28 februari 2010

Tiştê ji hevalê meriv ra "qebhet" be dibê ji meriv ra ne "heq" be

Carnan hin tiştên wisa anormal dibin ku ez bawer dikim beyî kurdan ne mimkûn e ku di nava miletekî din da biqeqimin.
Ez qala nivîsa Îbrahîm Guçlu ya dawî dikim. Nivîs di malpera Rizgarî da ye.
Lê berî ku ez dest bi dîtin û rexneyên xwe bikim, ez dixwazim ev jî were zanîn ku ez û Îbrahîm Guçlu dostên hev ê 35 salan e û hurmet û teqdîreke min ya mezin ji ezm, îstîkrar û têkoşîna wî ya kurdperweriyê ra heye.
Nuha ez werim ser mijarê.
Çendakî berê Selahattîn Demîrtaş, di axaftina xwe ya di kongreya BDP-ê ya yekem da gazî li hunermedên kurd kir, bi taybetî jî navên Yılmaz Erdogan û Mahzûn Kirmızigul da û got, ”Dibê bi vî rengî hûn li helandina zimanê diya xwe temaşe nekin, dibê hûn li dijî asîmîlasyonê tiştekî bikin, vê pêvajoyê rawestînin.”
Îbrahîm Guçlu jî di nivîsa xwe ya dawî da vê banga serokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş ya li hunermendên kurd rexne dike û dibêje, dibê berî herkesî ”S. Demîrtaş, BDP û sinifa kurd ya siyasî”, siyasetê bi zimanê kurdî bike.
Heger kirin û gotin yanî ”zikir û îbadeta” meriv bi xwe hevûdu bigre bêguman rexneyeke di cîda ye û rast e.
Lê yê ku vê daxwazê ji xelkê bike, divê ew bi xwe jî siyasetê bi tirkî neke, dema wî jî kir, wê demê di nabêna wî û yê din da tu ferq namîne.
Lê mixabin Guçlu jî bi qasî Demîrtaş siyasetê bi tirkî dike, heta hewqasî dike ku nivîsa ku Demîrtaş rexne dike jî bi tirkî nivîsîye.
De îcar bû çi ?
Sosireteke pir ecêcb e, ji ber ku Demîrtaş û BDP siyasetê bi tirkî dikin Guçlu wan rexne dike, lê nivîs bi xwe bi tirkî ye.
Aqilê meriv disekine…
Guçlu bi tirkî ji Demîrtaş ra dibêje, tu û BDP hûn çima siyasetê bi tirkî dikin? Ev şaş e
Lê dema ew bi xwe bi tirkî dinivîse normal dibîne.
Yanî Guçlu ”siyaseta bi tirkî” ji xelkê ra weke qebhet û ji xwe ra jî rast û wekî heqekî dibîne.
Ev şêleke dûrî aqilan e.
Guçlu, ji Demîrtaş ra dibêje, berî ku ew ji xelkê bixwazin, dibê ew û partiya wî siyasetê bi kurdî bikin, dev ji tirkî berdin.
Lê ew bi xwe dev ji tirkî bernade, geh rast lêdixe, geh çep lêdixe û bi vî hawî herdu aliyan jî îdare dike, çiqas malperên kurdan hene hema hema di hemûyan da him bi tirkî û him jî bi kurdî dinivîse.
Belkî jî nivîsên wî yên bi tirkî zêdetirin.
Yanî Guçlu, dema îmkan û fersendê dibîne di nivîsandina tirkî da tu şaşiyekê nabîne, bi kêf û zewqeke mezin dilê xwe li tirkî rehet dike.
Û dûra jî ji Demîrtaş gazinan dike, dibêje, ”tu û BDP çima siyasetê bi kurdî nakin?”
Ez jî dibêjim ku birêz Guçlu, ma çi yê te ji Demîrtaş û hevalên wî kêmtir e, ma tu jî bi qasî wan ne kurd û siyasî yî, çima tu dev ji tirkî bernadî?
Tu yê him her roj di malperên kurdan da ji hemû kesî bêtir bi tirkî binivîsînî û him jî rabî şîretan li xelkê bikî, bibêjî çima hûn bi tirkî dinivîsin?
Ev ne tu hawe ye û nabe.
Dibe ku her kes wiha bifikire lê dîsa jî li ruyê te nebêje, lê weke dost û hevalekî ezê bibêjim, ji bo ku tu bikanibî vê daxwazê ji xelkê bikî, dibê tu bixwe jî eynî tiştî nekî...
Netîce, bi dîtina min tiştê ku meriv ji hevalê xwe ra weke "qebhet" dît, dibê meriv ji xwe ra weke "heq" nebîne...

27 februari 2010

Yek rojê jî ez bi wan şa nebûm...

Di demeke ku li Tirkiye û li Kurdistanê bûyerên pir mezin diqewimin, leşker û hukûmet bi şiklekî pir cidî ketine gewriya hev, zabit û çeteyên dewleta kûr qefle bi qefle tên girtin, ez dixwazim ne li ser van bûyeran, li ser bûyereke xwe ya şexsî, li ser tiştê do êvarî hat serê min rawestim.
Ji do êvar da ye ji qahran ez dikim biteqim.
Min gelkî da û girt, gelo tiştê do bi şev hat serê min, ez qal bikim ya na?
Dawiya dawî min biryar da ku we jî bi vê kêmhişî, xirifî û gêjiya xwe bihesînim...
Ez dirêj nekim, do piştî kar ez çûm mixazeyeke solfiroş/pêlavfiroş ya hinekî luks, tenê solên baş yên marqe difroşe.
Ji ber ku zivistanê îsal pir dirêji kir, li Stockholmê hîn mîtroyek berf li erdê ye, loma jî min got ez ji xwe ra cotek potînên baş bikirim.
Li gel ku erzanî ji zûda qediyaye, lê ji şansê min ra çend cotên bi erzanî dihatin firotin hîn mabûn.
Min potînek prova kir, te digot qey hoste qeysa nigê min girtiye û xusîsî ji bo min çêkiriye, tam li gor nigê min û dilê min bû...
Potîneke pir buha bû, bi buhayê normal min nikanîbû bikiriya, lê ji ber ku ji sedî 70-î erzan kiribûn min kirî.
Min bala xwe dayê wa ye çend cot solên havînê jî hene, min yeka bêqeytan û gelkî xweşik prova kir.
Tesaduf ew jî tam ji nigê min ra bû.
Du cot mabûn, yek 41 bû û ya din jî 42 bû.
Normal numreya nigê min 42 ye, lê ya wê numreya 41-ê ji nigê min ra bû, 42 mezin bû.
Min ew jî kirî.
Xanima difrot, got baştir e ku tu boyax û firça potînê jî bikirî, min got baş e, min rabû ew jî kirî.
Min ji bazar û herdu solên xwe jî gelkî hez kir.
Min perê xwe da û çûm qahwexaneya xwe.
Piştî hinek lîstik, gelek şêwr û mişêwir, ez û hevalekî licî(heta derekê riya me yek e)derengê şevê me berê xwe da mal.
Baş tê bîra min dema em ji qahwê derketin min çentê xwe avêt ji milê xwe da û torbê xwe yê solan(pêlav, qondere) jî da destê xwe.
Di nîvê rê da hevalê min ji trênê daket û min jî riya xwe domand.
Ez ketim xem û xeyalên çûna welêt û tiştên ezê bibînim...
Min hertişt ji bîr kir, ez çûm dinyayeke din, salên berî 80-î…
Bûyerên van rojên dawî, girtin û tewqîfkirina generalan, di serê min da hemû li bin guhê hev ketin...
Dema ez li semta me ji trênê daketim saet ji 12-ê şevê dibuhrî...
Lê ez hîn li Kurdistanê bûm, ji bajarekî diçûm bajarekî, min dost û hevalên berê didît…
Gava ez nêzî mal bûm, min hew dît ku kîsikê(torbê) min ne di destê min da ye, min ferq kir ku min kisîk di trênê da ji bîr kiriye.
Ji hêrsa bedena min sist bû, kêliyekê di ciyê xwe da tevizîm.
Dema min ya bêqeytan kirî, min got gelkî xweşik e, ezê li Kurdistanê têkim pê.
Min fêm kir ku ev yek êdî ne mimkûn e, ezê nikanibim li Kurdistanê wê tikim pê, têkim nigê xwe…
Ez bi lez paşda vegeriyam, çûm îstasyona tramvayê.
Min mesele ji bilêtfiroşê ra got, xanimê telefon kir, yê hember got kesî tiştek teslîmî me nekiriye.
Min kortika hustiyê xwe xurand, destvala vegeriyam malê.
Lê ji hêrsan xewa min nehat.
Ev ne cara pêşî ye ku ez tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr dikim, heta nuha min çar pên caran tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr kiriye.
Erê ez ”bêhiş” im, tiştan ji bîr dikim, lê gava di destê min da 2 kîsik hebin îhtîmala jibîrkirinê pir zêdetir dibe.
Pir xerîb e, heta nuha yek carê jî tiştê min ji bîr kiriye li min venegeriya ye, tim av û av çûye, xelkê li xwe helandiye…
Li alî din, heta nuha min jî çend caran tişt li erdê, di trên û otobozan da dîtiye, lê min tim ya daye xwedî, ya jî biriye teslîmê ciyê emanetê kiriye.
Roja duşemiyê ezê herim ciyê alavên dîtî bipirsim, lê ez bawer nakim îcar jî li min vegere.
Vê sibehê zû min telefonî mixazeya ku min jê kirîbû kir, min got hal mesele ji vir heta vir, loma jî buhayê wan çi dibe bila bibe, ez dixwazim hûn eynî solan ji min ra temîn bikin.
Xanima dezgehdar got, herçî li ba wan e cotek 42 tenê heye, wekî din tuneye.
Min got, li ku derê hebe ji min ra temî bike, piştî lêgerîna di kompîtorê da xanimê got, mixabin û gelkî mixabin ku li tevayiya Swêd jî ev model nemeya…
Temiya xanimê li min ew bû ku dibê ez hêviya xwe ji Xwedê nebirim û heta roja duşem, sêşemê li bende bim, belkî rastî yekî xwedî merhemet hatibe, li min vegerîne…
Ez li ber perê wan neketime, ez li ber wê yekê dikevim ku min ew yek rojê jî nekirin pê, ez yek rojê jî bi wan şa nebûm…
Çûn bûn qismetê xelkê...

25 februari 2010

Bûyerên li Tirkiyê rû didin destpêka şoreşekê ye

Gotina xwe ya dawî ez di serî da bibêjim: Bi baweriya min bûyerên îro li Tirkiyê rû didin destpêka şoreşeke bêdeng û bêxwîn e û karê me kurdan jî rehettir dike.
Civîna ku îro li Enqereyê di bin serokatiya serokomar Abdullah Gul de bi serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û serfermandarê giştî İlker Başbug ra li Qesra Çankayayê çêbû qediye. Civînê tam 3 saetan ajot.
Piştî civînê Erdogan got, ”civîn pir baş derbas bû.”
Destpêka vê heftê di çarçeweya ”Plana Balyoz/Zomp”da 49 general û zabitên rutbebilind hatin girttin.
Ji van 49 girtiyan hin zabitên rutbebilindjî di nava da li dora 30 kesî tewqîf bûn. Du general îro hatin berdan, lê doz berdewam e.
Vê operasyona dawî û girtina 49 zabitên tirk li Tirkiyê û û cîhanê olanek pir mezin da.
Leşker ji bo ku aciziya xwe nîşan bidin piştî operasyonê bi rojekê di bin serokatiya sserfemandarê giştî Îlker Başbug da bi hemû orgeneral û korgeneralan ra civînek çêkirin.
Heta hate gotin ku hemû generaralan ji cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek ra gotine ”emê hemû bi hev ra îstîfa bikin”, lê dûra Çîçek ev îdîa tekzîp kir.
Çîçek herçiqas înkar bike jî lê îhtîmala rastiyê pir zêde ye.
Ji ber ku ”dewleta kûr” hêdî hêdî ji hev da dikve.
Li Tirkiyê girtina 49 zabit û generalan, bêguman bûyereke pir mezin e, destpêka şoreşeke bêxwîn e.
General êdî weke berê nikanin emir bidin, lava dikin...
Ew generalên ku heta bigihîje serokkomar û serokwezîran jî newêrîbû li siya wan mêze bikin, îro pûlis davêjin ser malên wan û wan ji nava nivînên wan radikin û dibin qereqolê û weke însanên krîmînel wan muayene dikin û şopa tiliyên wan digrin.
Ev tiştekî pir mezin e, şoreş e û tarûmarkirina dewleta kûr û kemalîzmê ye. Ji ber ku dewleta kûr û kemalîzim ne tenê leşker in, burokrasiya siwîl jî nigekî wê yê girîng e.
Heta gelek caran ji leşkeran bêtir, kemalîstên swîl ji bo darbeyê leşkeran gurgîn dikin. Çimkî bi saya çekên leşkeran ew jî dibin xwedî îktîdar.
Loma jî îro Baykal û gelek kesên weke wî ji leşkeran bêtir leşkeran diparêzin û naxwzin ev dûzana dîktator û olîgarşîk têk biçe.
Heta 10-15 sal berê van bûyerên îro diqewimin meriv di xewna xwe da jî bidîta bawer nedikir.
Ji Kenan Evren bigre heta nuha li Tirkiyê 10 kes bûne serfermandarê giştî. Hemû jî pir hindik sûcdar in û destên wan di xwîna milet geriya ye, lê bi taybetî jî ya kurdan.
Esas dibê van her 10 serfermandarên giştî û hemû kesên ku heta nuha li Tirkiyê bûne general wek sûcdarên însaniyetê û herbê werin girtin û di Turîbînala Herbê ya Neteweyên Yekbûyî da li Haagê werin mahkimekirin.
Çimkî bi rastî jî generalên wek Kenan Evren, Nurettin Ersin, Necip Torumtay, Dogan Gureş, İ. Hakkı Karadayı, Huseyin Kıvrıkoglu, Hilmi Ozkok, Yaşar Buyukanıt û İlker Başbug ji Radko Mîladîçû û Zdravko Tolimir kêmtir sûc nekirine.
Ez dikanim bibêjim ku piraniya van generalên tirk ji van generalên Sirb-Bosnî bêtir di sûc û cînayetan geriyane.
Ji ber ku kurd nezan û bêxwedî ne, loma kes van generalên tirk jî weke yên sirb, xirwat nakşînin ber dadgeha sûcdarên herbê.
Van generalên tirk biryara kuştina bi hezaran kurdî dane, vana bi hezaran gund û malên kurdan, ji ber ku kurd in şewitandine û wêran kirine.
Loma jî sûcên wan pir giran e.
Lê tirk nayên hesabê wan loma jî gilî nakin û kurd jî nezan û bêxwedî ne, bîr nabin giliyekî wiah bikin.
Netîce îro ji van generalan hinek bênberdan jî ferq nake,ter kli dîwarê tirs ketiye, sîstema wesayeta leşkerî êdî têk çûye û ev jî bi destê AKP-ê bûye.
General li ser goştê xwe hûr dibin, ji qehran dikin biteqin lê ji destê wan tiştek nayê, ne diknain weke berê bi hut zirtekê siyasiyan bitirsînin û ne jî şertên der û hundur rê dide ku dest deynin ser hukum.
Malpera ANF-ê ji Habervaktim.com-ê xebereke kaseta tumgeneral Metîn Yavuz Yalçin weşandiye. Aqilê mriv disekine, mêrik li hember tiştên dibe dîn û har dibe, gotinên nemayî ji serokwezîr û kesên din ra dike, dixwaze darbeyê bike lê nikane.
Em gelkî sipas bikin ku AKP jî weke partiyên din teslîmî leşkeran nebû û netîce hat gihîşt vê derê.
Bi van bûyerên dawî weke kurd dibê em pir kêfxweş bin, ji ber ku heger leşker bihatana serî berî her kesî ewê mailik li me bişewitandina.

24 februari 2010

Dibê Diyarbakir Spor Baskê ji xwe ra bike nimûne

Siyasetmedar û serokê ”Antep Sporê” yê berê Celal Dogan, do li Diyarbekrê di Konferansa Sporê da axaftineke dîrokî kiriye.
Ji bo vê axaftina wî, ez wî ji dil û can pîroz dikim…
Celal Dogan, li ser Diyarbekir Sporê teşbîhek pir baş û pir xweş kiriye, gotiye,”Taximekî weke Neteweyên Yekbûyî ye. Ji her welatî lîstikvan hene. Taximên Baskê(Bîlbao yek ji van taximan e) tenê ji baskiyan pêk tên. Dibê hûn jî wiha bikin. Li Diyarbekrê dibê hûn sporê di nava gel da belav bikin.”
Celal Dogan kurdekî ji Niziba qeza Dîlokê(Entabê)ye û kurdperwerekî salên 1960-î ye.
Dogan, çend dewran serokatiya belediya Dîlokê kir û dûra jî bû serokê ”Antep Sporê”.
Dogan, him di serokatiya belediyê da û him jî di seroktiya ”Antep Sporê” da serkeftinên pir mezin bi dest xist û xizmetên wî li Tirkiyê olan da.
Di dema serokatiya wî da him Dîlok weke bajar pir bi pêş ket û bû bajarekî pir modern û him jî ”Antep Spor”ê serkeftinên pir mezin bi dest xist, bû hempayê taximên Tirkiyê yên weke Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê û gelek caran jî zora wan bir.
Yanî Dogan, merivekî xwedî tecrûbeye û dizane çi dibêje.
Loma jî gotinên wî yên derbarê Diyarbekir Sporê da gelkî kêfa min anî û ez gelkî dilşa kirim.
Çimkî di gotinên Dogan da perspektîvekî netewî
heye, ji kurdan ra dibêje, kurdino, ji xwe ra bin, taximên xwe çêkin û di taximên xwe da bilîzin.
Dogan di axaftina xwe da hin şîretên dîrokî li Diyarbekriyan û kurdan kiriye, gotiye, dibê hûn weke baskiyan qedir û qîmetê bidin lîstikvanên xwe yên kurd.
Ev gelkî girîng e, dibê di vî warî da kurd xedî siyaseteke diyar bin.
Û dûra jî dîsa ji Baskê nimûne daye, gotiye:
”Herin binêrin. Li herêma Baskê hemû lîstikvan baskî ne. Li vir hûn jî bi xebatên bingehîn dikanin viya pêk bînin. Ji dêlî ku em lîstikvanan îxrac bikin, em îthal dikin.”
Vana tespîtên pir hêja û pir girîng in, kesê ku dilê wî ji bo gelê wî lê nede û ne xwediyê dîtin û şiûreke netewî be wiha napeyive.
Dogan gotiye, li Tirkiyê 11 hezar antranor û 18 milyon xort hene. Ji vana dikane artêşeke futbolê çêbibe.
Bi rastî jî wisa ye, di nava vî 18 milyonî da çend milyon xortên kurd in, gelekên wan bêkar in wer li kuçan digerin ya jî bi nanzikê ji xelkê ra dixebitin.
Heger bingehek sporê ya perwerdê û bi taybetî jî ya futbolê were danîn û bi hezaran zarokên kurd ji zaroktî da dest bi lîstika futbolê bikin, di nava çend salan da ewê bi hezaran lîstikvanên meşhûr ji Kurdistanê jî derkevin.
Hollandî ji Afrîkayê ya jî ji hin welatên feqîr lîstikvanên zarok yên xwedî qabîliyet dibe Hollandayê, perwerde dike û dûra jî difroşe.
Baskî jî wiha dikin, ew jî zarokan ji destpêkê perwerde dikin û piştra jî him di taximê xwe yê netewî da didin lîstikandin û him jî difroşin û salê bi milyaran qezenc dikin.
Heger hinek fînasman û çend kesên weke Celal Dogan xwedî perspektîveke netewî hebin kurd jî dikanin eynî tiştî bikin.
Ev gotinên Celal Dogan wek derba ku li hedefê keve, gihîşt hedefa xwe, tam li 12-a ket. Di pêşerojê da ewê fêkiyên xwe bide. Ez sedî sed emînim ku kurdên li gor van armanc û hedefan gavan bavêjin û Diyarbekir Sporê jî zûdereng rojekê bibe "Barcelonaya Kurdistanê."

23 februari 2010

Heger ne derew e kerem bikin, vaye yasax jî rabû

Li Tirkiyeyê Heyeta Bilind a Radyo û Telewizyonan (RTUK), ji bo weşana kurdî ya 24 saetan destûr da 14 radyo û telewizyonên ku daxwaza weşanê kiribûn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, RTUK-ê di civîna xwe ya îro da daxwaznameyên ji bo weşanên radyo û telewîzyonan ya bi zaravayên cuda nirxand û destûra weşanê da 14 radyo û telewîzyonan.
Heta nuha li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bo weşaneke xurrî bi kurdî û 24 saetan qanûnê rê nedida.
Lê piştî vê qebûlkirina RTUK-ê, êdî li hember weşana kurdî ya 24 saetan tu astengên qanûnî neman.
Ji nuha û pêva kî bixwaze him li Tirkiyê û him jî li Kurdistanê dikane radyo û kanaleke telewîzyonê ya kurdî veke û 24 saetan weşanê bike.
Heta vê gavê kurdan tim digot, dewlet nahêle, qanûn rê nade û hwd.
Lê wa ye astengên qanûnî jî rabûn û dewletê jî êdî nikanibe nehêle.
Wê demê dibê li hemû qeza û bajarên Kurdistanê di zûtirîn demê da radyo telewîzyonên kurdî vebin.
Roj roja xêretê ye, dibê em dersa xwe baş bixebitin…
Di xeberê da tê gotin ku di vê etaba pêşî da tenê 14 radyo û telewîzyonê destûr girtiye.
Vê jimarê ez matmayî hîştim.
Çima hewqas hindik?
Ez nizanim gelo bi rastî tenê hewqas kesî miracaet kiriye ya jî miracaet pir in lê destûra weşanê dane 14 kesan tenê?
Min ji xwe ra digot, roja weşana kurdî serbest bibe bi sedan kes ewê ji bo weşanê miracaet bikin.
Diyar e ya ez pir şaş bûme ya jî miracaet kirine lê dewletê RTUK-ê destûr nedaye.
Rewş çi ye, çima wiha ye ez nizanim, kesên di vî warî da xwedî zanîn û agahî ne bira ji kerema xwe ra min û xwendevan agahdar bikin.
Ya din jî navê radyo û telewîzyonan jî gelkî bala min kişand.
Di nava wan da yek navê kurdî jî tuneye, her çarde nav jî bi tirkî ne.
Ev tiştekî ne normal e.
Ne maqûl e ku yek kurd jî navekî kurdî hilnebijêre.
Vê yekê ez hinekî xistim şikê.
Gelo nebe ku vana hemû ”di bin ra” radyo û telewîzyonên dewletê ya jî yên hevalbendên wan bin?
Bêşik dewletê viya bike. Ewê bixwaze di radyo telewîzyonan da propagandeya kurd û Kurdistanê neyê kirin, şiûr û fikrê kurdperweriyê neyê xurtkirin.
Çimkî dewletê çawa ku kanaleke xwe ya telewîzyonê(TRT6-ê)vekir, bêguman ewê bixwaze bi riya destik û hevalbendên xwe radyo û telewîzyonên mehelî jî veke û ji wan jî sûdê werbigre.
Bi dîtina min tiştê hatiye meydan fersendeke baş e û dibê kurd ji vê îmkanê bi lez û bez û maksîmûm feydeyê bigrin.
Kurdên zana, welatparêz û xwedî îmkan û desthilat divê sersariyê nekin, di vî warî da ji bo kesên din bibin pêşeng û numûne, hemû îmkanên xwe têxin dewrê û ji bo xuluqandina dezgehên kurdî hin gavên berçiva bavêjin, milet teşwîqî vekirina radyo û telewîzyonên kurdî bikin.
Ji ber ku destpêk gelkî girîng e, karên wiha ji ber xwe nabin, dibê kesên zana berê dest bavêjinê.
Dûra kesên din jî cesaretê digrin û ew jî dest pê dikin.
Di vî warî da rol û wezîfeya herî mezin îro dikve hustuyê siyasetmedar û ronakbîrên kurd, dibê ew milet teşwîqî weşana kurdî bikin.
Bi hêviya ku di demek nêz da bi sedan radyo û telewîzyonên kurdî dest bi weşanê bikin...

22 februari 2010

Resmîbûna zimanê kurdî di destê me da ye

Di van demên dawî da li Kurdistanê hin tiştên pir balkêş û pir baş dibin.
Bi mebesta 21-ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kurd daketin kolanan û ji dewletê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.
Li Wanê rojnameyeke rojane bi çar zimanan dest bi weşanê kir.
Vana hemû jî bûyerên baş in û ez hêvî dikim ku di pêşerojê da hemû pêşketin li ser vî mînwalî dom bikin.
Li gor nûçeya AKnewsê(Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê) li bajarê Wanê, rojnameyeke rojane bi navê ”Van Times” bi tirkî, kurdî, farisî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.
Ev cara pêşîye ku li Tirkiyê û Kurdistanê rojnameyek bi çar zimanan weşanê dike.
Rojname 12 rûpel in û rojane ye.
Xwediyê rojameyê Aziz Aykaç ji AKnewsê ra gotiye, bi rojnameyeke bi kurdî, tirkî, farisî û îngilîzî, wan xwest ku ji hewildanên hukûmetê yên demokratîk ra di warê çapemeniyê da bibin piştevan û “vebûna demokratîk li Wanê bidin dstpêkirin.”
Azîz Aykoç gotiye, “Van Times zarok e, lê bi zayîna xwe ve bi çar zimanan dest bi axaftinê kir. Em wek ekîba Van Timesê ji bo nivîskarê vî bajarî, pêşeroja vî gelî, kulrtura vê civakê û biratiyê hene, bi vê mebestê em bi rê ketin. Kî bi kîjan zimanî bixwaze dikare bi wî zimanî dengûbasan bixwîne."
Bepirsiayrê Giştî Selîm Arafat Kemaloxlu jî gotiye, “ew dixwazin ligel zimanê fermî tirkî, zimanên li vî bajarî yên kurdî û farisî jî di warê çapemeniyê de bi kar bînin” û ji ber wê jî, wan li Wanê dest bi weşandina rojnameyeke pirzimanî kiriye.”
Bi derketina vê rojnameyê ez gelkî kêfxweş bûm.
Ez hêvî dikim ku ji bajarên Kurdistanê yên din ra jî bibe nimûne.
Bi qasî min fêm kir, rojname ne ji alî hin hêzên siyasî va tê derxistin, yên rojnameyê derdixin kesên serbixwe ne û bi armanceke tîcarî dikin.
Ev yek gelkî girîng e û baş e.
Girîng e ji ber ku heta kurdî nebe zimanê bazarê û însan pê tîcaret û karê nekin, bi pêş nakeve û ji mirinê xelas anbe.
Heta nuha hin hêzan bi şiklekî îdîal û bi xebatên fedekariyê di vî warî da hin gava avêtine, hin kovar û rojname derxistine.
Lê ev têr nake. Ji bo ku zimanek bi pêş keve û geş bibe, dibê gel wî zimanî di bazarê da bikar bîne, pê pera qezenc bike, pê debara xwe bike.
Wek gelek tiştên me yên din, mesela resmîbûna zimanê me jî ewê li gor şertên me û pir taybetî be.
Dewletê bi rehetî vî mafî nede me, dibê em weke milet di praktîkê da qada bikaranîna zimanê xwe fireh bikin û bi vî rengî jî dewletê mecbûrî qebûlkirinê bikin.
Yanî dema em bi xwe qursan, mekteban, radyoyan û telewîzyonan vekin, rojnameyan, kovaran û kitêban derxin, axir di her qada jiyanê da kurdî bikar bînin û pê tîcaretê bikin, bikin zimanê bazarê û her babet danûstendinê, wê demê dewletê jî mecbûr bibe qebûl bike.
Yanî dibê em kurdî bi şiklekî fîîlî bikin zimanê resmî, em vê yekê li ser dewletê ferz bikin.
Ma vekirina TRT6-ê ne netîceya vê ferzkirinê û emirwaqîtiyê ye?
Ma dewletê bi kêfa xwe TRT6 vekir?
Na, mecbûr ma.
Ji ber ku bi dehan kanalên kurdî çêbûn û qedexeya dewletê êdî pere nekir. Loma jî dewlet mecbûr man, wan jî yek vekir.
Bi îhtîmaleke mezin perwerdeya zimanê kurdî jî ewê wiha bibe.
Dibê kurd, lê bi taybetî jî xelk dest bavêje vê meselê, ne PKK, BTP, belediye, HAK-PAR û hin kes û hêzên weke wan tenê, dibê li her derê milet ji bo kara xwe rojnameyên kurdî derxe, radyo û telewîzyonên kurdî ava bikin, qursên kurdî vekin, heta mektebên prîvat/taybetî vekin.
Ez qanûnên Tirkiyê nizanim, lê li Swêd gelek mektebên prîvat hene ku muadilî mektebên dewletê ne, di nabêna dîplomayên wan û yên dewletê tu ferq nîne.
Mesela lawikê me Rojen diçe lîseyeke prîvat.
Heger li Tirkiyê ev heq hebe dibê kurd vî mafî bikar bînin.
Dema bi sedhezaran zarokên kurd herin mektebên kurdî yên prîvat dewlêtê bitirse, ewê bibêje vana di van mekteban da kurdçîtiyê fêrî zarokan dikin, ya baş ew e ku em bi xwe vî karî bikin.
Û ji xwe telewîzyonê jî wiha dest pê kir.
Gotin yasaxa me pere nake, ya baş ew e ku em kanalekê vekin û tiştên em dixwazin bi kurdan bidin temaşekirin.
Û wisa jî kirin.
Lê ev jî heta derekê ye, dûra ew jî ji bin tekela dewletê derket, nuha kî bixwaze dikane radyo û telewîzyonên kurdî yên prîvat vekin.
Loma jî dibê em bizanibin ku dewlet bi “Riya Azadî” tenê nayê rê, mecbûr nabe, dibê “Wan Times” ne li Wanê tenê, li Amedê, li Mêrdînê, li Ruhayê yanî li her bajar, qeza û nehyeya Kurdistanê jî hebe, dibê li hemû bajarên Kurdistanê rojnameyên mehelî bi zimanê kurdî jî derkevin.
Bi vî şiklî di fîîlîyatê da zimanê kurdî ewê bibe zimanê resmî û li ber dewletê jî bêyî qebûlkirinê riyeke din namîne.

21 februari 2010

Parlamentoya Tirkiyê ji îşxala leşkeran xelas bû

Parlamentoya Tirkiyê piştî 90 salî nîhayet do ji îşxala leşkeran hate rizgarkirin...
Şikir ji rahm û kerama Xwedê ra ku çavên me ”ev roj” jî dît, Meclîsa Komara Tirkiyê, ku bi tirkî jê ra dibêjin(TBMM), ji do da ye ji bin îşxala leşkeran xelas bû û ket destê pûlisan.
Heyeta Koordînasyona Ewlekariya Meclîsê(TBMM), parastina sê deriyên ketina hundurê parlamentoyê do ji destê leşkeran girt û teslîmî pûlisan kir.
Qulûbeyên ku leşkeran têde nobet digirtin jî li gor biryara meclîsê dibê do êvarî teslîmî pûlisan bûbin.
Heta nuha kontrola ketin û derketina meclîsê di destê leşkeran da bûye, min bi xwe ev yek nizanîbû, vê yekê ez îro fêr bûm.
Lê ji nuha û pêva parlamentoyê ne leşker, hêzên pûlisan ewê biparêzin û li ber hersê deriyan kontrolê bikin.
Ji bo vî karî jî kadroyên pûlisan hatine zêdekirin. Di meclîsê da ev demeke pûlis ji bo vî karî hatine perwerdekirin.
Bi vê biryara nû ra li ber deriyên Çankaya, dîkmen û Ayranciyê 24 saetan pûlisê nobetê bigrin.
Wek min li jor jî got, bi rastî jî heta nuha haya min jê tunebû ku parastin û ewlekariya Meclîsa Tirkiyê di destê leşkeran da bû.
Ev sosireteke mezin e, meclîs û leşker?
Meclîs ne garnîzon û qişlayeke leşkerî ye ku leşker nobeta wê bigrin.
Lê çi heyf ku heta nuha girtin e.
Ez bi xwe vê destguherandinê gelkî mihîm dibînim, îro parlamento ji dest artêşê derket, sibe ewê dor were rizgarkirina Tirkiyê.
Bi dîtina min sembolîk be jî derxistana leşkeran ji meclîsê tiştekî pir baş û manîdar e.
Sibe Tirîye jî ewê ji destê artêşê derkeve, îro li Tirkiyê şerê di nabêna sîstema edaletê û hukûmetê da şerê vê desthilatê ye.
Îro li Tirkiyê, ji Dadgeha Qanûna Esasî bigre heta bi Dadgeha Îdarî ya Bilind, ji Şûreya Bilind bigre heta bi zanîngehan, hemû dezgeh û mueseseyên dewletê di bin emrê leşkeranda ne.
Û bi riya van dezgehan artêş serkutiyê li hukûmetên siwîl dike, wan digre bin emrê xwe.
Hukûmeta AKP-ê bi derengî be jî hêdî hêdî fêm dike heta ku ev mêzîn neyê xerakirin, heta ku ev dahîre û dezgehên dewletê ji bin wesayeta leşkeran xelas nebin, ew nikanin bi serê xwe bibin îktîdar.
Loma jî ne tenê ji meclîsê, dibê leşker ji hemû dezgehên dewletê werin dûrxistin.

20 februari 2010

Xwedê kesî neke pêkenînê dijmin

Di rojnameya Milliyetê da Melîh Aşik, di nivîsa xwe ya îro da
Bi pozbilindiyeke mezin tinazê xwe bi kurdên ku li derve doza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin lê li mal û bi hevûdura bi tirkî dipeyivn dike.
Aşik, di nivîsa xwe da qala kasêteke KCK-ê ya ku xwedêgiravî têda serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr mahkime kiriye û îfadeya wî girtiye dike.
Aşik dibêje, di vê kasêtê da tiştê herî xerîb ew e ku, ”him kesên mahkime dikin û him jî yên tên mahkimekirin bi tirkî dipeyivin.”
Melîh Aşik, vê şêla hevnegirtî, vê bêîstîkrariya kurdên ku ji dewletê doza perwerdeya zimanê kurdî dikin, lê li mala xwe û bi derûodora xwe ra jî bi tirkî dipeyivin ji kurdan ra dike serhevde.
Aşik, bi rengekî biheq dibêje, heger hûn derewan nakin berî ku hûn ji dewletê bixwazin dibê hûn bi xwe, bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Melîh Aşik bi qerf dibêje:
”Halbûkî ji daxwzên van însanan ya herî sereke perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Yanî li Tirkiyê dibê kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê? Çima li gel ku bi kurdî dizanin di qerarê(di hukimdanê)da tirkî bikar tînin… Qey ew jî weke Ziya Gêkalp difikirin?”
Melîh Aşik piştî van gotinên tinazwarî û biçûkkir, helbesteke Zîya Gokalp weke numûne nîşan daye. Gokalp, di wê helbesta xwe da meth û sena zimanê tirkî dide, dibêje heger ne yekîtiya zimên be, dîn jî yek be, welat jî yek têr nake, dîsa jî miletê tirk ewê perçe bibe. Ji bo ku miletê tirk perçe nebe, yanî kurd weke kurd nemînin, dibê zimanê kurdî nemîne, herkes bi tirkî bipeyive.
Di dawiya nivîsê da jî mêrik gotiye, ”ji bo kesên ku meraq dikin, dibêjin gelo ev Zîya Gokalp kî ye ez bi dengekî nizm bibêjim: Nivîsakar û mutefekirê meşhûr yê bi eslê xwe kurd.”
Ez vê nivîsê dîyarî muhatabên gotinên Melîh Aşik dikim, belkî ji wan hinek bixwînin û li ber xwe kevin.
Dema gotin û kirinên meriv hevûdu negere xelk dibîne û bi vî rengî dixe çavê meriv…
Lê ez bawer nakim tu gotin û serhevdeyî bikanibe tesîrê li van kesan bike, eyaraê wan pir fireh bûye, tehamulî her gotinê dikin…

Jiyan û aqilê derengmayî

Fîlozofê alman Arthur Schopenhauer gotiye, “Jijan heta çelî kitêbek e, ji çelî şûnda jî tenkîda wê kitêbê ye.”
Çi heyf û mixabin ku min bi xwe ne hema piştî çelî, pir dereng dest bi tenkîda vê “kitêbê” kir.
Xwezî min zûtir destpêkiribûya.
Îcar ji ber ku min dereng dest bi vê "tenkîdê" kir, loma jî ez nuha gelkî zirara wê dibînim.
Bi rastî jî hertişt wek demsalan di wext û saeta xwe da xweş e.
Ne buhara derengmayî û ne jî zivistana zûhatî...
Aqilê derengmayî wek serweta piştî heyştêyî were, bi kêrî meriv nayê, meriv nikane pê kul û keserekê ji dilê xwe derxe.
Di ser da meriv pê diqehere, ji meriv ra dibe kul û derd.
Ez werim ser zivistana Swêd û berfa îsal...
Ev 30 sal in ez li Swêd im min tu carî berf, sar û sermayek bi vî rengî nedîtiye. Ji orta meha donzdan ya sala par û virda ye berf li erdê ye, tim sar û seqem e û yek rojê jî rindikî tîrêjên rojê bi serê me neketiye.
Ev heftake berfê li Stockholê venekirî ye, çûn hatina me ya kar bûye gelşeke mezin.
Qalindiya berfê li hewşa me gihîştiye mîtroyekê. Ez ditirsim kusêxê me xwe ranegre û rojekê bi ser me da bihedime.
Berdevkên belediyê dibêjin heger ji we tê û hûn dikanin berfa ser xanî û embarên xwe bavêjin.
Bi taybetî jî xaniyên banbahn, bandûz di tahlûkê da ne. Ji ber ku mîtroyek berf li ser kom bûye.
Banê xaniyê me ne dûz e, çatû ye, lê banên herdu embaran dûz in, ji bo wan tahlûke heye.
Ji xwe heta nuha li Swêd çend banên tesîsên sporê ketin.
Do êvarî ez bi çend swêdiyên ji ciyê karê xwe li derve bûm, me xwarinek bi hev ra xwar.
Mijjara me ya sereke hewa bû.
Erê swêdî ji zivistanê zêde hez nakin, heyranê buharê û havîne ne, lê do êvarî min bala xwe dayê ji berfê tam aciz bûne, êdî bi hêrs û bi nefret qala berfê û seqemê dikin.
Tu nemaye ku ez jî wek swêdiyan dest bi helbestên li ser buharê bikim, bibêjim:
”Buharê hat buharê, min gulek dî li biniya darê, min bala xwe da wê gulê, min dît ku ji dil da evîndar e…”
Min bi gotineke Schpopenhaur dest pê kiribû, dixwzim bi gotineke wî jî biqedînim. Schpopenhaur dibêje:
"Jijan dişibe lîstikekê, girtina kartên li gor dilê xwe ne didestê me da ye, lê belê lîstin di destê me da ye."

18 februari 2010

Hukûmetê û çeteyan dîsa girtin hev

Anqere li bin guhê hev ket. Ev 2-3 roj in hukûmet û dezgehên dadweriyê ketine gewriya hev û hevûdu digerînin.
Ev cara pêşîye ku hukûmeta AKP-ê û dezgehên dadweriyê bi vî rengî tên hemberî hev û hevûdu bêminet dikin.
Herdu serî jî hevûdu bi îhlalkirina û siyasîkirina qanûnan sûcdar dikin.
Berê jî çend caran di nabêna hukûmet û erka dadweriyê da hin nakokî û gelş derketibûn, lê ne bi vî rengî.
Ya îcar pir mezin û pir cidî ye.
Loma jî dikane hişê hukûmetê bîne serî û mecbûrî guherandina hin qanûnan bike.
Ne xwe ev yek tim dikane were serê hukûmetê.
Ji ber ku piraniya endamên dezgehên dadweriyê ji bêterefiyê bêtir, di bin “emrê” artêşê da ne û li gor emir û dîrektîfên leşkeran tevdigerin.
Loma jî gava dixwazin ji hukûmetê ra gelş û astengiyê derdixin, sergêjiyê çêdikin.
Lê li gel vê jî ne diyar e ku hukûmetê îcar jî weke carên berê bi neheq û sûcdaran ra li hev neke.
Vê kirîza dawî bi girtina Serdozgerê Komarê yê Erzinganê Îlhan Cîhaner dest pê kir û her ku diçe kûrtir dibe.
Do Serdozgerê Erzinganê Îlhan Cîhaner, li ser daxwaza dozgerê Erzeromê bi îthama endametiya rêxistina Ergenekonê hate girtin û tewqîfkirin.
Piştî vê girtinê, Heyeta Bilind ya Dozger û Dadweran(HSYK) reaksiyeonek mezin nîşanî vê girtinê da û ew jî bi lez û bez civiyan.
Di vê civînê da îcar jî Heyeta Dozger û Dadweran (HSYK) bi biryarekê dozgerê Erzeromê û 4 alîkarên wî ji wezîfê girtin.
Li ser vê biryara HSYK.ê ji do da ye wezîrê edaletê, serokwezîr, serokê meclîsê, serokkomar Abdullah Gul û hemû giregirên AKP-ê û hemû endam û serokên Heyeta Dozger û Dadweran ketine pêxîla hev û hevûdu bi gelek gotinên giran îtham û tawanbar dikin.
Meriv dikane bibêje ku hukûmeta AKP-ê rûbirûyî krîzeke pir mezin e. Û ev kirîz dikane AKP-ê perçe bike, heta ji ser hukum da bixe.
Çimkî muxalefet jî dixwaze ji vê fersendê feydê bigre.
Loma jî cepheya li hember hukûmetê hinekî firehtir bûye, berê CHP, MHP û leşker bûn, nuha erka dadweriyê jî li vê cepheyê zêde bû.
Ev yek jî karê hukûmetê zahmettir dike.
Û ev ne bes e, di ser da kurd jî li dijî hukûmetê ne.
Bêguman ev yek jî karê hukûmetê zahmettir dike.
Lê di vê şêla kurdan da sûc ya hukûmetê ye, hukûmet bi êrîş û terora xwe ya li hember BDP-ê hêzeke pir mezin dike dijminê xwe.
Hukûmetê heta nuha bi erka dadweriyê û artêşê ra tim riya pişopişo û lihevkirinê hilbijart, tu carî bi cesaret neçû ser sûc û bêqanûnîtiyê.
Lê ev rê ne riyeke rast û saxlem e, dibê hukûmet dev ji vê siyaseta xwe ya oportunîst berde.
Heger hukûmet ji îro û pê va vê cesaretê nîşan nede ewê tûşî gelek gelşên mezintir bibe û bibe qurbana vê bêziraviya xwe.

