03 januari 2010

Kurd di warê asîmîlebûnê da hêviyê didin dewleta tirk

Endamê Koma Civakên Kurdistanê(KCK)Bozan Tekîn, di merasima mezûniyeta perwedeya edebiyat û zimanê kurdî ya 28 gerîleyan da axaftineke pir balkêş û girîng kiriye.
Tekîn di axaftina xwe da gotiye, li ser miletê kurd asîmîlasyoneke ji du milan ve tê meşandin heye, nigekî vê asîmîlasyonê ji alî dewletê va, nigê din jî bi destê kurdan tê pêkanîn.
Tekîn di berdewamiya axaftina xwe da gotiye:
”Gelê kurd îro ne tenê ji alî dewletan ve tê asîmîlekirin, ot-asîmîlasyoneke pir cidî jî heye. Ev oto-asîmîlasyon bi destê kurdan tê meşandin. Gelê me di hemû qadên jiyanê da nikane zimanê xwe bikar bîne. Bi şiklekî herî vekirî ev yek di dezgehên welatperwer da tê kirin. Hunermendên kurd kilamên xwe bi kurdî dibêjin, lê ew bixwe di hemû qadên jiyanê yên din da bi tirkî dipeyivin. Ev yek dibê bi şiklekî pir cidî were rexnekirin. Çi rewşeke tahl û şermeke mezin e ku li Bakurê Kurdistanê kurdî hîn zimanê duyemîn e. Me weke tevger ji alî siyasî û leşkerî ve hêviya dewleta tirk şikand, lê di warê bikaranîna zimên da em hîn jî hêviyê didinê. Gava yekî biyanî tê Kurdistanê dibê bizanibe ku hatiye nav miletekî din.”
Bozan Tekîn axaftineke pir girîng û dîrokî kiriye, tiliya xwe daye ser birîna kurdan ya herî xedar, "asîmîlasyona" xwe bi xwe.
Kesên ku min nas dikin û haya wan ji nivîsên min yên di rojname û kovarên weke Armanc û Medya Guneşî da hebe, ewê bê bîra wan ku ev serê 30 salî ye ku ez van tiştan gav û saetê dubare dikim, heta nuha belkî bi sdedan carî min ev mijar aniye rojevê û ji ronakbîr û siyasetmedaran daxwaz kiriye ku ew kurdî bikin zimanê xwe yê yekem.
Bozan Tekîn pir rast gotiye, ”Gelê kurd îro ne tenê ji alî dewletan ve tê asîmîlekirin, ji alî din va ot-asîmîlasyoneke pir cidî jî heye.”
Û ”ev oto-asîmîlasyon” jî bi destê kurdan tê meşandin.”
Ev ”oto-asîmîlasyon” ji ya dewletê pir xerabtir û pir bi tesîrtir e.
Bi rastî jî piraniya hunermendên kurd erê bi kurdî distirên, lê wekî din di her warê jiyanê da zimanê wan tirkî ye.
Heta zimanê wan yê malê û yê bi zarokên wan ra jî ne bi kurdî, bi tirkî ye.
Ev rewşeke ku ne tê qebûlkirin û ne jî tê efûkirin.
Îro tu herî kîjan bajarê Kurdistanê herî, tu nizanî ku tu çûyî bajarekî kurdan û di nava miletê kurd da ye.
Tu biçî kîjan bajarê Kurdistanê, fena ku tu çûbe bajarekî tirkan û di nava miletê tirk da be.
Ev rewş ji bo me hemû kurdan rûreşiyeke mezin e.
Tiştê me û tirkan ji hev cuda dike ziman e û ew jî nemaye, bûye tirkî. Berê tirkî neketibû gundan, nuha bere bere gund jî dibin weke bajaran.
Piştî 10 salên dinli gundan jî tirkî ewê bibe zimanê yekem.
A wê demê jî mesela me kurdan ji binde diqede, miletê kurd dibe tirk.
Ji ber ku kurd bixwe ewê li dijî kurdbûn û Kurdistaneke serbixwe derkevin û bera medin.
Ma nuha ji bo Kurdistaneke serbixwe li Dîlokê(Entabê), li Erzinganê, li Sêwasê, li Meletiyê, li Meraşê, li Xarpêtê û heta li hin bajarên din jî referandûm çêbibe, gelo emê kanibin ji sedî çendê dengan bigrin?
Ez bawer nakim em kanibin ji sedî 20-î jî bigrin…
Çimkî milet heliyaye, bûye tirk, hêdî hêdî dor tê çend wîlayet, qezayên mayî û dûra jî gundan.
Di vê rewşa kambax da bêguman mesûliyet û sûcên kurdan xwe bi xwe pir e, dibê kurd vê kêmasiya xwe bibînin û di warê zimên da siyaseteke nuh bidin ber xwe.
Bozan Tekîn, di derbarê şaşiya PKK-ê da jî tespîteke dîrokî kiriye, gotiye:
”Me weke tevger ji alî siyasî û leşkerî ve hêviya dewleta tirk şikand, lê di warê bikaranîna zimên da em hîn jî hêviyê didinê.”
Ev tesbît sedîsed rast e û tespîteke dîrokî ye.
Tiştekî pir xerîb e, heta nuha gelek caran min eynî ev tişt dubare kiriye û herî dawî jî di nivîsa xwe ya do(sohbetek li ser derdê kurdan yê herî giran)da min wiha gotiye:
”Roja ku dewleta tirk hêviya xwe ji asîmîlasyona kurdan qut bike, ewê mafê me bide.
Lê dema tirk dibînin ku kurd bi zimanê xwe napeyivin û nanivîsinîn û her kes bi tirkî dipeyive û dinivîsîne, loma jî hêviya dewletê ya asîmîlkekirina kurdan zêde dibe û dev ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernade.
Yanî sûcê me kurdan jî hinekî di vê siyaseta dewletê da heye, bi kirin û şêla xwe em jî hêviya dewletê xurt dihêlin.”
Yanî rast e PKK-ê di warê siyasî û leşkerî da qezenc kir, ev rast e, lê di warê ”asîmîlasyonê” da hêviya dewletê neşikand, heta meriv dikane bibêje ku xurttir jî kir.

Ji alî PKK-ê va dîtin û qebûlkirina vê yekê pir girîng e. Çimkî gava teşhîs rast were danîn, tedbîr û tedawî jî hêsantir dibe.
Ez hêvî dikim ku gotinên Bozan Tekîn, di çarçeweya çiyê da nemînin, li bajaran jî bibe biryar û prensîbê hemû dost û hevalên wan, hemû kurdên bîrewer û welatparêz.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE