13 januari 2010

Ev erebe xerxote ye...

Wezîrê edaletê û alîkarê serokwezîr Cemîl Çîçek, di derbarê guherandina qanûna esasî ya Tirkiyê da teşbîheke(şibandineke) gelkî xweş kiriye, gotiye:
”Bi vê qanûna esasî Tirkiye nikane bigihîje derekê. Motora erebê rûn dişewitîne, lastîkên wê bûne kundur, egzoz teqyaye. Kîjan şufêrê jêhatî dibe bila bibe, bi erebeyê nikane here derekê.”
Yaho hûn dibînin, gava tirk bixwazin rastiyê bibêjin bêbavan çi xweş dibêjin, çi teşbîhên xweş dikin…
Bi rastî jî qanûna esasî ya Tirkiyê dişibe erebeyeke xerxote, ji tekeran bigre heta bi motor, şanziman, debriyaj, fren û egsozê her der û hemû parçeyên wê divê ji dest derbas be, nuh bibe û dûra mînder werin guhertin û kaporta boyax bibe.
Li qeza me di salên 1970-î da qamyoneke Kerîm Xoce ya biçûk hebû, ser wê girtibû li ser riya gundan dixebitî.
Kerîm Xoce kalekî li dora 75-80 salî bû, lê qamyona ji wî ne ciwantir bû, ez dibêjim belkî ew jî di emrê wî da bû.
Ji heywîn û bar bigre, heta bi însên, çi tê aqiê we Kerîm Xoce lê dikir. Lê şertekî wî hebû, her rêwiyê lê siwar bûye bi rê da dibê qamyon tahm bida.
Çimkî ji çensed mîtroyan carê qamyon disekinî û rêwî dadiketin û tahm didan.
Hin caran qamyon di nîvê rê da dima û rêwiyan bi lextan ew gund bi gund digerandin.
Qanaûna Esasî ya Tirkiyê jî pir hindik dişibe qamyonete Kerîm Xoce, ev 80 sal in bi lexta heta roja îro hatiye, lê êdî ji çap da ketiye, jê ra ”çekap”ek baş lazim e.
Ev qanûna esasî ne ya vê serdemê ye, ya dema şerê sar û faşîzmê ye. Êdî ji bo Tirkiyê bûye weke çakêtekî teng, loma jî dibê biguhere.
Dinya guherîye, Tirkiye ne Tirkiya berê ye, kurd ne kurdên berê ne. Ji ber vê yekî jî bi vê qanû esasî kî dibe bira bibe, ne mimkûn e bikaribe Tirkiyê bi rehetî îdare bike.
Heta nuha tenê kurdan hewil dida ku vê qanûna esasî ya rizyayî û kufikî biguherîne, lê tirk li dij derdiketin.
Wa ye nuha hêdî hêdî tirk jî êdî fêm dikin ku bi vê qanûna esasî ne mimkûn e ku Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewrûpayê.
Dessal jî derbas bibe, tirk bi van qanûnên mewcûd nikanin bibin endamê Yekîtiye Ewrûpayê.
****Namezetê Komîseriya ji Firehbûna Ewropayê Berpirsiyar Stefan Fule, di Komîsyona Pêwendiyên Dervyê Parlamentoya Ewropayê da peyivî û got ew ji endamtiya Tirkiyeyê bihêviye û dema ku qala gavên hukûmetê yên demokratîk û mesela kurd kir gotina ”Kurdistanê” bikaranî.
Fule, di axaftina xwe da DTP weke ”partiya kurd” binav kir û piştra jî girtina DTP-ê kirinên dewletê yên antî demokratîk rexne kir û got, ”Ez hewildanên AKP-ê yên li Kurdistanê bi rengekî pozîtîv dibînim.”
Fule, di 26-ê vê mehê da ewê weke Komîserê ji Firebûna Yekîtiya Ewrûpayê berpirsiyar dest bi karê xwe bike.
Di rewşên wiha da siyasetmedar û çapemeniya tirk qiyametê radikin û bi gotinên gelkî giran êrîşê dibin ser kesê navê Kurdistanê bikarnî ye.
Lê îcar heta nuha ji hukûmetê tu deng derneketiye, çapameniyê jî tenê gotiye Fule, di dema axaftina xwe da ”bêhemdî”gotina Kurdistanê bikar anî.
Ev îşareteke baş e, ez hêvî dikim ji nuha û pêva jî berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê vê şêla xwe bidomînin.
Lê esas dibê kurd jî di vî warî da zorê bidin ewrûpiyan û ji wan daxwaza bikaranîna navê Kurdistanê bikin.
Di parlamento û organên Yekîtiya Ewrûpayê da gelek dostên kurdan hene, dibê kurd ji van dostên xwe jî vê daxwazê bikin.
Dema gelek kes bibêje Kurdistan, tirkê jî ji mecbûrî darê xwe di ber xwe da berdin û bikaranîna navê Kurdistanê qebûl bikin.

1 kommentar:

  1. I would like to exchange links with your site zinarexamo.blogspot.com
    Is this possible?

    SvaraRadera

PARVE BIKE