17 februari 2010

Parlamentera kurd e aqil dide dewleta tirk

Parlamentera BDP-ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, îro li Mêrdînê di civîna protestoya binçavkirina 16 endamên BDP-ê da peyivîye û bal kişandiye ser îhtîmala berçebûna Tirkiyê.
Emîne Aynayê ji dozgeran xwestiye ku divê ew karê xwe bikin û nehêlin Tirkiye perçe bibe.
Li gor Emîne Aynayê, hukûmeta AKP-ê, bi vê siyaseta xwe ya êrîşkar miletê kurd dike dijminê dewletê û Tirkiyê berbî perçebûnê va dibe.
Emîne Aynayê di axaftina xwe da bal kişandiye ser zext, girtin û tewqîfatên li hember BDP-ê û gotiye tu sebebekî van operasyonan ya bi heq tuneye, di dema 12-ê Îlonê da jî hezar û 500 kes nehatin girtin.
Rast e di van 2-3 mehên dawî da hukûmeta AKP-ê li hember partiya Emîne Aynayê teroreke nedîtî dide meşandin, ev rast e.
Û bi rastî jî tu bengehekî huqûqî ya van girtin û tewqîfatan tuneye. Berê jî min çend caran bal kişand ser vê terora dewletê.
Loma jî tiştekî bi heq û di cî da ye ku Ayna li dijî van operasyonan derkeve û hukûmetê rexne bike.
Lê Ayna viya tenê nake, ew ji perçebûna Tirkiyê ditirse û loma jî şîret li AKP-ê kiriye, gotiye:
”Bi vê siyasetê we gelek kir dijmin. Hûn miletekî dikin dijminê welatê wî. Binêrin ev cudakarî ye.”
Û dûra jî bang li dozgeran kirye, gotiye:
”Dibê dozger karê xwe bikin. Hukûmeta AKP-ê dixebite ku dewletê perçe bike. Navê vê jî tam cudakarî ye.”
De were nemre, de were neteqe!
Kurd dibin dijminê deletê bira bibin, çima tu ditirsî?
Ma piştî hewqas zulm di serda bira ji dewletê jî hez jî bikin?
AKP bi vê siyasetê Tirkiyê perçe dike. Bira bike, çima tu ji vê yekê ditirsî?
Ji bo avabûna Kurdistanê, ma ne dibê Tirkiye perçe bibe.
Weke nûnereka kurdan çima tu ji vê perçebûnê ditirsî?
Tu dibêjî qey Ayna ne parlamentereka kurd e, berdevka dewleta tirk e, loma jî ditirse ku kurd bibin dijminê dewletê û ev yek jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê.
Ez zû bi zû, heta ku ne mecbûr bim naxwazim li ser BDP-yiyan binivîsim û di van şertê giran da ez jî “êrîşê” bibim ser wan.
Lê carnan xelk pê zikê meriv dike û bi zor baqînî ji meriv tê.
Ev Emîne Ayna hercara ku devê xwe vedike miheqeq hin tiştên tewşomewşo û li dijî rastî û berjewendiya kurdan dibêje.
Nuha li dijî êrîşên dewletê derkeve, rexne bike, zulma li ser partiya xwe û miletê kurd protesto bike me qebûl û dibê bike, ji xwe karê wê ew e.
Lê viya nake, ditirse ku “kurd bibin dejiminê dewletê û dûra jî Tirkiye perçe bibe.”
Halbû wezîfa wê û partiya wê ew e ku kurdan bikin “dijminê” dewletê, yanî şiyar bikin û vê sîstema heyî perçe bikin.
Yanî kurd jî weke tirkan bibin xwedî dewlet.
Heger kurdê ne li dijî dewletê bin û nexwazin Tirkiyê perçe bikin, wê demê ev têkoşîn û şer ji bo çi ye?
Ma PKK ji bo çi çê bû?
PKK çê bû ji bo ku Tirkiyê "perçe" bike, kurdan bike ”dijminê” dewletê, yanî şiyar bike û dûra jî Kurdistaneke serbixwe û sosyalîst ava bike.
Lê Emîne Ayna xanim li dijî vê ye, ne dixwaze kurd bibin "dijminê dewletê" yanî ji dewletê dûr kevin, weke her miletî doza dewleta xwe bikin û ne jî dixwaze Tirkiyê perçe bibe.
Esas kurd nabin ”dijiminê” tirkan, tiştê dibe kurd roj bi roj şiyar dibin û doza mafên xwe yên netweî dikin.
Lê Emîne Ayna ji vê şiyarbûna kurdan ditirse, ditirse ku kurd bêtir radîkal bibin û êdî bi gotinên wê yên vala û xapînok nexapin û li derî serok û partiya wê li hin riyên din bigerin.
A pêşketina Ayna jê ditirse ev e, loma jî bangê li dozgeran dike û dibêje rê li br perçebûna Tirkiyê bigrin.
Heger meriv siyasetmedara kurd be û dilê meriv ji kurdan ra bixwaze, dibê meriv dewleta tirk bi kurdan şîrîn neke û Tirkiyê jî weke welatê kurdan nîşan nede.
Tirkiye ne welatê me ye, welatê tirkan e.
Welatê me Kurdistan e. Dema kurd dibin “dijminê” dewleta tirk nabin dijminê welatê xwe, kurd doza welatê xwe dikin.
Ji bo kurd entegreyî civata tirk bibin û werin asîmîlekirin dibê kurd ne Kurdistanê, Tirkiyê wekî welatê xwe bibînin.
Di gotinên jorîn da tiştê Emîne Aynayê gotiye ev e, xatûn şîretan li dewletê dike, dibêje biaqil bin, bi vê siyasetê hûn kurdan dikin dijminê xwe.
Û dema kurd bibin “dijmin”, ewê nexwazin bi we ra bijîn, ewê doza dewleteke serbixwe bikin...
Heta ku kesên wiha nûnerên kurdan bin, kurd nikanin tu havilê bikin û tu tiştekî bi ser avê xin...

16 februari 2010

Gur û rojiya rûvî

Rojiya rûvî
Rûvî li daristanê digeriya. Carê hew dît ku hêteke pezkûvî bi guliyê darekê va li ba dibe.
Pir birçî bû, ji birçîna zikê wî dikir qurequr, lê dîsa jî ket şikê. Bi hostayî li dora hêtê çû hat, fêm kir ku kemîn e. Çimkî hêta pezkûvî bi benekî bi pîmê bombeyekê va girêdayî bû.
Hêdîka ji wir bi dûr ket û çû li bin darekê xwe dirêj kir û ket xew.
Bîstek derbas bû gur hat, çû ba ba rûvî. Ji rûvî pirsî, got:
-Law rûvî, tu li vir çi dikî?
Rûvî got:
-Qet ez ji xwe ra raketibûm.
Gur got:
-Waye li hember hêteke pezkûvî bi darê va ye.
Rûvî got:
-Erê min dîtiye.
Gur got:
-Ê te çima nexwar?
Rûvî bi dengekî sakin got:
-Wele ez îro bi rojî me.
Li ser vê bersîva rûvî, gur bi dengekî ji xwe bawer got.
-Wê demê ezê bixwim.
Rûvî got:
-Kerem bike, li te noşîcan be.
Gur pir bêsebir bû, hema xwe çindî hêtê kir. Lê bi çindkirinê ra gurmîn bi bombeyê ket teqiye, herder di nava toz û dûmanê da ma. Gur birîndar bû û weke termekî pengizî alîkî.
Rûvî ji ciyê xwe ra bû û çû ket ser hêta xwe.
Dema gur dît ku rûvî hêtê dixwe, bi halekî xerab û bi zimanekî giran got:
-Ma ka tu îro bi rojî bû?
Rûvî bi genfiskî got:
-Bîstik berê topa fitarê teqiya, ma deng nehat te?
Ev çîrok dişibe şerê di nabêna artêşê û AKP-ê da.
AKP-ê bi hostayî û zîrektiya rûvî nêçîra tahlûke bi ”leşkeran” da kirin, weke gur bombe bi wan da jî teqiya, nuha birîndar in.
Lê pir in, sax ji birîndaran birtir in.
Ne bi eşkerekirinê û nej î bi girtinê diqedin.
Way e îro jî serdozgerê Ezirganê Îlhan Cîhaner jî ji doza Eregenekonê girtine. Ev çetana weke bizrê pirparê ne, li her derê û do her qedemeyê da hene.
Loma jî zû bi zû naqedin, paqijkirina wan ewê hik wetê bigre.
Lê ji bo vê jî îstîkrar û cesaret lazim e.
Cesaret jî ne huner û marîfeteke pir mezin e heger meriv netirse.

Du Heval

Du heval bi hev ra dipeyivîn. Herdu jî pir xizan bûn. Yekî ji yê din pirsî:
- Du çêlekên te hebûna, te yê yek bida min?
- Erê!
Du xaniyên te hebûna, te yê yek bida min?
- Erê.
Du dîkên te hebûna, te yê yek bida min?
- Na.
- Çima?
- Ji ber ku herewere du dîkên min hene û ez wan jî nadim te...

15 februari 2010

Şîretên vî camêrî qet neketin serê min.

Nivîskarê emerîkî James Ellroy li ser vexwendina weşanxaneya xwe ya swêdî, Bra Bocker ev çend roj in li Swêd e û bi vê û wê telewîzyon, radyo û rojnameyê ra hevpeyvînan dike.
Ji ber ku ez romanên polîsiye(dedktîv)naxwînim loma jî min heta nuha ne tiştek jê James Ellroy xwendiye û ne jî min navê camêr bihîstiye.
Lê bi qasî ku ez di çapemenî û medyayê da taqîb dikim Ellroy li Swêd têra xwe meşhûr e.
Wey ji ber vê yekêye ku muhabir û rojnamevan ji bo hevpeyvîna xwe di ber hev ra dikin.
Di van du sê rojên dawî da tu kîjan rojnameyê vedkî miheqeq ya bi Ellroy ra hevpeyvînek ya jî li ser nivîskariya nivîsek heye.
Di rojnameya City ya îro da James Ellroy, him hinekî qala xebat û hin taybetiyên xwe dike û him jî ji bo nivîskariyeke serkeftî hin malûmatan dide nivîskarên nuh.
Meriv dikane bibêje ku Ellroy wek nivîskarekî xwedî tecrûbe şîretan li namzetên nuh dike.
Ellroy dibêje:
“Berî ku tu dest bi nivîsandinê bikî pir bixwîne, kitêb dibistana te ne û tu yê wan texlît bikî. Bêyî berhema Joseph Waumbaughs “The choir boys” û “Lîbra” Don Delilo nuha ez ne li vir bûm. Lê nuha ez roamanan qe naxwînim.”
Dûra jî dibêje, “rêwîtiye qet neke. Ez ji rêwîtiyê nefret dikim û ez nikanim di odeyeke otelê da binivîsim. Mal herî baş e.”
Ev pêşniyar qet neket serê min.
Êrê swêdî jî ”dibêjin der baş e, lê mal baştir e” û kurd jî dibêjin ”şam şekir lê welat şîrîntir e.”
Temam meriv dikane bi xwe ji rêwîtiyê hez neke, lê kesê dixwaze bibe nivîskar dibê dernekeve rêwîtiyê pir berbî serê min naçe.
Ez hin nivîskarê kurd dizanim camêr ji bo romana xwe binivîse dinya dabû bin nigê xwe, welat bi welat digeriya, ji bo ku romana xwe biqedîne.
Lê diyar e nivîskar jî ne wek hev in, hinek wek mirîşka bi hêk, fêr bûne hêkên xwe di pîna xwe da dikin û hinek jî li der , di nava deya cîranan da.
Lê tiştê herî balkêş û ez matmayî hîştim, Ellroy dibêje:
”Ez rojnameyan naxwînim, ez kitêban naxwînim, ez li telewîzyonê temaşe nakim û ez tu carî naçim sînemayê. Û ez ji rock n`roll û bi taybetî jî ji punkrockê nefret dikim. Tenê tiştê ez dikim ez li malê rûdinim, di xaniyekî lampevemirandî da, tenê û di tariyê da.”
Wê demê tu çima dijî?, jiyaneke wiha hema bira têkve ninê erdê.
Negere, nexwîne û temaşe neke....
Ê le çi ?
Herçî ”rock mock” e okej, ez jî jê hez nakim.
Weke bûmekî, di xaniyekî tarî da tikûtenê rûne û binivîse, haydê em bibêjin ku ew jî qebûl, lê mesela nexwendina rojname û kitêban, temaşenekirina telewîzyonê û neçûna sînemayê ne tu haweye û ne şîreteke baş e.
Ez pênc perê xwe jî di vê şîretê nadim û weselam...
Dema meriv ji kusêxê xwe dernekeve der û dinyayê nebîne, rojnameyan nexwîne, kitêban nexwîne, neçe sînemayê, wê demê meriv ji agahî û tesîra gelek çavkaniyên jiyanê bêpar dimîne.
Însan çawa dikane nivîskar be lê rojname û kitêban nexwîne?
Piştî ku tu kitêbên xelkê naxwînî çima xelkê kitêbên te bixwîne?
Ma qey tu ne ji bo xwendinê, tenê ji bo nivîndinê hatiyî dinyayê?
Tu kes ji diya xwe alim û zane nayê dinyayê, meriv bi xwendinê, bi dîtinê, bi guhdarîkirinê, bi gerê fêr dibe û asoya xwe fireh dike.
Ne weke bûmekî bi rûniştina di tariyê da.
Ez bi xwe fêm nakim, nivîskarekî ku ji mala xwe dernekeve, rojname û kitêban nexwîne û li telewîzyênê jî temaşe nake, çawa dikane hewqasî meşhûr bibe û were xwendin?
Di dest da dimîne qalkirina jiyan û serpêhatiya wî û malbata wî.
Lê ev jî çîrok û malzemeyekî pir feqîr e.
Axir li vê cîhanê heyran û hezkirên her babet nivîskar û hunermendî hene…

14 februari 2010

Nav û rastî

Baş xerab, kût û ji hin derên xwe seqet be jî tê gotin ku li Tirkiyê demokrasiyeke temsîlî heye.
Bi kêmasî navê rejîma Tirkiyê ne monarşî ya jî olîgarşî ”Komara Tirkiyê ye.”
Milet bi riya hilbijartinan nûnerên xwe hildibijêre û dişîne meclîsê û ev nûnerên milet jî li ser navê milet dewletê û welêt îdare dikin.
Dema nûnerên hatine hilbijartin û partiya li ser hukum welêt baş îdare nekin, xizmeteke baş pêşkêşî milet nekin, di hilbijartineke din da milet raya xwe nade wê partiyê û ew partî ji ser hukum dikeve, îcar partiyeke din ya jî hin partiyên din tên ser hukum.
Yanî li Tirkiyê dema milet ji partiyekê ne razî be îmkan û mecel heye ku wê partiyê di hilbijartinan da bi rayên xwe ji ser hum da bixe û partiyeke din bîne ser desthilatê, îdare û birêvebirina dewlet û welêt bide destê hinên din.
Lê wek tê zanîn li Tirkiyê desthilat yanî îqtîdar ne di destê siwîlan tenê da ye, artêş jî şirîkê desthilatê ye.
Û heta meriv dikane bibêje ku heta nuha xwediyên desthilata rastîn tenê leşker bûn, meclîs û hukûmetên siwîl sûs û formalîte bûn, ji bo xapandina derve bû.
Cara pêşî di dema Ozal da û bi rengekî cidî jî di îqtîdara AKP-ê da ji bo kêmkirina desthilata leşekeran hewildan tê kirin.
Wek me got, dema milet ji îqtîdara partiyekê ne razî be bi dengê xwe dikane wê partiyê ji ser hukum da bixîne û partiyeke din bîne ser hukum.
Lê milet bi dengê xwe wek ku ji siwîlan distîne, nikane desthilatê ji leşkeran jî bistîne û wan jî ji ser hukum dûrxe.
Li Tirkiyê desthilata leşkeran ebedî ye.
Ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virdaye kîjan partî qezenc bike û were ser hukum jî ji bo leşkeran ferq nake, ew hertim şirîk û xwediyê îqtîdara rastîn in, tu kes nikane hukum ji dest wan derxe.
Rayên milet tenê ji bo siwîlan pere dike, ji bo leşkeran pere nake. Milet bixwaze nexwaze jî leşker tim li ser hukim in.
Leşker darbeyê jî bikin, serokwezîran jî bidarde kin, însanan bikujin, bibin çete, sextekariyê, diziyê, qetlê û her babet nerindî û xerabiyê jî bi milet bikin lê dîsa jî li ser kursiya xwe ne, ne milet û ne jî hêzeke din nikane dest bide desthilata wan û hukum ji dest wan bigre.
Eynî wek îktîdara padîşahiyê, padîşah heta mirinê li ser hukum e û dema dimre jî kursiya wî weke mîrat ji ewlad û xizmê wî ra dimîne.
Li Tirkiyê jî sîstem eynî ye, serekerkanek dihere yekî din tê.
Li gel ku milet ew hilnebijartine, bi darê zorê bi wezîrên hukûmetê ra rûdinin û biryara îdareya welêt didin.
Ji salên 1950-î û virda ye li Tirkiyê bi dehan partî bûne îktîdar û dûra jî wenda kirine, lê generalên tirk tu carî wenda nakin, weke padîşan ew hertim li ser kursiyên xwe ne.
Şerê nuha di nabêna AKP-ê û artêşê da dom dike şerê parkirina vê desthilatê ye, artêş dixwaze bira hertişt weke berê dom bike û AKP jî vê yekê qebûl nake, ya jî hin tiştan qebûl dike û hin tiştan jî qebûl nake.
Lê artêş naxwaze sîstma berê xera bibe.
Li cîhanê li hin welatan hîn sîstema monarşî weke sembolîk heye, lê qenebe navê wan monarşî/qiralîyet e û herkes vê yekê dizane.
Mesela Swêd yek ji van welatan e.
Ya Tirkiyê jî eynî sîstem e û di ser da jî ne sembolîk e, bi rastî jî serekerkan wek padîşahekî tim li ser hukim e.
Serokerkanek dihere, yekî din tê li dewsa wî rûndine û îcar ew wek padîşahekî hukum digre destê xwe.
Lê navê sîstemê cihê ye û kes nizane ku li Tirkiyê ne demokrasiyek temsîlî, di rastiyê da sîstem padîşahî ye.
Ji bo ku li Tirkiyê ev sîstema dîktator û monarşîk ji kok da were guhertin û leşker ji ser hukum werin bidûrxistin alîkariya ji derve lazim e, AKP û hêzin hundur bi tena serê xwe nikanin zora vê hêza ceberût bibin.
Di virda berendametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ji tirkan û me kurdan jî şans û îmkaneke pir mezin e.
Heger ne hebûna prosesa Yekîtiya Ewrûpayê bûya, li Tirkiyê leşker îro nediketin vî halî, general nedihatin girtin, AKP-ê ewê newêrêbûya hewqasî bi cesaret hereket bikira.
Dibê em ji bîr nekin ku di vê sekna AKP-ê da rol û tesîra Yekîtiya Ewrûpayê pir mezin e.
Û ji îro pê da jî bêyî piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê ne mimkûn e ku em kurd û tirkên ku li dijî wesayeta leşkerî ne kanibin zora artêşê bibin, demeke din jî hewcedariya me bi alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê heye...

13 februari 2010

Bi derengî be jî meriv şaşiya xwe qebûl bike baş e

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên van herdu hefteyên dawî da li ser rol û şiklê têkiliya KCK-ê, KCD-ê û BTP-ê hin tiştên pir nuh û pir ecêb dibêje.
Wek hefta borî, Ocalan di hevdîtina xwe ya vê heftê da jî li ser rol û têkiliyên rêxistinên cuda yên legal û nelegal rawestiyaye û gotiye dibê xebat û têkiliyên KCK-ê, KCD-ê û BDT-ê tevlihev neyên kirin.
Ocalan gotiye:
"Divê KCK, KCD û BDP-ê tevlihev nekin. KCK-ê xwe li çiyê bi rêxistin kiriye. Li her çar parçeyan baskên wê hene. Li bajaran jî dikare xwe bi rêxistin bike. Lê belê ev yek heqîqeta jihevcudabûna van rêxistinan neguherîne. Kongreya Civaka Demokratîk KCD, ji bo birêxistinkirina gelê kurd a bi awayê komunal heye. Xebateke legal e. Divê girîngiya pêwist bidin vê xebatê. BDP ne baskê legal yê ti kesî ye. Divê vê jî bi awayekê zelal bibêjin. Bila bibêjin 'Em ne dijminên wan in, lê belê eleqeya me bi wan re nîne, em rêxistineke cûda ne.' Bila ev wisa were zanîn. BDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Ev, riya rast e û ji ber ku em ji dil ji rastiya vê riyê bawer dikin û ji ber ku em dizanin ku çareyeke me ya din tune, ev wisa ye."
Ê birêz Ocalan, madem ya rast ew e ku rêxistinên nelegal dibê xwe tevî kar û barên rêxistinên legal nekin, wê demê heta nuha ji HEP-ê bigre heta bi DTP-ê di serî tu û PKK-ê we çima tim xwe tevî kar û barê van partiyan kir û loma jî hûn bûn sebebê girtinên wan.
Heger bahane be jî lê axir bahane tim ”têkiliyên bi rêxistineke nelegal ra” bû û sebebê girtinan hergav ev hat nîşandan.
Ev tiştên tu îro dibêjî çima te berî gitina DTP-ê nedigot?
Çima we nedihîşt DTP serbixwe hereket bike?
Çima we dihîşt PKK û KCK tim xwe tevî kar û barên DTP-ê û partiyên din bike?
Dema xelkê rexne li van midaxeleyên PKK-ê yên kar û barên partiyên legal digirt we qebûl nedikir, we bi gotinên giran êrîş dibir ser van kasen.
Lê îro, piştî 20 salan hîn nuh tu dibêjî dibê rêxistinên îlegal midaxeleyî karê partiyên legal nekin.
Heger ya rast ew e ku har rêxistin û patî karê xwe di çarçewa destûr û programa xwe da bike û midaxaleyî kar û barê hinên din neke, wê demê çima we dihîşt di her kongre, meş û civînên DTP-ê û partiyên din da al, bandrol, nav û şîarên PKK-ê û KCK-ê werin hildan?
Di van 20 salên dawî da ji bo çareserkirina mesela kurd ji bal kurdan ve tam 8 partiyên siyasî hatin danîn. Û ji van partiyan 4-ê wan bi biryara Dadgeha Bilind hatin girtin.
Van herçar partî jî bi îtham û têkiliyên bi PKK-ê ra hatin girtin.
Îro li dora 1000 endam û birêvebirên partiya hate girtin DTP-ê bi îthama endametiya PKK-ê û KCK-ê girtî ne û bi îhtîmaleke mezin j iwan gelekên wan cezayên giran jî bigrin.
Heger ev tiştê tu dibêjî rast e, wê demê çima we dihîşt endamên KCK-ê û PKK-ê bibin birêvebirên DTP-ê?
Lê bi derengî be jî waye hûn şaşçtiya siyaseta KCK-ê û PKK-ê ya berê qebûl dikin.
Wê demê dibê ji îro û pê da ev şaşî dubare nebin, kadir û rêxistinên îlegal xwe tevî karê rêxistinên legal nekin û bi vê yekê jî nebin sebebê peydakirina gelşên qanûnî û siyasî.
Ez hêvî dikim midaxeleyên DTP û partiyên berî wê rûbirû bûn neyê serê BTP-ê jî, ev tiştên hûn dibêjin di gotinê da nemîne, bi rastî jî ji bo KCK-ê û PKK-ê bibe destûr û prensîbekî esasî.
Siyaseteke wiha ewê karê BTP-ê hêsantir bike, li hember dewletê ewê hêz û qeweteke mezin bidê û li alî din jî rê li ber midaxeleyên dewletê jî bigre, dewletê gav û saetê nikanibe BTP-ê terorîze bike.
Heta nuha serok û birêvebirên partiyên berî BDTP-ê ji tirsa ”Serok” newêrîbûn bigotana em ”ne baskê legal yê ti kesî ne”, lê piştî van herdu beyanên Ocalan yê dawî, dibê êdî birehetî û bi dengekî bilind biwêribin bibêjin, ”BDP ne baskê legal yê ti kesî ye.”

11 februari 2010

Bêxwediya vê "pakêtê" malik li kurdan viritand

Dadgeha Diyarbekrê ya 5-emîn ya Cezayên Giran ji ber weşandina çend xeberan tam 21 sal û 3 meh ceza da xwedî û berpirsiyarê giştî yê rojnameya Azadiya Welat Ozan Kilinc.
Wey mala we nekeve, qey van bêbavana hesab nizanin, roj û salan ji hev tevhev dikin…
Ji bo xeberekê 21 sal û 3 meh hefs?
Cezayekî wiha tam bi dewleta tirk û edaleta tirkan dikve.
Bi ya min ev biryara mahkimê jî nîşan dide ku nêt, plana û ”açilima/vebûna” AKP-ê ya derbarê mesela kurd da ne ji xêrê ra ye, gelkî xerab e.
Hukûmeta bixwaze meddela kurd çareser bike, mafekî bide kurdan ji bo xebrekê 21 sal û 3 meh ceza nade înssanekî.
Gelek kurdî di destpêkê da ”açilim/vebûna” AKP-ê ya kurd meraq dikir, digotin gelo ewê ji vê pakêta Erdogan beg ji miletê kurd ra çi surprîz û diyarî derkeve?
Herkes bi meraqdarî û bi çar çavan li bende vebûna pakêta AKP-ê bû.
Bi şik be jî lê min jî piçekî meraq dikir, min jî digot gelo ji pakêtê ewê çi derkeve?
Hûn dizanin hemû pakêt hinekî xwedî sihir û sir in, meriv tiştê têda meraq dike, bi bêsebriyeke mezin dixwaze veke û tiştê têda bibîne…
A ji we ra ”surprîz” û diyariya ”pakêta” AKP-ê, ji bo xeberekê 21 sal û 3 meh hefs...
Xêra Xwedê…
Ma ji viya çêtir “açilim” û “vebûn” dibe?
Min jî digot gelo vana ji bo çi vê zuqûma pakêta xwe bi temamî venakin, tim dibêjin, sebir bikin, hêdî hêdî, bi carekê da nabe...
Tu nabê jî mêrikan ji bo ku kurd veneciniqin, netirsin, bi plana wan nehesin loma “pakêta” xwe ya teror û mehûkirinê hêdî hêdî vedikin...
Û her ku “vedikin” jî sosiret û bobelatên mezin, teror, girtin û zndan ji “pakêtê” derdikeve.
Ji roja ku dest bi “vekirina pakêta” xwe kirine û heta îro tam 900 endam û berpirsiyarên DTP/BDP-ê girtine, 1000 zarok ji ber ku kavir avêtine ji pûlisan da avêtine zindanê...
Ev ne bes e, nuha jî waye dor hatiye hunermend, dengbêj, rojnamevan û çapemeniyê.
Ji ber ku xistine dorê, pêşî ji siyasetmedaran dest pê kirin, piştî ku ew temam kirin, nuha jî dor hatiye hunermend û hin kesên di dereca sisê, çaran da, hin kesên dilsoz û sempatîzan.
Dadgehê ji ber hin xeberên di hejmara12-an ya rojnamê da li ser hev 21 sal û 3 meh ceza da Ozan Kilinc.
Dadgehê di eynî biryarê da mefê memûriyetê, mefê hilbijartinê û namzetiyê, endametiya partî, komel, weqf û koperatîfan jî li Ozan Kilinc qedexe kirye.
Û efû û kêmkirin jî ewê ji bo van cezayan tunebe.
Yanî dadgeha fasafîso û tenê bi nav dadgeh esas xwestiye ku ruhê Ozan Kilinc bigre, wî bidarde ke, lê di qanûnê da mede nedîye, loma jî bi 21 sal û 3 mehan qîma xwe aniye.
Heger bikanîbûna qulpekê jê ra bibînin, bawer bikin ewê ya muebet ya jî îdam bidanayê.
Ji ber ku sîstem û miletekî bêûjdan û bêheya ye, çi bike jê tê.
Ev biryara dadgeha tirk jî nîşan dide ku dewlet naxwaze çapemeniyeke kurd hebe, zimanê kurdî bijî û bi pêş keve.
Hema di xeberê da çi jî hebe meriv 21 û 3 meh ceza nade berpirsiyarê rojnameyekê.
Eviya îdî bû mesela gur û berx.
Gur nêt li berx xera kira kiribû, dixwest bixwe, geh got tu ava min şolîn dikî, geh got deynê min li bavê te ye, hercarê mahneyek da pêş.
Yanî nêta wî xwarina berx bû lê tiştên din bahene bûn...
Ya me û dewleta tirk jî bûye ev mesele, dixwazin hemû destkeftên kurdan û bi giştî jî tevgera kurd ya netewî tasfiye bike, meselê bibe qeysa berê, loma jî virda wêda bahaneyan dibîne û pê li kurdan dixe, terorîze dike, ji hêz da dixîne, belav dike...
Bûyerên dawî vê nêta dewletê nîşan dide.
Ne çapemenî tenê, waye îro hunermenda dengxweş Rojda jî li Stenbolê bi îthama di şevekê da straneke li dijî dewletê û xwedêgiravî pesnê “terorîstan” daye gotiye.
Hela ka em binêrin sibe ewê dor were ser kê?

10 februari 2010

Du bûyerên xêrê

Min îro di xeberan da li ser bajarê xwe Wêranşara xopan xeberek dilxweşkir xwend, ez pê kêfxweş û serbilind bûm.
Li gor xeberê, heyeta Belediya qeza Wêranşarê di civîna xwe ya îro da navê ”Taxa Kenan Evren” guherandiye, kiriye Taxa Azadî.
Kilîlîlî, kilîlîlî…
Çepik, çepik!!!
Her bijî ji xwediyên vê biryarê re.
Hercara ku di xeberekê da navê ”Taxa Kenan Evren” bi ber çavê min diket, ez ji hêrsa şepleyî dibûm.
Weke wêranşariyekî min ji xwe fedî dikir.
Min ji xwe ra digot, belediya bajarê min çawa dikane navê serokê cûntayeke leşkerî ku destê wî di xwîna gelek kurdî geriyaye bide taxeke bajarê xwe?
Diyar e hemû ked û xebata min bi avê da çûye…
Ez nizanim kînga û ji alî kê ve ev navê qebîh li wê taxê hatiye kirin.
Miheqeq ev nav piştî darbeya 12-ê Îlonê û ji alî qaymeqamekî ve li taxê hatiye kirin.
Ez naxwazim bawer bikim ku ev nav ji alî reyis û heyeta belediyê ve hatibe lêkirin.
Erê piştî darbeya 12-ê Îlonê Xelîl Keleşabdîoglu demakê bû serokê belediyê û dûra jî bû merivê ”dewleta kûr” û dijminê qewmê xwe û gelek tiştên xerab jî kir, lê li gel vê jî ez naxwazim bawer bikim ku ev nav ji bal wî va hatibe qebûlkirin.
Dibê hewqasî jî pîs nebûya, lê mixabin mimkûn e, nimûneyên vê yekê pir in.
Merivê bibe çete û qatilê dost û hevalên xwe bêguman dikane biryarekeke wiha jî bigre.
Lê ez nizanim, loma…
Axir Xelîl ya jî qeymeqamekî dewletê lêkiribe qet ferq nake, ya girîng ew e ku wêranşariyan îro xwe ji vê heqaret û rûreşiya mezin xelas kirin.
Û di ser da jî nevekî bi kurdî û pir xweş, Azadî lêkirin.
Loma jî weke kalekî wêranşarî ez kesên ev biryar girtine hemûyan yek bi yek pîroz dikim.
Endamên heyeta belediyê yên AKP-yî xwestine navê taxê bikin ”Taxa Eyyûbiye”, lê ev pêşniyar nehatiye qebûlkirin.
Pir baş bûye ku navê ”Eyyûbiye” ya erebî nehatiye qebûlkirin.
Kurd hata ji destê wan tê dibê navên kurdî li hebû kuçe, kolan û taxên welatê xwe kin û hemû navên tirkî û erebî biguherînin.
Helbet sedîsed nabe, lê heta ku mimkûn e.
Di eynî civînê da navê ”Taxa Keleşabdîoglu” jî guherandine lê di dewsa vî navî da navekî ne xweş û bi tirkî ”Yenîşehîr”lêkirine.
Ev şaş e, dibê di dewsa ”Keleşabdîoglu” da jî navekî kurdî lêkirina.
Nav, nasnameye, miletekî, zimanekî diyar dike, tîne bîra meriv.
Ev him ji bo cî û waran û him jî ji bo însanan wiha ye.
Ji bo ku axa me û mirovên kurd nebin xwediyên nasnameyên xelkê, dibê em navên kurdî him bidin cî û warên xwe û him jî zarokên xwe.
Ev yek gelkî girîng e...

Gelek şikir ku me ev roj jî dît.
Li gor xebera hin maleperên kurdî, li Cizîrê Birca Belek piştî îşxala 163 salan dîsa li xwediyên xwe vedigere, leşkerên tirk îro dest bi valakirinê kirine û Birc nîhayet teslîmî xwediyên wê yên rastîn tê kirin.
Birca Belek ji sala 1847-an û virda ye, piştî têkçûna serîhildana Mîr Bedirxan kete destê artêşa Dewleta Osmanî û ji wê rojê û virda ye ji alî tirkan ve weke bargeheke leşkerî tê bikaranîn.
Piştî avabûna Komara Tirkiyê Birc weke cebilxane dihat bikaranîn û ev 15 sal in jî tabûreke tirk ew îşxal kiriye û tê da şarge bûye.
Piştî valakirinê Birca Belek ewê teslîmî belediay Cizîrê were kirin û dûra jî ewê were restorekirin.
Leşkerên tirk îro ji Birca Belek vekişiyan, sibe dora Kurdistanê ye, bêguman rojekê were artêşa Tirkiyê ewê ji Kurdistanê jî wiha vekişe.

09 februari 2010

Şevbêrka bi hevalekî ra û guhertin

Weke min berê jî di vî quncikî da qal kiribû, ev çend roj in dost û hevalekî min î kevn Abudlkadîr Îzol li Swêd e.
Heta nuha me çend caran sebra xwe bi hev anî, qala çîrokên berê û guhertinên li welêt kir.
Pêr êvarî em dîsa bi hev ra bûn. Em çend heval bi hev ra çûn aşxaneyeke yûnanî. Aşxaneyeke pir sakîn bû û xwarina wan jî li gor standartên Swêd pir baş û bi dilê me bû.
Lê ya herî xweş û bi dilê me sakîniya cî bû, qelebalix tunebû, dengê me diçû hev.
Ji xwe derdê min jî ew bû.
Ji ber ku (heger ne derew be)vê havînê ezê jî herim welêt, loma jî ez weke gurê birçî li dû înformasyonê me, dixwazim guherîn û pêşketinên li welêt ne tenê ji devê kurdên ji vir diçin û tên, ji devê kurdên li welêt dijîn bibihîzim.
Li wan guhdarî bikim, guherînên li ba wan ”keşif” bikim.
Hevalê min yê do, îro çawa ye, îro çawa difikire?
Loma jî min dixwest gelek tiştan jê bibihîzim û çavdêriyên wî yên vir jî fêr bibim.
Heger em ji kultura xwarinê dest pê bikin, bi dîtina wî li gor Kurdistanê û Tirkiyê, kultura xwarinê li Swêd pir feqîr e û ne mimkûn e ku bi ya Kurdustanê û Tirkiyê ra were miqayesekirin.
Got, Wêranşara ku di salên 80-î da aşxaneyeke ku alkol serwîs bikira tunebû îro 3 heb payon lê vebûne.
Ev dîtina Abdulkadir hevalên din jî destîq kirin.
Li ser nimûneya paynonên Wêranşarê ez keniyam û min got, xwezî ev pêşketin çênebûya û em kurd ji vê ”pêşketinê” bêpar bimana.
Lê diyar e ev jî ”Açilma/vebûna” kurda ye, ddibê kurd jî hinekî ”açilmîş û serpilmîş” bibin, yanî weke gulên mihemediye vebin…
Di wê taftafê da garson sehanek zeleteyê penêrê biraştî danî ser masê û dûra jî me her yekî jî teyfikek biçûk danî ber.
Mîvanê me hinekî matmayî ma, got li ba me tiştekî wiha ne mimkûn e, heger Kurdistan bûya nuha garsonan teyfikeke radikir û yek dadanî…
Helbet di dema min da jî sifra Kurdistanê dewlemend bû, lê nuha pir pêşda çûye, heta meriv dikane bibêje ku hinekî jî ji adetê derketiye.
Li Swêd jiyana luks kêm e, bi gotina swêdî hertişt ”lagom” yanî normal e, di hedê xwe da ye, ne kêm û ne zêde ye.
Perê meriv hebe jî meriv nikane li aşxaneyeke Swêd wê luksa li aşxaneyên Kurdistanê û Tirkiyê heye bidest xe.
Li Swêd rêwîtiya botê (nabêna Swêd û Fînlandiyayê)ji bo me kurdên Swêd hinekî ”luks” e. Hertişt têda heye, xwrin bufe ye, bi dehan babetên masiyan û xwarinên din hene.
Loma jî kîjan mîvanê me tê, em dibin gera botê.
Dema min bihîst biraziyên wî Keya û Serdar ew jî birine botê, min xwe hinekî qure kir û got, çi baş, nuha te kêf kiriye.
Lê ez şaş bûm, got hema hema ez birçî çûm û biçî jî hatim, tiştekî meriv bixwara tunebû û dûra jî bi xwarinên Kurdistanê û Tirkiyê ra miqayese kir.
Min got heyra, heger tu bi bufeya bota me jî neyê serî îşê me kurdên Swêd xerab e, çimkî tiştekî me yê ji wê lukstir tuneye.
Dema meriv li hevalên li welêt dimînin guhdarî dike, meriv ne tenê bi guherandinên wan, bi yê xwe jî hay dibe.
Ji van guherandinên civata kurd hinên wan kêfa meriv tîne û hinên wan jî meriv ditirsîne, xemgîn dike.
Tabî di vir da tesîr û rola salan(temen) jî heye. Dema me welat terikand em xort bûn, dîtin, norm, pîvan û nêrîna me ya li jiyanê û li pêşerojê, li dostî û hevaltiyê tiştekî din bû, îro piştî ku em bi ser 60-î ketine tiştekî din e.
Kalekî 60 salî ne mimkûn e ku weke xoretekî 20-25 salî bifikire, weke wî tevbigere.
Di vî temenî da ne mimkûn e ku dîtin, bawerî, hest, felsefe û normên me weke yên 30 sal berê be….
Çimkî do em tiştek bûn, îro em tiştekî din in, ev bi serê xwe guherandineke pir mezin e…
Loma jî guherandinên civata kurd dibê me matmayî nehêle…

08 februari 2010

Dîroknasê tirkan yê herî "mezin" got DEVE!

Dîroknasê Tirkiyê yê herî mezin û Mudûrê Muzeya Qesra Topkapiyê Prof. Îlber Ortayli di konferansa Meketeba Siyasetê ya MHP-ê da nîşan da ku ew merivekî çuqasî nîjadperest, cahil û vala ye.
Xwedêgiravî Îlber Ortayli, dîroknasê Tirkiyê yê herî mezin û herî medenî ye. Lê diyar dibe ku ”mezinayiya” wî vir e, bêbingeh e û hemû reqlam û propagandeya tirkan e.
Ortayli di axaftina xwe da li ser ”wesfê” miletê tirk tiştên wisa gotiye ku zarokên heft salî jî ewê pê bikene.
Ortayli wek dîroknas di vê sedsalê da bêyî fedî û ar milîtarîzim û darbeyên leşkerî parastiye û gotiye, ”ne mimkûn e ku artêş di siyasetê negere, di şertên ku siyaseta siwîl nikanibe xwe bi pêş xe darbeyên leşlerî mecbûrî ye.”
Tu dibêjî qey generalên tirk ji diya xwe jîr û biaqil dibin, hemû ji bo îdareya dewletê û welêt dên dinyayê.
Û siyasetmedar jî giş ehmeq tên dinyayê, tu wesfekî wan yê îdarekirina welatekî tuneye, ev wesf tenê bi generalên tirik ra heye.
Li Tirkiyê sebebê pêşdaneçûna ”siyaseta siwîl” û demokrasiyê ne ji ber ehmeqiya siwîlan e, ji ber çavsorî û midaxeleya leşkeran e.
Leşker xwe xwediyê dewletê û Tirkiyê dibînin û loma jî nahêlin siwîl bi tena serê xwe Tirkiyê îdare bikin.
Îlber Ortayli, ji dêlî ku wek dîroknas li dijî midaxeleyên leşkeran derkeve, demagojiyê dike û meselê bi xeşîmiya siwîlan ve girê dide.
Û merivekî wiha jî xwedêgiravî dîroknasê tirkan yê herî mezin e….
Ortayli di axaftina xwe da nîjadperestiya MHP-ê parastiye û bi vê yekê jî ruyê xwe yê paşverû û faşîst baş nîşan daye, gotiye,
”Neteweperestî, hezkirina civata tu mensûbî û di nava da jî ye. Di van salên dawî da li Tirkiyê hestên fedîkirina ji miletê xwe, hestên antîmilîtarîst û dijminê leşkeran tê pîjkirin.”
Wek tê dîtin Ortayli pir vekirî, nîjadperestiya tirk û milîtarîzmê diparêze û li Tirkiyê çend dengên demokrat û li dijî leşkeran jî neheq û şaş dibîne.
Tiştê herî komîk ew e ku Ortayli wesayeta leşkeran ya li ser siyasetê û darbeyên leşkerî bi wesfê miletê tirk ve girê dide, dibêje:
”Wesfê tirkan yê yekem miletekî leşker e”, qey loma jî tirk midaxele û serdestiya leşkeran qebûl dikin…
Yanî Ortayli midaxeleyên leşkerî bi ”genetîka” tirkan ve girêdide, li gor teoriya wî her tirk weke leşker tê dinyayê, meriv çi bike jî ne mimkûn e ku tirk bibin miletekî medenî.
Tirk miletekî leşker e û ancax ji disîplîn, emir, ferman û otorîteya leşkerî fêm dike, azadî, serbestî û demokrasî ne wesfê wan e.
Ortayli ji hin dengên li dijî midaxelaya artêşê ya siyasetê jî nerehet e û vê yekê bi pîjkirina ewrûpyan ve girêdide, dibêje:
” Li vir meriv nikane bibêje ku tiliya Ewrûpaya ku ne xwediyê van wesfan e(wesfên leşkerî, milîtarîst) tuneye. Ji mîlîtarîstbûna civata tirk dikane çi zirara Belçîkayê, Îswîçreyê hebe? Ewrûpaya wesfên xwe yên leşkerî wenda kriye, dixwaze ev wesfê li ba me heye ew jî wenda bibe.
Heger hunerê risim li Fransayêî miribe, Fransa dixwaze ev huner li dinyayê jî bimre, heger mîmarî li Îtalyayê miribe, îtalî ewê bixwazin mîmarî li hemû cîhanî jî bimre.Tu qewmek naxwaze wesfê ku wî wenda kiriye di qewmekî din da dom bike.
Însan ji sinetê leşkerî yê tirk, ji taybetiya civata tirk ya leşkerî nerehet dibin, lê em çi bikin, ev wesfê tirkan yê herî girîng e.
Li ba me hunerê risim, heykel tuneye, bi muzîkê ra mijûlbûn tuneye, fîlozof tuneye, lê hunera me ya nemir, wesfê me leşkerî ye.”
Rebeno dibîne ku bi rastî jî tu marîfet, huner û keşfeke tirkan kirbe û ew jî kanibe pê serbilind bibe tuneye, loma jî milîtarîzmê diparêze, tirkan dike miletekî "leşker".
Îcar ez nizanim vî ”miletê leşker” ka heta nuha çi kiriye?
Tirkiye xwediyê milyonek hêzên çekdar e, lê li gel vê jî ev 26 sal in ku nikane bi çend hezar gerîlayên kurd ra derkeve serî.
Di şerê Cîhanê yê yekem da ewrûpiyan qûş li we qetand, berî wê rûsa û gelên balkan hewetinê hûn tarûmar kirin.
Lê yekî hebekî zane û xwedî aqil dizane ku ferdên miletekî leşker ji diya xwe nabe, şerkirin, kuştin ne qerekter û xusûsiyeteke genetîk e.
Dema hewce dibe heywan jî, însan jî xwe diparêze û şer dike.
Ewrûpiyan îro jî wesfê xwe yê leşkerî wenda nekirine, heger sibe di nabêna Tirkiyê û welatekî Ewrûpa, em bibêjin Fransa, Îtalya, Englistanê da şerek derkeve hûnê ancax kanibin çend rojan li ber xwe bidin, tiştê hat serê Saddam ewê were serê miletê te yê "leşker jî."
Îro îdî ne dema şûr û mertalan e, zanîn û teknîka kê xurt be ew biserdikve. Numûneya herî berbiçav Îsraîl e, 22 dewletên ereban hene û nufûsa wan jî 20 qatî li ya Îsraîl e, lê dîsa jî nikanin bi Îsraîl. Di hemû teşebusên xwe da têk çûne.
Yanî tu mile ji yê din bêtir ne ”şerkar” e, hemû girêdayî zanîn, tecrûbe, îmkan û teknîkê ye.
Ewrûpî ne tenê di ilim, sinet, muzîk û mîmariyê da, di hunerê leşkerî da jî ji we pêşdatir in.
Sifra hazir li ortê ye, ka bibêjin çi yê we heye?
Hûn ne tenê di risim, muzîk, mîmarî û her şikil ilim da paşda ne, di zanînîn û keşfên leşkerî da jî hûn sifir in, heta bigihîje çek û çebilxaneyên we, helîkopterên generalên we lê siwar dibin, tank, top axir her tişytê we ji derve ye, malên xelk ne.
Îcar hûn li ku miletê leşker li ku?
Ev gotinên Ortayli nîşan dide ku ew merivekî çuqasî vala, nezan û prîmîtîv e, bi qasî zarokekî sinifa sisiyan jî ne zana ye.
Îcar gava dîroknasê miletekî yê herî bi nav û deng wiha vala be, wey li halê wî miletî...

07 februari 2010

Xemgîniya derewan

Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Beşir Atalay, piştî êrîşa çekdarî ya ser merkeza BTP-ê do bi telefonê li hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş gerîyaye û ji ber vê êrîşê xemgîniya xwe û ya Serokwezîr Erdogan ragihandiye.
Atalay ji Demîrtaş ra gotiye, him ew û him jî serokwezîr Erdogan ji ber vê êrîşê gelkî xemgîn bûne û ew bûyerê weke ”provakasyon” dibînin û ji bo ku sûcdar werin girtin çi ji destê wan bê ewê bikin.
Atalay û serokê wî Erdogan siyasetke ”henekpêkirinê” dimeşînin, ji alîkî da bi şev û roj êrîşê dibin ser BDP-ê, wê weke şargeha ”terorê” û terorîstan binav dikin, rojê 40-50 kesî digrin û dixin hefsan û piştî êrîşên wiha jî ”xemgîniya” xwe nîşan didin.
Ev sextekarî û durûtiye…
Îcar xemgînî ?
Hêsirên ku Atalay û Erdogan dibarînin hêsirên tîmsehan e, hêsirên derewîn in, ji bo formalîtê û xapandinê ye.
Kurd baş dizanin ku yên ji van êrîşan ra zemînê hazir dikin dewlet û hukûmet bi xwe ye, ewê BTP-ê weke hêzeke terorîst û dijmin nîşanî sûtal û zilamên xwe didin û dûra jî dibêjin ”buhurtî”be…
Tiştek pir vekirîye, hemû êrîşên ser BTP-ê û kurdan bi destûr û xweşbîniya dewletê dibe, roja ku ew destûrê nedin van êrîşan erîşên rawestin.

Zincîrên di dest û nigên Lao Luyê 2 salî da îspata sîstema Çînê ya zalim û bêmerhemet e
Di rojnameyên swêdî Aftonbladet û Metro da rismê zarokekî çînê yê du salî li kolaneke Pekînê bi hesinekî ceyranê ve zincîrkirî tesîrek mezin li min kir.
Ji ber ku diya Lao Luyê 2 salî nexweş e nikane li wî binêre û perê wan jî tuneye ku wî deynin zarokxaneyekê, loma jî bavê wî Chen Chuanliu ji mecbûrî Lao Luyê 2 salî bi xwe ra digerîne û gava mişteriyan dibe wî bi stûnekê va zincîr dike.
Chen Chuanliu, şufêrtiya texsiyapisqilêtê dike. Dema mişteriyan dibe derekê nikane Lao jî bi xwe ra bibe.
Îcar ji bo ku Lao yê 2 salî li derekê bisekine û kes wî nerevîne, bi zîncîrekê wek kûçikekî, weke hespekê wî bi stûna ceyranê ve qeyd û merbend dike û dihere karê xwe.
Du meh berê xwişka Lao Lu ya 4 salî Lîng ji alî dizên zarokan ve hatiye revandin, loma jî bavê reben ditirse ku Lao jî dest wî here.
Di xeberê da tê gotin ku li Çînê rojê 190 zarok tên revandin, bi taybetî jî revandina lawikan pir zêde ye.
Bavê Leo Chen Chuanliu dibêje:
-Jina min nexweş e û nikane li wî binêre û ez jî mecbûr im ku bixebitim. Îcar dema ez mişteriyan digrim ez mecbûr im ku wî bi stûnê ve zincîr bikim. Ez dizanim bêmerhemetî û zalimî ye, lê ji wendakirina wî çêtir e. Çimkî îmkana min tuneye ku ez wî deynim zarokxaneyê.
Îcar welatekî weke Çînê, dinyayê dixwe û bi hemû dinyayê ra jî qayişkêşiyê û berberiyê dide lê nikane Laoyê 2 salî bide zarokxaneyekê.
Ji ber ku bavê wî feqîr e, nikane perê zarokxaneyekê bide, lawê xwe yê 2 salî weke kûçikekî bi kuteke ceyranê ve qeyd û merbend dike…
Û xwedêgiravî ev dewlet jî sosyalîst e û ji dewletên Xerbî bêtir qala heq, huqûq û edaletê dike.
Dewleteke hewqas mezin û dewlemend nikane li zarokekî xwedî derkve, ji ber tunebûnê dê û bavê Lao wî weke kûçikan bi stûnan va zincîr dike.
Ev jî nîşan dide ku tiştê li ser wekehevî, heq, huqûq û edaletê tên gotin hemû vir in, sîstem ji kapîtalîzmê pir zalimtir û pir wahştir e.
Li Ewrûpa dema ferd nikanibe zarokên xwe xwedî bike dewlet lê xwedî der dikve, lê mêze dike.
Sîstema ku însanan mecbûrî vê çareseriya dilperêt bike bira têkeve binê erdê, tunebe çêtir e.
Lao Luyê 2 salî yê bi stûnê ve zincîrkirî rûreşiya Çînê ye. Û bi rismî meriv fêm dike ku ev sîstem, sîstemeke çi wahş û çi bêmerhemet e.

06 februari 2010

Çima piştî 20 salan?

Di van demên dawî da ev çend car in Komîteya KCK-ê ya Şehîdan nasnameyên gerîlayên di salên 1990-î da şehîd ketine eşkere dike.
Ji dawiya sala borî da ye KCK her hefte navê çend gerîlayên şehîd ketine ji gel û dê, bav û xizmên şehîdan ra eşkere dike.
Ji şehîhdan hinekên wan di salên 1990-1992-an da şehîd ketine. Yanî di ser şehadeta wan ra tam 20 sal, 18 sal derbas bûye.
Lê îro tê eşkerekirin.
Min bi xwe fêm nekir ji bo çi hewqas sal hat payin, çima heta nuha ji malbatên wan ra nehat gotin ku zarokên we şehîd ketine?
Sebebê vê veşartinê çi bû?
Gelo sebebê payina hetanî nuha nebûna agahiyên derbarê şehadeta wan da bû loma?
Yanî bi gotineke din, PKK-ê heta nuha nizanîbû çi hatiye serê van gerîlayan, loma agahî nedida?
Bêguman tiştekî wiha tuneye, kîjan gerîla kînga û li ku, di kîjan şerî da şehîd ketiye PKK û KCK baş dizane.
Dikane di eynî rojê da netîceya şer û hejmara şehîd û birîndarên xwe fêr nebe, lê piştî demeke kin fêr dibe û di arşîwa xwe da qeyd dike.
Ji xwe dema meriv beyana KCK-ê dixwîne, meriv dibîne ku ew bi cî û war, baş dizanin ku gerîlayê şehîd ketiye kînga tevî wan bûye, li ku, kîjan rojê û di kîjan şerî da şehîd ketiye, van agahiyan hemû bi teferûat hatine nivîsîn.
Yanî di warê agahiyê da tu kêmanî tuneye.
Lê dîsa jî 20 salan hatiye payin û îro tê gotin, meriv tu maneyekê nade vê siyasetê û vê eşkerekirina nuha.
Tiştê herî rast dema gerîlayek şehîd ket û ev yek ji alî PKK-ê hat bihîstin, dibê ev ji malbata şehîd nayê veşartin, jê ra were gotin.
Şehîdên ku navên wan nuha tên eşkerekirin, malbatên wan bi salan li wan geriyane, bi dehan car bi PKK-ê ra, bi dost û hevalên PKK-ê yên ku dikanîbûn xwe bigihînin PKK-ê û gotina wan pere dikir ra ketine têkiliyê, xwestine derbarê zarokên xwe da agahiyeke rast bizanibin, lê ev agahî tu carî nehat dayin, dilê dê û bavên wan nehat rehetkirin.
Lê ev demeke ji nişkave her hefte navê çend şehîdan tê eşkerekirin û ev yek jî êş û birînên kewiyayî, yên bi salan ra hatine jibîrkirin tevradike.
Ji alîkî da dikane were gotin ku bi derengîbe jî eşkerekirin ji neeşkerekirinê çêtir e, piştî 20 salan be jî nuha malbatên şehîdan dizanin ku zarokên wan kînga, li ku şehîd bûne.
Em bibêjin ku bi vê eşkerekirina dereng nêta PKK-ê ev e, naxwaze hetaûheta veşartî bimîne.
Baş e, wê demê dibê ev şaşî were qebûlkirin û ji ber vê êş û jana bi dê, bav û malbatên şehîdan hetiye kişandin ji wan uzir were xwestin.
Sebebê payina 20 salan dibê were gotin, were îzahkirin.
Dibê însan sebebê payina 20 salan bizanibin.
Heger sebebekî mantiqî û maqûl hebe dibê were gotin û kurd viya fêr bibin.
Na heger şaşî ye, siyaseteke bêhurmetîye wê demê jî dibê ev yek were gotin û ji ber vê yekê jî ji malbatên hemû şehîdan uzir were xwestin.

05 februari 2010

Ji nasnameyeke nufûsê bêtir dişibe otoboza pakîstaniyan

Di demeke nêz da Tirkiye ewê nasnameya(cuzdana nufûsê) berê rake û yeka nuh derxe piyasê.
Min nuha di hin malperan da bala xwe da şikil û şemalê wê.
Nasnameyeke pir ecêb e, tam li gor haletî ruhiya tirkan û qerekterê wan yê prîmîtîvî û nîjadperest e.
Li gor sûretê çapemeniyê weşandiye û agahiyên derbarê taybetiyên nasnameyê da dide, nasnameyên nuh xwedî xusûsiyetên elektronîk e û bi cîp e û texlîtkirina wê ne mimkûn e.
Îsal ewê li milet were belavkirin.
Tirkan navê wê kirine “nasnameya biaqil”.
Di orta nasnameyê da îbareya “Karta Nasnameyê ya Komara Tirkiyê” heye. Li quncikê çepê Ala Tirk”e.
Li quncikê qartê yê rastê bi rengê hişîn xerîteya Tirkiyê hatiye bicîkirin.
Li aliyê kartê yê rastê risim e û li çepê risim jî îcar bi rengê sor dîsa hîv û stêrka Ala Tirk e.
Xerîteya Tirkiyê ya li pêşiya ruyê kartê li gor hêlê bi sê rengan tê dîtin.
Li pişt kartê jî dîsa xerîta Tirkiyê û Ala Tirk heye.
Yanî di karteke bi çapa A7 da heta ku mimkûn bûye çend al û xerîteyên Tirkiyê bicî kirine.
Wisa kirine ku ji karteke nasnameyê bêtir, weke otobozeke Pakîstanê baş xemilandine.
Ev karta nuh ya nasnameyê psîkolojiya tirkan(eyşik e ji xwe bi şik e)nîşandide, fena ku dixwazin bi vê kartê nîşanî kurdan û cîhanê bidin ku Tirkiye welatê wan e û îspata wê jî ev kart e.
Ne tenê însan, miletên dinyanedîtî jî hene.
Tirk li herderê, cî ne li cî hewce ne hewce weke însanên dinya nedîtî hema al û xertîteya xwe li her derê dixin.
Tu nemaye ku her tirk al û xerîteyeke Tirkiyê li eniya xwe jî bideqînin.
Ji ber ku psîkolojiya wan psîkolojiya xerîban, ya diz û talakeran e, ne psîkolojiya însanên xwediyên vê axê û vî welatî ye.
Li Swêd dahîreya bacê, postexena, dahîreya sîgortayê û her banke karta nasnameyê dide û tenê nav û amblema wan li ser e.
Em bibêjin heger "Zîraat Bankasi/Banka Zîraetê" kart dabe, navê wê li ser e. Hewqas.
Mesela min karta xwe ya nasnameyê ji banka "SEB"ê girtiye. Loma jî li ser wê tenê "SEB" heye, nav, al û xerîteya Swêd li ser tuneye.
Lê tirkan ev karta biçûçik bi al û xerîteyên Tirkiyê yên rengorengo şibandine otobozeke pakîstaniyan.
Gava meriv li kartê dinêre, meriv fêm dike ku miletekî çiqasî ji xwe nebawer, çiqasî bi komplek û çiqasî reben in.
Di bin vê psîkolojiya tirkan ya ji xwe ne bawer da tirsa ji têkoşîna kurdan heye, loma jî dixwazin di her fersendê da nîşan bidin ku "Tirkiye" ya wan e.
Di karta nasnameyê da tiştê herî baş valahîştina xaneya "dîn" e.
Li ser giliyê kurdekî elewî û daxwaza Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê, bi îhtîmaleke mezin ewê di nasnameya nuh da xaneya "dîn/olê" tunebe, yanî ewê "dînê" şexs neyê nivîsîn.
Ev tiştekî pir baş e û dibê wisa be.
Jixwe di karta nasnameyê ya tu welatekî Ewrûpa da tiştekî wiha tuneye. Li gel risim, nav, paşnav û tarîxa jidayikbûnê heye.
Lê ya Tirkiyê ji nasnameya nufûsê bêtir dişibe otobozeke pakîstaniyan, hezarûyek şikil li ser çêkirine.
Tiştê kêm rismê Ataturk e, min rismê Ataturk nedît.
Bi ya min ew kêm e, dibê rismê Ataturk jî li ser nasnameyên nuh hebe...
Cuzdana bêyî gravurê Ataturk bi ya min pênc qurişan jî nake û esas dibê derbas jî nebe...

03 februari 2010

Temaşe nekin, rojekê ewê dor were we jî...

Yekî tirk, yekî kurd û yekî êrmenî bi hev ra rêwîtiyek dikirin. Bi rê da rastî rezekî tirî hatin.
Gava çavên wan li gûşiyên tirî ket birçîbûnê bêtir li serê wan xist û dilê wan bêtir bijiya tirî.
Hinekî ji ber birçîbûnê û hinekî jî ji ber bênefsiyê ketin nava rez û têra dilê xwe tirî xwarin.
Bîstek derbas bû, xwediyê rez hat.
Xwediyê rez ji hersiyan pirsî, got hûn çi milet in?
Yê kurd got ez kurd im, yê êrmenî got ez êrmenî me û yê tirk jî got ez tirk im.
Piştî van bersîvan, xwediyê rez ji yê kurd û tirk ra got:
-Lawo hûn herdu jî mêrikê misilman in, hûn dikanin tiriyê min bixwin, lê ji bo çi we hîşt ev kafirê han têkeve nava rezê min û tiriyê min bixwe?
Û dûra jî got, “hûn xwe tevê nekin, ezê nuha têr li vî kafirî xim” û dest pê kir têr li yê êrmenî xist.
Dûra vegeriya ser yê tirk, jê ra got:
-Lawo temam tu tirk î, te tiriyê min xwar. Bira li te helal be. Lê te çima bi yekî kurd jî da xwarin?
Û dûra jî got, ”ezê nuha li yê kurd xim, tu îşê xwe jê neynî, ew dijminê me ye” û tiştê anîbû serê yê êrmenî anî serê yê kurd jî, baş li wî jî xist.
Piştî ku yê êrmenî û yê kurd ji ber xwe da xist, îcar berê xwe da yê tirk û jê ra got:
-Lawo ez tirk û tu tirk, tu ji bavê xwe fedî nakî tu dikevî rezê yekî tirk û tiriyê wî didizî û ew ne bes e bi xelkê jî didî xwarin. Ma ne heqê te kuştin e.
Wisa dibêje û dûra jî dikeve ser yê tirk, wî jî baş nerm dike.
Hersê hevalên têr lêdan xwarine bi halekî perîşan ji nava rez derdikevin, bi rêda yê kurd dibêje:
-Lawo hevalno, vî mêrika çawa kanîbû bi tena serê xwe li me hersiyan xe, me hersiyan wisa perîşan bike?
Yê tirk serê xwe hejand û got:
-Sûcê me ye. Di serî da me yê nehîşta li yê êrmenî xe. Heger me destûr neda li yê êrmenî xista, nikanîbû li te û dûra jî li min xista...
Îro li Tikiyê kurd jî ketine rewşa yê êrmenî.
Dewlet bi şîdet û zalomiyeke pir mezin, li kurdan dixe, rojê 40-50 kurdî digre dixe hefê û ji tirkên ne faşîst, xwedêgiravî demokrat û lîberal ra, ji kurdên AKP-ê û yên "maqûl" ra jî dibêje:
-Vana PKK û terorîst in, dixwazin welatê me perçe bikin, loma jî dibê hûn midaxele nekin û nekevin nabêna me…
Lê wek di çîroka jor da, çawa ku piştî yê êrmenî dor hat yê kurd û dûra jî yê tirk, piştî şikandin û ”tasfiyekirina” PKK-ê, DTP-ê, BDP-ê yanî tevgera kurd ya netewî ewê rojekê dor were demokrat, lîberal û dîndaran jî, kurdên AKP-ê û yên maqûl jî, artêş û ”dewleta kûr” rojekê ewê îfadeya wan jî bigre…

02 februari 2010

Bi rastî jî "Matamatîk bi kurdî xweştir e" !

Ez nuha rastî xeberke xêrê hatim.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, pirtûka Hasan Guneylî ”Matamatîk” li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye.
Ji bo belavkirina kitêbeke wiha girîng mala Enstîtuya Amedê û nivîskarê kitêbê ava be.
Pirtûk bi kurmancî ye û ji bo hînbûna matamatîkê destpêkeke baş û navgîneke pir girîng e.
Piştî min xebera derketina kitêbê xwend, ez çûm malpera ”Matamatîkakurdî.comê”
Min bi lez bala xwe da malperê.
Gelkî kêfa min jê ra hat.
Malper li ser matamatîkê agahiyan bingehîn dide û termên matamatîkê bi kurdî bikartîne.
Carê şîara kitêbê muhteşem e, ”Matamatîk bi kurdî xweştir e!”
Ji viya xweştir şîar/slogan nabe.
Ne matamatîk tenê, esas hertişt bi kurdî xweştir e, spor jî, muzîk jî, edebiyat jî, dîrok jî û siyaset jî, welhasilî kelam hert mijar û hertişt bi zimanê meriv xweştir e, hêjatir e.
Çawa ku diya meriv li ber dilê meriv ji diya xelkê şîrîntir e, dibê zimanê meriv jî di her warî da ji zimanê xelkê xweştir be.
Bêguman çiqas malperên kurdî hebin baş e, feydeyê dide bikaranîn, pêşdabirin û dewlemendkirina zimanê kurdî.
Lê malpereke tenê li ser matamatîkê, weke malpera Sporkurdê, tiştekî pir û pir baş e û giranbuhaye.
Kê bîra vê yekê biribe ji erd heta bi asîman mala wan ava be û ez pir û pir sipasî wan dikim.
Gava di her warê jiyanê da xebat werin kirin û berhem werin dayin ziman bi pêş dikve, dewlemend dibe, termên nuh li zêde dibe.
Çimkî her warê jiyanê, her mijar, her ilim xwedî hin gotin û zimanekî taybetî ye…
Matematîk jî ilmekî pir girîng e, xwedî hin term û zimanekî taybet e. Loma jî hebûna malper û kitêbeke li ser matamatîkê ewê feydeyeke bêhed bigihîne zimanê kurdî.
Wek tê zanîn zimanê kurdî di warê edebiyat, siyaset, dîrok û dîn da hatiye bikaranîn, lê warê di matamatîkê da kurdî pir qels e, heta meriv dikane bibêje ku qet tiştek pê nehatiye nivîsîn.
Loma jî hebûna malpereke matamatîkê û derketina kitêbê gaveke gelkî girîng e, di pêşerojê da ewê bibe destpêka hin gavên din.

"Gelo îcar ewê ji çewalê wî çi derkeve?"
Sibe li Anqerê hevdîtineke pir girîng heye.
Nûnerên Emerîka, Îraq û Tirkiyê ji bo çaraserkirina gelşa kurdên Qampa Mexmûrê ewê werin ba hev û li hin riyên çareseriyê bigerin.
Tiştê herî xerîb û balkêş li ser navê Emerîkayê General Odîerno, yanî ew generalê ku di sala 2003-an da li Silêmaniyê çewal xistibû serên 11 zabitên tirk beşdarî civînê dibe.
Helbet Odîerno bi destê xwe ev kar nekiribû, lê emrê girtin, kelemçekirin û "xista çewalan" dabû leşkerên xwe.
Loma jî tirk tim Odîerno wek xwediyê "çewêl" dizanin, jê ra dibêjin "Çûvalci general" yanî generalê xwediyê çewêl.
Normal ji bo general û siyasetmedarên tirk beşdariya Odîerno biçûkxistin û tiştnehesibandina wan e.
Bi îhtîmaleke mezin tirkan ewê bixwestana ji dêlî Odîerno ve yekî din beşdarî civînê bibûya.
Ji ber ku ji bo zabitên tirkan beşdariya Odîerno ji alî psîkolojîk ve rewşeke pir ne xweş e...
Zabitên tirk ji general Odîerno pir ditirsin, hinavên wan jê diqete.
Hin derûdorên tirk ibêjin Odîerno qet guh nade "dostanî" û ”tifaq mifaqan”, çewalê wî tim di destan da ye û hema dixe serê meriv.
Zalimo yekî wek hûtekî ye, 2 mîtro dirêj xuyanê dike...
Ev yek jî qudûmê tirkan dişkîne, manewiyata wan xera dike.
Û ji xwe pratekî wî jî li ortê ye.
Kî be jî ewê jê bitirse...
Loma jî çapemeniya tirk sernivîsa, ”Gelo îcar ewê ji çewalê wî çi derkeve?” avêtiye.
Diyar e Emerîka jî bi zanetî General Odîerno dişîne, guh nade ”hesasiyet” û ”birînên” tirkan, merivê çewal xistiye serê zabitên tirk dişîne civînê…
Lawo ev Emerîkî jî çi zalim kurro....
Kes nema çewalciyê xwe dişîne civînê...