05 januari 2010

Dizê mirîşkan û "pakêta" AKP-ê

Dizê mirîşkan û doza Ergenekonê...
Bi yekî kurd ra çaqoyeke ko ya jî şeşderbeke xerxûte were girtin malikê lê diviritînin, tavilê dikin endamê ”rêxistina terorê” û ji sûcê perçekirina Tirkiyê û avakirina Kurdistaneke serbixwe ceza dikin.
Lê bi çete û generalên Ergekoncî ra her roj çek û cebilxaneyên herî giran tên girtin jî pere nake, planên kuştina bi dehan kesên xeyrîmulîm, serokwezîr, serokkomar, serokê meclîsê digrin ew jî pere nake, dîsa jî tên berdan.
Loma jî vê doza Ergenekonê ev pêkenîna jêr anî bîra min:
Dibêjin xwediyê malê diz di pîna mirîşka da girtibû. Di bêrîkek wî da çêlik û ya din jî tije hêk bûn. Û di destê wî da jî du mirîşk hebûn.
Her dera wî di nava toz û dûman, perê mirîşkan û zîlqê da mabû.
Welhasil diz girtin, derxistin mahkimê.
Li mahkimê diz ji hakim ra got:
-Hakim beg, ez abûqatekî dixwazim.
Hakim mizicî û got:
-Kuro halê te li ber çava ye…çêlik û hêk di bêrîka te da û du mirîşk jî di dest te da hatine girtin. Abûqat were ewê çi bibêje?
Diz got:
-Hakim beg, ji xwe ez jî meraq dikim ku abûqatê çi bibêje.

Bigre, ya na zê bidim apo ha...Jineke li dora 30 salî û gelek xweşik gedê wê di himêzê da ji Gara Anqerê li otobozê siwar dibe û diçe Stenbolê. Kurdek jî li kêleka wê rûdine. Otoboz dema digihîje Kizilcihemamê jinik ji bo ku gedê xwe bimijîne, memikê xwe derdixwe û dixe devê zarok, lê zarok nagre, ruyê xwe diguherîne. Jinik bi zarok da dixeyide, dibêje, ”Bigre berxikê min, ya na ezê bidim apo haa…”
Dilê yê kurd dibê kizzz, hêdîka di bin çavan ra bala xwe dide memikê sipîboz, girêz bi dev dikve, lê dengê xwe nake û ruyê xwe bi alî din da dike.
Otoboz hinekî di dihere, gava digihîje Boluyê, jinik dîsa pêsîra xwe derdixe û dide devê zarok, lê gede dîsa pêsîrê nagre, destê xwe lê dixe û ruyê xwe diguherîne. Jinik dîsa jê ra dibêje, ”Bigre berxikê min, ku tu negrî mêze ezê bidim apo haa…”
Yê kurd dîsa tê heyecanê, dîsa hêvî pê ra xurt dibe, di bin çavan ra bala xwe dide memikên sipîboz û tama devê xwe tam xweş dike…
Otoboz dom dike, li çend ciyên din jî jinik eynî gotinan ji gedê xwe ra dibêje û gede jî tim pêsîrê red dike…
Welhasil otoboz digihîje Gara Stenbolê, diçe ber ciyê ku ewê li bisekine, li wir jinik dîsa memikê xwe fişt û derdixe û dide ber devê zarok û dibêje, ”A ji te ra bigre, ya na ezê bidim apo ha…”
Li ser vê, yê kurd êdî hew tehamul dike û ji jinikê ra dibêje;
-Xatûn, ji vêsê da ye te ez merezarî kirim, heger tu yê bidî ji kerema xwe ra zû bide û zêde dirêj neke, ezê li Boluyê daketama ji ruyê te mêze ez hatim di Stenbolê va derketim!”
Bira ev pêkenîn jî ji bo xatirê ”Pakêt û Açilima” AKP-ê be.
Ev serê salekê ye ku AKP-e jî weke vê xatûna tirk dibêje ”ezê bidim”, ezê ”pakêtê” vekim û ha vekim lê ne tiştekî dide û ne jî tu "pakêtê"vedike.
Heyran heger ”pakêt ”e ya jî ”açilim” e, axir hûn çi navî lê dikin lêkin, lê zû vekin û zû bidin, weke vê xatûnê di gotinê da nehêlin, kurd êdî kevzikî bûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE