21 januari 2010

Tiştê hukûmeta AKP-ê dike zulm û çavsorî ye

Ji havînê da ye hukûmeta AKP-ê bi şiklekî bênabên endam û hevalbendên DTP/BDP-ê nerehet û terorîze dike.
Pûlis û cendirme şev nîvê şevan davêjin ser karxane, dahîre û malên kurdan, wan digrin û davêjin zindanan.
Xwedêgiravî kesên digrin hemû jî endamên PKK-ê ne.
Heta nuha bi dehan serokên belediyan û endamên BDP-ê bi vê îthamê terorîze kirine, girtine û xistine hefsê.
Tiştê dewlet û hukûmeta AKP-ê tîne serê kurdan çavbirîn e, çavsorî ye, stûrî û zulm e.
Dewlet ji ber ku xurt e û kane bi kurdan zulmeke nedîtî li wan dike, bê sûc û bê sebeb dûzan û pergala însan belav dike.
Tu bingeheke van operasyonan ya huqûqî û qanûnî tuneye.
Tenê pêkanîn û çavbirîn e.
Vê sibehê li Stenbolê, Agiriyê, Farqînê, Bismilê, Melazgirtê, Wanê, Îzmîrê, Qersê û Idirê dîsa avêtine ser gelek cî û malên kurdan û ji 50 kesî zêdetir însan girtine bin çavan.
Di nava kesên girtî da serokê belediya Idirê Mehmet Nûrî Guneş jî û 10 hevalên wî jî hene.
Operasyon pêşî li mala Mehmet Nûrî Guneş hate kirin û piştra jî li oda wî ya meqam û li avahiya belediyê dom kir.
Piştî gerîna li mala Guneş û avahiya belediyê, hêzên ewlekariyê(ya rastir hêzên terorîzekirinê)Mehmet Nûrî Guneş girtin û birin qereqola cendirmeyan.
Hêzên ewlekariyê dema dîtin ku miletekî zêde li ber avahiya belediyê kom bûye, ji bo ku milet zulma dibe nebîne, xwestin Guneş ne ji deriyê normal, ji dereke din bi dizî bibin.
Lê Guneş ev revandina bi dizî qebûl nekir û got, ”Ji gelê me netirsin. Bira gelê min vê rezaletê bibîne.”Abûqatên Guneş diyar kir ku Mehmet Nûrî Guneş, ”bi tawana endametiya PKK-ê hatiye girtin.”Ma qulp û bahane tuneye, PKK nebe ewê bahaneyeke din bibînin.
Esas ji bo girtin û nerehetkirina kurdan ne şert e ku sûc û sebebek jî hebe, kurdbûn û doza mafê xwe kirin ji xwe sûcê herî mezin e.
Ev sûc ji bo girtinê û heta ji bo kuştinê jî têr dike…
Endamê PKK-ê ye, endamê KCK-ê ye, vana hemû fasafîso û derewên berdîwaran e.
Sebeb hêza PKK-ê ye, dixwazin vê hêzê kêm bikin, bişkînin, lê dikin nakin zefta wan lê nayê.
Yanî nêt û hesabê hukûmetê ew e ku PKK-ê zeîf bike, ji ber hev da bixîne û heger bikanibe di nava xebata legal da ”basko” bike.
Ev zulm û zordarya dewletê hemû ji bo vê armancê ye, dibê PKK ji hêz da bikeve.
Lê ev hesabekî şaş e, PKK û tevgera kurd ya netewî bi operasyonan, bi girtin û zindankirinê zeîf nabe û naqede.
Sîh(30)salên borî îspata vê yekê ye.
Miletê kurd heta negihîje azadî û serxwebûna xwe dev ji têkoşîn û liberxwedana xwe bernade.
DTP here, ewê BDP were, BDP here ewê partiyeke din were.
Loma jî dibê hukûmeta AKP-ê dev ji xeyala ”qedandina PKK-ê” berde û ji xwe ra riyeke raalîstir bide ber xwe.
Ew jî dana mafê kurdan yê netewî ye.
Li hember van êrîşên dewletê tiştê meriv xemgîn dike bêdengiya hin hêz û kurdên derî BDP-ê ne.
Bi kêmasî weke pêwîst e û dil dixwaze li dijî êrîşan dernakevin. Ev şaş e û şêleke ne rast e.
Ji kîjan hêzê dibe bila bibe, dibê kurd xwedî li hev derkevin, piştgirî û alîkariya hev bikin, neheqiya li ser hev qebûl nekin.
Îro BDP xurt e dewlet berê êrîşî yê xurt dike, dixwaze berê hêza xurt ji desthilanîn da bixîne.
Lê sibe ewê dor were hemû kurdên welatparêz.
Di peyvê da gelek mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da tiştên baş dibêjin, qala aştiyê û çareserkirina mesela kurd dikin.
Lê li hember vê zulma dewletê ya li hember endam û hevalbendên BDP-ê xwe kerr û lal dikin, qed deng ji wan dernakeve.
Ji dewlet û partiya xwe ra nabêjin, we xêr e, hûn çima vê zulmê li însanên me dikin?
Çi heqê we heye?
Gava dor tê PKK-ê BDP-ê, ûjdan û merhamet bi kesî ra namîne, kurdayetî û welatparêzî dadikeve nuxteya sifirê, qanûn tên jibîrkirin, hemû norm û pîvanên huqûqî dibin derew.
Bi kurtî ez bi xwe weke şexs bi vê bêdengiya hin hêz û ronakbîrên kurd û kurdên di nava AKP-ê da ne gelkî nerehet û xemgîn im.
Dil dixwest ku ne endam û hevalbendên BTP-ê tenê, hemû ronakbîr, siyasetmedar û hêzên derî PKK-ê û BTP-ê jî li hember van êrîşên dewletê yên nerewa bêdeng nemana.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE