02 februari 2010

Bi rastî jî "Matamatîk bi kurdî xweştir e" !

Ez nuha rastî xeberke xêrê hatim.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, pirtûka Hasan Guneylî ”Matamatîk” li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye.
Ji bo belavkirina kitêbeke wiha girîng mala Enstîtuya Amedê û nivîskarê kitêbê ava be.
Pirtûk bi kurmancî ye û ji bo hînbûna matamatîkê destpêkeke baş û navgîneke pir girîng e.
Piştî min xebera derketina kitêbê xwend, ez çûm malpera ”Matamatîkakurdî.comê”
Min bi lez bala xwe da malperê.
Gelkî kêfa min jê ra hat.
Malper li ser matamatîkê agahiyan bingehîn dide û termên matamatîkê bi kurdî bikartîne.
Carê şîara kitêbê muhteşem e, ”Matamatîk bi kurdî xweştir e!”Ji viya xweştir şîar/slogan nabe.
Ne matamatîk tenê, esas hertişt bi kurdî xweştir e, spor jî, muzîk jî, edebiyat jî, dîrok jî û siyaset jî, welhasilî kelam hert mijar û hertişt bi zimanê meriv xweştir e, hêjatir e.
Çawa ku diya meriv li ber dilê meriv ji diya xelkê şîrîntir e, dibê zimanê meriv jî di her warî da ji zimanê xelkê xweştir be.
Bêguman çiqas malperên kurdî hebin baş e, feydeyê dide bikaranîn, pêşdabirin û dewlemendkirina zimanê kurdî.
Lê malpereke tenê li ser matamatîkê, weke malpera Sporkurdê, tiştekî pir û pir baş e û giranbuhaye.
Kê bîra vê yekê biribe ji erd heta bi asîman mala wan ava be û ez pir û pir sipasî wan dikim.
Gava di her warê jiyanê da xebat werin kirin û berhem werin dayin ziman bi pêş dikve, dewlemend dibe, termên nuh li zêde dibe.
Çimkî her warê jiyanê, her mijar, her ilim xwedî hin gotin û zimanekî taybetî ye…
Matematîk jî ilmekî pir girîng e, xwedî hin term û zimanekî taybet e. Loma jî hebûna malper û kitêbeke li ser matamatîkê ewê feydeyeke bêhed bigihîne zimanê kurdî.
Wek tê zanîn zimanê kurdî di warê edebiyat, siyaset, dîrok û dîn da hatiye bikaranîn, lê warê di matamatîkê da kurdî pir qels e, heta meriv dikane bibêje ku qet tiştek pê nehatiye nivîsîn.
Loma jî hebûna malpereke matamatîkê û derketina kitêbê gaveke gelkî girîng e, di pêşerojê da ewê bibe destpêka hin gavên din.

"Gelo îcar ewê ji çewalê wî çi derkeve?"
Sibe li Anqerê hevdîtineke pir girîng heye.
Nûnerên Emerîka, Îraq û Tirkiyê ji bo çaraserkirina gelşa kurdên Qampa Mexmûrê ewê werin ba hev û li hin riyên çareseriyê bigerin.
Tiştê herî xerîb û balkêş li ser navê Emerîkayê General Odîerno, yanî ew generalê ku di sala 2003-an da li Silêmaniyê çewal xistibû serên 11 zabitên tirk beşdarî civînê dibe.
Helbet Odîerno bi destê xwe ev kar nekiribû, lê emrê girtin, kelemçekirin û "xista çewalan" dabû leşkerên xwe.
Loma jî tirk tim Odîerno wek xwediyê "çewêl" dizanin, jê ra dibêjin "Çûvalci general" yanî generalê xwediyê çewêl.
Normal ji bo general û siyasetmedarên tirk beşdariya Odîerno biçûkxistin û tiştnehesibandina wan e.
Bi îhtîmaleke mezin tirkan ewê bixwestana ji dêlî Odîerno ve yekî din beşdarî civînê bibûya.
Ji ber ku ji bo zabitên tirkan beşdariya Odîerno ji alî psîkolojîk ve rewşeke pir ne xweş e...
Zabitên tirk ji general Odîerno pir ditirsin, hinavên wan jê diqete.
Hin derûdorên tirk ibêjin Odîerno qet guh nade "dostanî" û ”tifaq mifaqan”, çewalê wî tim di destan da ye û hema dixe serê meriv.
Zalimo yekî wek hûtekî ye, 2 mîtro dirêj xuyanê dike...
Ev yek jî qudûmê tirkan dişkîne, manewiyata wan xera dike.
Û ji xwe pratekî wî jî li ortê ye.
Kî be jî ewê jê bitirse...
Loma jî çapemeniya tirk sernivîsa, ”Gelo îcar ewê ji çewalê wî çi derkeve?” avêtiye.
Diyar e Emerîka jî bi zanetî General Odîerno dişîne, guh nade ”hesasiyet” û ”birînên” tirkan, merivê çewal xistiye serê zabitên tirk dişîne civînê…
Lawo ev Emerîkî jî çi zalim kurro....
Kes nema çewalciyê xwe dişîne civînê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE