19 januari 2010

Emerîka dibêje ewê careke din kurdan tenê nehêlin

Sefîrê Emerîka yê Îraqê Christopher Hill, li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê îro mesajên pir girîng da kurdan û cîranên wan û got, ”Emerîka ewê hertim alîkariya kurdan bike.”Titştê îro Hîll li Hewlêrê gotiye, li gor dema Bush, mesajên girîngtir û vekirîtir in, di heq siyaseta Emerîka ya pêşerojê da fikreke baştir dide meriv.
Dema meriv be beyana Hîll bi dîqet dixwîne, meriv fêm dike ku di pêşerojê de li Rojhilata Navîn ji mitefiqên Emerîka yek jî kurd in û Kurdistana Federe ye.
Dibê kurd ji nuha da vê siyaseta Emerîka aş bibînin û li gor wê gavên xwe bavêjin, ”dost” û ”dijminên” xwe tayin bikin.
Sefîrê Emerîka yê Îraqê Christopher Hill, li Hewlêr li sefaretxaneya Emerîka bi grûbek rojnamevan ra civînek çapemeniyê pêk anî û bersîva gelek pirsên rojnamevanan da.
Hill di axaftina xwe da got, wî di serdana xwe da bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih ra hevdîtin pêk anîye û di hevdîtinê da qala pirsgirêkên Herêma kurdistanê kirine.
Her wiha ew bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî rûniştiye û bi wî ra jî rewşa Îraqê û Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Hîll, di axaftina xwe da ji bo pêşketinên li Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan daye û gotiye:
“Di pêşerojeke nêz da sermiyandarên emerîkî ewê bên herêma Kurdistanê.”
Li ser pirseke li ser deverên ku ji herêma Kurdistanê hatine cudakirin jî Hîll gotiye:
“Bi ya me divê pirsgirêkên wan deveran li gor destûrê bên çareserkirn.”
Ev gelkî girîng e. Ji ber ku bêyî kurdan hemû hêzên îraqî û heta hemû cîranên Îraqê jî naxwazin pirsgirêk li gor destûrê çareser bibe, hemû jî dixwazin meselê taloq bikin û bi vî rengî wextê qezenc bikin.
Loma jî piştgiriya Emerîka gelkî girîng e, ev yek kurdan xurttir dike.
Dîsa li ser pirseke di derbarê têkiliyên di nabêna kurdan û Emerîkayê da jî Hîll bi zimanekî pir zelal gotiye:
“Ez we dilniya dikim ku Emerîka ewê hertim alîkariya kurdan bike. Emerîka xwe nêzî gelşên kurdan dike, nemaze gelşên wan yên bi Îraqê ra. Herweha destûra Iraqê jî ji bo çareserkirina pirsên nava Iraqê bingeheke sereke ye. Bi ya min alternatîfeke ciyê wê bigre nîne”
Ev gotinên Hîll bêguman pir mihîm in. Ev jî nîşan dide ku Emerîka ewê demeke dûr û dirêj li herêmê bimîne.
Û dema li herêmê bimîne jî mitefikê herî saxlem ku kanibe baweriya xwe pê bîne bêguman kurd in.
Çimkî kurd ji tirkan, farisan û ereban bêtir muhtac û mecbûrî hevkariya bi Emerîkayê ra ne, şertê kurdan vê yekê li ser wan ferz dike.
Li alî din Emerîka jî heta dereceyekê muhtac û mecbûrî kurda ye. Ji br ku meneeta herdu seriyan jî ne di berberiyê, di hevkarî û dostaniyê da heye.
Di derbarê bicîbûna 21 hezar leşekerên Emerîka li Kurdistanê jî Hîll gotiye:
“Tiştekî wiha di rojevê da nîne. Berjewendiyên Emerîkayê yên hevbeş bi Herêma Kurdistanê ra heye û dixwaze ev herêm hertim aram be û pêşve biçe. Ez jî wiha dibînim ku Herêma Kurdistanê dahatûyeke wê ya baş û geş heye. Ev desthilata Herêma Kurdistanê jî di destûra Iraqê de hatiye garantîkirin.”
Li ser bicihanîna madeya 140-î jî Hîll gotiye:
“Me negotiye bila bicihanîna vê madeyê taloq bibe. Em bi şêweyekî cidî kar dikin ku ew made bê bicihanîn û pirsên di navbera Bexda û Hewlêrê da bên çareserkirin.”
Heta nuha gelek caran dema meriv beyanên serok û berpirsiyarên Emerîkayê dixwend meriv ji sozên wan dikket şik û gumanê, metirsiyek bi meriv ra çêdibû.
Lê vê beyana Christopher Hill, ev metirsiya min îşev hinekî kêm kir.
Tiştê xuyaye Emerîka herêmê tu carî ji rejîma Îslamî û tirkan ra nahêle û Îraqê terk nake.
Û dema wiah be jî mitefiqê esasî kurd in.
Ev yek ji bo me kurdên Tirkiyê jî pir baş e, Emerîka mitefiqê kurdên başûr ewê zû bi zû nebe dijminê kurdên bakur.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE