12 januari 2010

Ufff û mirina dilê te...

Li gor hin malperên kurdî û tirkî îro dinivîsînin TRT6-ê peymna xwe ya bi Doludîzgîn Produjsiyonê ra betal kiriye û hemû programên vê şîrketê jî ji bernameyên TRT-ê hatine rakirin û xebata wê ya bi TRT-ê ra jî bi tevayî hatiye qedexekirin.
Bi destpêkirina TRT6-ê ra , Doludîzgîn Produkiyonê çêkirina 8 programên kurdî girtibû ser milê xwe.
Lê li alî din jî xwediyê vê şîrketê di her fersendê da dijminatiya kurdan dikir û bi hin hunermend û programçêkirên kurd ra jî diket minaqeşeyên gelkî ne xweş.
Heta hate gotin ku ji sebebên devjêberdana Rojînê yek jî dijminatiya vê şîrketê ya li hember kurdan bû.
Li gor çapemenî dinivîse, herî dawî piştî ku Nîlufer Akbal jî bi vê şîrketê ra ketiya minaqeşeyê û ev yek çûye bi ber guhê hukûmetê jî ketiye, li ser vê bi emrê Mudûrê TRT-ê Îbrahîm Şahîn, hemû programên Doludîzgîn Produksiyonê hatin rakirin.
Bi vê yekê ra programa Berdan Mardîn û Niştî Gulfiroş û ya Nîlufer Akbalê Bûka Baranê jî ku vê şîrketê amade dikir ji programa TRT6-ê ya weşanê hatine derxistin.
Ez hêvî dikim ju ev xeber rast be û derew dernekeve.
Ez we nizanim, lê ez bi xwe bi vê xeberê gelkî kêfxweş bûm.
Yek, ji ber ku TRT6-ê dawî daye xebata xwe ya bi vê şîrketa nîjadperest ra ez kêfxweş bûm û ya din jî ji ber ku programên ”Bûka Baranê” û Gulfiroş” rakirine kêfa min hat.
Di destpêkê da ji bo Akbalê min ji xwe ra got belkî destpêk e, hîn xeşîm e, kurmanciya wê ne baş e, hêdî hêdî ewê baş bibe.
Lê hergî ku çû xanimê dev ji kurdî berda û xwe kir qurbana tirkî, di her programê da miheqeq tirkek anî danî kêlek xwe û bi vê bahaneyê têr li tirkî guhdarî kir, peyivî û bi kurdan jî tirkî da guhdarî kirin.
Heta carnan jî hin nîjadperest û faşîstên weke Îlyas Salman jî li kêleka xwe da rûniştandin û bi gotinên wî yên nîjadperest kêfxweşiya xwe nîşan da.
Netîce, bi wextê ra diyar bû ku xanim ne bi zimanê xwe tenê, bi hest û ruhê xwe jî asîmîle bûye û bûye malê muzîka tirkî.
Gotina çend stranên kurdî formalîte ye û ne bi hestekî ji dil e. Dilê Akbalê îro ne ji bo kurdî, ji bo tirkî lêdixe…
Loma jî baştir e ku ew here ba tirkên xwe, bira ew û tirk li hevûdu pîroz û bimbarek bin.
Programa Berdan Mardîn û Niştî jî, ji bo ku di heqê wê da bibim xwedî fikir û bigihîjim baweriyekê min çend caran lê temaşe kir.
Lê qet kêfa min jê ra nehat.
Programeke xav, bêmane û bêqalîte bû. Di hefsê da jî meriv nikanîbû lê temaşe bikira. Ev ne bes bû, çilqî û sivikiyên Niştiyê jî nedihat kişandin.
Hal û karê wê weke qirdan li sahnê diçû û dihat, xwe li ba dikir û li çepikan dixist û bi zorakî dikeniya.
Îcar çi kenekî bêxwê…
Xwedêgiravî dixwest henekan bike, lê ew jî nizanîbû.
Loma jî bi dîtina min pir baş bû ku ev herdu program jî hatin rakirin.
Esas çend programên din jî hene dibê rabin, hin kes bi leqleqa vala pera qezenc dikin...
Lê ewê çi têxin dewsa van programan meriv nizane.
Ez hêvî dikim ku tiştên têxin weşanê bi kêmanî dibê ji van programan cidîtir û baştir bin, ne xerabtir bin.
Ji ber ku berpirsiyarên TRT6-ê gotibûn di sala nuh(2010)da ewê hin programên nuh û bi qalîte çêkin.
Ez hêvî dikim ev soz di gotinê da nemîne.

Ma tu ji tixtor baştir dizanî?Pîrê şeş mêr kiribû, lê her şeş mêrên wê jî miribûn û pîrê jinbî mabû. Ji mêrê dawî lawekî wê hebû. Rojekê pîrê nexweş ket. Lawê wê rabû diya xwe bir ser tixtor. Tixor, pîrê miayene kir û dûra jî tibabek dermanan dayê..
Lê pîrê rehet nebû.
Lêwik diya xwe tixtor bi tixtor gerand pere nakir, ne derzî ne dernan pîrê ji nava nivînan ranekir.
Dawiya dawî lîwik rabû pîrê bir ser hekîmekî herî baş. Hekîm pîrê baş miayene kir û piştra jî ji lîwîk ra got:
-Nexweşiya diya te ya dila ye, diya te doz mêr dike, dibê tu wê bidî mêr.
Li ser van gotinên tixtor lawik qeherî, ji tixtor ra got:
-Ufff…,tixtor beg, ne şerm e tu wiha dibêjî, ma diya min piştî heftê salî ewê rabe mêr bike?
Pîrê xwe gelî aciz kir, berê xwe da lawê xwe û got:
-Ufff û mirina dilê te, ma tu ji tixtor baştir dizanî?...

1 kommentar:

  1. Bi silaf û rêz.
    Xalê delal aynî ejî wek xalê xwe difikirîm. Ew fikrê teyê ji bo bername yê trt6 ê % 100 tevlê dibim. Dibêjin rêya aqil yeke. tu bi nivîsê xwe dibî tercumanê dilê me. Xweda rastîyê her tim bine pêşya te
    xwarzîyê tey REHAWÎ.

    SvaraRadera

PARVE BIKE