09 januari 2010

Ferqa Erdogan û Gul...

Di van demên dawî da li ser ”sarbûneke” di nabêna serokkomar Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayyip Erdogan da hin îdîa hene.
Heta tê gotin ku ev ”dilsarî” di nabêna xanimên wan da jî heye û belkî jî berê ji xaniman destpêkiribe û dûra ew jî ketibin bin bandora vê ”dilsariyê.”
Ji ber ku ez rastî û derewa vê meselê nizanim, loma jî ez meselê zêde tevranadim.
Lê ji vê bêtir, ez dixwazim li ser şexsiyet û qarekterên Erdogan û Gul çend tespîtên subjektîv bikim.
Erdogan gelkê caran merivekî pir spontan e, bêhesab û qebedayî ye û ji derve pir cesûr û sert, otorîter xuya dike.
Abdullah Gul eksê Erdogan e, ew pir bi temkîn û sakin xuya dike. Lê ev tezahura derve çiqasî rast e ne diyar e.
Erdogan diwêre biqehere û ya dilê xwe bibêje…
Gul eksê wî ye, li hember heqareta herî giran jî naqehere, tim bersîvên konewarî û bi hesab dide, întîba merivekî "fisgenî" dide meriv.
Erdogan di gotin û bersîvên xwe da pir zelal e, Gul devşil û tarî ye…
Erdogan dema bê metin dipeyive bêtir fikir û şexsiyeta xwe ya rastîn û bi taybetî jî ”nemekteblîtiya” xwe dide dest, aliyê wî yê ”qebedayî” derdikeve pêş.
Meriv ”dostî” û ”dijminatiya” Erdogan rehet dibîne, lê ya Gul meriv tu carî hîs nake, awirên wî wê baweriyê nadin meriv, gotinên wî dilê meriv rehet nake, şikê dixe dilê meriv.
Erdogan dişibe girêka firk, Gul dişibe girêka kor, vekirina Erdogan rehet e û ya Gul pir zor û zahmet e.
Di demên tevlihev û bi tirs da Erdogan cesûr xuya dike, Gul jî tirsoneke û kone xuya dike, Erdogan dide nav, Gul nerm dike.
Erdogan dişibe gur, Gul dişibe rûvî…
Gur heywanekî dirinde û pir bi zirar e, lê rûvî pir fesad, bi dek û dolab e, dikane gur bixapîne û ya dilê xwe bi gur bide kirin.
Di axftinê da uslûba Erdogan edebî ye, xweş dike, mezin dike. Di axaftina wî da ruh heye, meriv dibîne bi çi ra ye û li dijî çi ye?
Lê ya Gul ne wiha ye. Uslûba Gul nermik e, weke axaftina rojane ye, lê bêruh e, bêhest e û tu fikir û heyecanê nade meriv.
Dema Gul dipeyive întîba elemanekî MÎT-ê dide meriv, meriv nizane ji kîjan alî ra dixebite û esas merivê kê ye?
Erdogan dema tê gazê zû ji wîtêzê davêje û dikane her babet “qezayê” bike.
Lê Gul li hember gotin û heqareta herî giran jî pîs pîs dimizice û xwe qet naqeherîne. Merivên wiha tahlûke ne, dibê meriv hevza xwe jê bike.
Di rastiyê da Gul ji Erdogan “nezantir e”, lê Erdogan vê nezaniya xwe pir hêsan dide der, Gul jî pir bi hostayî vedişêre.
Di sohbet û minaqeşeyekê da meriv dikane Erdogan nas bike û fikrên wî yên rastîn fêr bibe, lê di deh sohbet û minaqeşeyan da meriv nikane yek bawerî û fikreke Gul jî texmîn bike.
Erdogan dişibe anarşîstekî gundî, Gul dişibe rewîzyonîst û oportunîstekî kone û bi bin.Erdogan di rabûn û riştina xwe da merivekî pir otorîter xuya dike, bi çavê serokeşîrekî li hukûmet û wezîran dinêre û wisa dipeyive.
Gul ne wisa ye, ew wek şefekî ewrûpî tevdigere û dixwaze xwe wisa nîşan bide, lê wê baweriyê nade meriv, dixwaze xwe weke merivekî demokrat û lîberal bifroşe, lê ji ber ku hin dîtinên wî pir beloq in loma jî li hewa dimîne.
Li gor texmîn û îdîayên hin kurdan di mesela kurd da di nabêna Gul û Erdogan da dubendî heye.
Xwedêgiravî Gul ji Erdogan “nermtir” û “baştir” e...
Ez bi xwe ne di wê baweriyê da me, di mesela kurd da herdu jî weke hev difikirin û bi qasî hev li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in, herdu jî siyaseta dewletê ya resmî, kurdan bikin tirk diparêzin.
Heta ez dikanim bibêjim ku Gul ji Erdogan “serttir” û “xerabtir” e, lê ji ber ku Erdogan saf û Gul kone ye, loma jî wisa xuya dike.Erdogan demdem diwêre dijayetiya xwe ya li hember kurdan bibêje û nîşan bide, lê Gul ji ber ku tirsonek e nerwêre ya dilê xwe bibêje, oportunîstiyê dike, li bende fersend û derba xwe ye.
Awirê Erdogan bawerî û qenaetekê dide meriv, yê Gul şikê û nebaweriyê bi meriv ra peyda dike.
Erdogan diwêre koka xwe bibêje, bibêje ez “gurcî” û nizanim çi me...
Gul koka xwe vedişêre, ji derketina koka xwe ditirse û loma jî naxwaze kes qala “esl û feslê wî” bike...
Dijminê meriv baş nas bike, ji dijminê meriv nasneke çêtir e...

1 kommentar:

  1. Sıyın Zinarê Xamo kir dediğimde ve kimlik yada statü bunu kürtlük olarak algılamanız gerçekten çok enteresan.

    Eğer bana mahmut pakdemir dediyseniz ve bu isminde olan bir başka kişiyi da tanıyorsanız o size ne kadar gerçekse benimde o kadar gerçek olduğumu bilmenizi umardım ama malesef sadece umuyorum.

    Keni öyle kelimelerle ele almışsınız ki ve öyle belirlemelerle algılmaışsınız ki cidden hala şaşkınlığımı üzerimden atamadım.

    Kanımca siz bizim bölgede değilsiniz ve hatta yıllar olmuş bu bölgeden gideli. Şunu belirtmek isterim ve hiç bir zamanda bunu söylememiştim size bazı şeyleri algılatmak adına. Benim yaşımdaki bir çok kürt genci (ben bu arada 25 yaşındayım): okuyunca batıda yada ister bölgede her zaman kendi doğdukları orjinden uzaklaşmaya çalıştılar. Ama ben nedense yapamadım hatta nefret ettim. şimdi Van'dayım ve çalıştığım ilçe -22 derece eminim siz benden daha zorluk çekmişsinizdir. Buna eminim ama eğer bu kadar kelimeyi bir psikologa söylüyorsanız sizinde empati yeteneğinizin çok gelişkin olması gerekir. Ben kürtlüğümden utanmadım ve hiç bir zaman kir olarakta görmedim belki başka bir şey olsaydım bu olmazdım sadece benim algılatmaya çalıştığım psikologluk, yazarlık, erkeklik, kadınlık, askerlik, başbakanlık, vs. vs. bu gibi statü alanlarının insanın ön plana çıkarmaması gerekmesiydi. Bunu ben kirlilik olarak görüyorumalanlarının insanın ön plana çıkarmaması gerekmesiydi. Bunu ben kirlilik olarak görüyorum.


    Ve korktuğumu söylemişsiniz ankarada nelere maruz kaldığımı görseydiniz beni algılardınız. hem korkmak yada korku neden bu kadar aşağalık bir şey onuda anlamış değilim, insanız insan korkmak yada korkmamak bize özgüdür.


    Size nasıl bir cümleyle yaklaşacağımı şaşırdım umarım yaklaşımınız iyi niyetlidir.

    (şirove min ne bi Kurdî bû, min go tergî zimanê Kurdî bi psîkologik mina mın krej û tirsonek bila pis ne be)

    SvaraRadera

PARVE BIKE