13 februari 2010

Bi derengî be jî meriv şaşiya xwe qebûl bike baş e

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên van herdu hefteyên dawî da li ser rol û şiklê têkiliya KCK-ê, KCD-ê û BTP-ê hin tiştên pir nuh û pir ecêb dibêje.
Wek hefta borî, Ocalan di hevdîtina xwe ya vê heftê da jî li ser rol û têkiliyên rêxistinên cuda yên legal û nelegal rawestiyaye û gotiye dibê xebat û têkiliyên KCK-ê, KCD-ê û BDT-ê tevlihev neyên kirin.
Ocalan gotiye:
"Divê KCK, KCD û BDP-ê tevlihev nekin. KCK-ê xwe li çiyê bi rêxistin kiriye. Li her çar parçeyan baskên wê hene. Li bajaran jî dikare xwe bi rêxistin bike. Lê belê ev yek heqîqeta jihevcudabûna van rêxistinan neguherîne. Kongreya Civaka Demokratîk KCD, ji bo birêxistinkirina gelê kurd a bi awayê komunal heye. Xebateke legal e. Divê girîngiya pêwist bidin vê xebatê. BDP ne baskê legal yê ti kesî ye. Divê vê jî bi awayekê zelal bibêjin. Bila bibêjin 'Em ne dijminên wan in, lê belê eleqeya me bi wan re nîne, em rêxistineke cûda ne.' Bila ev wisa were zanîn. BDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Ev, riya rast e û ji ber ku em ji dil ji rastiya vê riyê bawer dikin û ji ber ku em dizanin ku çareyeke me ya din tune, ev wisa ye."
Ê birêz Ocalan, madem ya rast ew e ku rêxistinên nelegal dibê xwe tevî kar û barên rêxistinên legal nekin, wê demê heta nuha ji HEP-ê bigre heta bi DTP-ê di serî tu û PKK-ê we çima tim xwe tevî kar û barê van partiyan kir û loma jî hûn bûn sebebê girtinên wan.
Heger bahane be jî lê axir bahane tim ”têkiliyên bi rêxistineke nelegal ra” bû û sebebê girtinan hergav ev hat nîşandan.
Ev tiştên tu îro dibêjî çima te berî gitina DTP-ê nedigot?
Çima we nedihîşt DTP serbixwe hereket bike?
Çima we dihîşt PKK û KCK tim xwe tevî kar û barên DTP-ê û partiyên din bike?
Dema xelkê rexne li van midaxeleyên PKK-ê yên kar û barên partiyên legal digirt we qebûl nedikir, we bi gotinên giran êrîş dibir ser van kasen.
Lê îro, piştî 20 salan hîn nuh tu dibêjî dibê rêxistinên îlegal midaxeleyî karê partiyên legal nekin.
Heger ya rast ew e ku har rêxistin û patî karê xwe di çarçewa destûr û programa xwe da bike û midaxaleyî kar û barê hinên din neke, wê demê çima we dihîşt di her kongre, meş û civînên DTP-ê û partiyên din da al, bandrol, nav û şîarên PKK-ê û KCK-ê werin hildan?
Di van 20 salên dawî da ji bo çareserkirina mesela kurd ji bal kurdan ve tam 8 partiyên siyasî hatin danîn. Û ji van partiyan 4-ê wan bi biryara Dadgeha Bilind hatin girtin.
Van herçar partî jî bi îtham û têkiliyên bi PKK-ê ra hatin girtin.
Îro li dora 1000 endam û birêvebirên partiya hate girtin DTP-ê bi îthama endametiya PKK-ê û KCK-ê girtî ne û bi îhtîmaleke mezin j iwan gelekên wan cezayên giran jî bigrin.
Heger ev tiştê tu dibêjî rast e, wê demê çima we dihîşt endamên KCK-ê û PKK-ê bibin birêvebirên DTP-ê?
Lê bi derengî be jî waye hûn şaşçtiya siyaseta KCK-ê û PKK-ê ya berê qebûl dikin.
Wê demê dibê ji îro û pê da ev şaşî dubare nebin, kadir û rêxistinên îlegal xwe tevî karê rêxistinên legal nekin û bi vê yekê jî nebin sebebê peydakirina gelşên qanûnî û siyasî.
Ez hêvî dikim midaxeleyên DTP û partiyên berî wê rûbirû bûn neyê serê BTP-ê jî, ev tiştên hûn dibêjin di gotinê da nemîne, bi rastî jî ji bo KCK-ê û PKK-ê bibe destûr û prensîbekî esasî.
Siyaseteke wiha ewê karê BTP-ê hêsantir bike, li hember dewletê ewê hêz û qeweteke mezin bidê û li alî din jî rê li ber midaxeleyên dewletê jî bigre, dewletê gav û saetê nikanibe BTP-ê terorîze bike.
Heta nuha serok û birêvebirên partiyên berî BDTP-ê ji tirsa ”Serok” newêrîbûn bigotana em ”ne baskê legal yê ti kesî ne”, lê piştî van herdu beyanên Ocalan yê dawî, dibê êdî birehetî û bi dengekî bilind biwêribin bibêjin, ”BDP ne baskê legal yê ti kesî ye.”

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Aha va ye hê doh Selahattin Demirtas bi fermanên ji jor va hate hilbijartin. Îcar ewê gotinên Evdille Pasha kê pê bidin bawer kirin? Wî bi xwe yan tirkan? Heger di partiyekê yan jî di murîdên wê partiyê da sefeleta fikirînê hebe, here were eynî qeshmerî chê dibe. Mîna te jî gotiye, berî bîst salan shivanê ji dinê herî bê hay jî digot ku vî karî tevlihev nekin. Yanî tishtên ku Evdille Pasha dibêje, ku jê zêdetir jî dihatin gotin, tushî êrîshên Apo u PKKê dibun. De tu were kambaxiya rola "bashqanekî" weha qirase neyîne zimên u li ber fasafîsoyên wî yên ku di heyama neolîtîk da bin ax bune, nede ber devê xwediyê xwe.

    Camêran xwe bi xwe komployek derxistin, xwe bi xwe pê bawer kirin, u xwe bi xwe jî dîsan berteraf kirin. Him jî bi tena serê di nav odeyeke yanzdeh metroqareyî da ha.
    De bila xwedê me biparêze!

    Silav
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Xwarziyê delal, tiştê tu dibêjî rast e, lê li gel vê jî dibê meriv ji bibîrxistina şaşiyan û dubarekirina rastiyê neweste.
    Bêguman mirîd mirîd in, ew tu carî çewtiyên şêxê xwe nabînin, bibînin jî qebûl nakin, lê gel hemû ne mirîd e, gotin tesîrê li gelek însanên din dike.
    Bi bîna fireh her tişt mimkûn e.Bîna fireh mar ji qulê derdixe…

    SvaraRadera

PARVE BIKE