17 februari 2010

Parlamentera kurd e aqil dide dewleta tirk

Parlamentera BDP-ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, îro li Mêrdînê di civîna protestoya binçavkirina 16 endamên BDP-ê da peyivîye û bal kişandiye ser îhtîmala berçebûna Tirkiyê.
Emîne Aynayê ji dozgeran xwestiye ku divê ew karê xwe bikin û nehêlin Tirkiye perçe bibe.
Li gor Emîne Aynayê, hukûmeta AKP-ê, bi vê siyaseta xwe ya êrîşkar miletê kurd dike dijminê dewletê û Tirkiyê berbî perçebûnê va dibe.
Emîne Aynayê di axaftina xwe da bal kişandiye ser zext, girtin û tewqîfatên li hember BDP-ê û gotiye tu sebebekî van operasyonan ya bi heq tuneye, di dema 12-ê Îlonê da jî hezar û 500 kes nehatin girtin.
Rast e di van 2-3 mehên dawî da hukûmeta AKP-ê li hember partiya Emîne Aynayê teroreke nedîtî dide meşandin, ev rast e.
Û bi rastî jî tu bengehekî huqûqî ya van girtin û tewqîfatan tuneye. Berê jî min çend caran bal kişand ser vê terora dewletê.
Loma jî tiştekî bi heq û di cî da ye ku Ayna li dijî van operasyonan derkeve û hukûmetê rexne bike.
Lê Ayna viya tenê nake, ew ji perçebûna Tirkiyê ditirse û loma jî şîret li AKP-ê kiriye, gotiye:
”Bi vê siyasetê we gelek kir dijmin. Hûn miletekî dikin dijminê welatê wî. Binêrin ev cudakarî ye.”
Û dûra jî bang li dozgeran kirye, gotiye:
”Dibê dozger karê xwe bikin. Hukûmeta AKP-ê dixebite ku dewletê perçe bike. Navê vê jî tam cudakarî ye.”
De were nemre, de were neteqe!
Kurd dibin dijminê deletê bira bibin, çima tu ditirsî?
Ma piştî hewqas zulm di serda bira ji dewletê jî hez jî bikin?
AKP bi vê siyasetê Tirkiyê perçe dike. Bira bike, çima tu ji vê yekê ditirsî?
Ji bo avabûna Kurdistanê, ma ne dibê Tirkiye perçe bibe.
Weke nûnereka kurdan çima tu ji vê perçebûnê ditirsî?
Tu dibêjî qey Ayna ne parlamentereka kurd e, berdevka dewleta tirk e, loma jî ditirse ku kurd bibin dijminê dewletê û ev yek jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê.
Ez zû bi zû, heta ku ne mecbûr bim naxwazim li ser BDP-yiyan binivîsim û di van şertê giran da ez jî “êrîşê” bibim ser wan.
Lê carnan xelk pê zikê meriv dike û bi zor baqînî ji meriv tê.
Ev Emîne Ayna hercara ku devê xwe vedike miheqeq hin tiştên tewşomewşo û li dijî rastî û berjewendiya kurdan dibêje.
Nuha li dijî êrîşên dewletê derkeve, rexne bike, zulma li ser partiya xwe û miletê kurd protesto bike me qebûl û dibê bike, ji xwe karê wê ew e.
Lê viya nake, ditirse ku “kurd bibin dejiminê dewletê û dûra jî Tirkiye perçe bibe.”
Halbû wezîfa wê û partiya wê ew e ku kurdan bikin “dijminê” dewletê, yanî şiyar bikin û vê sîstema heyî perçe bikin.
Yanî kurd jî weke tirkan bibin xwedî dewlet.
Heger kurdê ne li dijî dewletê bin û nexwazin Tirkiyê perçe bikin, wê demê ev têkoşîn û şer ji bo çi ye?
Ma PKK ji bo çi çê bû?
PKK çê bû ji bo ku Tirkiyê "perçe" bike, kurdan bike ”dijminê” dewletê, yanî şiyar bike û dûra jî Kurdistaneke serbixwe û sosyalîst ava bike.
Lê Emîne Ayna xanim li dijî vê ye, ne dixwaze kurd bibin "dijminê dewletê" yanî ji dewletê dûr kevin, weke her miletî doza dewleta xwe bikin û ne jî dixwaze Tirkiyê perçe bibe.
Esas kurd nabin ”dijiminê” tirkan, tiştê dibe kurd roj bi roj şiyar dibin û doza mafên xwe yên netweî dikin.
Lê Emîne Ayna ji vê şiyarbûna kurdan ditirse, ditirse ku kurd bêtir radîkal bibin û êdî bi gotinên wê yên vala û xapînok nexapin û li derî serok û partiya wê li hin riyên din bigerin.
A pêşketina Ayna jê ditirse ev e, loma jî bangê li dozgeran dike û dibêje rê li br perçebûna Tirkiyê bigrin.
Heger meriv siyasetmedara kurd be û dilê meriv ji kurdan ra bixwaze, dibê meriv dewleta tirk bi kurdan şîrîn neke û Tirkiyê jî weke welatê kurdan nîşan nede.
Tirkiye ne welatê me ye, welatê tirkan e.
Welatê me Kurdistan e. Dema kurd dibin “dijminê” dewleta tirk nabin dijminê welatê xwe, kurd doza welatê xwe dikin.
Ji bo kurd entegreyî civata tirk bibin û werin asîmîlekirin dibê kurd ne Kurdistanê, Tirkiyê wekî welatê xwe bibînin.
Di gotinên jorîn da tiştê Emîne Aynayê gotiye ev e, xatûn şîretan li dewletê dike, dibêje biaqil bin, bi vê siyasetê hûn kurdan dikin dijminê xwe.
Û dema kurd bibin “dijmin”, ewê nexwazin bi we ra bijîn, ewê doza dewleteke serbixwe bikin...
Heta ku kesên wiha nûnerên kurdan bin, kurd nikanin tu havilê bikin û tu tiştekî bi ser avê xin...

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Min ji zu va ye ku ji vê jinkokê bêtir jineke rezîltir nedîtiye. Qeshmereke psîkopat e. Goya siyasetê dike bi wê ehmeqiya xwe ya seqet. Bawer bike heger Sigmund Freud resmê vê bidîta u gotinên vê rezîlê bibihîsta, dê teshhîsa nebuna lîbîdoyê bikira u wekî hemî dîktator, narsîst, megaloman u psîkopatan mohra xwe li ser bixista. Yaw ev jinkoka bi kompleksên xwe yên shexsî dikare deh cîhanan jî bavêje nav agir. Kesên weha melkemot tu carî nikarin tishtekî xweshik bikin. Bi van zirzopiyan jî qey jinkok "mêraniyê" dike u xwe difiroshe kurdên belengaz. De bila xwedê te di ciyê te da puch bike u wesselam.

    Silav u rêz
    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE