06 februari 2010

Çima piştî 20 salan?

Di van demên dawî da ev çend car in Komîteya KCK-ê ya Şehîdan nasnameyên gerîlayên di salên 1990-î da şehîd ketine eşkere dike.
Ji dawiya sala borî da ye KCK her hefte navê çend gerîlayên şehîd ketine ji gel û dê, bav û xizmên şehîdan ra eşkere dike.
Ji şehîhdan hinekên wan di salên 1990-1992-an da şehîd ketine. Yanî di ser şehadeta wan ra tam 20 sal, 18 sal derbas bûye.
Lê îro tê eşkerekirin.
Min bi xwe fêm nekir ji bo çi hewqas sal hat payin, çima heta nuha ji malbatên wan ra nehat gotin ku zarokên we şehîd ketine?
Sebebê vê veşartinê çi bû?
Gelo sebebê payina hetanî nuha nebûna agahiyên derbarê şehadeta wan da bû loma?
Yanî bi gotineke din, PKK-ê heta nuha nizanîbû çi hatiye serê van gerîlayan, loma agahî nedida?
Bêguman tiştekî wiha tuneye, kîjan gerîla kînga û li ku, di kîjan şerî da şehîd ketiye PKK û KCK baş dizane.
Dikane di eynî rojê da netîceya şer û hejmara şehîd û birîndarên xwe fêr nebe, lê piştî demeke kin fêr dibe û di arşîwa xwe da qeyd dike.
Ji xwe dema meriv beyana KCK-ê dixwîne, meriv dibîne ku ew bi cî û war, baş dizanin ku gerîlayê şehîd ketiye kînga tevî wan bûye, li ku, kîjan rojê û di kîjan şerî da şehîd ketiye, van agahiyan hemû bi teferûat hatine nivîsîn.
Yanî di warê agahiyê da tu kêmanî tuneye.
Lê dîsa jî 20 salan hatiye payin û îro tê gotin, meriv tu maneyekê nade vê siyasetê û vê eşkerekirina nuha.
Tiştê herî rast dema gerîlayek şehîd ket û ev yek ji alî PKK-ê hat bihîstin, dibê ev ji malbata şehîd nayê veşartin, jê ra were gotin.
Şehîdên ku navên wan nuha tên eşkerekirin, malbatên wan bi salan li wan geriyane, bi dehan car bi PKK-ê ra, bi dost û hevalên PKK-ê yên ku dikanîbûn xwe bigihînin PKK-ê û gotina wan pere dikir ra ketine têkiliyê, xwestine derbarê zarokên xwe da agahiyeke rast bizanibin, lê ev agahî tu carî nehat dayin, dilê dê û bavên wan nehat rehetkirin.
Lê ev demeke ji nişkave her hefte navê çend şehîdan tê eşkerekirin û ev yek jî êş û birînên kewiyayî, yên bi salan ra hatine jibîrkirin tevradike.
Ji alîkî da dikane were gotin ku bi derengîbe jî eşkerekirin ji neeşkerekirinê çêtir e, piştî 20 salan be jî nuha malbatên şehîdan dizanin ku zarokên wan kînga, li ku şehîd bûne.
Em bibêjin ku bi vê eşkerekirina dereng nêta PKK-ê ev e, naxwaze hetaûheta veşartî bimîne.
Baş e, wê demê dibê ev şaşî were qebûlkirin û ji ber vê êş û jana bi dê, bav û malbatên şehîdan hetiye kişandin ji wan uzir were xwestin.
Sebebê payina 20 salan dibê were gotin, were îzahkirin.
Dibê însan sebebê payina 20 salan bizanibin.
Heger sebebekî mantiqî û maqûl hebe dibê were gotin û kurd viya fêr bibin.
Na heger şaşî ye, siyaseteke bêhurmetîye wê demê jî dibê ev yek were gotin û ji ber vê yekê jî ji malbatên hemû şehîdan uzir were xwestin.

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Bi xwedê ez carina dibêjim tu merivekî pir niyetpak î u naxwazî ruyê PKKê yê rast bibînî. PKKê di van 25 salên borî da ji tirkan bêtir xayîntî li mîlletê kurd kiriye. Hemu enerjî u hêza milletê kurd jibo kesekî paranoyîd bi zanetî kiriye qurban. Sedema ku PKKê u Apo shehedata wan gêrîllayan veshartine, siyasî ye. Heger PKKê u Apo ev înformasyonana berî bîst salan bidana, dê malbat, xizm, nas u hevalên van kesan yekcar destên xwe ji PKKê bikishandana. Tu jî bash dizanî ku, di rewsheke ne diyar da him wê malbatên wan kesan li gor daxwaza PKKê derkevin ser kolanan u him jî wê bi sedan kesên din wek gêrîlla beshadarî PKKê bibin u xwe ji bo megaloman u narsîstekî bidin kushtin. Gerchî ya ku bu jî tenê ev bu.
    Divê Apo u PKK hêsabê van bêbextiyan yek bi yek bidin. Bi fikra min divê Apo u PKK di dadgeheke bê teref da werin mehkeme u mehkum kirin. Stalîn, Saddam, Mao, Polpot, Hîtler, Mistoyê Tecawuzcî chi li milletên reben kirine, Apo u PKKê jî eynî rezelat kirine u xwînmîjê miletê kurd in! Qetîlê zimanê kurdî ne!

    Silav

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE