06 januari 2010

Sûcdar yek bi yek eşkere dibin

Rojnameya Tarafê çend roj berê bi Huseyîn Baybaşin ê ku ji sûcê tîcareta narqotîkayê ji sala 1998-a û virda ye li Hollandayê li girtîgeha Zootermeerê di hefsê da ye hevpeyvînek kir.
Baybaşin di hevpeyvînê da di derbarê cînayetên dewletê û siyasetmedarên ku biryara van cînayetan dane û di bicîanîna wan da wezîfe girtine gelek agahiyên girîng dide.
Baybaşîn dibêje, navê wî jî wek Behçet Canturk, Savaş Bûldan û Adnan Yildirim di lîsteya kesên ku ewê bihatana kuştin da hebû û wî ev yek ji Behcet û hevalên wî ra got, lê ji ber ku bi Demîrel xapiyan hatin kuştin.
Baybaşîn, Suleyman Demîrel weke berpirsiyarê van cînayetan yê yekem nîşan dide û wiha dom dike:
”Ji ber ku Behcet baweriya xwe bi Demîrel anî ji Tirkiyê nereviya. Bi Demîrel ra şirîkatiya wî hebû, di Bankeya Yatirimê ya Qibrisê da şirîk bûn. Behcet Canturk, bi Yahya Demîrel û Hecî Alî Demîrel(birayê Suleyman Demîrel e)ra her roj hevûdu didîtin. Ji ber ku bi milyonan deynê wî li malbata Demîrel bû. Heger Demîrel îzin neda ew nedihat kuştin.”Li gor Baybaşîn, ne biryra Behcet û havalên wî tenê, ya siyasetmedar, nivîskar bi kinî ya hemû "însanên ku nasnameya kurdayetiyê ji hustuyê xwe dernedixistin, biryara îmhakirina wan Suleyman Demîrel daye.”
Û gelek tiştên din...Rojnamevan li ser van îdîayên Baybaşîn, do bi Suleyman Demîrel ra peyivîne û xwestine dîtina wî fêr bibin.
Demirel, weke her gav him xwe gelkî aciz kirye û him jî kurd û kesên ku bi pey van cînayetan dikevin tehdît kiriye, gotiye:
”Heger dixwazin bi pirs û sulan tiştekî di min bigerînin, tişt di min nagere, ewê di wan bigere. Heger dixwazin li Tirkiyê kevirê hatiye danîn hilweşînin, ew kevir ewê bi ser serê wan da bikeve."
Yanî mêrik dibêje, ez pir bilind im û zirxa li dor min pir qalind û saxlem e, kes nikane xwe bigihîne min. Û heger hûn pir israr bikin ku van "kevirên wî danîne" ji cî bilivînin, ew kevir ewê bi ser serê wan kesan da bikeve û ewê di bin da bipelixin.
Tehdîdek ji vê vekirîtir nabe.
Demîrel siyasetvanekî keftar û kone ye, ew dizane wî biryara kuştina çuqas kurdî daye û ew berpirsiyarê kuştina çuqas însanî ye.
Loma jî tehdît dike.
Ji salên 1990-î û virda li Tirkiyê û Kurdistanê çuqas cînayet çêbûne haya Demîrel ji hemûyan heye, ya bi emrê wî ya jî bi agahiya wî bûye.
Loma jî Demîrel, Mehmet Agar, Tansû Çîller û hemû serekerkan û hemû walî û qeymeqamên Kurdistanê yên wê demê berpirsiyar û failê van cînayeta ne.
Lê Demîrel şexsê yekem e û haya wî ji hemû cînayetên dewletê heye, ew "qutiya reş"a dewletê ye, gava bipeyive ewê hertişt derkeve ortê.
Lê na peyive û ewê tu carî jî rastiyê nebêje.
Ewê zanînên van sûc û cînayetan hemûyan bi xwe ra bibe gorê.
Lê dibê hemû kurd bizanibin ku Suleyman Demîrel neyarekî miletê kurd yê pir xedar û mezin e û destê wî di xwîna gelek kurdî geriya ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE