin û ewlekariya Meclîsa Tirkiyê di destê leşkeran da bû.
Ev sosireteke mezin e, meclîs û leşker?
Meclîs ne garnîzon û qişlayeke leşkerî ye ku leşker nobeta wê bigrin.
Lê çi heyf ku heta nuha girtin e.
Ez bi xwe vê destguherandinê gelkî mihîm dibînim, îro parlamento ji dest artêşê derket, sibe ewê dor were rizgarkirina Tirkiyê.
Bi dîtina min sembolîk be jî derxistana leşkeran ji meclîsê tiştekî pir baş û manîdar e.
Sibe Tirîye jî ewê ji destê artêşê derkeve, îro li Tirkiyê şerê di nabêna sîstema edaletê û hukûmetê da şerê vê desthilatê ye.
Îro li Tirkiyê, ji Dadgeha Qanûna Esasî bigre heta bi Dadgeha Îdarî ya Bilind, ji Şûreya Bilind bigre heta bi zanîngehan, hemû dezgeh û mueseseyên dewletê di bin emrê leşkeranda ne.
Û bi riya van dezgehan artêş serkutiyê li hukûmetên siwîl dike, wan digre bin emrê xwe.
Hukûmeta AKP-ê bi derengî be jî hêdî hêdî fêm dike heta ku ev mêzîn neyê xerakirin, heta ku ev dahîre û dezgehên dewletê ji bin wesayeta leşkeran xelas nebin, ew nikanin bi serê xwe bibin îktîdar.
Loma jî ne tenê ji meclîsê, dibê leşker ji hemû dezgehên dewletê werin dûrxistin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE