16 januari 2010

Kî dibêje pûlisê tirk ne biaqil e?

Li Cizîrê pûlis ji bo ku di meş, xwepêşedan û protestoyan da pêşiyê li ber şewitandina tekerên lastîk bigre dest bi kirîna tekeran kiriye.
Gava min ev xeber dît gelkî kêfa min hat, min ji xwe ra got, weleh belkî bi vê riyê Kurdistan ji dûxana tekeran ya jahrîn xelas bibe.
Ji ber ku Ocalan ji ciyê xwe yê nuh hîn ne raziye û gazinan dike, heta tê gotin ku îcar bi rastî jî serî hildaye, gotiye ji nuha û pêva ew û hevalên wî ewê dernekevin hevdîtinên malbatên xwe.
Di dema hevdîtinên bi malbata wî ra kurdî li Ocalan qedexe kirin, Ocalan berxwedananeke wiha nîşan neda, ku nuha vê berxwedanê nîşan dide maneya xwe ew e ku îcar mesele pir cidî ye.
Ev yek jî nîşan dide ku li Kurdistanê çalakiyên ji bo başkirina rewşa Ocalan ewê berdewam bin û ewê hîn gelek lastîk werin şewitandin.
Ya din jî Newroz û meha adarê jî hêdî hêdî nêz dibe, di vê mehê da bi zêdebûna çalakiyan ra şewata tekeran jî zêde dibe, hin rojan Cîzir dibe weke kulxanê, çav çavan nabîne.
Loma jî pûlisan ji nuha da dest bi kampaniya kirîna tekeran kirine. Navê kampaniyayê ”Bîne tekerê xwe, bigre perê xwe”ye!
Navekî xweş e.
Tê gotinn ku kampanya ”bîne tekerê xwe, bigre pereyê xwe” li Cizîrê olaneke mezin daye, bi sedan zarok weke kuliyan li kuçe û kolanên Cizîrê belav bûne û tekeran top dikin, teker bûne tûtya.
Li gor çapamenî dinivîse, pûlis raîeceke kirînê jî daniye, li gor mezinayî û biçûkiya tekeran buhayekî li tekeran dikin.
Pûlis tekerê herî biçûk bi 1 lîrayî û yê mezin jî bi 3 lîrayî dikire.
Lê tirsa min ew e ku piştî qedandina tekerên kevn, îcar dest bi tekerên nuh bikin, îcar tekerên erebeyan jê derxin û wan jî bidin pûlisan.
Ji ber ku teker tekler e, ferq nake, ha kevn ha nuh…
Her cara ku di Newroz û çalakiyan da dema zarokan teker dişewitandin û min ew jahriya pîs didît ez xemgîn dibûm û di serê xwe da ez tim li çareseriyekê digeriyam.
Lê ev metoda ”bîne tekerê xwe, bigre pereyê xwe” tu carî nehat bîra min, ez riyên ne ilmî difirkirîm.
Ez hêvî dikim ku ji nuha û pêda di Newroz û çalakiyên din da milet berê xwe bide êzingan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE