20 februari 2010

Jiyan û aqilê derengmayî

Fîlozofê alman Arthur Schopenhauer gotiye, “Jijan heta çelî kitêbek e, ji çelî şûnda jî tenkîda wê kitêbê ye.”
Çi heyf û mixabin ku min bi xwe ne hema piştî çelî, pir dereng dest bi tenkîda vê “kitêbê” kir.
Xwezî min zûtir destpêkiribûya.
Îcar ji ber ku min dereng dest bi vê "tenkîdê" kir, loma jî ez nuha gelkî zirara wê dibînim.
Bi rastî jî hertişt wek demsalan di wext û saeta xwe da xweş e.
Ne buhara derengmayî û ne jî zivistana zûhatî...
Aqilê derengmayî wek serweta piştî heyştêyî were, bi kêrî meriv nayê, meriv nikane pê kul û keserekê ji dilê xwe derxe.
Di ser da meriv pê diqehere, ji meriv ra dibe kul û derd.
Ez werim ser zivistana Swêd û berfa îsal...
Ev 30 sal in ez li Swêd im min tu carî berf, sar û sermayek bi vî rengî nedîtiye. Ji orta meha donzdan ya sala par û virda ye berf li erdê ye, tim sar û seqem e û yek rojê jî rindikî tîrêjên rojê bi serê me neketiye.
Ev heftake berfê li Stockholê venekirî ye, çûn hatina me ya kar bûye gelşeke mezin.
Qalindiya berfê li hewşa me gihîştiye mîtroyekê. Ez ditirsim kusêxê me xwe ranegre û rojekê bi ser me da bihedime.
Berdevkên belediyê dibêjin heger ji we tê û hûn dikanin berfa ser xanî û embarên xwe bavêjin.
Bi taybetî jî xaniyên banbahn, bandûz di tahlûkê da ne. Ji ber ku mîtroyek berf li ser kom bûye.
Banê xaniyê me ne dûz e, çatû ye, lê banên herdu embaran dûz in, ji bo wan tahlûke heye.
Ji xwe heta nuha li Swêd çend banên tesîsên sporê ketin.
Do êvarî ez bi çend swêdiyên ji ciyê karê xwe li derve bûm, me xwarinek bi hev ra xwar.
Mijjara me ya sereke hewa bû.
Erê swêdî ji zivistanê zêde hez nakin, heyranê buharê û havîne ne, lê do êvarî min bala xwe dayê ji berfê tam aciz bûne, êdî bi hêrs û bi nefret qala berfê û seqemê dikin.
Tu nemaye ku ez jî wek swêdiyan dest bi helbestên li ser buharê bikim, bibêjim:
”Buharê hat buharê, min gulek dî li biniya darê, min bala xwe da wê gulê, min dît ku ji dil da evîndar e…”
Min bi gotineke Schpopenhaur dest pê kiribû, dixwzim bi gotineke wî jî biqedînim. Schpopenhaur dibêje:
"Jijan dişibe lîstikekê, girtina kartên li gor dilê xwe ne didestê me da ye, lê belê lîstin di destê me da ye."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE